Şemî, 14 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kuran: Ji bo mirovên mîna me, jiyan Tevgera Azadiyê bixwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Hatîce Onaran li gelek bajaran daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarên ku komploya 15’ê Sibatê wê lê bê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21’ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li ber destdirêjiya li jinên enternasyonalîst rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasu: Divê gelê me li her çar parçeyan tevlî çalakiyên şermezarkirina komployê bibe
Rojane

Karasu: Divê gelê me li her çar parçeyan tevlî çalakiyên şermezarkirina komployê bibe

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, bang li gel kir ku tevlî çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê bibin. Karasu her wiha êrîşên li ser Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo jî rexne kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Sibat 2026 Dema xwendinê: 29 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di hevpeyvîna taybet a ku ji bo ANF’ê dabû de diyar kir ku Komploya Navnetewî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêber Apo ji Şamê dest pê kiribû, ketiye sala xwe ya 28’an. Karasu bal kişand ku di vê pêvajoyê de bi berxwedana gel a “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, armancên komployê hatine pûçkirin. Karasu destnîşan kir ku di dema dawî de hevdem ligel êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Paradîgmaya Neteweya Demokratîk jî êrîşeke pergalî tê meşandin û bang kir ku di 15’ê Sibatê de li her çar parçeyên Kurdistanê û li her derê bi herikînê tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibin.

Nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bi vî rengî ne:

 

“Em di sala 28’an a Komploya Navnetewî de ne ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêber Apo ji Şamê dest pê kiribû. Her wiha salvegera 27’an a dîlgirtina Rêber Apo ye. Rêber Apo jî dikeve sala 28’an a dîlgirtina xwe. Bi vê hincetê em hemû dewlet û hêzên siyasî yên ku di vê komployê de cih girtine, bi tundî şermezar dikin.

Ez berxwedêrên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ên ku li dijî vê komployê xwe li dora Rêber Apo kirin barîkata ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Heke Komploya Navnetewî bi ser neketibe, heke berxwedana mezin a gelê me ya li dijî komployê berfireh bûbe û heta îro jî ev berxwedan didome, di vê de bandora mezin a berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ û şehîdên me heye. Em hîna jî di xeta wan de û bi moralê ku têkoşîna wan daye me, li dijî Komploya Navnetewî têkoşînê didin. Bi têkoşîna ku me li dijî Komploya Navnetewî da, me nehişt ku komplo bigihîje hemû armancên xwe. Lê belê, me Komploya Navnetewî bi temamî têk nebir û bi temamî bi dawî nekir.

Komploya sala 1999’an, li dijî kesayetiya şoreşger a Rêber Apo, li dijî têgihîştina siyasî ya ku Rêber Apo dixwest li Rojhilata Navîn ava bike û li dijî nîzama Rojhilata Navîn a ku dixwest li ser vê bingehê pêş bixe bû. Rêber Apo bi raman û têkoşîna xwe dixwest nîzameke nû ya Rojhilata Navîn ku xwe dispêre xwîşk û biratiya gelan, teşe bike. Hêzên navnetewî bi rêya hevkarên xwe Rojhilata Navîn di bin serweriya xwe de digirtin. Rêber Apo bi têkoşîna xwe û xwîşk û biratiya gelan, armanc dikir ku çareseriya pirsgrêka Kurd pêk bîne, li ser bingeha çareseriya pirsgrêka Kurd demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêş bixe û bi vî rengî lingên hevkar ên hêzên hegemon ên li herêmê bişkîne.

Nexwe, ev ramanên Rêber Apo û armanca Rêber Apo ya nîzama nû ya Rojhilata Navîn a li ser bingeha xwîşk û biratiya gelan, hêzên hegemonîk aciz kir. Nêzîkatiyeke polîtîk hebû ku dê ji bo polîtîkayên wan ên li herêmê bibe asteng.”

HÊZÊN NAVNETEWÎ RÊBER APO JI BO HEGEMONYAYA XWE WEKÎ GEF DÎTIN

Ji ber vê yekê, di serî de DYA û Îsraîl, tevî Îngiltereyê li dijî Rêber Apo komployeke navnetewî pêk anîn. Bi zor û gefan hiştin ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derkeve. Bêguman Tirkiye jî bikar anîn. Tirkiyeyê jî armanc dikir ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derkeve. Tirkiye li dijî PKK’ê şerek dimeşand. Li dijî Rêber Apo êrîşek pêk dianîn. Heta di sala 1996’an de bi komployekê xwestin Rêber Apo li Şamê îmha bikin, lê bi ser neketin. Tişta ku dîtin ev bû: Heya ku Rêber Apo pêşengiya PKK’ê bike, ramanên wî li Rojhilata Navîn pêş bikevin û bibin xwedî bandor. Ne tenê li Kurdistanê, li seranserê Rojhilata Navîn avakirina nîzameke li ser bingeha xwîşk û biratiya gelan pêk dihat.

