În, 9 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê banga ‘piştevaniya bi Rojava re mezin bikin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lijneya Giştî ya Meclisê bertek nîşanî êrîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin: Li Kamêranê gelek kes şehîd bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes êrîşan protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî ji bo êrîşên ‘qirkirina nijadî’ yên li Helebê nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî: Tu hêz nikarevê pêvajoya dîrokî rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê danezana hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karasû: Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê zemîna darbeyê her tim hebe
Kurdistan

Karasû: Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê zemîna darbeyê her tim hebe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû salek ji Pêvajoya Aştî ya û Civaka Demokratîk, berpirsyarên dewlet û civakê, rê û rêbazên têkoşîna li dijî hêz û derdorên li dijî çareseriyê ji ANF'ê re vegot.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 30 dq.
Parvekirin

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de weşand, di herikîna pirsgirêka Kurd de qonaxeke dîrokî afirand. Di 10 mehên borî de Tevgera Azadiya Kurdistanê, li gorî mînakên cîhanê gavên pir bi lez û bi rîskên mezin avêtin: Di 1’ê Adarê de agirbest hate ragihandin, PKK’ê di Kongreya 12’emîn de 5-7’ê Gulanê xwe fesh kir û dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî anî, di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat komeke gerîla ya ji 30 kesan pêk dihat çekên xwe şewitandin û di 26’ê Cotmehê de hat ragihandin ku hêzên çekdar ji axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi vekişînê kirine.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bersiva pirsên ANF’ê da û çarçoveyeke berfireh nîqaş kir: Ji aliyên dîrokî, siyasî û civakî yên vê pêvajoyê bigire heta asta xwedîderketina civaka Kurd; ji mîmariya siyasî ya li Tirkiyeyê heta berxwedana navendên ku ji şer qezenc dikin; ji serdana komîsyona parlamenê ya ji bo Îmraliyê û nîqaşên muxatabiyê heta helwesta muxalefetê; di çarçoveya “qonaxa duyemîn” de ji têkoşîna mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta rola jin û ciwanan; her wiha ji eleqeya navneteweyî ya li ser ramanên Rêber Apo heta gavên ji bo mayindekirina aştiyê.

Beşa yekem a hevpeyvîna me ya du beşan bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

Di mînakên welatên cuda de pêvajoyên wiha bi salan didomin, weke tevger we di çend mehan de gav avêtin. Tişta ku ji bo avêtina van gavan hêz û biryardariyê dide we, çiye, we ev yek çawa bi ser xist? Li holeke ku gelek nediyarî û fikar lê hene, avêtina van gavan divê çawa were fêmkirin?

Destpêkê li ser navê tevgera me, ez sala nû ya Rêber Apo û hemû hevrêyên me yên li zindanan pîroz dikim. Em hêvî dikin ku sala nû ji bo gelên me azadî û demokrasiyê bîne. Em sala nû ya gelê me, gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn, cîhanê û gelê hêzên demokrasiyê pîroz dikin û sala nû di nava aştî û demokrasiyê de aramiyê bîne. Sala 2025’an ji vî alî ve bû sala hêviyê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi însiyatîfa Rêber Apo ber bi pêş ve diçe, di hêzên gelê Kurd û demokrasiyê de kelecan çêkir. Em bawer dikin ku ev pêvajo dê sala 2026’an hîn kûrtir bibe, çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were, Tirkiye demokratîk bibe, li Rojhilata Navîn û cîhanê şer bi dawî bibin. Em hêvî dikin ku sala 2026’an ji bo her kesê di nava bedewiyan de derbas bibe.

