Di beşa sêyemîn û ya dawî ya hevpeyvîna me ya bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû re kir, wêraniya civakî ya ji ber çareseriya pirsgirêka Kurd çêdibe, rola ciwan û jinan a di têkoşînê de, bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li ser navneteweyî û aliyê pêvajoyê ya Sûriye-Rojava hatin destgirtin. Karasû diyar kir ku çetebûyîn, dejenerebûyîn, hişbir û tundiya li dijî jinan berhemên polîtîkayên şerê taybet in û pêşveçûna pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk wê vê zemînê ji holê rake. Karasû anî ziman ku têkoşîna rizgariya jinan hêza damezrîner a civakek demokratîk e û divê ciwan jî di têkoşîna rêxistinkirî de rolek pêşeng bigirin ser xwe û destnîşan kir ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi nîşandayîna hinceta Rojava wê nexetime.
Rêber Apo wê di qonaxa duyemîn de bêtir li ser mijarên wekî çetebûyîn, dejenerebûyîn, tundiya li dijî jinan, fihûş, şerê taybet, madeyên hişbirê û sîxurtiyê bisekine. Divê civak di vê mijarê de çi nêzîkatî û têkoşîneke çawa de be û di vê mijarê de bi taybetî rol û berpirsiyariyên ciwanan çi ne?
Çetebûyîn û dejenerebûyîn ku we behs kir, ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd derdikevin. Polîtîkayên tepeserkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd van encaman derdixîne holê. Li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê, çavên xwe ji van dejenerebûyînê re digirin û bi taybetî armanc dikin ku ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixin. Tê zanîn ku rayedarekî dewletê li Sêrtê gotiye ku li şûna ku biçin çiyayan, bila fihûşê bikin. Wekî tê zanîn di salên 1990’î de li Îzmîrê, ji bo ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixin çavên xwe ji çetebûyînê re girtin.
Di vî alî de pêvajoya heyî tê vê wateyê ku rewşa agirbestê derkeve holê, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û siyasî were çareserkirin wê bê nîqaşkirin, Şer û pêvçûnên ku ev 50 sal in didomin, bi aştiyê bi dawî bibe û ji bo zemîna çeteybûyîn û dejenerebûyînê ji holê rabe. Di vî warî de, pêşveçûna pêvajoya heyî wê pêşiya polîtîkayên şerê taybet ên wekî çetebûyîn, dejenerebûyîn, bikaranîna madeyên hişbirê, beralîkirina fihûşê û sîxurtiyê bigire û heta wû derfeta ku pêşî li van tiştan bê girtin zêde bibe.
Ev pêvajoya ku Rêber Apo bi sebir hewl dide ku bigihîne encamê, di heman demê de derfetê dide civakê ku li dijî her cure dejenerebûyînê xwe rêxistin bike û têbikoşe.
JI KESÊN KU JI PIRSGIRÊKÊN CIVAKÊ RE HESTYAR IN RE CIWAN TÊ GOTIN
Dîsa di salên dawî de, li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê gihîştiye lûtkeyê. Polîtîkaya qirkirina Kurdan jî bi vî rengî tê sepandin. Ger çareseriya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve, divê dawî li van sepanan were. Ji xwe Rêber Apo diyar kiriye ku divê bi her awayî li dijî qirkirina ekolojiyê têbikoşin. Rêber Apo dema ku têkoşîna li dijî van sepanan tîne ziman, di heman demê de li dijî van polîtîka û sepanan banga têkoşînê dike.
Divê ciwan wekî hêza dînamîk a civakê pêşengiya têkoşîna li dijî vvan tiştên neyînî bike. Hemû pirsgirêkên civakê pirsgirêkên ciwanan in. Ma ji ciwanan pêvtir ti hêza dînamîk a civakê heye? Ji kesên ku ji pirsgirêkên civakê re hestyar in re ciwan tê gotin. Ji kesên ku ji pirsgirêkên civakê re ne hestyar in, temenê wan 18 salî be jî nabêjin ciwan. Ciwanî bi temen re ne eleqedar e. Ciwanbûyîna civakê tê wateya ku bi pirsgirêkên civakê re eleqedar in. Kesên ku bi pirsgirêkên civakê re eleqedar nabin, yên ku li pêş nameşin di kategoriya ciwanan de nayên hesibandin.
