Çarşem, 6 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê civîna xwe ya 8’ê Tebaxê ji çapemeniyê re girtî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: Gelê ji bo jinûve avakirina Rojhilata Navîn rol dilîze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komisyonê bi yekdengî pêşnûmeyê qebûl kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê xebatên komîsyonê de pêşnûmeya 12 xalan hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêviyên îro berhema fedakariya wê û hevalên wê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîn du sal şûnde bi encam bû: dîsa êşkence bê ceza ma!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê liv û tevgera leşkerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Beş û siyaseta dînî ya dewletê ya organîzekirî: Bûyera ATIB li Awusturyayê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Dersimê li dijî polîtîkayên şerê taybet pêwîstî bi rêxistinkirinê heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew, yek ji jinên ku xwe kirî welat e: Şehîd Zîlan Rûstem

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di meha Tîrmehê de herî kêm 28 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hesekê komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê: Hikûmeta veguhêz ji parastina welatiyan berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Adîle Xan: Sembola wêrekî û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komkujiya Şengalê divê di asta navneteweyî de wekî qirkirin bê naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KBDH’ê li dijî tundiya li ser jinê banga berxwedana topyekûn kir!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasû: Eger Komîsyon bendewariyan pêşwazî neke, wê encamek baş dernekeve
Rojane

Karasû: Eger Komîsyon bendewariyan pêşwazî neke, wê encamek baş dernekeve

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû got: "Ji bo ku komîsyon bixebite, divê pêşî biçe bi Rêber Apo re nîqaş bike, tenê bi pêvajoya çekdanînê û vegerê re sînordar nemîne û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên demokratîk bavêje."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tebax 2025 Dema xwendinê: 44 dq.
Parvekirin

Mustafa Karasû anî ziman ku komîsyona ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin girîng e, sînordarkirina wê ya du-sê mehan rexne kir û got, “Di du-sê mehan de wê çi çareser bike? Pirsgirêka Kurd heye û pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Ger komîsyon van pirsgirêkan çareser neke, wê gavê çi wateya wê heye? Ger ev komîsyon tenê bi rewşa kesên ku çekên xwe deynin û bên re mijûl bibe ji bo wê gavan bavêje, wê gavê ev xelet e û ev kêm e. Wê nikaribe pêdiviyên pêvajoya heyî pêk bîne. Dibêjin, ev pêvajo çawa dest pê kir? Ji bo misogerkirina ewlehiya Tirkiyeyê… Hem li derve û hem jî hundir geşedanên ku ewlehiya Tirkiyeyê dixin xetereyê hene.  Ger ji bo pêşiya van tiştan pêvajoyek wisa hatibe destpêkirin, wê gavê nabe ku ew bibe komîsyonek ku tenê li ser rewşa kesên çekên xwe danîne nîqaşan bike. Komîsyonê bi vê yekê re sînordarkirin, bi rastî jî wê pêvajoyê sabote bike.”

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû li ser êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li ser gelê Êzidî yê li Şengalê û berxwedana gelê Êzidî ya ji bo xwerêveberiyê, tecrîda li ser Rêber Apo û bi vê ve girêdayî Mafê Hêviyê û armancên komîsyona meclisê ya li gorî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatî avakirin, ji Medya Haber TV’ê re nirxand.

Temamiya nirxandinê bi vî rengî ye:

“Em dikevin salvegera 12’an a qirkirinê. Kesên ku di vê êrîşa qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Hevrêyên ku di berxwedana li dijî dagirkerî û êrîşa DAÎŞ’ê de şehîd bûn jî bi rêz û minetdarî bi bîr tînim.

Bi rastî Qirkirina Êzidiyan yek ji qirkirinên sedsala 20’an bû. DAÎŞ’ê xwest ku derba dawî li gelê ku bi komkujiyan re anîbûn ber tinekirinê, bi tevahî ji holê rake. Şengal cihê ku Êzidî lê dijîn e; bi êrîşkirina cihekî wisa re xwestin Êzidiyan ji holê rakin. YPG/YPJ, HPG û YC’ê li dijî vê yekê berxwedanek dîrokî nîşan dan.

Ger ku Êzîdî ji qirkirinê rizgar bûn, ev yek bi saya destwerdana komeke pir biçûk a hevrêyan û piştre jî destwerdana YPG, YPJ, HPG û YJA Starê re Êzîdî ji qirkirineke giştî rizgar bûn. Me ev pêvajo bi awayekî zindî jiya. Heta dîmenên wê jî hene.

Dema ku pêşmergeyên PDK’ê terk kirin û reviyan, hemû gerîlayên me digotin, “Em dixwazin biçin Şengalê.” Bi vî awayî, hema hema hemû hêzên me yên leşkerî ji bo biçin Şengalê xwe ferz dikirin. Heta hin ji wan dixwestin bêyî destûra rêxistinê bi dizî li wesayîtan siwar bibin û biçin Şengalê. Het hin ji wan hevalên gazî bûn. 

Ew ji bo li Şengalê Êzidiyan ji qirkirinê rizgar bikin diçûn. Gerîlayên me, hemû milîtanên me û kadroyên me di dema êrîşa qirkirina li ser Şengalê de berê xwe dabûn Şengalê. Ev yek pir girîng bû. Ev sekneke dîrokî ye. Divê ti kes vê yekê ji bîr neke. Divê gelê me ji bîr neke. Divê Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn jî ji bîr nekin. Divê mirovahî jî ji bîr neke.

Bi rastî jî dema me ew sekna hevalên xwe yên gerîla dît, em hem bi kelecan bûn û hem jî serbilind bûn. Jixwe hevalên me, milîtanan bi vî ruhî DAÎŞ’ê ji Şengalê derxistin. Û ji wê rojê heta îro li Şengalê Êzidiyan bi rêxistiniya xwe ya şêweya xweserî û xwerêveberinê derxistin holê. Ev pir girîng e. Di dîroka Êzidiyan de xala werçerxê ye.