RÊBER APO 52 SAL IN NE ŞER, ÇARESERIYA SİYASÎ DIPARÊZE

Lêgerîna çareseriya siyasî ya demokratîk a Rêber Apo, heya roportaja ku sala 1988’an bi M.Alî Bîrand re kiriye, diçe. Rêber Apo di vê roportaja xwe de gotiye, dewlet bila rayedarekê xwe bişîne, em pirsgirêkan nîqaş bikin. Sala 1993’yan weke bersiva nêzîkatiyên nerm ên Ozal, di meha Adarê de agirbesta yekalî îlan kir. Di dema duyem a vê agirbesta hatî dirêjkirin de, Ozal hate jehrîkirin. Rêber Apo sala 1995’an nêzîkatiyeke erênî nîşanî hikûmeta Erbakan jî da. Sala 1998’an ji nava artêşê hin hêzan peyam şandin û li ser vê yekê 1’ê Îlonê agirbesta yekalî îlan kir. Rêber Apo di tevahiya salên 1990’î de bi dewleta Tirk re ketiye nava lêgerîna diyalog û çareseriyê. Di nirxandina 15’ê Tebaxa 1998’an de destnîşan kiriye ku ji dervey lêgerîna ku pirsgirêk bi şer bên çareserkirin, dema rêbazên cuda hatiye; tercîha xwe ya çareseriya siyasî û demokratîk di salvegera 15’ê Tebaxê de îfade kiriye.

Bi komploya navneteweyî re 15’ê Sibata 1999’an dema li Îmraliyê hate dîlgirtin, îradeya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk nîşan da. Xwestiye dîlgirtina xwe jî ji bo çareseriya demokratîk binirxîne. Hêzên gerîla ji sînorên Tirkiyeyê derxist û bi salan şer sekinand. Di vê pêvajoyê de bi nirxandinên xwe hewl daye zemînê teorîk û siyasî yê çareseriya siyasî ya demokratîk, ava bike. Lê belê dewletê bersiva van biryar û gavên radîkal neda, di polîtîkaya înkarê de israr kiriye. Bi esareta Rêber Apo re ketin wê xapandinê ku PKK têk çûye, ev jî bû sedem ku şer bidome.

Rêber Apo sala 2006’an car din agirbesta yekalî ragihand. Ji sala 2008’an û şûnde li Osloyê ji bo bidawîbûna şer û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, muzakere hatine kirin. Ev hevdîtin hem li Osloyê, hem jî li Îmraliyê bi rayedarên dewletê re dom kirine. Rêber Apo di vê pêvajoyê de jî bi pêşniyarên maqul, hewl daye ku pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke. Bangên di vî alî de kirine, deklarasyon eşkere kirine.Di encama van hewldanan hemûyan de, 28’ê Sibata 2015’an li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê mutabaqata hevpar ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Ev rastî hemû bi eşkere nîşan didin ku Rêber Apo di her firsendê de li çareseriya demokratîk digere; li ser vî bingehî armanc dike ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Lê belê dewleta Tirk ti guhertineke zihniyetê pêk neanî û konjonktura siyasî li gorî xwe dît û ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve êrîşên xwe zêde kiriye. Lê belê li dijî van êrîşan hemûyan, weke gel û Tevger me li ber xwe da, me ev êrîş bêencam hiştin. Li aliyê din li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî giran bûn. Şerê ku li Rojhilata Navîn zêde bû û nediyariyên ku di rewşa siyasî de çêkirine, berê dewleta Tirk da lêgerînên ku ji vê tengasiyê derbikeve. Devlet Bahçelî di vê hawirê de bang li Rêber Apo kir. Rêber Apo jî ji ber ku xwedî wê ferasetê ye ku şer na, muzakere wê pirsgirêkan çareser bike, bersiv da ku ew dikare pêvajoya şerê çekdarî bi dawî bike û pirsgirêka Kurd bikêşe zemînê siyasî û hiqûqî yê pirsgirêka Kurd.

Hem têkoşîneke pir rewa tê meşandin, hem jî di pirsgirêka Kurd de rastî derketine holê. Jixwe Tevgera me feraseta sosyalîsta reel û ji her netewê re nêzîkatiyeke dewletê hiştiye. Van rastiyan zemînê çareseriya siyasî ya demokratîk ava kiriye. Lewma em hewl didin li ser esasê perspektîfên Rêber Apo gav bavêjin û ji vê çareseriyê re zemîn û derfet çêbikin. Pirsgirêkeke Kurd a 100 salî û têkoşîna me ya 50 salî heye. Divê em van gavan hemûyan weke encama bandorên têkoşîna 50 salî ya li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bibînin. Em qala têkoşîneke salekê, yan jî ya du salan û bandora vê nakin. Di van 50 salan de nirxên wisa hatin afirandin û rastî derketin holê ku, mirov dikare li ser vê esasê çareseriya siyasî ya demokratîk pêk bîne.

