În, 9 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê banga ‘piştevaniya bi Rojava re mezin bikin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lijneya Giştî ya Meclisê bertek nîşanî êrîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin: Li Kamêranê gelek kes şehîd bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes êrîşan protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî ji bo êrîşên ‘qirkirina nijadî’ yên li Helebê nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî: Tu hêz nikarevê pêvajoya dîrokî rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê danezana hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasu: Gavên ku me avêtin, divê bigihîjin statuyeke hiqûqî
Rojane

Karasu: Gavên ku me avêtin, divê bigihîjin statuyeke hiqûqî

Karasû destnîşan kir ku divê pêvajo derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibe û hişyariya, “Ger rewşa hiqûqî ya gerîla û kadroyan neyê zelalkirin, wê pêvajo bixitime” û got, ger dev ji polîtîkaya sedsalî bê berdan, wê demeke kin çareseriya dîrokî pêk were.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû, sernavên derbasbûna li qonaxa duyemîn, rola Meclîsê û helwesta muxalefetê ku di navenda nîqaşên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne, nirxand. Karasû Rojnamevan-Nivîskar Huseyîn Aykol ê ku di 1’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da jî bir bîr anî û got ku ew ê hesreta wî ya Tirkiyeya demokratîk û azad bi cih bînin.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna me ya bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

 Wekî tevger, hûn hem beşdariya mûxalefetê hem jî ya beşên civakî di pêvajoyê de pir girîng dibînin, heta hûn dixwazin ku ew roleke aktîf bilîzin. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û rêveberiya wî, di destpêka pêvajoyê de nêzîkatiyeke erênî û avaker nîşan dan. Lê belê, wan endam neda komîsyona ku dê biçe Îmraliyê. Heta îdîayên wekî “Mudaxaleyî CHP’ê û rêveberiya Ozel hat kirin” jî hene. Nêzîkatiya niha ya CHP’ê ber bi pêvajoyê ve çi ye? Hûn pozîsyona mûxalefetê, bi taybetî ya CHP’ê, li hemberî pêvajoyê çawa pênase dikin?

Beriya ku ez derbasî bersiva pirsa we bibim, şoreşgerê hêja Huseyîn Aykol ku jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim; sersaxiyê ji bo xizm, hevrê û hemû hezkiriyên wî re dixwazim.

Huseyîn Aykol hem dost hem jî hevrêyek me bû. Huseyîn Aykol hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kiriye û di vê rêyê de xwe ji dayîna berdêlan nedaye paş. Demokratîkbûna Tirkiyeyê di azadiya gelê Kurd de dît û 36 salên dawî yên jiyana xwe bêyî navber di nava Çapemeniya Azad de derbas kir. Bi vê helwesta xwe bû welatparêz û şoreşgerekî rast ê Tirkiyeyê. Bi xebatên xwe yên di çapemeniya Azad de bû dengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û bû şirîkê êş û kêfxweşiyên wan. Wekî şoreşgerekî ku di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de, li zindanan êşkence dît, bi nivîsên xwe dengê girtiyên azadiyê gihand her kesî. Ger pirsa bê ka çawa sosyalîst, şoreşger, rojnamevan û welatparêzê ji Tirkiyeyê dibe, bê kirin; helwest û têkoşîna Huseyîn Aykol wê wekî mînak were nîşandan. Gelê Kurd, welatparêzên rast ên Tirkiye, hevrêyên wî yên têkoşînê, Çapemeniya Azad û rojnamevanên Kurd ên ku ji perwerdeya wî derbas bûne, wê Huseyîn Aykol ji bîr nekin. Em wekî hevrêyên wî soz didin ku em ê hesreta wî ya Tirkiyeya azad û demokratîk pêk bînin.”

TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA DANÎNA SIYASETA TIRKIYEYÊ LI SER BINGEHEKÎ RAST E

Li her derê cîhanê di çareserkirina şeran de piştgiriya civakî wekî mijareke girîng tê dîtin. Desthilatdarên ku îradeya wan a çareseriyê hebe, polîtîkayên ku piştgiriya civakî zêde dikin dişopînin. Ji bo vê yekê, ew hewldaneke taybet didin da ku hemû beşên mûxalif piştgiriyê bidin çareseriya şer. Bê guman, wekî tevgerekê ku bi dehan salan e çareseriyê dixwaze, em bi wê têgihiştinê tevdigerin ku piştgiriya civakî herî zêde be. Bi taybetî piştgiriya hêzên demokrasiyê em pir girîng dibînin. Lewra em difikirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûn mîna goşt û neynûkê ne. Ji ber vê yekê, em armanc dikin ku hemû beşên civakî bibin piştgirê vê pêvajoyê.