Êzîdî di seranserê dîrokê de her tim rastî zordariyê hatine, neçar mane ku hebûna xwe biparêzin. Bêguman domandina  hebûna xwe ya heta niha, berxwedana wan a mezin nîşan dide, tevî hemû êrîşan ji têkoşîna hebûna xwe ti carî paşde gav neavêtin û ji bo domandina hebûna xwe berdêlên giran dan. Divê em qebûl bikin ku Êzidî di nava berxwedaneke wisa dîrokî de ne. 

TEVGERA ME ERKA XWE YA LI HEMBER ÊZDIYAN BÊ KÊMANÎ BI CIH ANÎ

Dema ku mijar dibe berxwedana Şengalê divê nêzîkatiya Rêber Apo ji hêla her kesî ve were zanîn. Dema ku Rêber Apo ev têkoşîn, ev Tevger da destpêkirin, dema ku ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd derket rê, ji destpêkê ve xwedî li Êzidiyan derket. Ji bo azadkirina Êzidiyan û xwedî li nasnameya xwe derkevin hewldanên mezin kir. Û timî ji Tevgerê re digot ku xwedî li Êzidiyan derkeve.

Niha em dibêjin Fermana 74’an. Jê re Fermana 73’yan jî, lê em komkujiya berê jî wekî fermanê dinirxînin. Êzîdiyan gotibûn Fermana 72’an, lê ew di salên 2000’î de bi du fermanan re rû bi rû man.

Ji ber vê yekê em dibêjin 74. Di wê fermanê de 506 kes hatin qetilkirin. Bi rastî ew jî qirkirin bû yan êrîşeke bi armanca qirkirinê bû. Ji ber vê yekê, em wê jî wekî fermanekê dinirxînin.

Rêbertî beriya vê êrîşa ku em jê re dibêjin Fermana 73’yan, hişyarî dabû û gotibû; “Dibe ku êrîşek li ser Êzîdiyan çêbibe”, “Dibe ku komkujiyek li ser Êzîdiyan çêbibe”, “Hûn ê wan biparêzin”, “Hûn ê tedbîran bigirin”. Rêbertî beriya vê Fermana 74’an a êrîşa DAÎŞ’ê hişyarî kiribû.

Ger gerîla û milîtanên me piştî êrîşeke wiha tavilê ketin nava liv û tevgerê, ev yek bi saya nêzîkatiya Rêberê me ye. Ev bi saya Rêberê me ku Tevgera me hişyar kir, pêk hat. Di vî warî de, Tevgera me bi rastî erka xwe ya li hember dîrokê, mirovahiyê û Êzidiyan bê kêmanî bi cih aniye.

DIVÊ ÊZIDÎ HEM PARASTINA XWE Û HEM JÎ XWERÊVEBERIYA XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Pêwîst e hemû Êzîdî vê yekê bizanibin. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, ev bû rojeva tevgera me. Me timî nîqaşên em ê çawa biçin wir, çawa Êzîdiyan ji qirkirinê rizgar bikin, dikir û ji bo bicihanîna pêdiviyan me hemû derfetên xwe seferber kirin.

Bi rastî hîn jî encamên wê giran in. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Hîn jî nayê zanîn bê ka çend jin û zarok hatine revandin û windakirin. Cihê bi hezaran kesên din jî nayê zanîn. Divê em wan ji bîr nekin.

Bi vê wesîleyê dikarim ji bo Êzidiyan vê bêjim. Divê ew vê dîrokê bifikirin, hêzên qirker bifikirin û ji bo domandina hebûna xwe divê xwe birêxistin bikin. Divê ew hem xweparastina xwe û hem jî xwerêveberiya xwe birêxistin bikin. Derfetên vê yekê derketine holê. Bi domandina vê xweparastin û xwerêveberiya xwe re, divê teqez Êzîdxana ku xwe bi rê ve dibe pêk bînin. Em bawer dikin ku ew ê vê yekê pêk bînin.

Peyama dawî ya Rêber Apo jî pir watedar bû. Em bawer dikin ku Êzîdî wê bersiva peyama Rêber Apo bidin.

Li ser vê bingehê şehîdan carekî din bi rêzdarî bi bîr tînim, ji bo hemû gelê me yê Êzidî di têkoşîna wan a ji bo rêveberiya xweser, xweserî de serkeftinê dixwazim.

JI BERIYA HER KESÎ DIVÊ PÊŞÎ DEVLET BAHÇELÎ PÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ PÊK BÎNE

Di mijara Mafê Hêviyê de bi salên dirêj in nêzîkatiyekî neqebûlkirinê heye. Ji aliyê DMME’yê ve bibîrxistina Mafê Hêviyê 10 sal berê bû. Salo borî jî hişyariyek çêbû. Piştî salekî ji nûve nîqaşkirina wê di rojevê de ye. Lê dewleta Tirk hîna jî di vê mijarê de gav neavêtiye.

Gav neavêtina di vî aliyê de helbet têkildarî nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd, nêzîkatiya li Rêber Apo û nêzîkatiya bi pêvajoyê re têkildar e. Ev bersiva ku ji Mafê Hêviyê re hatiye dayîn bi rastî jî bêwate ye. Ne rast e, ne hiqûqî ye, ne li gorî qanûnên wan e. Lê Devlet Bahçelî bi eşkere vê yekê got, “Bila rêxistina xwe fesih bike, dev ji têkoşîna çekdarî berde û bila Mafê Hêviyê were pratîkkirin.”

Heta got, “Bila were li meclîsê biaxive.” Wê wêrekiyê nîşan nedan ku bikaribe li meclîsê biaxive. Nexwe Rêbertî dikarîbû sedemên fesixkirina PKK’ê, rawestandina têkoşîna çekdarî rastir ji bo raya giştî rave bike. Vê yekê nekirin, lê Devlet Bahçelî got, “Mafê Hêviyê wê bikere dewrê.” Wê demê divê Devlet Bahçelî li ser soza xwe bisekine. Yanî ji beriya her kesî divê Devlet Bahçelî li ser vê mijarê bisekine û pratîkbûna Mafê Hêviyê pêk bîne. Ev ne tenê sozekî ku Devlet Bahçelî daye ye. Devlet Bahçelî wê daxuyaniyê bi lihevkirina Erdogan re kir.

Yanî nêrîna hevpar a tifaqa ku desthilatdariya heyî pêk tîne ye. Wê demê divê desthilatdarî ku dewletê bi rêve dibe, di mijara Mafê Hêviyê de tişta pêwîst bike.