Sedema pêkanîna vê komployê ji aliyê hêzên navnetewî ve ev bû ku wan ev hişmendî ji bo hegemonyaya xwe wekî gefekê didît û dixwestin wê ji holê rakin. Ji aliyê din ve, plan dikirin ku mudaxaleyî Rojhilata Navîn bikin. Di dema mudaxaleya wan a li Rojhilata Navîn de, hêzeke wiha şoreşger, Rêbertiyek wiha û tevgerek wiha dikaribû sûdê ji atmosfera şer a li herêmê bigire. Ji ber vê yekê, berî ku mudaxaleyî Iraq û Rojhilata Navîn bikin, dûrxistina Rêber Apo ji bo armancên xwe pêwîst dîtin. Heke bikaribûna Rêber Apo bêbandor bikin, wan dikaribû tevgera azadiya Kurd jî pûç bikin, têkiliya gel a bi Rêber Apo re qut bikin û bi vî rengî tevgera azadiyê ya di bin pêşengiya Rêber Apo de ji holê rakin. Komplo bi armanceke wiha pêk hat.

Lê belê li dijî vê komployê, gelê me di bin pêşengiya berxwedêrên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de têkoşîneke mezin da. Erê, Rêber Apo dîl hate girtin, lê gelê me xwedî li Rêber Apo derket, partiya me PKK xwedî li Rêber Apo derket.Peywendiya gel û PKK’ê ya bi Rêber Apo re qut nebû, berovajî wê girêdanbûna bi Rêber Apo re hîn zêdetir bû. Rêber Apo bi hêza ramanê û bi paradîgmaya ku afirand hîn bêtir bi hêz bû. Ji vê aliyê ve, têkoşîna li dijî komploya navnetewî dibe ku Rêber Apo azad nekiribe û komplo bi temamî têk nebiribe, lê di vê pêvajoyê de têkoşîna me mezin bû û pêş ket. Hêza rêbertî ya Rêber Apo hîn bi bandortir bû.

Mîna herî berbiçav a vê yekê, pratîkbûna ramanên Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn bû. Rêber Apo 20 salan li Sûriyeyê mabû û bi gelê me yê Rojava re di nav têkiliyê de bû. Ji ber vê yekê, çawa ku gelê Rojava bi Rêber Apo ve girêdayî bû, civaka Ereb a li Sûriyeyê jî Rêber Apo nas dikir. Didîtin ku nêzîkatiya Rêber Apo ne neteweperestiyeke teng e. Heta hin ronakbîrên Ereb ji bo Rêber Apo nirxandina “Selahadînê Duyem” kiribûn. Ango çawa ku Selahadînê Eyûbî li Rojhilata Navîn gel li dijî Xaçparêzan parastibû, wan jî digot ku Rêber Apo wekî Selahadînê duyem wê gelan li dijî hêzên hegemon ên li Rojhilata Navîn biparêze. Rastiyeke wiha ya Rêbertiyê hebû.

NETEWEYA DEMOKRATÎK LI SÛRIYEYÊ PRATÎZE BÛBÛ

Vaye ramanên Rêber Apo li Sûriyeyê bi têgihîştina neteweya demokratîk pratik bû. Li Sûriyeyê pergaleke demokratîk a li ser bingeha neteweyê hat avakirin. Ev 12-13 sal in ev yek pêk tê. Di serî de hêzên şoreşger ên li Rojava hakim bûn, piştre di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi gelê Ereb û ciwanên Ereb re bi hev re têkoşiyan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Ev geşedaneke gelekî girîng bû.

Ev geşedan ne tenê gavek bû ku demokratîkbûna Sûriyeyê peyda bike, ne tenê pergaleke demokratîk bû. Di şexsê Sûriyeyê de pergaleke demokratîk îfade dikir ku dê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Lewre Rojhilata Navîn erdnîgariyeke wiha bû ku bi şerên etnîkî û olî gelekî westiyabû. Ji ber vê yekê, ramanên Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Ereban, Sûriyeyiyan û gelên din ve bi sempatiyeke mezin hatin pêşvazîkirin. Havênek hat avêtin.