Xulase ciwan diyardeya civakî ye. Cih û rola wan a di nav civakê de wan ciwan dike. Ciwan, rêxistin û çalakiya wan di nava hev de ye û hêza civakê ya divê hebe ye. Bêguman, rêxistin û çalakiya rast bi perwerdehiyê tê bidestxistin. Di vî alî de divê ciwan mîna Kemal Pîr perwerde, rêxistin û çalakiyê bi hev re bimeşîne. Têkoşîn û rêxistiniya li dijî çetebûyîn û dejenerebûyînê, mafê herî rewa ye. Ji ber ku ev yek berî her tiştî rêxistin û çalakiya ji bo parastina civakê ye.
ENERJIYA TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ EWQASÎ BI HÊZE KU TI PAŞVERÛ NIKARIN LI BER WÊ BISEKININ
Jinên Kurd di salên dawî ku çewisandin bi dijwarî dihat kirin de timî li kolanan bûn, ti carî dev ji têkoşîn û berxwedanê bernedan. Pêvajoya nû ji bo jinan tê çi wateyê û di rizgariya civakî ya nû de çima pêşengiya jinan girîng e?
Jinên Kurd, bi têkoşîna xwe ya rizgariya jinan, bi rastî têkoşîna demokrasiyê û azadiya civakê dimeşînin. Ti qada azadîxwaz û demokratîk a ku rizgariya jinan tê de nebe, bi rastî azad nabe û demokratîk nabe. Jin bi têkoşîna dimeşînin re bûne pêşengên têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê. Di vî alî de, divê jinên Kurd wekî pêşengên azadî û demokrasiyê yên mirovahiyê werin dîtin.
Jinên ku di dîrokê de koletiya wan hatine kûrtirkirin, niha bi kûrkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê bersivê didin. Ji xwe dema ku azadî û demokrasî kûr û berfireh nebe, jin di wateya rastîn de nagihêjin jiyana azad û demokratîk. Di vî warî de şîfreya çareserkirina hemû pirsgirêkên mirovahiyê di destê têkoşîna rizgariya jinan de ye. Her ku jin hişyartir û rêxistintir dibin, ew ji rolên xwe haydar dibin û li ser vê bingehê dikevin nava têkoşînek bihêz. Enerjiya têkoşîna jinan ji bo azadî û demokrasiyê ewqas bihêz û bibandor e ku ti paşverûtî nikare li ber wê bisekine. Rêber Apo bi afirandina îdeolojiya rizgariya jinan ev enerjiya mezin daye mirovahiyê.
Rêber Apo dahûrandina rizgariya jinan hîn kûrtir kiriye. Tekez kir ku wê jin li dijî modernîteya kapîtalîst a ku mirovahiyê tine dike, pergala komunal a demokratîk a rizgariya mirovahiyê ava bike. Jin wê civakê, yanî jiyana komunal biafirînin û vejînin. Dema ku kapîtalîzm mirovahiyê tine dike, jin wê careke din rola xwe ya dîrokî bilîzin û civakê biafirînin.
Civakîbûn û nirxên civakî di genên jinan de hene. Jin di dîrokê de bi awayî hebûn û bi vî awayî bûn hêz. Niha bi vê taybetmendiya xwe, ew ê bi xwe re tevahiya civakê biafirîne û mirovahiyê ber bi rizgariyê ve bibin.