Em niha ji pêvajoyekî girîng derbas dibin. Bi rastî jî di vê mijarê de Rêbertiya me û Tevgera me bi biryar e. Em dixwazin vê pêvajoyê bibin asteke ku bi demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd bi encam bibe. Pêkneanîna Mafê Hêviyê û pêkneanîna şert û mercên xebatê yên azad, kêmaniyekî mezin e. Divê ev yek were çareserkirin. Eger ev were çareserkirin, pêvajo wê pêşde biçe û geşedanên wê erênîtir bibe. Fikarên ku niha di raya giştî de çêbûne wê werin tunekirin.

Di vî aliyê de ji bo ku fikarên di nava civakê de; ne tenê fikarên Kurdan ji bo ku fikarên gelên Tirkiyeyê jî werin tunekirin, divê pêwîstiyên vê pêvajoyê werin bi cih anîn. Di serî de divê Rêber Apo bigihe şert û mercên xebatê yên azad, yanî divê Mafê Hêviyê bi eşkere û zelal pratîk bibe.

LI MECLÎSÊ AVAKIRINA KOMÎSYONÊ GIRÎNG E, LÊ DIVÊ BI QANÛNÊ HATIBA AVAKIRIN

Eger pirsgirêka Kurd û demokratîkbûn mijara gotinê be, navnîşana vê meclîs e. Meclîs wê çareser bike. Wê bi biryarên meclîsê were çareserkirin. Ji vî alî ve li meclîsê avakirina komîsyonekê, bi wate ye. Ya girîng ew e ku ev komîsyon wê çawa bixebite, armanca wê dê çi be. Avakirina komîsyoneke bi vî rengî girîng e, lê divê ev komîsyon bi qanûnê hatiba avakirin; divê armancên wê hîn eşkere û zelaltir hatiban diyarkirin. Yanî têkildarî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, divê bername û armancek heba. Evane hîna tam zelal nînin, lê avakirina wê girîng e.

Rêbertî –baweriya sala 2014’an bû- xwestibû ku meclîs bikeve dewrê. Xwestibû ku li Meclîsê komîsyonek were avakirin. Ji ber ku nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, encex bi komîsyonekê dibe. Ji vî alî ve weke gava ewilî, avakirina wê em erênî dibînin.

Lê tenê avakirina komîsyonekê têrê nake.

Divê navê vê komîsyonê jî rast were diyarkirin. Ji vî alî ve binavkirineke ku demokratîkbûnê îfade dike, erênî ye. Her roj, bi gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ komîsyon nayê avakirin.

KOMÎSYON DIVÊ DESTPÊKÊ BIÇE BI RÊBER APO RE NÎQAŞ BIKE

Niha divê wezîfeyên girîng ên vê komîsyonê hebin. Destpêkê jî divê ev komîsyon bi Rêbertî re hevdîtin bike. Ji ber ku ev pêvajo, têkildarî pirsgirêka Kurd; pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji pirsgirêka Kurd digirin e. Muxatabê vê û di navenda vê pirsgirêkê de Rêber Apo heye. Ji vî alî ve eger ev komîsyon rast bixebite, rêbazeke rast a xebitînê nîşan bide, xebatên xwe bi perspektîfa rast nîşan bide, bi rastî jî xebateke watedar bimeşîne, divê biçe bi Rêber Apo re baxive. Divê bi Rêber Apo re nîqaş bike. Divê mijara destpêkê ev be. Heta ku bi Rêber Apo re neyê nîqaşkirin, pê re neyê axaftin ev komîsyon zêde bi sûd nabe.

KOMÎSYON WÊ DI 2-3 MEHAN DE ÇI ÇARESER BIKE?

Ev komîsyon niha hate avakirin. Demeke 2-3 mehan hatiye gotin. Wisa nabe yanî. Wê di 2-3 mehan de çi çareser bike? Wê rewşa gerîlayên ku wê çekên xwe deynin û werin, dê çi be? Çavkaniya vê pirsgirêkê heye, sedemên ku ev pirsgirêk derketî holê heye, pirsgirêka Kurd heye, pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê heye. Eger komîsyon ne têkildarî van be, çi wateya wê heye? ‘Wê rewşa kesên ji çiyê tên çibe?’, ‘Pirsgirêk PKK-gerîla; ev wê were çareserkirin’. Tenê ‘berdana çekan’. Lê pirsgirêk ne ev e! Pirsgirêka sedsalî ev e? Ji dema avabûna Komarê û vir ve 30 serhildan çêbûne. Sedemên vê yekê hene.

Ji vî alî ve eger ev komîsyon tenê bi rewşa kesên çek ber didin û tên ve mijûl bibe, tenê têkildarî vê yekê gav bavêje, wê demê ev şaş e, ev kêm e. Ev pêdiviya pêvajoya heyî pêşwazî nake.

Tê gotin ya, ev pêvajo çawa destpê kir? Ji bo ewlehiya Tirkiyeyê… Navxweyî û ji derve geşedanên ku ewlehiya Tirkiyeyê dixin xeteriyê, hene. Eger ji bo astengkirina van, pêvajoyeke wiha hatibe destpêkirin, wê demê tenê bi berdana çekan û nîqaşa li ser rewşa kesên wê çekdan berdin, komîsyon nabe. Sînordarkirina vê komîsyonê bi vê yekê re, wê bibe sabotekirina pêvajoyê.

HER KES GELEK TIŞTAN JI VÊ KOMÎSYONÊ HÊVÎ DIKE

Erê, avakirina komîsyonê gaveke girîng e. Pêvajo ye, geşedanên sînordar çêdibin; em nikarin bêjin ti tişt çênabe. Mesele hevdîtinên bi Rêbertî re, çûyîn û hatin, li meclîsê hevdîtin, hevdîtina heyetan a bi partiyan re. Li raya giştî tê nîqaşkirin. Lê komîsyoneke wiha pir hate nîqaşkirin, rolekî pir girîng hate dayîn. Her kes jî gelek tiştan ji vê komîsyonê hêvî dike. Eger xwe tenê bi mijareke “rewşa gerîlayan wê çi be” sînordar bikin, wê demê encamek baş bi dest nakeve.