Roleke CHP’ê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd û hewldana demokratîkbûnê de girîng e. CHP, partiya damezrîner a Tirkiyeyê ye. Nêzîkî 30 salan bi serê xwe di desthilatdariyê de maye. Ji ber vê yekê di hebûna pirsgirêka Kurd de rola polîtîkayên CHP’ê pir e. Lê belê, ji xeynî çepa sosyalîst a li Tirkiyeyê, ekolên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê jî di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên wan ên cuda nebûne. Di bêçareserîmayîna pirsgirêka Kurd de ev rewşa siyasî bandoreke mezin dike. Ji ber vê yekê di rastiya Tirkiyeyê de afirandina guhertinekê di qada siyasî de pir girîng e. Bêçareseriya pirsgirêka Kurd qada siyasî dîl girtiye. Bi vî alî ve têkoşîna me, di heman demê de têkoşîna danîna siyaseta Tirkiyeyê li ser bingehekî rast e.

CHP ji ber ku salên dirêj partiyeke yekane bû, gelek meylên siyasî di hundirê xwe de girtine. Li aliyê din, partiyeke ku di bin bandora modernîteya Rojava de maye. Ji aliyekî ve ev helwesta siyasî ya partiyê têkiliyên wê yên bi civakê re xirab dikir, li aliyê din jî di bin bandora hin taybetmendiyên erênî yên Rojava de maye. Partiya Demokrat a ku di sala 1950’î de hat ser desthilatdariyê û Partiya Dadweriyê ya ku dewama wê bû, wekî rastgir hatin dîtin û vê yekê CHP bi wan re hinekî kire di nava nakokiyan. Bi taybetî helwesta neyênî ya Partiya Edaletê  li hemberî ciwanên şoreşger ên nifşê 68’an û rola wan a aktîf di darvekirina Denîzan de, piştî 12’ê Adarê rewşeke wekî piştgiriya beşên çep ji bo CHP’ê derxist holê. Di hawirdora şer a salên 1970’yî de gotinên çep ên CHP’ê, damarekî demokratîk di nav CHP’ê de derxist holê.

Hêzên demokrasiyê û gelê Kurd jî bi nêzîkatiya teşwîqkirina CHP’ê ya ber bi demokratîkbûnê ve nêzî vê rewşê bûne. CHP’ê jî di van demên dawî de ji bo ku piştgiriya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bigire, behsa hebûna pirsgirêka Kurd û hewcedariya çareseriya wê kiriye. Lê gava ku mijara girtina helwesteke berbiçav di çareseriya pirsgirêka Kurd de hate rojevê, meyla di nav CHP’ê de ya ku armanc dike Kurdan rûbirûyî jenosîdê bike, serê xwe hilda. Li dijî rastiya gelê Kurd ku bi ziman, nasname û çanda xwe gelên cuda ne, ketin nava helwesteke paşverû. Kesên ku di hişmendiya înkarkirina klasîk û helandina Kurdan di nav Tirkbûnê de ne, xwe ferz kirin û meyla demokratîk û helwesta di nav CHP’ê de paşve birin. Her çend hin kes vê rewşê bi dijberiya AKP’ê rave bikin jî, di pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê de kirina ravekirineke wiha nayê qebûlkirin. Ev tenê dibe argumanek ji bo veşartina vê paşverûtiya di nav CHP’ê de.

Bê guman, em jî dibêjin ku desthilatdariya AKP’ê berpirsiyariyên xwe ji bo civakîbûna pêvajoyê bi cih nayîne. Lê hincet nîşandana AKP’ê ji aliyê CHP’ê ve helwestên wan rave nake. Halbuki ger di pirsgirêka Kurd de helwesteke rast û aktîf bigirta, bi vê nêzîkatiya xwe ya li ser mijara bingehîn a demokratîkbûnê, bandora wê di nav civaka ku demokrasiyê dixwaze de zêde dibû û dibû alternatîfeke rastîn a desthilatdariyê. Piştî serdema yek-partî, hemû partiyên ku hatin ser desthilatdariyê pêşî bal kişandin ser demokratîkbûnê. Desthilatdariya AKP’ê jî di nav vê de ye. Ji ber vê yekê helwesta niha ya CHP’ê tê wateya windakirina fersendeke dîrokî. Ger CHP di serdema pêş de di pêvajoya heyî de roleke erênî nelîze, gotinên wê yên li ser demokrasî û azadiyan dê baweriya xwe bi tevahî winda bikin.