Ev gavên we avêtine, li Tirkiyeyê çi bandor li rewşa siyasî û civakî kir? Guhertin û pêşketinên çawa afirand? Bi taybetî hûn asta xwedî derketina li civaka Kurd, çawa dinirxînin?

Bê guman, zêdetirî saleke derketina ji hawirdora pevçûnan hişt ku civak û hêzên demokratîk bêhna xwe vedin. Ji ber ku hêzên demokratîk di hawirdora şer de, di bin zextê de dihatin hiştin. Desthilat her hêza siyasî ya ku hedef digirt, wê bi PKK’ê ve girê dida û bi ser de diçû. Xwe dispart hawîrdora pevçûnê, zext û zordariya xwe rewa dikir. Di vê pêvajoyê de, CHP û hin derdor ne ji ber hevkariya bi terorê re, lê ji ber sedemên din bi ser wan de çû; namzetê serokomariyê yê CHP’ê û gelek şaredar hatin girtin. Ev zext, pêkanînên li ser Tele1 û Merdan Yanardag hatin meşandin, di aliyekî de wekî polîtîkayek ji bo sînordarkirina piştgiriya civakî ji bo agirbest û çareseriya pirsgirêka Kurd tê dîtin. Ji xwe hin derdor bi vî rengî dinirxînin. Parlamenterek CHP’ê jî vê rewşê wekî sedema nebûna piştgiriya civakî ya zêde ji bo pêvajoyê destnîşan kir. Bê guman, ravekirinên wiha ne polîtîkayên rêgezî, rewşek siyasî ya ji derve bi bandor bûye îfade dike.

TÊKOŞÎN Û RÊXISTINBÛN HEMÛ FIKARÊN LI PÊŞIYÊ RADIKE

Tevî van pêşketinên neyînî jî, rewşa siyasî heta radeyekê nerm bûye û zextên bi hinceta terorê dihatin kirin kêm bûne. Ji bo têkoşîna demokrasiyê zemînek ava bûye. Her çiqasî hin derdor hestên dijminatiya li dijî Kurdan geş dikin jî, ji ber ku AKP-MHP parçeyek vê pêvajoyê ne, di nêrîna civakê ya li ser pirsgirêka Kurd û Kurdan de nermbûnek çêbûye. Her çiqasî hewl didin bi gotina “Tirkiyeya bê teror” rastiyê veşêrin jî, civak dibîne ku pirsgirêkek Kurd heye û daxwazên Kurdan hene. Bê guman, rawestandina şer ne tenê di warê aborî de, di warê civakî de jî rehetiyek çêkiriye. Her çiqasî civaka Kurd ji ber fesixkirina PKK’ê xemgîn bûbe jî, ew dibînin ku pêşveçûn û serketina pêvajoyê wê mezin bi Kurdan bide qezenckirin û piştgiriyê didin hewldanên Rêber Apo û Tevgera me. Civaka Kurd saleke pêvajoya polîtîk dijî. Ne tenê dildarên DEM Partî, hemû Kurd ji bo pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê di nava hestyariyê de ne. Kurd ji bo çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd ketine nava têgihîştinek hevpar. Heta Kurdên ku dengê xwe dane AKP’ê jî di nava nêzîkatiya çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd de ne. Her çiqasî çavdêriya desthilatê dikin jî, di nava rihekî wisa de bûyîn di warê xwedîderketina civaka Kurd a li pêvajoyê û têkoşîna wan wê bandorek erênî çêbike.

Xwedîderketina li gelê Kurd erênî ye. Siyaset bi fikaran nayê kirin. Her armanca siyasî bi têkoşînê dikare were bidestxistin. Ji xwe têkoşîn faktorek ku fikaran ji holê radike ye. Yên ku xwedî li pêvajoyê dernakevin û tênakoşin fîkarên wan vala û bêwate ne. Di vî alî de peywira bingehîn têkoşîn û rêxistinkirin e. Her cûre fikar bi vî rengî dikarin werin çareserkirin.