Bêguman ne di wê asta ku Rêber Apo dixwest de pêk hat. Lê belê Ereb, Sûriyeyî û gelên din 12-13 sal in li wir bêyî şer bi hev re jiyan. Çawa ku di komploya navnetewî ya yekemîn de hêzên navnetewî û hêzên aborî ramanên Rêber Apo û Rojhilata Navîn a ku wî pêşbînî dikir ji bo xwe wekî metirsî didîtin, vê têgihîştina neteweya demokratîk û vê pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo Rojhilata Navîn metirsîdar dîtin. Wekî mînak, nûnerê DYA’yê bi eşkere got ku “pêdiviya Rojhilata Navîn bi demokrasiyê nîn e, Rojhilata Navîn dikare bi monarşiyê were birêvebirin” û bi vî rengî nîşan dan ku bê ka ew çi cûre Rojhilata Navînekê dixwazin. Ev di heman demê de îfadeya eşkere ya polîtîkayên wan bû; ka ew ê li dijî kîjan polîtîkayan bin û kîjanan qebûl nekin.

Li ser vê bingehê û di encama vê têgihîştinê de, di 5’ê Çileyê de li Parîsê peymanek hat çêkirin. DYA, Fransa, Îsrail û Tirkiye di nav de, biryar dan ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dikaribû bibe mînak ji bo Rojhilata Navîn, tasfiye bikin. Helbet li vir Îsraîl gihîşt armanca xwe; Girên Golanê girt, başûrê Sûriyeyê girt. Dîsa, berê bandora Sûriyeyê li ser Lubnanê hebû; mîsogeriya wê hat girtin ku Sûriye êdî li Lubnanê bandordar nebe û destwerdana Lubnanê neke. Bi vî rengî, bi hişmendiyeke ku dişibe DAIŞ’ê û ji hişmendiya DAIŞ’ê dernakeve, her çend ji aliyê hêzên navnetewî ve hatibe ser desthilatdariyê jî, bi çeteyên li dora Hikûmeta Şamê ku xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev ne tenê êrîşek li ser Kurdan bû, di heman demê de êrîşek li ser pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji ber vê yekê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke navnetewî hat pêkanîn. Ev di heman demê de êrîşek li dijî paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo bû.

Paradîgmaya neteweya demokratîk nêzîkatiyeke teorîk a gelekî girîng e, pêşniyareke pir mezin e. Li Rojhilata Navîn, li cihê ku civakên etnîkî û olî li dijî hev tên sor kirin, ev proje projeya ji holê rakirina vê yekê ye. Ji aliyê din ve, projeya neteweya demokratîk li vir hat sepandin; wekî min got dibe ku kêm û kurtasî hebin. Lê belê di nav gelê Ereb û gelê Sûriyeyê de jî beşên ku ji vê jiyanê gelekî nerazî bin tune bûn. Lewre civaka Ereb ne di bin zextekê de bû. Heta rewşa Ereban a di bin kontrol û bandora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji rewşa Ereban a li herêmên din hîn çêtir bû. Em dizanin ku rewşeke wan a baş hebû.

Niha projeyeke wiha hat pêkanîn. Vaye hêzên navnetewî êrîşî vê têgihîştina neteweya demokratîk dikirin. Lewre ev tê wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Tê wateya dawî hatina şerên etnîkî û mezhebî. Lê belê hêzên navnetewî û hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe projeyeke wiha û pergaleke wiha qebûl nakin. Qebûl nekirin.

JI TÊGIHÎŞTINA NETEW-DEWLETÊ HERÎ ZÊDE KURD ZERAR DÎTIN

Lê belê hinek derdorên ku ji xwe re dibêjin Kurd, niha projeya neteweya demokratîk kirine hedefa zimanê xwe. Niha têgihîştineke netew-dewletê heye. Di têgihîştina netew-dewletê de li Rojhilata Navîn ê ku herî zêde zerar dîtî kî ye? Kurd in. Kurd bi vê têgihîştina netew-dewletê li Rojhilata Navîn tên xwestin ku werin tunekirin. Tê xwestin ku ji Rojhilata Navîn werin rakirin. Lewre netew-dewlet tê wateya qirkirinê. Netew-dewlet li Ewropayê be jî, li her derê li ku çêbûye, çandên din tune kirine û tasfiye kirine. Niha helbet li Ewropayê bi sedsalan pevçûn û şer çêbûn. Di encama vê de ew têgihîştin berdan û hatin ser hişmendiyeke nêzî neteweya demokratîk. Niha Ewropa bi hişmendiyeke nêzî neteweya demokratîk aştiya xwe û aramiya xwe peyda dike.