TÊKOŞÎNA JINAN WÊ BI VÊ PÊVAJOYA NÛ RE DERFETA HILPEKÎNÊ BIBÎNE
Rêber Apo dîsa têkildarî jinan nirxandinên balkêş dike; peyaman dide. Ev ne tenê jinan, hemû yên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin bi heyecan dike. Jin, wekî zayenda ku civak afirand û wekî çîn û neteweya yekem a bindest, rastiya xwe bi kûrahî fêm kirine. Ev hayjêbûn ernerjî û xwebaweriyeke mezin diafirîne û têkoşînê pêş dixe. Êdî jin gihîştine îdeolojiyek azadiyê û manîfestoya jiyana azad û demokratîk bi dest xistine. Ti hêz nikare têkoşîna zelaliya îdeolojîk û teorîk bi dest xistiye bisekinîne. Ji ber ku ew analîzên mirovahiyê û dîrokê herî baş fam dikin û têdigihêjin ew ê têkoşînê bi bandor û rasttir bidin. Têgihîştina wan a analîzên mirovahiyê û dîrokî cihê wan a civakî û hişmendiya ku di ve mijarê de gihîştinê misoger dike. Xulase di vî mijarê de ji cinsê mêran bêtir xwedî avantaj in. Tiştên ku berê jiyane niha derxistine zanebûnê û hatine asta hêza wan.
Têkoşîna jinan wê bi vê pêvajoya nû re wê derfeta hilpekîna ji azadî û demokrasiyê bibîne. Jin wê bêhtir xwedî tiştê ku Rêber Apo di vê pêvajoya nû de daniye holê derkevin û pêk bînin. Xulase avaniya komunal a demokratîk wê di esas de helwesta îdeolojîk, rêxistin û têkoşîna jinan bigihêje naveroka xwe ya rastîn û bi beden bibe. Rêber Apo ev rola pêşeng daye jinan.
SOSYALÎZMA CIVAKA DEMOKRATÎK BANGA RIZGARIYA MIROVAHIYÊ YE
DEM Partî di 6-7’ê Kanûna 2025an de Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî li dar xist. Ji 5 parzemînan akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan axaftin kirin. Peyama Rêber Apo jî hat xwendin. Bi taybetî akademîsyenên Marksîst û zanyar ku behsa şîrovekirinên ji nû ve yên Rêber Apo yên sosyalîzmê û nêrînên wî yên li ser civaka komunal, rizgariya jinan û ekolojiyê kirin. Xuya dike ku Rêber Apo ji hêla fîlozof, akademîsyen û teorîsyenên cîhanê ve bi baldarî tê şopandin. Nêrîna we li ser vê konferansê û encamên ku derketin holê çi ye? Girîngiya xebatên wiha çi ye?
Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku di 6-7’ê Kanûnê de ji hêla DEM Partiyê ve hat lidarxistin, pêwîstiyeke pêvajoyê bû. Fikir û projeyên Rêber Apo ne tenê çareseriyan ji bo pirsgirêkên di navbera Kurdan û dewleta Tirk de pêşkêş dikin, di heman demê de çareseriyan ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê jî pêşkêş dikin. Civaka demokratîk bi taybetî jehrkuja hewldanên kapîtalîzmê yên ji bo belavkirina civakê ye.
Niha hemû pirsgirêkên cîhanê çavkaniyên xwe ji modernîteya kapîtalîst digirin. Kapîtalîzm ne tenê şêweyekî mêtingeriya aborî ye. Di heman demê de şêwaza jiyanê ku li ser hemû mirovahiyê ferz dike ye. Kapîtalîzm bi netewe dewletê û pîşesaziyê re modernîteya xwe, yanî şêwazê jiyana xwe diafirîne. Em nabêjin şêweya civakî ya wê; ji ber ku bingeha vê modernîteyê; belavkirina civakê û avakirina takekesîtiyê ye. Pirsgirêkên cîhan bi ev sê hespên mahşerê yên modernîteya kapîtalîst re giran bûne û hatiye asta ku lê nayê jiyîn. Di vî alî de banga rizgariyê ya îro dij-kapîtalîzm e. Ev jî tenê bi avakirina civaka sosyalîst a demokratîk dikare were bidestxistin. Ji ber vê yekê, civaka sosyalîst a demokratîk banga rizgariya mirovahiyê ye.