Bê guman rewşa gerîlayên ku wê çek berdin jî, mijarek girîng e; divê ew jî were çareserkirin, lê divê ew bi tevahî were çareserkirin. Eger demokratîkbûn nebe, qanûnên cur be cur dernekevin, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd gav neyên avêtin, wê vale biçe. Niha tenê mirovên ku ji bo azadiya gelê Kurd diaxivin, ji bo azadiya wê têdikoşin, tenê roportaj didin, tên girtin. Niha eger holeke demokratîkbûnê ya wiha çênebe, gavên vê neyên avêtin, sibe rewşa kesên biçin dê çi be? Wê bên girtin. Wê biçin, têkildarî pirsgirêka Kurd baxivin, xwe rêxistin bikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikevin hewldanê; wê demê dê bên girtin. Wiha nabe.

Ji vî alî ve divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û li ser vê esasê demokratîkbûn pêş bikeve. Divê qanûnên ku gelek demokratîkbûnan pêş bixe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zemînê çêbike, derbikevin holê. Divê di komîsyonê de evane jî bên nîqaşkirin. Divê ev komîsyon wiha tenê xwe bi rewşa kesên çek berdidin re, sînordar nehêle.

Jixwe di vî alî de rexne hene. DEM Partiyî rexne dikin, em jî rexne dikin. Wiha nabe yanî. Ev wê çi çareser bike? Em ji bo vê van gavan diavêjin? Em gavên xwe tenê ji bo vê naavêjin. Pirsgirêka demokratîkbûnê, pirsgirêka Kurd heye. Ji vî alî ve armanca xebata komîsyonê ya wisa bi du mehan re sînordar, pêdiviyan pêşwazî nake.

EM DIXWAZIN VÊ PÊVAJOYA KU BI HER KESÊ BIDE QEZENCKIRIN, BI SER BIXÎNIN

Eleqeyeke dostan heye. Li Ewropa, Tirkiye û cîhanê jî eleqeyeke dostan heye. Piştgirî didin vê pêvajoyê, ji bo serketina vê pêvajoyê hewl didin. Helbet divê ev hewldan hîn zêdetir bibin. Helbet a esas, hewldana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye.

Em dibêjin pêvajo. Armancên ku divê demildest em xwe bigihîninê, me diyar kir. Ji bo pêkhatina van hewldan, xwe rêxistinkirin û têkoşîna gelê Kurd girîng e. Eger li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê nekevin dewrê, gelê Kurd bi bandor nebe, eger ji bo pêdiviyên pêvajoyê zext li ser dewlet û hikûmetê çênebe, têkoşîn nebe, dibe ku ev pêvajo di asta tê xwestin de bi encam nebe.

Ji vî alî ve wezîfeyên girîng dikevin ser milê gel. Em dixwazin vê pêvajoyê bi ser bixînin. Em bawer dikin ku bi ser ketina vê pêvajoyê, dê gelek tiştan bi gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin. Têkildarî vê yekê çi teredut û fikara me nîne. Eger pêvajo bi ser bikeve, pêş bikeve dê her kes qezenc bike. Lê ji bo vê divê gel hîn bi bandortir bikeve dewrê.

Bê guman li her derê civînan lidar dixin, pêvajoyê vedibêjin. Lê divê ev hîn bêhtir were pêşxistin. Ne tenê girseya me yan jî girseya nêzî me; divê ji her kesê re, ji her beşên li Kurdistanê, beşên ji dervey me; eşîran, partiyên cuda re ev pêvajo were behskirin. Ji ber ku her kes wê ji vê pêvajoyê qezenc bike. Eger pirsgirêk çareser bû, Tirkiye demokratîk bû û pirsgirêka Kurd hate çareserkirin her kes wê qezenc bike. Dîsa li Tirkiyeyê wê her kes qezenc bike.

Niha sedemê hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê; pirsgirêka demokrasiyê, pirsgirêka kedê, pirsgirêka bêkariyê, pirsgirêka ekonomiye jî, nebûyîna demokrasiyê ya li ser esasê neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Divê kesên dibêjin, ‘demokrasî nîne’, vê bibînin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêka esas neyê çareserkirin demokrasî nayê Tirkiyeyê.

DIVÊ HER KES BÊYÎ KU LI BENDÊ BIMÎNE Û BÊYÎ KU TEMAŞE BIKE, XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE

Ji vî alî ve divê dostên me yên li cîhanê jî bi vê zanebûnê têbikoşin, biçin her beşê li Kurdistanê û divê tenê bi civînan sînordar nemînin. Meş û mîtîng li ser esasê demokrasiyê dikarin bên kirin. Divê daxwaz û xwestekên gel bi dengek hîn bilindtir, bên vegotin. Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê divê xwedî li vê derkevin. Temaşekirin nabe. Eger hêzên sosyalîst demokrasî û azadiyê dixwazin, divê ji bo pêşketina vê pêvajoyê hewldana pêwîst nîşan bidin.

Ji vî alî ve hewldanek heye, lê divê ev hewldan were zêdekirin. Ev pêvajo bi serê xwe pêş nakeve. Yan jî bi gotina “ev pêvajo baş e”, berpirsyarî nayê bicihanîn. Ji vî alî ve divê her kes bêyî ku li bendê bimîne, bêyî ku temaşe bike, bêyî ku bêje çi diqewime û wê çawa bibe, xwedî li vê pêvajoyê derkeve, têbikoşe û pêdiviyan bi cih bîne.

GIRÊDANA DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ YA BI PIRSGIRÊKA KURD RE, PIR ZÊDE YE

Me berê jî destnîşan kir ku ev zextên li ser CHP’ê ne rast in, ji bo pêşketina pêvajoyê tevkariyê nake; dîsa em di heman fikrî de ne.