Dikare bê gotin ku gavên ku we di vê pêvajoyê de avêtine, rû û niyetên rastîn ên gelek derdoran eşkere kirine. Bi taybetî, maskeyên derdorên ku di siyaset, medya û akademiyê de kom bûne yên rantxurên şer û ji şer û xwînê xwe xwedî dikin daketiye xwarê. Niyeta van komên ku li dijî pêvajoyê ne çi ye? Divê bi wan re çawa têbikoşin?

Ev derdor hem ji pevçûna di navbera Kurdan û dewletê de sûd werdigirin û hem jî dijminên Kurdan in. Bê guman, dijminatiya Kurdan ev sedsal in bi perwerdehî, çand, polîtîkayên çapemeniyê, gotin û polîtîkayên hêzên siyasî ve hatiye afirandin. Yên ku dixwazin ev şer berdewam bike, di rastiyê de hevkarên hêzên biyanî yên ku dixwazin pevçûna di navbera Kurdan û dewleta Tirk de hebe. Wisa gotinên wan ”Welat, millet Sakarya” nenêrin; ew dûvikên navxweyî yên hêzên biyanî ku dixwazin Tirkiyeyê bi bi şer qels dikin û wan bikin hevkarê polîtîkayên xwe.

Divê ev kesan wekî dijberên aştiyê û şerxwaz werin teşhîrkirin. Ew kesên ku aramiya Tirkiyeyê naxwazin in. Ew  rantxurên şer in. Dihat gotin ku vana di salên 1990’î de xwe li ser ranta PKK û Apo didan jiyandin. Her çiqasî bi dengekî bilind biqîrin ewqas bêtir rant dixwarin. Yên xwe ji xwe re dibêjin hunermend çawa ku di salên 1990’î de dema ku Ahmet Kaya got ku ew ê stranek bi Kurdî çêbike êrîş kirin, divê ew nayên jibîrkirin. Bi vê yekê, ew ê ji desthilatê û patronên xwe eferin bistînin; ew ê di cîhana hunerê de statuyek civakî bi dest bixistana.

Ji ber ku herî kêm ji sisêyan yek nifûsa Tirkiyeyê Kurd in, dijberiya pêvajoya aştiyê tê wateya gotina “Ez ê bi cîranê xwe re aştiyê çênekim”. Vana di di nava perwerdehiyên bi dehan salan de hatine asta nexweş bûne. Ew xwe çawa pênase dikin bila bikin, ew destê pêncemîn a hêzên biyanî yên li Tirkiyeyê ne.

HETA KU PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN, HABÎTÛSA DARBEYÊ DÊ HER TIM HEBE

Di vê pêvajoyê de mijara mekanîka darbeyê gelekî hate nîqaşkirin ku Rêber Apo gelek caran işaret pê kir û hişyarî da. Ji bo pêşîgirtina li hewldanên bi vî rengî yên provokatîf, gavên girîng hatin avêtin. Baş e, gelo dewlet bi têrkerî li hemberî van derdoran têkoşînê dimeşîne? Dewlet û hikumet ji bo selametiya pêvajoyê divê çi bikin?

Rêber Apo beriya bi dehan salan qala mekanîka darbeyê kir. Ya ku Rêber Apo got pêk hat. Darbeya 15’ê Tîrmehê jî rewşeke ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd bû. Eger bê bîra mirovan, derdorên jê re Fetûllahî dihate gotin di dijminatiya li PKK û Apo de gelekî bê perwa bûn. Bi vî rengî xwestin xwe xurt bikin û bibin desthilatdar. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin hin derdor wê timî xwe weke dijminekî Kurd nîşan bide û hewl bidin zemîna darbeyê biafirîne. Ji bo darbeyê her tim hincet hene. Hinceta esasî ya darbeya 12’ê Îlonê jî bilindbûna daxwaza azadiyê ya Kurdan û rêxistinbûna wan a bi vê armancê bû. Niha jî hinek aciz dibin ku pirsgirêka Kurd ketiye rojevê. Ji ber vê jî ev derdor xwe weke hêza ku vî welatî nedin parçekirin nîşan didin û bi vî rengî dixwazin bibin xwedî hêz û dikarin bixwazin ku darbeyê bikin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê wê zemîneke ku dibe sedema darbeyê her tim hebe.