Niha li Rojhilata Navîn ê ku herî zêde ji têgihîştina netew-dewletê zerar dîtî kî ye? Em careke din destnîşan bikin: Kurd in. Bi vê hişmendiyê tê xwestin ku Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bimînin. Nexwe alternatîfa vê çi ye? Alternatîfa wê neteweya demokratîk e. Ango kîjan dewlet dibe bila bibe, divê mafên çandî, olî, xwerêveberî û her cûre mafên gelên din qebûl bike û bi hev re bijîn. Ma ji vê tiştekî xweştir heye? Ango kîjan dewlet dibe bila bibe, li her derê rûniştina vê têgihîştina neteweya demokratîk tê wateya aştiyê, tê wateya nêzîkatiya demokratîk û mirovî. Netew-dewlet beşên din, nasnameyên cuda tune dike û dipelixîne. Ev çima tê rexnekirin? Temam, kî dixwaze bila netew-dewlet ava bike, lê dîsa jî têgihîştina netew-dewletê metirsîdar e.

Li cihên ku netew-dewlet hene jî, li cihên ku di rabirdûyê de netew-dewlet hebûn jî, divê ev hişmendiya pelixandina nasnameyên cuda yên etnîkî û olî, helandin û qirkirinê ji holê rabe; divê têgihîştina neteweya demokratîk di nav hemû dewletan de cih bigire. Ji bo mirovahiyê ya rast ev e. Vaye ev projeya aramiya Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn tenê bi vî rengî dikare bigihîje aramiyê. Yan na, bila gel, bawerî û civakên etnîkî bikevin qirika hev û wiha berdewam bikin? Erê, heke têgihîştina netew-dewletê neyê şikandin û têgihîştina neteweya demokratîk rûnenê, Rojhilata Navîn ji van şeran xilas nabe. Carekê em vê diyar bikin.

LI ROJHILATA NAVÎN BILINDBÛNA NETEW-DEWLETAN QIRKIRINA KURDAN E

Niha helbet di şexsê Rojava de mudaxaleyek çêbû. Li wir projeya neteweya demokratîk paş ve birin. Paşvekişînek çêbû. Niha li Rojava, li wir jî helbet Ereb, Kurd û Suryanî bi hev re dijîn. Li herêma ku em jê re dibêjin Rojava, nêzîkatiya herî rast nêzîkatiya neteweya demokratîk e. Pêwîst e mirov bi Ereban re, bi Suryaniyan re, bi hemû civakan re bi hişmendiyeke hevpar di nav aştiyê de bijî. Helbet her kes dê bi hemû mafên xwe bijî. Kurd dê bi nasname û çanda xwe bijîn. Ereb dê wisa bijîn, Suryanî dê wisa bijîn. Dîsa dikare rêveberiyeke hevpar a diyar hebe. Her kes dikare bi awayên cuda di rêveberiyê de cih bigire.

Niha hinek wisa dipeyivin qey ew paşketin ji ber têgihîştina neteweya demokratîk çêbûye. Tu eleqeya vê bi wê re nîn e. Peymana 6’ê Çileyê heye. Êrîşa hêzên navnetewî heye. Bi vê êrîşê xwestin ku ew proje bi temamî were belavkirin û hilweşandin. Ji ber vê yekê, êrîşa li ser têgihîştina neteweya demokratîk bi rastî paşverûtî ye. Di serî de jî dijberiya Kurdan e. Dijberiya neteweya demokratîk kirin, fetişîzma netew-dewletê kirin, bilindkirina netew-dewletê ye. Li Rojhilata Navîn bilindkirina netew-dewletan, qirkirina Kurdan e. Li hemberî rewşeke ku ewqas eşkere ye, Rêbertî rexne dikin, tevgerê rexne dikin. Bi gotineke din, tav bi heriyê nayê veşartin.