Lê ev jî rastiyek e. Divê muxalîf jî vê rastiyê bizanin. Em niha helbet nêzîkatiyên CHP’ê erênî dibînin. Jixwe beşdarî komîsyonê jî bûn, diyar kirin ku wê piştgirî bidin. Hetta ji bo ku ev komîsyon li ser esasê demokratîkbûnê bixebite jî, îradeyek nîşan dan. Evane erênî ne. Lê em dixwazin vê bi taybetî destnîşan bikin; erê, li Tirkiyeyê pirsgirêkên antî-demokratîk hene, Tirkiye demokratîk nebûye. Ev ne pirsgirêka îro jî ye. Pirsgirêka demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê, pirsgirêkek sedsalî ye. Sed sal in gelê Kurd, sosyalîst, hêzên demokratîk, civakên ku ji ber baweriya xwe rû bi rûyê zextê dimînin timî ji bo demokrasiyê têkoşiyan. Yanî ev pirsgirêkek dîrokî ya Komara Tirkiyeyê ye.

Ji vî alî ve eger em bêjin pêkanînên antî-demokratîk; bingehê vê yê dîrokî û sosyolojik heye. Girêdana wê bi pirsgirêka Kurd re pir zêde ye. Girêdana wê ya bi azadiya baweriyê ya Elewiyan re pir zêde ye. Ji vî alî ve li ser CHP’ê zext heye, girtin heye. Evane hemû nêzîkatiyên antî-demokratîk in.

Ev cuda ye. Li her dere di şaredariyê de nelirêtî, ev û falan tişt çêdibin. Tiştên li CHP’ê tên kirin, ne têkildarî vê yekê ne. Operasyonên ku vê derbas dikin û xwedî armancên cuda. Evane vekirî ne, her kes van nîqaş dike. Lê niha rêya tunebûna pirsgirêkên bi vî rengî, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ev jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Tu dê çareseriya pirsgirêka Kurd nexwazî, li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd bî; piştre jî tu dê qala demokratîkbûn yan jî van pêkanînên antî-demokratîk bikî. Wê demê tu ne samîmî yî. Ji ber ku çavkaniya pêkanînên antî-demokratîk, neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Her kes dê vê wisa bizane. Eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye wê ji van pêkanînên antî-demokratîk rizgar bibe. Mijarên ku îro tên gilîkirin, wê ji holê rabin.

Siyasetmedar wê vê bibîne. Siyasetmedar wê hinekî bi sosyolojiya siyasetê lê binêre. Wê bibîne ku pirsgirêkên heyî çawa bandorê li siyasetê dike. Wê demê dê girêdana rewşên diqewimin a bi pirsgirêkên bi kok ên heyî re derxîne holê.

Ji vî alî ve muxalefet divê bi gotina “li wir ew zextê dike, ev zextê dike” sar nêzî pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo û Tevgera me ve tê destekkirin, nebe. Eger bi wan hincetan nerênî nêzî vê pêvajoyê bibin yan jî desteka pêwîst neyê dayîn, herî zêde wê ew bi xwe bikevin kêmasiyê. Wê bi gotinên xwe re bikevin nakokiyê. Wê bi rexneyên xwe re bikevin nakokiyê.

Ji vî alî ve beşekî girîng ê muxalefetê tevkariyê li pêvajoyê dike, piştgirî dide. Lê divê ev piştgirî hîn zêdetir bibe.

EWLEHIYA TIRKIYEYÊ BI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD PÊKAN E

Li aliyê din hin kesên xwe weke muxalefet pênase dikin, kesên ku dibêjin, ‘em wisa li dijî emperyalîzmê ne, wisa li dijî Îsraîlê ne, nizanim em li dijî vê ne, li ser Tirkiyeyê lîstokek wisa heye’ nizanin li Tirkiyeyê mijara ku ewlehiya Tirkiyeyê mîsoger bike çiye, ewlehiya Tirkiyeyê nafikirin. Ewlehiya Tirkiyeyê bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e. Bi înkarkirina Kurdan, tune hesibandina wan û bi şer kirina li dijî wan ti kes nikare ewlehiya Tirkiyeyê mîsoger bike. Berevajî, ewlehiya Tirkiyeyê wê bavêje xeteriyê. Ji vî alî ve Rêber Apo timî di tevahiya dîrokê de peywendiyên Kurd-Tirk nîşan daye.

GELO EGER KURDÊN LI TIRKIYEYÊ XWIŞK-BIRA BIN, KURDÊN LI SÛRIYEYÊ NE XWIŞK-BIRA NE?

 Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye. Rêber Apo ji vê re got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, “Demokratîkbûna Tirkiyeyê”. Ji bo vê jî pêdivî bi guhertineke zihnî, bi guhertineke feraseta siyasî heye.

Ev vekirî ye: Devlet Bahçelî yê ku heta duh digot, ‘Bila DEM Partî were girtin, zagona bingehîn were girtin, bila derbarê Kurdan her cure pêkanîn were kirin’, eger gavekê bavêje û behsa xwişk-biratiya Tirk-Kurdan bike, wê demê divê feraseta siyasî were guhertin. Divê bi feraseta salek berê, liv û tevger çênebe. Divê bi feraseta salek berê nêzîkatî li hemberî Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê neyê raberkirin.

Niha li Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye, ji bo vê hikûmet jî dewlet jî divê gefan li Rojava nexwin, bi rastî jî ev ters e. Madem ku behsa xwişk-biratiya Kurd-Tirkan tê kirin, wê demê Kurdan li Sûriyeyê ne xwişk-bira ne? Wê demê divê nêzikatiya li hemberî wan xwişk-birayan jî rast be. Divê nêzîkatiyeke xwişk-biratî were raberkirin.

Dibêjin Mîsaq-i Millî; di nava Mîsaq-i Millî de Mûsil-Kerkûk jî hebû, qada Kurdan a bi navê Rojava, Rojavayê Kurdistanê jî hebû. Niha tu hem ewqasê behsa Mîsaq-i Millî bike, lê dijmintiyê li Kurdan bike. Ev nêzikatiyek ne rast e.

Ji vî alî ve divê nêzikatiya li Sûriyeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî Kurdên li Rojava rast be. Divê wisa tehdîtwarî nebe. Hetta ji bo ku Kurd li Sûriyeyê bigihijin azadiya xwe, piştgiriyê bidin. Nêzîkatiya rast ev e, nêzîkatiya ku bi Tirkiyeyê bide qezenckirin ev e.