Armanca Marx jî bi vî rengî bû. Kêmasiyên îdeolojîk û teorîk di bihurandina modernîteya kapîtalîst de têrê nekirin. Lê belê wekî ezmûnekê, mîrateyeke girîng ji mirovahiyê re hişt. Rêber Apo, ji bo rêzgirtina li Marx û her kesê ku ji bo sosyalîzmê têkoşiya ye, xwestiye ku li dijî modernîteya kapîtalîst, bi têgehiştineke rast a sosyalîzmê xeteke têkoşînê ya bandor biafirîne. Ev yek ji bo hemû sosyalîst û antî-kapîtalîstan pir bi qîmet e. Rêber Apo berpirsiyariyeke dîrokî girtiye ser xwe, li ser vê bingehê kûr bûye û bi zanist û ezmûna xwe, paradîgmaya xwe ya ku xizmeteke mezin e ji bo mirovahiyê, afirandiye.
Sosyalîzm armanceke pir bi qîmet e. Hebûna mirov bi vê ve girêdayî ye. Jixwe di dirêjahiya dîrokê de li dijî desthilatdariyên xurt ên dij-civak, têkoşîna civakparêz her dem berdewam kiriye. Rastiyek e ku hemû ol jî bi têgehiştineke civakparêz li dijî hêzên zordar û mêtinger derketine. Di wê serdemê de ev helwestên xwe bi lîteratura olî anîne ziman. Îro parastina civak û civakparêziyê, ji her demê zêdetir bûye mijareke lezgîn. Ji vî alî ve, sosyalîzm pergala jiyana demokratîk e ku dê bibe yekane çareserî ji bo pirsgirêkên mirovahiyê. Ji derveyî vê, tu îdeolojî û pergaleke polîtîk tune ye ku mirovahiyê bigihîne azadî, xelasî û demokrasiyê. Rêber Apo destnîşan dike ku mirovahî bi lezgînî hewcedarê sosyalîzmê ye û nîşan dide ku divê ev yek çawa be.
Niha sosyalîzm ji bo mirovahiyê pergaleke civakî ya mecbûrî ye. Lê belê îro sosyalîst di warê teorîk de tevlîheviyekê dijîn. Nikarin pêşniyarên teorîk ên zelal ku bibin çareserî ji bo pirsgirêkan, bînin ziman. Bi dubarekirina gotinên beriya 100-150 salan dibêjin ku ew girêdayî sosyalîzmê ne. Lê belê li gel pirsgirêkên giran ên kapîtalîzmê, bêrêxistinî û bêbandoriya heyî nîşan dide ku ev nêzîkatî têrê nake. Her çend kapîtalîzm wisa xuya bike ku hûrtir bûye û derfetên nû bi dest xistine jî, pirsgirêkên ku afirandine û dijminatiya wê ya li hemberî civakê ji sed û sed pêncî sal berê girantir e. Civak aniye asta herî jêr. Heta kapîtalîzm bûye pirsgirêka hemû mirovahiyê. Ji ber vê yekê, divê bêrêxistiniya heyî bi kêmasiyên îdeolojîk û teorîk were şirovekirin. Heke tenê bi kêmasiyên di pratîk û pêşengiyê de an jî bi girêdayîbûna teoriya klasîk were ravekirin, ev ê bibe dogmatîzm û em ê nekaribin ji vê rewşê derkevin.
Ji ber vê yekê, nîqaşkirina ramanên Rêber Apo di konferans û civînên wiha de pir girîng e. Çiqas li dijî derkevin an jî nebinînin jî, ramanên Rêber Apo dê bi lez belav bibin. Lewra civak û mirovahî hewcedarê bangeke wiha ya xelasî û projeyeke wisa ye.
Têkildarî pirsa me ya berê, sosyolog û fîlozofê Marksîst John Holloway di axaftina xwe ya di konferansê de dema Marksîzm dinirxand got: “Ez ji 11 hezar kîlometre dûr hatim vir. Çima? Ji ber ku ronahiyeke ku di tariya kapîtalîzmê de dibiriqe ez kişandim. Ronahiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd.” Di hevpeyvîneke din de jî dibêje: “Teoriya Abdullah Ocalan ramana dibetiya şoreşê dîsa kir mijara ramanê.” Gelek ramanwer û nivîskarên xwediyê xelata Nobelê jî li ser azadî û felsefeya Rêber Apo şiroveyên erênî kirin. Li aliyekî ev diqewimin, li aliyê din jî li Tirkiyeyê hin derdorên çep li hemberî rexneyên Rêber Apo yên li ser Marksîzmê nêzîkatiyên bi bertek û tewanker nîşan didin. Çima ev kes û derdorên ku li teniştê ne, wê ronahiya ku fîlozof Holloway ji 11 hezar kîlometre dûr dibîne, nabînin an jî naxwazin bibînin?