Rêbertî di dirêjahiya dîrokê de nirxa herî mezin e ku civaka Kurd û gelê Kurd derxistiye holê. Ew ê ku rûmeta Kurdan diparêze û dihêle ku serê Kurdan bilind be, Rêber Apo û tevgera azadiyê ya ku ew dimeşîne ye. Heke îro li Rojhilata Navîn serê Kurdan bilind be, di cîhanê de xwedî rûmet bin, ev bi xêra xeta Rêber Apo û qonaxa ku tevgera azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê gihîştiye serî, pêk hatiye.

PKK hate feshkirin, rola xwe lîst. Ev ne dawîyek e, bi têgihîştin û nêzîkatiyeke destpêkek nû pêk hat. Ji vê aliyê ve, dirêjkirina ziman li dijî Rêber Apo paşverûtî ye. Komployên navnetewî dikarin êrîşî Rêber Apo û PKK’ê bikin. Kesên ku niha vî zimanê reşkirinê li dijî Rêber Apo û tevgera azadiyê bikar tînin, bi rastî dirêjahiya komploya navnetewî ne. Piştgirên komploya navnetewî ne.

SEDSALA 21’AN LI SER BINGEHA DEMOKRATÎKBÛNÊ DIBE SEDSALA KURDAN

Armanca Komploya Navnetewî ya yekemîn pelixandina ramanê Rêber Apo û tevgera wî ya şoreşger bû. Komploya navnetewî ya ku îro li Sûriyeyê di 6’ê Çileyê de li dijî Kurdan hat destpêkirin jî, berê wê li ser tasfiyekirina Rêber Apo û tevgera azadiyê ye. Niha hin derdor bi rastî jî piştgirên komployê ne. Di vê serdemê de êrîşên li ser Rêber Apo, li ser tevgera me û li ser têgihîştina neteweya demokratîk, teqez berdewamiya hişmendiya komployê ne. Ew jî dibêjin “demokrasî me eleqedar nake”. Ma tê çi wateyê ku “demokrasî me eleqedar nake?” Kurd li Rojhilata Navîn tenê di mercên demokrasiyê de, heke demokratîkbûn pêş bikeve, dikarin hebûna xwe mîsoger bikin. Yan na, nikarin hebûna xwe biparêzin.

Sedsala 21’an li ser bingeha demokratîkbûnê dibe sedsala Kurdan. Nêzîkatiyên ji derveyî vê, li dijî Kurdan e. Lê belê hinek ji aliyê hinek kesan ve tên sor kirin. Nizanim çi dibêjin. Êrîşa li ser neteweya demokratîk, li ser wê bingehê êrîşa li ser Rêbertiyê ye. Em ê xwîşk û biratiya gelan jî biparêzin, neteweya demokratîk jî biparêzin. Em ê li dijî têgihîştina netew-dewletê jî derkevin. Lewre ev têgihîştina netew-dewletê polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Li Rojhilata Navîn rêya herî girîng a astengkirina qirkirina Kurdan, pêşxistina vê têgihîştina neteweya demokratîk û paşvebirina hişmendiya netew-dewletê ye. Ji vê aliyê ve neteweya demokratîk, nêzîkatiyek li dijî hişmendiya netew-dewletê ye. Ew ê vê yekê bibînin.

Gelê me li hemberî êrîşên li ser Rojava rabû ser piyan. Li hemû parçeyên Kurdistanê rabû ser piyan. Çi dît? Di şexsê êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dît ku êrîş li ser hemû Kurdan heye. Lewre ev eşkere ye: Ji ber ku dîtin xeta Rêber Apo û tevgera azadiyê ya ku têkoşîna gelê Kurd pêş xistiye, di avakirina destkeftiyên li hemû parçeyan de xwedî roleke mezin e û îro jî tê parastin, tê tasfiyekirin; lewma gel xwedî derket. Xwedîderketina gel, ji xeta Rêber Apo tê. Li dijî êrîşên li ser tevgera azadiya Kurd, parastina tevgera azadiya Kurd e. Lewre gelê Kurd herî baş dizane ku tasfiyekirina tevgera azadiya Kurd ji bo Kurdan rewşeke çiqas xirab e.