Di vê pêvajoyê de derket holê ku hin derdor ji muxatabgirtina Rêber Apo pir aciz in. Kes û derdorên ku ji xeynî Rêber Apo li mûxatabên din digerin hene. Li gorî we sedema van lêgerînan çi ye? Kesên ku di nav nîqaşeke wiha de ne çi armanc dikin?

Yên ku ji mûxatabgirtina Rêber Apo aciz dibin, nêzîkatiyeke wan a wekî mûxatabgirtina Kurdekî din û xwestina çareseriya pirsgirêka Kurd nîn e. Ev dijminên Kurdan in. Ev kesên ku naxwazin Kurdan wekî îradeyeke siyasî bibînin in. Ew li mûxatabekî ku wekî îradeya siyasî ya Kurd nas bikin nagerin. Car caran anîna ziman a hin navan tenê ji bo afirandina tevlîheviyê di nav Kurdan de ye. Ev kes li dijî her Kurdekî û daxwazên siyaseta Kurd in.

Ji ber vê yekê, aciziya derdorên navborî ne ji mûxatabgirtina Rêber Apo ye, ji mûxatabgirtina kesekî ku jiyana azad û demokratîk a Kurdan diparêze ye. Gava mirov li nêzîkatiyên van derdoran ên li ser pirsgirêka Kurd dinêre, tê dîtin ku ew kes in ku mûxatabgirtina Kurdekî bi îrade û yê ku mafên demokratîk ên bingehîn ên Kurdan dixwaze û diparêze, qebûl nakin.

GER ÎRADEYA SIYASÎ DEV JI POLÎTÎKAYA SED SALÎ BERDE, DI DEMEKE KIN DE ÇARESERIYA DÎROKÎ YA KURD-TIRK PÊK WERE

Rêber Apo di banga 27’ê Sibatê de balê dikişîne ser têkiliyên hezar salî yên Kurd-tirkan û dibêje: “Erka bingehîn e ku em têkiliya dîrokî ya ku di roja me de pir nazik bûye, di nav ruhê biratiyê de ji nû ve birêxistin bikin.” Di vê mijarê de bê guman wezîfe dikevin ser milê hikûmet û dewletê. Di qada civakî de dabînkirina aştiyeke rasteqîn çawa pêkan e? Rêziknameya civakî ya nû li ser kîjan esasan dikare bê pêşxistin? Pêşdarazî û astengî bi kîjan têkoşînê dikarin bên derbaskirin?

Li Rojhilata Navîn gelan bi sedsalan wekî cîran jiyane. Jixwe heta avabûna dewlet-neteweyan, gel di bin serweriya siyasî ya hin împaratoriyan de jiyane. Kurd jî heyamekê di bin împaratoriyên Îranî de, heyamekê di bin împaratoriyên Îslamî yên Ereb de, û piştre jî di bin serweriya siyasî ya Împaratoriya Osmanî de jiyane. Ji bo împaratoriyan qebûlkirina serweriya siyasî bes bû. Her gelekî ku di nav împaratoriyê de dijî, dikaribû bi ziman, çanda û nasnameya xwe bijî. Di împaratoriyan de otorîteyên herêmî jî dihatin qebûlkirin.

Kurd ji sala 1071’ê û vir ve bi Tirkan re dijîn. Di nav begtiyên Tirkan an jî împaratoriyan de bi parastina nasnameya xwe hebûna xwe domandine. Têkiliyên Kurd û tirkan bi sedsalan bêyî pirsgirêkek cidî berdewam kirine. Wekî mînak heta destpêka sedsala 19’an rastî pirsgirêkeke cidî nehatine. Di nav Împaratoriya Osmanî de pozîsyona Kurdan ji her alî ve bihêz û stratejîk e. Berfirehbûna Osmanî ber bi qadên Ereban û Ewropayê ve jî encama têkiliyên baş ên bi Kurdan re ye. Împaratoriya Osmanî hay ji vê rastiyê hebû.