Eşkere ye ku: Ji ber ku paradîgmaya Rêber Apo xitimandina di teoriya sosyalîst de derbas dike û sosyalîstan dîsa dike xwedî bandor, û gelek sosyalîst kelecanê hîs dikin. Lewra sosyalîzm riya xelasiya mirovahiyê ye. Kesên ji bo sosyalîzmê têdikoşin ne kêm in, lê nabe ku bibin hêzeke civakî û bandor bikin. Wekî li Amerîkaya Başûr, her çend hin sosyalîst bi berteka civakê ya li dijî kapîtalîzmê werin ser desthilatdariyê jî, ji ber ku hişmendiya dewletparêz û desthilatdariyê derbas nakin û berê xwe nadin avabûneke civakparêz a demokratîk, paşê bandora wan a siyasî lawaz dibe. An jî li ber êrîşên modernîteya kapîtalîst nikarin xwe ragirin. Ev rastî, Marksîst û kesayetên sosyalîst ên ku xwedî ezmûn û hêza teorîk in, berê wan dide fêmkirina xeta Rêber Apo. Dibînin ku paradîgmaya Rêber Apo rê li ber sosyalîzmê vedike û lê xwedî derdikevin. Niha ramanên Rêber Apo li gelek derên cîhanê têne nîqaşkirin. Jixwe bi nîqaşê mirov dikare rastî û kêmasiyan derxe holê. Rêber Apo jî dixwaze ku paradîgmaya wî û tiştên ku anîne ziman werin nîqaşkirin û nirxandin, pêşniyar û rexne ji wî re werin ragihandin.
RÊBER APO BI DERBASKIRINA PRATÎKA SOSYALÎZMA REEL GIHÎŞT PARADÎGMAYA NÛ
Em dikarin bêjin ku bingeha nêzîkatiyên bi bertek û tewanker ên hin derdorên çep ên li Tirkiyeyê, nêzîkatiyên dogmatîk in. Di vê yekê de para kêmasiya çanda nîqaşa sosyalîst a di rabirdûyê de jî heye. Di salên 1970’yî de em jî di nav wî hawirdorî de bûn. Nêzîkatiyên wiha heta astekê di me de jî hebûn, lê em dikarin vê bêjin: Rêber Apo di wan salan de jî ne dogmatîk bû. Gotinên Marx, Engels û Lenîn wekî qalibekî nedigirt; ew şirove dikirin. Li ser wê yekê disekinî ku dê çawa li ser rastiya têkoşîna xwe bîne cih. Bêguman Rêber Apo bi derbaskirina pratîka sosyalîzma reel û aliyên dogmatîk ên di me de jî hebûn, gihîşt paradîgmaya nû. Em ji bo hemûyan nabêjin, lê di çepa Tirkiyeyê de çanda nîqaşê lawaz e. Ev jî dogmatîzmê diafirîne. Heta ku di salên 1960 û 70’yî de ji bo Dr. Hikmet Kivilcimli yê ku ramanên resen hildiberand jî, her cure sûcdarî hatine kirin.
Bêguman her kesê ku ji xwe re dibêje “sosyalîst” dikare li ser mijarên sosyalîzmê ramanên xwe bêje û rexne bike. Ji ber ku asta têgehiştina bîrdozî û teorîk a her kesî û her derdorî heye. Ji vî alî ve em nikarin bêjin çima rexne heye. Ya girîng nêzîkatiya rast e. Divê mirov bi pêşdarazî û sûcdariyan nenirxîne û neaxive.