YEKÎTIYA SÛRIYEYÊ WÊ BI DILXWEŞÎ Û RIZAYA HEMÛ GELAN PÊK WERE

Polîtîkayên rêveberiya Sûriyeyê ya heyî şaş in. Erê, rejîma berê ya Sûriyeyê jî otorîter bû, zextkar bû û gel jê memnûn nebûn. Li gel wan jî li hemberî daxwaz û azadiyên gelan xemsariyek hebû. A niha jî heman nêzîkatî heye. Ew jî navendîparêz bû û ya a niha jî dixwaze wisa be.

Her wiha Sûriyeya berê, Sûriyeya otorîter ya dihate rexnekirin, ya navenedîparêz û zextkar li hemberî baweriyan tiştek nedikir. Li hemberî Durziyan jî, Elewiyan jî û Xiristiyanan jî nebû. Jixwe beşeke mezin a Elewiyan di nava elîta desthilatdariyê de cih digirt. Helbet bes ne desthilatdariya Elewiyan bû û Sunî jî di nav de bûn.

Lê belê desthilatdariya a niha ya heyî di heman demê de dijminahiyeke mezhebî jî dike. Em dizanin bê ka li herêmên Elewiyan çi anîne serê Elewiyan. Li Suwêdayê rih û simbêlan diqusînin! Çi derdê te bi wan re heye? A niha ev Colanî (El Şara) dibêje ku ‘emê hesabê ji wan bipirsin’ lê belê ev yek bes gotin in. Ev encama hişmendiya heman e. Zîhniyet hê jî neguheriye. Ji ber vê yekê helbet divê zîhniyeta navendîparêz biguhere. Ev yek nayê qebûlkirin.

Demokratîkbûyîn tê wateya devjêberdana navendparêziyê jî. Jixwe li cihekî ku lê navendîparêzî heye û biryara her tiştî li navnedekê tê girtin jî demakrasî pêk nayê. Demokrasî hinekî jî bi demokrasiya xwecihî  û bi qebûlkirina azadiya cudahiyan pêk tê.

Li gel hikûmeta Şamê ev yek tune ye. Bi vîawayî li nêzî Elewiyan û Durziyan bû. Tew dema êrîşî li Durziyan kirin gotin ku ‘dora Bakur û Rojhilat e.’ Gotin ku ‘dora Rojava ye.’ Dev ji feraseta demokrasiyê berdin, azadiyan cudahiyan nas nake û wê hemûyan biçewisîne. Li gel van yekan Şam nikare desthilatdariyê bi dest bixe.

Tevî ev qas înkarê jî a rastî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayeî erênî nêzîk dibe. Ji ber ku qanûna bingehîn danîn holê; bi serê xwe hikûmet ava kirin; bi serê xwe. Hemû tişt bi xwe bi rê ve birin. Sûriyeya Bakur û Rojhilat dibêje; ‘’em jî di nava nîqaşên qanûna bingehîn de cih bigirin, em jî di nava hikûmetê de cih bigirin. Bes ne em, bila Suryanî jî hebin, Elewî jî, Durzî jî, hemû beşên cuda yên nûnertiya Ereban dikin jî bila hebin, bila jin jî hebin.’’

Qet guh nade van yekan. Her tişt girêdayî biryarnameyên Colanî (El Şara) ye… Wiha nebe.

Tevî van yekan Sûriyeya Bakur û Rojhilat dixwaze bi Sûriyeyê re bibe yek, dixwaze di nava yekîtiya Sûriyeyê de cih bigire, çareseriyan peyda bike û di nava hikûmetê û wezîrtiyan de cih bigire. Yanî ev yek wê îadeya civakan qebûl bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyek heye. Li hemberî DAÎŞ’êşer kiriye, bi deh hezaran şehîdên wê hene. Û li hemberî rejîma BAAS’ê jî helwesta xwe nîşan daye. Helwestên wan jî qebûl nekirine û ferzkirinên wan red kirine. Erê, Sûriyeya Bakur û Rojhilat tim û tim daxwazên xwe radigand û rejîma BAAS’ê jî ew qebûl nedikirin. Û ji ber wê yekê jî lihevkirinek pêk nedihat. A niha heman rewş li gel hikûmeta Colanî jî heye.

Ji ber vê yekê bila hêzên navneteweyî di vê miarê de di nava nêzîkatiya rast de bin. Divê li Sûriyeyê demokratîkbûyîn pêk were, demokratîkbûyîneke nenavendî hebe. Durzî jî daxwaza azadiya xwe û jiyana xwe dikin. Kurd jî daxwaz dikin. Ev nayên wateyên perçekirin û dabeşkirina Sûriyeyê; ev dabînkirina yekîtiya Sûriyeyê ne. Yekîtiya Sûriyeyê wê bi dilxweşî û rizaya hemû gelan pêk were. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên navneteweyî jî berê xwe bidin pergaleke demokratîk ya ku rizaya hemû gelên li Sûriyeyê dabîn bike, berê Şamê û civakên din girêdayî vê yekê bide lihevkirinê. Ev rêya herî rast e.

LI HEMBERÎ ENDUSTRIYALÎZMA RÊ LI BER TALANA EKOLOJÎK VEDIKE TÊKOŞÎNEKE ÎDEOLOJÎK TUNE YE

A niha belkî jî yek ji sereketirîn pirsgirêka mirovahiyê, belkî jî ya yekemîn talana ekolojîk e. Ger ev yek neyê sekinadin wê xelekên werarbûnê jî ji hev veqetin û jîngehên zindiyan teng bibin. Bi rastî jî bi giştî wê mirovahî bi talûkeyê re rû bi rû bimîne. Bes ne xizan wê hemû mirovahî tune bibe.

Bi rastî jî rewşeke cidî ye. Ya ku dibe sedem ku ev yek derkeve holê jî endustriyalîzm e. Ji ber vê yekê divê endustriyalîzm bi tundî were rexnekirin û eşkerekirin.

Divê were eşkerekirin ku ev yek ne pêşketinek e, dijminahiyeke li hemberî civakan, xwezayê û pêşeroja mirovahiyê ye.