Di jiyîna pirsgirêkên Osmanî de xerabûna têkilî û hevsengiya ku bi Kurdan re hatibû avakirin bandoreke mezin heye. Împaratoriya Osmanî ya ku bi sedsalan li ser têkiliya bi Kurdan re ava bûbû û bihêz bûbû, piştî belavbûnê li ser piyan mayîna xwe wekî Tirkiye dîsa deyndarê Kurdan e. Bi piştgiriya ku Kurdan di kongreyên Erzirom û Sêwasê de dan, Anatolya rizgar bû û Tirkan hebûna xwe bi Tirkiyeya nû domand.

Rêber Apo dema ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Tirkiyeyê re dixwaze, hewl dide vê yekê dispêre têkiliyên dîrokî yên Kurd-Tirk. Diyalektîka têkiliya Kurdan dînamîka sereke ya hebûna Tirkan a li herêmê ye. Rastiyeke wiha dîrokî heye. Ger ev dîrok bi cidî bê girtin û mirov xwe bispêre vê dîrokê, têkiliyeke bihêz a Kurd û Tirkan ji nû ve ava dibe. Ji vê yekê hem Kurd hem jî Tirk sûd werdigirin. Rêber Apo bi vê hişmendiyê hewl dide çareseriya neteweya demokratîk bide qebûlkirin. Kurd ji bo çareseriyeke wiha amade ne. Ger dewleta Tirk û hêzên siyasî jî çareseriyeke wiha ya li ser bingeha rastiya dîrokî qebûl bikin, çareseriyeke wiha pêk bê. Di rastiyê de dijberî û dijminatiya gelê Tirk li hemberî Kurdan nîn e. Lê belê bi polîtîkayên sed salî re di nav gelê Tirk de dijminatiya Kurdan hate pêşxistin û daxwazên azadiyê yên Kurdan wekî dijberiya Tirkan hatin nîşandan. Ger îradeya siyasî dest ji vê polîtîkaya sed salî berde, di demeke kurt de çareseriya dîrokî ya Kurd-Tirk pêk bê; hem jî ji ya berê bi hêztir. Lewra niha Kurd li her derê Tirkiyeyê bi cih bûne. Bê guman, ger hemû astengiyên li pêşiya jiyana azad a Kurdan a bi ziman, nasname û çanda wan bên rakirin!

GER BERSIVA HIQÛQÎ Û SIYASÎ YÊN GAVÊN ME NEBIN, WÊ PÊVAJO BIXITIME

Di hevdîtina Rêber Apo ya bi Şandeya Îmraliyê ya DEM PARTÎ re û di peyama ku da raya giştî de, bal dikişîne ser derbasbûna Qonaxa 2’yemîn. Qonaxa 2’yemîn di bingeh de çi dihewîne? Di vê çarçoveyê de daxuyaniyên nûnerên desthilatdariyê jî hene lê geşedaneke berbiçav çênebû. Dewletê çima heta niha bersiv neda bendewariyan? Wekî tevger we gelek gavên hêsanker avêtin lê çima muxatabên we gavan navêjin?

Wekî ku raya giştî pê dizane, me gelek gavên girîng û radîkal avêtin. Me biryara feskirina PKK’ê û bidofandina têkoşîna çekdarî girt, me hêzên xwe yên gerîla ji qadên ku rîska şer lê hebû yên li nav Tirkiyeyê û ser xetên sînor vekişand. Divê Tirkiye êdî vê pêvajoyê bibe ser zemînekî siyasî û hiqûqî. Divê van gavên me bersiveke hiqûqî û siyasî hebe. Mayîndebûna aştiyê bi vî rengî pêk tê. Ger rewşa hiqûqî ya gerîla û kadroyên PKK’ê yên ku hatine fesihkirin zelal nebe û yasayên ku mercên siyaseta demokratîk a azad biafirînin dernekevin, ev pêvajo di astekê de dixitime. Ji ber vê yekê Rêber Apo xwestiye ku derbasî Qonaxa 2’yemîn bibe. Ev qonax pêvajoyek e ku hem avaniyên rêxistinî, yên ku çek berdane û hem jî Kurd di nav hiqûqê de bên girtin. Ji bo pêşveçûna saxlem a Qonaxa 2’yemîn, divê Rêber Apo xwedî mercên jiyan û xebata azad be. Beşên din ên pirsgirêka Kurd jî hene. Divê Rêber Apo bi wan re hevdîtinê bike û wan tevli pêvajoya çareseriyê bike. Dîsa, girîng e ku gelek beşên li Tirkiyeyê jî bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Ji bo vê jî hevdîtina Rêber Apo bi van derdor û kesan re û girtina nêrînên wan dê bibe xebatek ku çareseriyê xurtir bike.