Dîroka raman û têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê heye. Dîroka fêmkirin û pêkanîna sosyalîzmê heye. Apoyî û PKK’yî her dem bi rengekî komunal jiyan e. Jiyan û edetên burjuvayên piçûk her dem bûne mijara rexneya bingehîn. Di ramanê de sosyalîst bûn lê di jiyanê de burjuvayên piçûk yan jî kesperest bûn, wekî prensîba bingehîn hatiye qebûlkirin. Lewra helwesta bîrdozî sosyalîst e.
Rêber Apo jiyana bi kesên li kêleka xwe re wekî ‘komuna felsefeyê’ pênase kiriye. Li Îmraliyê komuna felsefeyê heye. Rêber Apo, kesê ku komuna wî tune be, bi xweşî pêşwazî nake. Niha kesên ku Rêber Apo û paradîgmaya wî rexne dikin, wekî sosyalîst di mijara jiyana komun de çiqas hesas in? Ma jiyana komunal wekî prensîba yekem dibînin? Dema rexneyên bi pêşdarazî û serpêhatî çêdibin, em jî neçar dimînin van pirsan bikin.
Rêber Apo, serokekî ciwanan e ku piştî 12’ê Adarê esas girtiye ku ciwanan di xeta sosyalîst a şoreşger de birêxistin bike. Li Enqereyê serokatiya ADYOD’ê kiriye ku nûneriya pêkhateya radîkal a tevgera ciwanan dikir. Piştî 12’ê Adarê li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê, yê yekem e ku ciwanan di xeta sosyalîst a şoreşger de birêxistin kiriye. Di van salan de jî bi jiyan û şêwaza xwe komunarek û sosyalîstek e. Serokên ciwanan ên wê serdemê govanê vê yekê ne.
Çepa Tirkiyeyê, hîn di salên 1970’yî de çavnebarî dikir ku dê Kurd bibin tevgereke sosyalîst. Nedihat fikirîn ku Kurd dê xwedî kapasîteya afirandina tevgereke sosyalîst û têkoşînê bin. Jixwe gava koma Apoyî derfeta rêxistinkirina hevpar û têkoşîna hevpar nedît û bû komeke cuda, wan nêzîkatiyên xwe yên piçûkxistinê bi awayên cûrbecûr nîşan dane.
Dibe ku pêşengtiya rêberekî Kurd ji bo teoriya sosyalîzmê, vekirina wî ya rêyekî nû li cîhanê ji bo sosyalîzmê, zora hin aliyên çepên Tirkiyeyê çûbe. Gotinek navdar heye; ji heman gundê pêxember dernakeve. Ji ber vê yekê, dibe ku pêşdaraziyeke ku bihizirin gotinên Rêberî bi vî rengî girîng û bandor nabin, hebe. Ne ji bo her kesî lê, di hin kes û derdoran de nêzîkatieyke bi vê hestî dibe ku hebe.
Em di mijara çepê Tirkiye û sosyalîzmê de ji bo her cûrê nîqaşê vekirîne. Divê em guh bidin hev û hewl bidin hevdu fêm bikin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye.
EM DIFIKIRIN KU PÊVAJOYA LI TIRKIYEYÊ SÛRIYEYÊ, PÊVAJOYA ERÊNÎ YA LI SÛRIYEYÊ JÎ BANDOR LI TIRKIYEYÊ BIKE
Herî dawî; em dixwazin têkiliya pêvajoya ku di xalekî krîtîk û hesas de ye bi rewşa Sûriyeyê re, pirs bikin. Gefên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Rayedarên Tirkiyeyê, çekdanînê û fesixkirina rêxistinbûnê ferz dikin. Rojava, QSD û Rêveberiya Xweser wekî hinceta gavneavêtina di mijara pêvajoyê de, nîşan didin. Hûn polîtîkaya Sûriye û Rojava ya dewleta Tirk, bi girêdayî pêvajoyê re çawa dinirxînin? Nêzîkatiya li Sûriyeyê ya ji bo Kurdan, wê bandoreke çawa li pêvajoya Tirkiyeyê bike?
