Yekşem, 7 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aydin: Divê pêvajo civakî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhangîr Îslam: Rûniştina li hev, mirovan wekhev dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye
Rojane

Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn diyar kir ku ATK'ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bi rapora ku salekê dereng eşkere kir, pêvajo dirêj kir û got, “ATK'ê heta niha jî ji bo veşartina êşkenceyê hewl da."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Mazlum-Der û parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn nêzîkatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) a li dosyaya xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku li Wanê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da, bi gotinên tund rexne kir. Keskîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) bi Omer Îbrahîmoglu re axivî.

Parêzer Eren Keskîn ku geşedanên di dosyayê de ji nêz ve dişopîne, têkildarî rapora ATK’ê û dozê axivî.

Eren Keskînê got: “Li gorî me Rojîn Kabaîş hatiye kuştin. Bi sala ye em dibêjin ku di bûyerên mirinên biguman û êşkenceyê de rola ATK’ê gelek bi pirsgirêk e. Tevî ku ne mecbûriyeteke zagonî jî ye, rapora ATK’ê ya têkildarî tespîtkirina mirinên biguman û îşkenceyan de ji hêla dozger û dadgeriyan ve tekane rapora diyarker tê dîtin. Tekane saziya pispor û girêdayî îradeya siyasî ye.”

BI GOTINA ÎNTÎHARÊ CIVAK MIJÛL KIRIN

Di berdewamê de Eren Keskînê anî ziman ku ev helwesta ATK’ê nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Pirtûkeke me ya der heqê bandora raporên ATK’ê ya li ser dozan jî heye. Bi rastî jî ev dosya li gorî raporên ATK’ê teşe digirin û li gorî van raporan sûc tê diyarkirin. ATK’ê di dosyaya Rojînê de ji ewil got ‘întîhar’ e. Xwest civakê bi vê bide bawerkirin. Malbata wê ji vê bawer nekir. Bi hewldaneke mezin û bi alîkariya baroyên Wan û Amedê xebatên hiqûqî hatin kûrkirin.”

Eren Keskînê pirsa “çima piştî salekê hat aşkerakirin ku DNA’yên li ser bedena Rojînê hatine dîtin neperîn e?” kir û got: “Êdî em piştrast bûn ku ev bûyer, cînayet e. Her kes dibêje ‘ev cînayet e.’ Lê çima salek berê gotin ‘întîhar’e. Di derengmayîna vê dosyayê de roleke mezin a ATK’ê heye. Di dosyaya Rojînê û gelek dosyayên bi vî rengî de saziyên fermî li derveyî lêkolînê hatin hiştin. Di vir de berpirsyartiya zanîngehê, ya wargeha dewletê heye. Gelek îfadeyên bi raya giştî re hatine parvekirin hene. Heta hesabên nasnameyên kujeran parve dikin jî hene. Hewceye ev tevek ji hêla dozgeriyê ve bên nirxandin. Lê ya herî girîng jî raporên ATK’ê ne. Ji ber rapora ATK’ê, heta salekê dereng ma ku ev bûyer weke cînayet were destgirtin. Mixabin israra di ATK’ê de didome.”

ATK MEKANÎZMAYA VEŞARTINA ÊŞKENCEYÊ YE

Di berdewamê de Eren Keskînê ev tişt anî ziman: “Di dosyayên vî rengî de em gelek caran rastî van hatin. Nebawerim ji serlêdana sûc encamek were bidestxistin. Ji ber ev polîtîkayeke dewletê ye. Naxwazin kesek hesabê ji ATK’ê bipirse. Êşkence, polîtîkayeke dewletê ye lewma dixwazin ATK tekane saziya xwedî gotin be. ATK’ê heta niha jî her tim hewl da êşkenceyê veşêre. Di operasyonên li dijî girtîgehan ên salên 1980, 1990, 2000’an de, di neberdana girtiyên nexweş de her tim li gorî raporên ATK’ê tevgeriyan. Bi destê ATK’ê polîtîkayên necezakirinê tên domandin. Bûye amûreke girîng a polîtîkaya necezakirinê. Lewma naxwazin gel hesabê jê bipirse.”

DARAZ DI BIN KONTROLÊ DE YE

Bi domdarî Eren Keskînê daxuyand ku tu pêvajoyên din ên ku baweriya bi edaletê ewqas qels bûyî nayên bîra wê û axaftina xwe wiha qedand: “Weke parastvana mafên mirovan dikarim vê bibêjim; me tu caran baweriya xwe neda darazê. Li vê xakê daraz her tim girêdayî cihên din bû. Ji kovarê heta niha em behsa darazeke milîtarîze bûye dikin. Lê niha bi temamî girêdayî navendekê ye, di bin kontrolê de ye û dadger û dozger ji tirsan nikarin li çavê parêzeran binêrin. Baweriya bi darazê nemaye lê herî zêde ev derdor guh nade vê. Ev jî balkêş e. Ji ber ku daraz hem berdewamiya cezayê hem jî amûra tirsandinê ye. Em niha tên tirsandin û wisa tên birêvebirin. Beşeke mezin a civakê ji her tiştekî ditirse û bi tirsa ‘dê tiştek bi serê min were’ dengê xwe nake. Di esasê xwe de peywira daraza niha ev e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Copolá dos Povos’ Serhildana Gelan
Nûçeya Pişt re Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê krîza herêmî kûrtir dikin

Komîsyona Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrîşên Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ û HAT: Dawiya wan têkçûn e

Şervanên YPJ û HAT'ê ku 43 roj in li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şîliyê şewata li daristanan: Herî kêm 51 kes mirin

Li Şîliyê agir bi daristanan ket. Herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin: Divê pêvajo civakî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cîhangîr Îslam: Rûniştina li hev, mirovan wekhev dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?