Derbasnebûna desthilatdariyê ya ber bi Qonaxa 2’yemîn ve li hemberî gavên me avêtine, bi neçarî di mijara niyet û armancên desthilatdariyê de gumanan çêdike. Hincet nîşandana hêzên dijberî pêvajoyê ji aliyê desthilatdariyê ve jî ne pêbawerker e. Di rastiyê de yên ku bi eşkere dijberiya pêvajoyê dikin marjînal in. Ji xeynî van, piştgiriya civakî dikare bê zêdekirin. Lê desthilatdariya AKP’ê di vê mijarê de nêzîkatiyên siyasî yên pêwîst nîşan nade. Ji ber vê yekê nîşandana kêmasiyên ku polîtîkaya wê bi xwe afirandine wekî hincet, ne rast e.

Di peyamên sala nû de dibêjin ku ew xwedî li pêvajoyê derdikevin. Di vê pêvajoyê de dema ku gelek tiştên divê desthilatdarî bike hene lê nayên kirin, ev bi gotina xwedîderketina li pêvajoyê re nagunce. Dewlet Bahçelî bi xwe jî got ku ev pêvajo bi aliyekî ve nemeşe. Got, firîna yek-çeng nabe. Ji ber vê yekê divê desthilatdarî bi derxistina zagonên realîst û ji bo çareseriya pirsgirêkê di parlamenê de, baweriya serkeftina pêvajoyê di nav tevahiya civakê de zêde bike.

Ger ev pirsgirêka bingehîn bi mûxatab re bê çareserkirin, wê demê divê Rêber Apo bi lezgînî bigihîje mercên xebat û jiyana azad. Li gel vê, divê mijara mafê hêviyê yê ku Dewlet Bahçelî soz dabû jî bibe rojev. DMME û Komîteya Wezîran a Ewropayê jî dixwazin mafê hêviyê bê sepandin. Biryarên wiha li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê biryarên hiqûqî ne ku divê bên şopandin û sepandin.

MIJARA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO, BÊYÎ DERXISINA QANÛNÊ JÎ DIKARE WERE ÇARESERKIRIN

Gelê Kurd meraq dike ka gelo mijara mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di Qonaxa 2’yemîn de dê were rojeva Meclîsê an na. Lê belê ji daxuyaniyên şandeya DEM PARTÎ’yê tê fêmkirin ku di mercên fîzîkî yên Rêber Apo de tu başbûnek çênebûye. Sedema vê çi ye?

Mijara mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di rastiyê de mijarek e ku bêyî derxistina qanûnê di Meclîsê de jî dikare bê çareserkirin. Lewra mafê hêviyê piştî 25 salan dikeve rojevê. Rêber Apo 27 sal in di bin dîltiyê de ye. Li ser bingeha biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare bê dabînkirin. Li aliyê din PKK hatiye fesihkirin, biryara têkoşîna bêçekiyê hatiye girtin. Ev rewş ji bo hemû PKK’yî û gerîlayan qanûneke taybet hewce dike. Ev qanûn di dereceya yekem de têkildarî Rêber Apo jî ye. Divê zagona ku were derxistin Rêber Apo jî bigire nav xwe. Dê rêveberiya PKK’ê ya hatî fesihkirin bigire nav xwe, lê Rêber Apo dê li derveyî vê be! Ev nabe. Jixwe dabeşkirina rêveberî û kadroyên PKK’ê, dîsa şervanan li gorî kategoriyan, dê pêvajoyê bixitimîne. Ji ber vê yekê girîng e ku qanûna taybet a ku were derxistin an jî qanûna veguhêz, li gorî ruhê pêvajoyê be û di taybetmendiyekê de be ku serkeftina pêvajoyê dabîn bike. Nexwe ger mirov li qîrîn û gaziya kesên dijminatiya Rêber Apo dikin, dijminatiya kesên partiya xwe fesih kirine û têkoşîna çekdarî berdaye dikin binêre û biryaran bigire, wê demê ev pêvajo çawa dikare bi serkeftî pêş bikeve? Em difikirin ku meclisa ku guh dide her beşî û aktorên ku xwedî li pêvajoyê derdikevin, dê bi aqilane nêzîk bibin û îradeyekê nîşan bidin da ku biryarên rast derkevin.