PKK’Ê LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ TÊKOŞÎN KIR

Ji ber vê yekê li her derê rabûn ser piyan. Ev encama têkoşîna 50 salan e. Em 50 sal in têkoşînê didin. Bi destpêkirina Rêber Apo re, em 52 sal in ne tenê li parçeyekî Kurdistanê têkoşiyan. Her wiha em ne tenê li Bakur têkoşiyan. Em yekane tevger in ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê didin. Em yekane tevger in ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê didin û bandorê li gelê Kurd dikin. Nexwe, di têkoşîna li dijî Komploya Navnetewî ya sala 1999’an de çawa ku hemû parçe rabûn ser piyan, di Komploya 2’yemîn a Navnetewî de jî di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî êrîşên li ser destkeftiyên hemû Kurdan, gelê me li hemû parçeyan rabû ser piyan. Ew bingeha dîrokî ya ku gel radike ser piyan çi ye? Ew hişmendiya dîrokî çi ye? Kîjan asta hişmendiyê ye? Kîjan têgihîştin? Kîjan hişmendî? Her kes ê vê bibîne.

Ew kî ye ku hişmendiya li her çar parçeyên Kurdistanê dike yek? Kîjan têkoşînê ev yek kir? Têkoşîna me ew kirin yek. Divê her kes vê bizanibe. Ji ber vê yekê, di xwedîderketina li Rojava de rabûna hemû parçeyên Kurdistanê û tevlîbûna Kurdên ji nêrînên cuda di vê têkoşînê de, encama rastiyeke dîrokî ya wiha ye.

Hemû heval jî diyar dikin; erê, herî zêde Silêmanî tevlî bû, Kerkûk tevlî bû. Heta beşeke girîng a girseya ku li qadên din rabû ser piyan jî, girseya ku bi Silêmanî û Kerkûkê re di peywendiyê de ne û xwedî nêzîkatiyeke siyasî ya wekhev in, bi awayekî çalak tevlî bûn. Erê, tevlîbûna hemû Kurdan çêbû. Lê yê ku ev afirand em in. Têkoşîna me ya azadiyê ye. Ew ê ku pêşketina vê têkoşîna azadiyê peyda kiriye jî Rêber Apo ye. Heke xeta Rêber Apo neba, niha li Kurdistanê tevgera azadiyê di vê astê de pêş nediket. Li çar parçeyan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nedigihîşt vê astê. Ev rastî dê were zanîn. Mirov nikare wisa erzan û ji ber xwe ve bipeyive. Ew axaftinên rojane ne. Mîna nivîsandina li ser avê ye.

Nizanim, êrîşî tevgerê dikin, êrîşî Rêbertiyê dikin. Ya wan tenê “reş bike bila şop bimîne” ye. Lê şop namîne. Di pêşiya îdeolojiya xeta Rêber Apo de tu hêz nikare bisekine. Herikîna dîrokê bi wê aliyê ve ye. Erê, li ser me zexteke pir giran heye. Êrîş hene. Êrîşa hêzên navnetewî heye. Êrîşa hêzên herêmî heye. Ango ji gelek aliyan ve êrîş li ser me hene. Rast e. Ev êrîş me paş ve nabe. Me ji îdeolojiya me, ji ramanên me dûr naxe. Jixwe ji ber ku em polîtîkayeke rast dimeşînin, em ewqas di bin êrîşan de ne. Em hişyariya vê rastiyê ne. Ji ber vê yekê, em îradeya gelê me ya ku di vê pêvajoyê de nîşan daye, silav dikin.

Em dikarin vê bibêjin: Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê serhildaneke mezin nîşan da. Xwedî li Rojava derket. Heke îro li Rojava bi temamî tasfiye nebûbe, bi temamî tune nebûbe, heke hîna parastina wê avahiya taybet û îradeyî li Rojava hebe, ev encama têkoşîna gelê me ye. Encama hewildanên Rêber Apo ye. Pêwîst e ev rastî were zanîn. Li ser vê bingehê, helbet divê ji niha û pê de jî ev xwedîderketin berdewam bike.

DIVÊ GELÊ ME LI SER PIYAN BE

“Em di salvegera Komploya Navnetewî de ne. Rêber Apo hîna dîl girtî ye. Di vê salvegerê de jî divê gelê me li her derê li ser piyan be. Ev xwedîderketina li Rojava ye, xwedîderketina li Rêber Apo ye; xwedîderketina li tevahiya gelê Kurd û azadiya gelê Kurd e. Û di heman demê de xwedîderketina li azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn, erdnîgariyeke li ser bingeha xwîşk û biratî û azadiya gelan gelekî xweş e. Ev raman dikare pêşeroja gelan azad û demokratîk bike. Ji bilî vê, bi nêzîkatiyên ku têgihîştina netew-dewletê tîne, mirov nagihîje tu derê. Jixwe Ewropayê ji ber ku ev yek fêm kir, niha li şûna têgihîştina netew-dewletê -her çend bi temamî jê venegeriyabin jî- hişmendiyeke nêzî neteweya demokratîk qebûl kirine. Yan na, li Ewropayê aramî çênedibû.