Têkoşîna rast a li hemberî van derdoran civakîkirina pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê helwest û gotinên desthilatdariyê divê di asta civakîkirina pêvajoyê de be. Divê çapemenî û derdorên din ên di bin bandora wan de ye, dest ji zimanê berê berdin û hewl bidin pêvajoyê civakî bikin. Bi vî rengî wê daxwaz û hewldana darbeyê kêm bibe.

Beşek ji kesên ji pêvajoyê aciz in, Kurd in. Ev rantxurên ku li ser dijberiya li PKK’ê hebûna xwe ya siyasî û aborî dewam dikin, dema ku PKK’ê şer dikir digotin, “Hûn bi şerkirinê zerarê didin me, çima şer dikin” Ev derdor jî niha bi gotina, “We çima şer bi dawî kir” propagandaya dijber dikin. Gelo armanca van derdoran çi ye? Hewldana lihevkirinê, hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd çima van ewqasî aciz dike? Divê nêzîkatiya gelê Kurd a li hemberî van derdoran çi be? Li hemberî van derdoran têkoşîneke çawa divê?

Dijminên sondxwarî yên Rêber Apo û PKK’ê her tim hebûn. Hin kes û derdoran nekarîn qebûl bikin ku Rêber Apo û PKK’ê mohra xwe li siyaseta 50 salan a Kurdan xistiye û li çar parçeyên Kurdistanê bi bandor bûye. Yên ku hûn ji wan re dibêjin dijberê pêvajoyê ti tevkarî li têkoşîna vî gelî nekirine. Ne ji aliyê leşkerî ne jî ji aliyê siyasî ve ji bo vî gelî tênekoşiya ye. 

Balê bikşînin ser vê yekê: PKK wekî tevgera xizanên Kurd, yanî tevgera Kurmancî derket ser dika dîrokê. Berevajî nêzîkatiyên ku kapîtalîzmê wekî hêzeke avakirina neteweyê dibînin, PKK nirxand ku kapîtalîzmê qirkirina Kurdan leztir kiriye û di qirkirina Kurdan de wekî amûrekê tê bikaranîn. Bi rastî jî pratîkê nîşan daye ku kapîtalîzm ji bo belavkirina civakbûna Kurd ji hêla mêtingeriya qirker ve tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, PKK di derketina xwe de bû helwesta bingehîn a dijberiya çîna komprador a ku lingê kapîtalîzmê ye.

YÊN KU PROPAGANDAYA REŞ DIKIN, DI NAVA HESABÊ ‘GELO EM DIKARIN CIHÊN VALA YÊN KU PKK’Ê HIŞTINE DAGIRIN’ DE NE

Di sala 1999’an de dema ku şer hate rawestandin, yên ku ji me re digotin ‘dest ji têkoşînê berdidin’, di sala 2004’an de dema şerê gerîla ji nû ve destpê kir gotin, ‘ev şer zerarê dide me’ û propaganda wê kirin. Niha jî piştî ku PKK’ê xwe fesix kir û biryar da ku têkoşîna çekdarî rawestîne, ev derdor radibin Rêber Apo û PKK’ê bi terikandin têkoşînê sûcdar dikin. Rêber Apo dixwaze têkoşîna 52 salan bi çareseriyeke demokratîk tacîdar bike. Dibêje, ne çareseriya dewletperestî lê çareseriyeke demokratîk wê bi Kurdan gelekî bide qezençkirin. Ya ku bi paradîgma û şerê klasîk bê bidestxistin, hate bidestxistin. Israra li ser paradîgmaya berê ji bilî windakirinê wê tiştekî nede Kurdan; yan jî şer çiqasî bê kirin jî dawiya dawî wê lêgerîneke bi vî rengî ya çareseriyê destpê bike. Nêzîkatiya Rêber Apo bi vî rengî ye.