Tê zanîn ku di sala 2015’an de neqebûlkirina Mitabeqeta Dolmabahçeyê ji aliyê Tayîp Erdogan ve, bi nehezmkirina destkeftiyên ku Kurdan li Rojava bi dest xistine ve tê îzah kirin. DAÎŞ li Kobanê hatibû têkbirin. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve, dibe sedema nêzîkatiyên bi vî rengî. Niha nêzîkatiya neyînî ya Tirkiyeyê ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, têkildarî neçareserkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ve girêdayî ye.
Bêyî guman, pêvajoyek hatiye destpêkirin, rewşa nepevçûnê jî derketiye holê û hawirdora siyasî ya hişk a ku li Tirkiyeyê hebû, di asteke diyar de nerm bûye. Dijminatiya PKK û Kurd hemû siyaseta hundirîn û derve diyar dikir. Heta muxalefet jî wekî têkildarî PKK’ê dihat dîtin. Lê Tirkiye hîna jî di polîtîkaya xwe ya Rojava de bi tevahî nêzîkatiya xwe ya berê derbas nekiriye. Ev saleke li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hawirdora bêpevçûniyê heye. Lê dev ji gefan jî nayê berdan. Ji QSD’ê re dibêjin, “Bi temamî çekan deynin.” Dema ku hikûmeta heyî baweriyê nade Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelo çiqasî realîst e ku ji QSD’ê re dibêjin çekan deyne? Bi taybet dema ku komkujiyê li ser Elewiyan kirine û êrîşê Durziyan kirine, Kurd dikarin xwe bêçek bikin? Çeteyên ku êrîşî Durziyan kirine, gotine, “Dora Kurdan e.” Di vî aliyê de Tirkiye divê xwedî aqlê selîm û realîst be.
Nabe ku Rojava wekî hinceta pêşneketina pêvajoya heyî ya Tirkiyeyê, were nîşandan. Ev fikara ne di cih de ya Tirkiye di mijara Rojava de jî, bi pêşketina pêvajoyê ji holê rabe. Tirkiye dikare rol di demokratîkbûna Sûriyeyê de bilîze. Ji ber ku li Rojava, jin pergala heyî qebûl nekin.
Rêber Apo û Tevgera me jî alîgirê çareseriyeke di yekbûna Sûriyeyê de ne. Rêber Apo ji bo çareseriyê perspektîfên ku rê vedike, pêşkêş dike; dixwaze gavên ku baweriyê zêde dike bêne avêtin. Nêzîkatiya Rêber Apo ya bi vî rengî, di çapemeniyê de hat dîtin. Em difikirin ku ev yek wê hawirdora li wê derê jî nerm bike. Rêveberiya Rojava jî her tim dixwaze dewleta Tirkiyeyê roleke erênî û lihevtîne bilîze. Tirkiye xwe pir girêdayî bi siyaseta kevn û piştgiriya tam a Şamê kiriye. Ev jî nahêle ku Tirkiyeyê polîtîkayên afirîner hilbiherîne. Pirsgirêk ne têkiliya Tirkiyeyê ya bi Şamê re ye. Ev bandora vê dikare li Sûriyeyê ji bo çareserî û aramiyê were bikaranîn. Ya tê hêvîkirin jî ev e.
Em bawer nakin ku rewşa li Sûriyeyê bandoreke neyînî li pêvajoya Tirkiyeyê bike. Beravajî, ev pêvajo bi aliyek xwe ji bo ku Tirkiye li Sûriyeyê nekeve rewşeke neyînî hat pêşxistin. Ne tenê hawirdora pêvçûnê ya li Tirkiyeyê, pevçûn û rageşiya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî bandoreke neyînî li polîtîkaya hundurîn û derve ya Tirkiyeyê dikir. Em bawer dikin ku pêvajoya li Tirkiyeyê, bandoreke erênî li Sûriyeyê bike, tiştên erênî yên li Sûriyeyê pêşbikevin jî di pêşvebirina pêvajoya Tirkiyeyê de bibandor be. Ji ber ku nêzîkatî û pêşketinek bi vî rengî wê di her aliyê de encamên erênî bi xwe re bîne.