Ji ber vê yekê, ez bi vê hincetê gelê me yê ku di vê pêvajoyê de rabûye ser piyan, pîroz dikim. Dîsa, hemû mirovên me yên ku di encama êrîşên li ser Rojava de şehîd bûne, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Ji bo bi dehan û bi sedan birîndaran jî şifaya xêrê dixwazim. Ev serhildana gel, di heman demê de ji bo me bangek e ku Yekîtiya Demokratîk a Kurd pêk bînin. Ev, armanceke wiha ye ku Rêber Apo û tevgera me bi dehan sal in hedef girtiye.

Lê belê, ji ber ku bandora hêzên pir cuda li ser siyaseta Kurd heye û berjewendiyên hêzên cuda, yekîtiya netewî ji bo berjewendiyên xwe rast nabînin, me heta îro nekarî yekîtiya netewî pêk bînin. Yekîtiya demokratîk nehat avakirin. Êdî ji bo Kurdên her çar parçeyan, yekîtî tenê dikare bibe yekîtiya demokratîk. Yekîtiya demokratîk hem pêdiviya serdema me ye, hem jî wekî hewcedariya hebûna li her çar parçeyan, divê mirov yekîtiya demokratîk pêk bîne. Heke yekîtiya demokratîk pêk were, bi rastî Kurd bi hêz dibin û li her parçeyî nêzî azadiyê dibin. Lê divê ev di hişmendiya demokratîk de be, ne di hişmendiya hegemonîk de be. Hişmendiya demokratîk çawa ku di nav xwe de nêzîkatiyek demokratîk dixwaze, di peywendiyên bi gelên cîran re jî hişmendiyeke demokratîk dixwaze. Lewre hişmendiya demokratîk û têgihîştina demokrasiyê yekpare ye.

Nabe ku mirov di mijarekê de demokrat be û di mijarek din de ne demokrat be; ev nabe, ne rast e. Me li ser vê bingehê nêzîkatiya gel wekî bangekê qebûl kir. Heta hevalê Abbas û yên din ev wekî fermanekê dîtin. Em ê di vê çarçoveyê de ji bo pêkanîna yekîtiya demokratîk tiştê dikeve ser milê xwe pêk bînin. Di vê 15’ê Sibatê de divê gelê me dîsa di çarçoveya vê yekîtiya demokratîk de, bi têgihîştina demokratîk li her derê rabe ser piyan.

Rêber Apo rêberê Kurdan e. Kîjan Kurd dikare qebûl bike ku rêberê Kurdan 27 sal in bi vî rengî dîl girtî be? Çawa ku di dîrokê de gel êrîşên li ser Qasimlo, Seyîd Riza û Şêx Seîd qebûl nekiribe, gelo Rêber Apo çima îro 27 sal in di wê zindanê de ye? Ji ber ku têkoşîna azadiya gelê Kurd dimeşîne û ji ber ku piraniya gelê Kurd dibêje ‘ew rêberê me ye’, ew di girtîgehê de ye. Ji ber vê yekê welatparêzî, Kurdayetî, Kurdayetiya rast û welatparêzî bi xwedîderketina li Rêber Apo dibe.

Ji ber vê yekê, ez bang li hemû gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku tevlî çalakiyên 15’ê Sibatê bibin; ji bo azadiya Rêber Apo nêzîk bikin, azadiya gelê Kurdistanê nêzîk bikin, statuya li Rojava biparêzin û têkoşîna parastinê bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo Konfederalîzma Jinên Cîhanê gaveke mezin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana li Îmraliyê serketin teqez kir

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştgiriya ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê mezin dibe

Serdanên piştgiriyê yên Nobeta Edaletê li bajarên wekî Stenbol, Mêrdîn û Wanê hatine destpêkirin didomin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetên li dijî desteserkirina vînê didomin

Nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 10’emîn de berdewam dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kuran: Ji bo mirovên mîna me, jiyan Tevgera Azadiyê bixwe ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Ji destpêka salê vir ve 150 hezar Efganî ku piraniya wan bi zorê vegeriyan welatê xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?