Ev derdor qaşo xwe welê nîşan didin ku ji bo Kurdan hîn bêhtir mafan dixwazin. Ev derdorên ku ji bo azadiya gelê Kurd berdêl nedan û tênekoşiyan, di nava hesabê wê yekê de ne ku valahiya PKK’ê karibin xwe dagirin. Yên ku ji bo Kurdan tênekoşiyan û tevkariyeke wan li destketiyeke Kurdan nîne, radibin dibêjin çima dewleta me nîne. Gotinên bi vî rengî yên demagojîk dikin. Ev yek fikrekî gelekî sivik e. PDK bi xwe dibêje ew piştgiriyê dide vê pêvajoyê; lê belê ev derdor qala gotinên ‘PKK çima dewletê naxwaze’ dikin. Ev yek ji bilî propagandaya tarî û demagojiyê nayê ti wateyê. Kes û derdorên bi vî rengî bi xwe jî bi saya encamên têkoşîna mezin a Rêber Apo diaxivin. Bêguman hin welatparêzên durust û bi nêta baş weke nerazîbûna li polîtîkayên înkarê yên dewleta Tirk nêzîkatiyên bi vî rengî nîşan didin.

Yên ku 52 sal in li hemberî dewleta Tirk têkoşîn meşandin em in. Yên ku herî baş vê dewletê nas dikin em in. Dewlet jî me baş nas dike. Ji xwe li cîhanê yên ku şer dikin muzakere û aştiyê dikin. Em îro li Rojhilata Navîn hêza hreî polîtîk û bi tecrûbe ne. Em zanin bê çi rast e, çi şaş e. Bêguman berpirsyariya me ji bo gelê Kurd e ku çareseriyeke siyasî demokratîk di pirsgirêka Kurd de biafirînin.

Ev derdor vê dibêjin; eger Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de israr bike her cûre propagandaya reşkirinê ya ku heta niha li hemberî Rêber Apo dimeşandin wê têk biçe. Li pêşberî paradîgmaya Rêber Apo wê qîmetekî wan ê siyasî nemîne. Bêguman hin noker jî çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin. Ji ber ku dema pirsgirêka Kurd çareser bû wê nokerî bi kêr neyê.

Gelê Kurd baş zane bê cihê PKK’ê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de çi ye. Rêbertiya Rêber Apo 52 sal in hatiye tecrûbekirin û bûye Rêbertiyek ku her tim bi Kurdan daye qezençkirin. Ne dixape, ne jî dixapîne! Li Tirkiyeyê rantxur û dijminên Kurdan ên ku çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin çi bin, ev jî di nava heman nêzîkatiyê de ne. Ev li Tirkiyeyê hevalbendên xwezayî yên derdorên dijminê pêvajoyê û dijminê Kurdan e. Ev pêvajo di heman demê de pêvajoyeke têkoşînê ye. Bi dijberiya li Rêber Apo û pêvajoyê Kurdan lawaz dikin. Ev derdor divê week ew derdor bên dîtin ku di vê pêvajoyê de bi navê Kurdîtiyê asta Kurdan lawaz dikin. Têkoşîna herî bi bandor a li hemberî van derdoran xwedîderketina li vê pêvajoyê ye ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo tê meşandin, xurtkirina piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoyê ye û hewldana serxistina pêvajoyê ye.

FIKARÊN AKP Û MHP’Ê WEK HEV IN

Dema ku pêvajoyê destpê kir, dihate gotin ku lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi armancên cuda yên siyasî tevdigerin û bi rengekî cuda nêzî pêvajoyê dibin. Di asta heyî de gelo polîtîka û nêzîkatiya tifaqa Cûmhûr hevpar bûye?