Bi awayekî eşkere li hemberî pêşeroja mirovahiyê îxanetê dike. Îxanetê li nifşên nû dike. Wiha nabe. Çima nabe? Ji bo ku roja me ya îroyîn hin dewlemend bibin. Ji bo ku hin kes dewlemend bibin her der tê serobinkirin. Nizanin ji bo hezar ton zêrî herêmek bi temamî tê tunekirin. Ev mijareke cidî ye. Divê bi baldarî were nirxandin. Yanî pirsgirêka hebûnê ye.

Sereketirîn mijar çi ye? Pirsgirêka hebûnê ye. Madem ji bo hemû gelan pirsgirêka hebûnê ye, ji bo miurovahiyê jî pirsgirêka ekolojiyê ye. Sedema vê yek endustriyalîzm e.

Berê endustriyalîzm di nêzîkatiya çep-sosyalîstan de bi awayekî erênî dihate dîtin. Weke pêşketin û geşedanekê dihate dîtin. Ji ber wê jî, dihate gotin ku ‘’sosyalîzm weke elektrifîkasyonê ye.’’

Aha zîhniyeteke weke divê ev qas maden werin derxistin,  ev qas febrîqe werin avakirin ya hizra xwezayê û pêşerojê nedikir dihate nîşandan. Halbûkî sosyalîzm tê wateya fikra îdeolojîk ya ku herî zêde hizra pêşerojê dike, plansaziya pêşerojê dike. Madem ew îdeolojî ye ku wê mirovahiyê bigihîne azadiyê, demokrasiyê û jiyana herî xweşik, wê demê divê li hemberî endustriyalîzmê jî helwesteke eşkere nîşan bide. Di vê mijarê de hewldanên têrker nînin, têkoşîneke îdeolojk tune ye, nirxandinek tune ye. Gelekî sînordar e.

NE BI PIRSGIRÊKAN RE DIVÊ LI HEMBERÎ KOKA WAN TÊKOŞÎN WERE MEŞANDIN

Erê, li cîhanê jî têkoşîneke xweza-ekolojiyê heyelê belê kêm e. Berê xwe didin encaman.

Divê li hemberî koka wê, li hemberî endustriyalîzmê têkoşîn were meşandin, divê li hemberî wê helwestek were nîşandan. ‘’Ew talan pêk hat’’, ‘’cîhan gelekî germ dibe’’ û ‘’cihan ber bi ziwabûnê ve diçe’’ … Sedema van yekan ya sereke endustriyalîzm e. Bi awayêku ‘’Hewayê xirab dike’’, ‘’jehrî dike’’ gelek aliyên sereke yên endustriyalîzmê balê dikşînin. Dibêjin ku ji ber gelek razemenî, fakrîqe û hilberîn dibin sedema encamên ku rêli ber guherîna avûhewayê vekin. Lê belê ev têkildarî perçeyeke endustriyalîzmê ye. Yan jî weke ku em ‘’sînordar bikin’’, ‘’bila ji sedî çil be’’, ‘’ji sedî bîst be’’ yanî dixwazin bêyî sekinandina kedxwarî û qezenckirinê hin tiştan pêş bixin. Divê li hemberî van yekan jî helwest were nîşandan.

Vaye dibêjin ya, ‘’Peymana Parîsê îmze nekir’’ û ‘’îmze kir.’’ Yên ku îmze kirine jî ew kes in ku hê jî endustriyalîzmê bi rê ve dibin. Divê mijarê de têkoşîneke esasî hewce ye.

Bi rastî jî talûkeyeke gelekî mezin heye. Îsal bi rastî jî li her derê şewat zêde derketin. Ev girêdayî vê yekê ye. Yanî rewşeke wisa ye ku ji aliyê mirovan ve hatiye derxistin. Ev ne bûyereke xwezayî ye; encamek e ku ji aliyê mirovan ve, ji aliyê zîhniyeta endustriyalîzmê, kapîtalîzmê ve hatiye afirandin. Divê li hemberî vê yekê têkoşîn were meşandin. Divê li hemberî sedemên esas têkoşîn were meşandin.

Ji ber van yekan bi rastî jî mijar gelekî girîng e û divê di rojevê de be. Çawa ku îro li seranserê cîhanê azadiya jinan tişteke girîng e; divê têkoşîna ekolojiyê jî bi awayekî mezin û bi bandor were bilindkirin.

DI PÊŞXISTINA ZÎHNIYETA EKOLOJÎK A LI KURDISTANÊ DE BERPIRSIYARTIYA ME JÎ HEYE

Şerê ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd bi rê ve dibir, şerê taybet bû. Ji bo bêdengkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, çewisandina wê, valakirina Kurdistanê, li Kurdistanê belavkirina nifûsa gelê Kurd… Ev hemû polîtîkayên şerê taybet bûn. Bi vî awayî ji bo şikandin û têkbirina berxwedaniya gelê Kurd û hêza gelê Kurd ya têkoşînê hewl dihate dayîn.

Çêkirina ev qas bendavan jî wisa ye. Erê têkiliya bendavên ku li Kurdistanê hatine çêkirin bi endustriyalîzmê, kedxwariyê re heye lê belê herî kêm bi qasî wê tew bi esasî armanca bêmirovîkirina Kurdistanê, lawazkirina dînamîkên azadiya gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd jî heye. Daristan ji ber vê yekê têne tunekirin. Çawa bendav ji bo tengavkirina qadên gerîlayan tên çêkirin, daristan jî bi wê armancê tên tunekirin. Bi wî awayî hewl didin di warç leşkerî de li Kurdistanê zêdetir serweriyê bi dest bixin.

Hûn niha dibînin; ev deh sal in, bîst sal in li Kurdistanê şewatên daristanê hene.  Her sal çiya tên bombebarankirin û şewat berdewam dikin. Ma qet ji Tirkiyeyêê deng derdiket? Daristanên me dişewitîn, cerg û mêlakên me dişewîtin. Deng dernediket.  Aha li van çiyayan, li çiyayên Kurdistanê bi êrîşên balafiran û topan tiê şewat hebûn. Dar dişewitîn. Dîsa bi saya darberûyan hinekîli ser piyan dima  lê belê li gelek deveran dar bi temamî tune dibûn.