Di mercên fîzîkî yên Rêber Apo de niha tu başbûnek nîn e. Tenê hin agahî tên ku xebat hene ji bo guncawtirkirina cihê ku lê dimîne.

MHP’ê rapora komîsyona xwe amade kir. Tê diyarkirin ku piştî partiyên din jî raporên xwe pêşkêş bikin, mijarên ku komîsyon li ser li hev kiriye dê werin rojeva meclisê. Wekî ku ji raya giştî re hatiye ragihandin, hin pêşniyarên qanûnî, hiqûqî, îdarî û siyasî û rêziknameyên qanûnî têne pêşniyar kirin lê biryara dawî dê di meclisê de be. Daxwazên we yên berbiçav jî hene hem di mijara azadiya Rêber Apo de hem jî di derxistina zagonên siyaseta demokratîk û azadiyan de. Divê meclis di vê qonaxê de kîjan rolê bigire ser xwe?

Her partiyê rapora xwe pêşkêşî komîsyona meclisê kir. Serokê meclisê bi yên di komîsyonê de di nav diyalogê de ye, dê qanûnek pêşkêşî meclisê bibe. Bê guman, hatina qonaxa pêşkêşkirina qanûnê ji bo meclisê girîng e. Ya sereke jî dê naveroka vê qanûnê be ka dê çawa be.

Rêber Apo bi dehan salan e her tim xwestiye ku meclis bikeve dewrê, komîsyoneke ku di nav meclisê de were avakirin dest bavêje vê pirsgirêkê. CHP û partiyên din jî xwestine ku ev pirsgirêk bibe meclisê. Tifaqa AKP-MHP’ê jî qebûl kir ku meclis bikeve dewrê û wekî encam komîsyona meclisê hate avakirin. Avabûna komîsyonê di meclisê de gaveke girîng bû. Her çend kêmasiyên wê hebin jî, xebateke girîng meşandiye. Niha tê hêvîkirin ku qanûnekî li gorî vê xebatê were amadekirin.

Bê guman, bendewariya me ev e ku gavên me avêtine bigihîjin statuyeke hiqûqî û azadiya kirina siyaseta demokratîk bêyî “lê belê” û “lê” were dabînkirin. Sirri Sureyya Onder piştî xwendina banga 27’ê Sibatê got ku ji bo pêkhatina van, divê hewcedariyên hiqûqî û siyasî werin bicihanîn. Madem banga 27’ê Sibatê ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê û her kesî ve wekî tiştekî erênî hatiye dîtin, wê demê tê hêvîkirin ku hewcedariyên hiqûqî û siyasî yên ku dê pêkhatina banga 27’ê Sibatê dabîn bikin, ji aliyê meclisê ve werin bicihanîn.

Meclisê heta niha di pirsgirêka Kurd de tenê roleke neyênî lîstiye. Qanûnên ku înkara Kurdan û Tirkkirina Kurdan dabîn dikin an jî sepandina tund a van dabîn dikin, derxistiye. Di qonaxa ku em gihîştine de, tê hêvîkirin ku roleke erênî bilîze. Jixwe bêyî ku ev rol were lîstin, ne partî dibin organên ku di wateya rast de siyasetê dikin, ne jî meclis dibe cihekî ku pirsgirêkan çareser dike. Lewra em vê qonaxê di heman demê de wekî qonaxeke ku dê siyaset û meclis mezinahiya xwe îspat bike dibînin. Ger ev rol neyê lîstin, siyaset û meclis dibin saziyên xapandina civakê. Jixwe ji ber ku destê xwe neavêtiye pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê baweriya bi partiyan û siyasetmedaran pir kêm bûye.

WÊ BIDOME…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê zemîna darbeyê her tim hebe
Nûçeya Pişt re Li Sine înternet û torên ragihandinê qut bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Rojava kampanyaya piştgiriyê da destpêkirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrîşên li ser Rojavayê de daxuyaniyek da û ragihand ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tişrînê 14 çete hatin kuştin

Hat ragihandin ku di pevçûnên li herêma Tişrînê de 14 çete hatin kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

Festîvala Fîlm Dokûmanter a FîlmAmed îsal cara 9'emîn pêk tê. Endamê Komeleya Akademiya Sînema ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Binesaziya sivîlan tê hedef girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyan nexweşxaneyê cara 4’emîn bombebaran kirin: 5 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin: Li Kamêranê gelek kes şehîd bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?