Di nêzîkatiyên polîtîk û îdeolojîk ên AKP û MHP’ê de cudahî hene. Ji ber vê yekê rewşeke fêhmker e ku di nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd de cudahî hebin. Lê belê AKP û MHP di nava tifaqeke xurt de ne. Eger di mijareke girîng a weke pirsgirêka Kurd de nêrînên wan ne nêzî hev bûya Devlet Bahçelî ew daxuyaniyên navborî nedikir. Lewma berê bi Tayyîp Erdogan re li ser vê pêvajoyê axivîn. Dibe ku nêrînên herduyan ne weke hev bin. Lê belê ji aliyê siyasî ve di destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî de hemfikir bûn. Naxwe di mijareke ewçend girîng de eger nêrîneke hevpar nebûya wê ev yek bibûya sedema têkçûna tifaqa wan.

Şîroveyên welê têne kirin ku dibêjin, AKP bêhtir li desthilatdariya xwe difkire, MHP jî ‘mayidebûna dewlet û milet dide pêş’. Eger heta niha dijberiyek nebû be, hingî fikarên AKP û MHP’ê weke hev in. Pratîka salekê nîşan da ku ev pêvajo bi hev re meşandin. Ji aliyê rêveçûna pêvajoye ve nêrîna nêzî hev a AKP û MHP’ê divê erênî bê dîtin.

Di çarçoveya gavên şênber ên dewletê de li meclîsê komîsyonek ava bû. Vê komîsyonê hin kar kir û herî dawî di 24’ê Mijdarê de li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Heyetek ji partiyên li nava meclîsê bi Rêber Apo re rûnişt. Ev yek divê çawa bê fêhmkirin? Ji bo pêvajo bibe polîtîkayeke dewletê û ji aliyê muxatabiyê ve çi girîngiya vê yekê heye?

Li meclîsê avabûna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî gaveke girîng e. Di navê xwe de Kurd nebe jî her kes zane ku ev komîsyon têkildarî pirsgirêka Kurd e. Ji xwe komîsyonê hevdîtin bi gelek sazî û kesan re kir, di van hevdîtinan de li ser pirsgirêka Kurd û çareseriya wê nirxandin hatin kirin. Ji ber ku pirsgirêkeke gelekî girîng e bang li serokên meclîsê jî hate kirin û di mijara bêdengbûna çekan û pirsgirêka Kurd nêrîna xwe gotin. Axaftinên serokên meclîsê yên li ser mijara pirsgirêka Kurd bi giştî erênî bûn. Bi kurtasî avabûna komîsyoneke bi vî rengî li meclîsê ji bo pirsgirêka Kurd, mijareke ku ji aliyê siyasî ve qîmetê xwe heye. Hebûna pirsgirêka Kurd ji aliyê meclîsê ve hatiye piştrastkirin. Astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Kurd ji aliyê rojevkirina pirsgirêkê ve pêvajo gihand astekê. Serokê meclîsê ji bo rewşa ku derkete holê binixumîne çû Amedê û bi Kurdî axivî.

TÊ FÊMKIRIN KU LI DIJÎ CHP Û ‘RÊYA NÛ’ DESTWERDANEK ÇÊBÛYE

Di nava komîsyonê de tenê nûnerên 3 partiyan çûn Îmraliyê ku vê yekê nîşan da ku bi rengekî cidî nêzatîk li pirsgirêkê nayê kirin. Tê fêhmkirin ku destwerdan li CHP’e û koma Yenî Yol’ê bûye. Lê belê li gel vê yekê jî çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Apo re gelekî girîng e. Ev pêvajo derbasî wê astê bû ku ji hevdîtina hin rayedarên dewletê derbasî hevdîtina komîsyona meclîsê bûye ku îradeya siyasî ye. Bi vî rengî meclîs û siyaset kete dewrê. Ev yek di pêvajoyê de qonaxeke nû ye. Berpirsyarî êdî li qada siyasî ye. Gelo wê meclîs û qada siyasî di mijareke ewçend girîng de helwesteke rast nîşan bide yan na? Siyaseta Tirk di nava ezmûnekê de ye. Pêvajo weke polîtîkayeke dewletê destpê kir; niha siyaet jî bûye parçeyek ji vê polîtîkayê. Ji ber ku dawiya dawî eger çareseriyek bibe wê meclîs biryarê li ser vê yekê bide û qanûnên pêwîst derxîne. Eger pêvajoya aştiyê wê di nava çarçoveyeke hiqûqî de bê bicihkirin, ya ku vê bike meclîs e. Heta ku ev pêvajo di nava hiqûq û qanûnê de neyê bicihkirni ne aştî ne jî çareseriyeke hiqûqî û siyasî dibe.