Di vê mijarê de welatparêzî hinekî tê wateya hezkirina welat, hezkirina xwezayê, hezkirina daran, hezkirina daristanan û parastina avê. Ma ev nebin eê jiyan hebe? Wê daristan û av nebin; jiyan hebe. Piştre jî em li hemberî vê yekê têkoşînê nadin meşandin û em ê ji xwe re bibêjin ku em welatparêz  û Kurd in. Erdnigariyeke ku Kurd lê dijîn jî heye. Bêyî xwedîlêderketina wê ew erdnîgariya ku Kurd afirandiye, em êçawa bibêjin ku em Kurd û welatparêz in. Di vê mijarê de li Kurdistanê lawazî heye.

DIVÊ RÊXISTINÊN ME YÊN JINAN TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN Û TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK BIKIN YEK

Her wiha paradîgmaya me heye. Paradîgmaya me ya civakî ya azadiya jinan, ekolojîk û demeokatîk heye. Çawa ku azadiya jinan ji bo me girîng be, civaka ekolojîk jî girîng e ekolojî girîng e.

Me li Kurdistanê di mijara azadiya jinan de pêşketinên mezin bi dest xist. Jinên Kurd, têkoşîna azadiya jinan pêş xistin. Bes ne li Tirkiyeyê, ji Rojhilata Navîn û cihanê re jî bûn minak, lê belê aliyê ekolojîk ku perçeyeke girîng a paradîgmaya me ye kêm ma, kêm xwedî lê hate derketin. Ev hişmendî lawaz ma. Di vê yekê de berpirsiyariya me hemûyan heye; berpirsiyariya me jî heye. Çawa ku em qala azadiya welatê xwe dikin, em qala azadiya ziman û nasnameya xwe dikin; bi qasî xwedîlêderketina ziman, çand û nasnameya xwe divê em xwedî li xwezaya xwe jî derkevin. Divê em li hemberî êrîşên li ser xwezayê helwestê nîşan bidin. Ji ber ku gelekî sînordar e.  Halbûkî divê li her derî civaka ekolojîk, komun, komele û sazî werin avakirin. Divê nerê hemû civakê bidin têkoşînê.

Sînordar e. Wê zozan bi talûkeyê re rû bi rû binin û piştre rabe ser piyan. N wisa. Ev pirsgirêkeke neteweyî ye ku hemû Kurdistanê eleqedar dike. Weke pirsgirêka hebûnê ya gelê Kurd e.

Divê ev girîng û cidî were dîtin. Di vê mijarê de kêm e.

Ev qas rewşenbîr hene, li Kurdistanê ev qasî têkoşîn têmeşandin. Bi taybetî jî xeya me xwe dispêre azadiya jinan, rêxistinên me yên azadiya jinan divê piştgiriyê bidin têkoşîna ekolojîk. Divê têkoşîna ekolojîk û têkoşîna azadiya jinan bibin yek. Çawa ku li ser jinan zîhniyeteke serweriyê heye û ev yek ji aliyê desthilatdariyê ve tê afirandin, her wiha li ser xwezayê jî zîhniyeteke serweriyê heye. Ev yek jî ji aliyê desthilatdariyê ve tê afirandin, li gel zîhniyeta serweriyê.

Ji ber vê yekê mijara têkoşîna ekolojîk girîng e. Divê li ser vê yekê were sekinandin.

DIVÊ TEVGERÊN EKOLOJÎK ÊN LI TIRKIYEYÊ Û YÊN LI KURDISTANÊ BIBIN YEK

Jixwe li Tirkiyeyê bi rastî jî bêberpirsiyartiyek heye. Dibêjin; ‘’Tırkıye’’, ‘’welat û netew’’ û ‘em destûrê nadin welatê me were dabeşkirin’’ lê belê her orj welatî talan û wêran dikin! Welat dişewite, dibe çolistan! Ji bo ku çend kesan dewlemend bike, tu Çiyayên Kazê ji hol radikî, nizanim kîjan deveran ji hol radikî; piştre jî qala welat-netew-Sakaryayê dikî. Ma wiha dibe?  Ev ne hezkirina welat û netew e. Di vê mijarê de divê gelê Tirk li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bide.

Li devereke din ê cîhanê rewşeke bi vî rengî tune ye. Dema çêdibe civak radibin ser piyan. Gelê Tirkiyeyê hatiye tevizandin, welat ji dest diçe, wê bibe çolistan lê belê xemsariyeke mezin heye.

Di vê mijarê de çawa ku tevgerên ekolojîk ên li Kurdistanê li hemberî şerê taybet ê li Kurdistanê û van êrîşan têdikoşin, divê bi tevgerên ekolojîk ên li Tirkiyeyê re bibin yek. Û bi bilindkirina têkoşîna hevpar li hemberî vê bobetala xwezayî ya li Tirkiyeyê û ji bo zêdetir dewlemendkirina hin dewlemendan pêşkêşkirina xwezayê helwestê nîşan bidin. Welatparêziya rastîn ev e, demokratbûyîna rastîn û sosyalîstbûna rastîn ev e. Em ê bibêjin ku em sosyalîst in lê belê em ê li hemberî vê yekê bê deng bimînin. Bi rastî divê ev mijar werin derbaskirin û çareserkirin, têkoşîneke xurttir were meşandin.  Ji ber vê yekê bi rastî jî gelekî bi êş û cihê xemgîniyê ye.

Ji ber vê yekê çawa ku ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê hewl tê dayîn û çawa ku ji bo têkoşîna demokratîkbûyînê hewl tê dayîn divê li hemberî talanên xwezayî jî xwe birêxistin bikin û têkoşîn were meşandin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ambargoya Siwêdayê: Ard û sotemenî qediyan
Nûçeya Pişt re DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Bi banga Ocalan re wê êdî axaftin li ser azadiyê bê kirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo wê bangeke dîrokî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jîriyê Çêkirî: Ez pêşeroj im, Pêşgo û Rastgo

Jîriyê Çêkirî ku van salên dawî ji gelek aliyan ve bandorê li ser jiyana rojane…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Cezayê disiplînê dan Leyla Guven û 11 jinên girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Karesatên xwezayî di destpêka 2025’an de 135 milyar dolar zirar da

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Di nava 24 saetên dawîn de li Xezeyê 138 kesan jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Piştî şer bi sed hezaran karkerên Kamboçyayî ji Taylandê çûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?