Dewlet bi dehan sal in zane ku di pirsgirêka Kurd de muxatab kî ye. Ji xwe bi Rêber Apo û PKK’ê re hevdîtin dikir. Niha bi muxatabgirtina meclîsê re ji civaka Tirkiyeyê re hate gotin ku di pirsgirêka Kurd de muxatab Rêber Apo ye. Lewma çûyîna Îmraliyê, hevdîtina bi Rêber Apo re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxa duyemîn kiriye.

Komîsyonê bi zehmetî biryara çûyîna Îmraliyê da. Lîderê MHP’ê Bahçelî israr kir. Piştre jî rûniştina biryardanê çend caran hate taloqkirin. CHP û koma Yenî Yolê xwe vekişandin. Piştî hevdîtinê Piştî hevdîtinê kurte metna pêşkêşî komîsyona meclîsê û raya giştî hate kirin gelekî hate nîqaşkirin. Endamên Komîsyonê yên ji DEM Partiyê ragihandin ku ew di nava amadekirina vê metnê de nebûn û xwestin, hevdîtin bi temamî bê eşkerekirin. Partiyên muxalefetê jî heman daxwaz kirin. Hûn vê pêvajoyê çawa dibînin?

Metna kurt a pêşkêşî komîsyonê hate kirin, li nava raya giştî belav bû. Ya rast Gulistan Koçyîgît esasê axaftinên li Îmraliyê ji çapemeniyê re ragihandibû. Bi vî rengî mijarên girîng ên hatin nîqaşkirin em hîn bû. Komîsyon ji 3 kesan pêk dihat. Herhal her endameke/î komîsyonê xalên cuda di hevdîtinê de girîng dîtin. Em nizanin bê notên hevdîtinên bi vî rengî yên çareseriyê bi temamî têne weşandin an na. Ya girîng ew e ku endamên komîsyonê pê zanibin. Eger nûnerên partiyên din jî çûbûna tiştên hatin axaftin û nîqaşkirin wê weke sirekê nemabûya. Xuya ye AKP û MHP’ê bi vî rengî nerazîbûn nîşanî partiyên din dan ku endam nedan komîsyonê.

Ji bilî metna kurt a pêşkêşî komîsyonê hate kirin û axaftinên Gulistan Koçyîgît, hin xalên din jî hatin weşandin. Lê belê bi zanebûn hatin berevajîkirin. Mînak, li Îmraliyê têkildarî MHP’ê nîqaşeke darbeyê nehatiye kirin, Rêber Apo hin hişyarî da ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd zemîneke darbeyê diafirîne. Lê belê ev nirxandinên Rêber Apo yên bi vî rengî bi zanebûn hatin berevajîkirin. Xuya ye hin kesan axaftinên li Îmraliyê li ser hin têkiliyan nîşan dane. Di vê mijarê de hinekan gumanên xwe ji derdorên AKP’ê anîn ziman.

WÊ BIDOME…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serhat Eren: Heta ku gavên hiqûqî neyên avêtin, pêbaweriya Kurdan çênabe
Nûçeya Pişt re Karasu: Gavên ku me avêtin, divê bigihîjin statuyeke hiqûqî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pêngava Azadî ji Rêber Apo re -III

Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ji Silêmaniye…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê hemû jinên Sûriyeyê yekîtiya xwe ava bikin’

Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed bal kişand li ser bandora pêşveçûnên li başûrê Sûriyeyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan daxwaza darizandina kujerê Hevrîn Xelef kirin

Jinên Efrînê yên li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin ba hev û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk û hikûmeta demkî berpirsiyarê êrîşan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li pêş Nexweşxaneya Humsê êrîşa çekdarî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Binesaziya sivîlan tê hedef girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyan nexweşxaneyê cara 4’emîn bombebaran kirin: 5 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?