Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin
Kurdistan

Karayilan: Em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin

Mûrat Karayilan li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pratîka dewleta Tirk diyar e, lê em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin." Karayilan diyar kir ku eger dewleta Tirk di tundiyê de israr bike, ew ê bi zimanê jê fêhm dike bersivê bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê ku biryara fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate wergirtin, Mûrat Karayilan axivî û anî ziman ku wê vê pêvajoya krîtîk bi Rêber Apo re bi ser bixînin.

Karayilan diyar kir ku wan ji tecrûbeyên salên 2002-2004’an ders wergirtine, kes nikare PKK’ê dorpêç bike, bifetisîne. Karayilan got, eger dewleta Tirk di tundiyê de israr bike ew ê jî bi zimanê ku jê fêhm dikin bersiva pêwîst bidin.

Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

“Tiştek baş ew e ku di vê qonaxa krîtîk de yekdestî heye. Li vir me ji tecrubeyên berê yên sala 2002, 2004 û wan deman ders girt. Yanî tevî kêmahiyan jî nêzbûneke li gor xeta Rêber Apo heye. Di serdema nû de jî ez dixwazim fêm bikin hîn, yanî ez hinekê hestiyar im. Ji ber ku me pir berdêl dane, em çawa di vê qonaxa krîtîk de bi ser bikevin, ev fikaran zêde bi min re çedike. Ez bawer dikim ronahiya xeta Rêber Apo wê me bi ser bixîne. Ez dibînim ku Rêber Apo pir bi moral, pir bi biryar bi ser de diçe, wê demê temam e. Di her kêliya têkoşîna me de ez dizanim ku eger Rêber Apo di mijarekî de ne mîsoger be, tevnagere. Wê demê mîsoger e. Vaye em ji vê bawer dikin. Ji bo dewleta Tirk em nikarin qala baweriyê bikin, pratîka dewleta Tirk diyar e. Lê em heya dawî ji rê û rêbazê Rêber Apo bawer dikin.

KES NIKARE ME DORPÊÇ BIKE Û BIFETISÎNE

Ya yekemîn rewşa konjonkturel e, li Rojhilata Navîn, li ser xaka Kurdistanê şerekî çekdarî dimeşe. Çima? Hevalan jî vaye got. Serokatî ragihand. Ji ber ku şerê cîhanê yê sêyem li herêmê heye. Navenda vî şerî di cewherê xwe de Kurdistan e. Li ser xaka Kurdistanê yek hêzeke weke PKK’ê ku ewqas sal xwe îspat kir û şer kir, kesên pê re eleqe çêbikin û destekê bidinê heye. Mecalê vê yekê heye. Yanî kes nikare me dorpêç bike, bixeniqîne û ji holê rake.

EM JI RÊBER APO Û DOKTRÎNA XWE YA ŞER BAWER DIKIN

Ya duyem, di meha Çileya vê salê de civîna konseya fermandariyê çêbû, 9 rojan dewam kir. Di vê civînê de em gihiştin biryarek û doktrînekê. Ez bawerim haya we hemûyan jê heye. Ev doktrîn ne tişteki ji rêzê ye. Li gorî perspektifa Rêber Apo şerê gel ê şoreşgerî tecrubeya me ya 41 salan hatiye ziman. Ez bawer dikim ku em ê bi vê doktrînê bi ser bikevin. Li kêleka vê helbet em hîn zêdetir ji Rêber Apo bawer dikin. Bi vê pêngava ku Rêber Apo pêş xistî, em hîn zêdetir bawer dikin. Lê eger em mecbûr bimînin, em bi doktrîna şerê nû yê me amadekirî jî bawer dikin, ev wê me bibe encamê. Bi rastî jî em dereng dimînin. Lê dereng jî be, hêzeke me heye, asteke me heye. Şer êdî wisa tenê bi hejmar nabe. Şer bi nîtelîk, taktîk û teknîkê dibe. Evane cem me hene. Di PKK û gerîlayên azadiya Kurdistanê de ev yek heye. 

EGER DI TUNDIYÊ DE ISRAR BIKIN EM Ê ZANIBIN KU BI ZIMANÊ JÊ FÊHM DIKIN BERSIVÊ BIDIN

Di taktîk vekirina şerê tunel û şerê tîm ê çêbûyî de em pispor in. 5 sal in hevalên me dimeşînin, pisporbûn heye, heya em fêr bûn me pir windahî dan. Yanî ev ecemetiya me ya li Avaşînê, Mamreşo, Girê Sor; yanî ji wan deman em îro gihiştine astekê. Tecrube bi me re çêbû.

Ya din, di hêzên me de niha ruhê fedayî û Apogeriyê hîn xurttir e. Ne tenê hin hevalên fedayî û hêzên taybet wisa diçin çalakî dikin; wek heval Rûken û Sarya, Rojhat û Erdal, Asya û Rojger, yanî ne tenê ev. Her hevalên li qada şer fedayî ne. Çalakiya ku şehîd Bager Gever û Avzem bi çar hevalan re pêk anî, biryara fedayîbûnê ye. Şerzan û Arîn jî bi wan re bûn, 4 heval. Ew ruh heye. Ruh bilind bûye. Di Fermandariyê de em dikarin nimûneya Gabar Botan nîşan bidin, Fermandarê Berxwedana Kelha Şehîd Mûnzûr. Yanî taktîk û teknîk bi hev re karanîn, dijmin şopandin li gor wê taktîk pêşxistin, yanî ev ast di hevalan de çêbûye.

PKK ne tenê gerîla ye. PKK gel e, bi milyonan e. PKK niha di serdema xwe ya herî xurt de ye. Xalek din jî ez diyar bikim. Dijmin bi teknîkên hewayî, bi hevsengî di rewşa xwe de xurt kir. Lê di dema nû de hem ji bo vale derxistina tarz, teknîk û îstixbara dijmin astek çêbû bi me re, hem jî astekî teknîk pêş ket. Mesela, xistina balafirên keşfê, li gorî em dizanin li herêmê Îran, Tirkiye, Îsraîl dikarin bixînin, yê 4’an jî em in. Li herêmê ewqas dewlet hene, nikarin. Meseleya, gelo kî ew daye, kî nedaye, ne rast e. Em gihiştine asteke ku bikaribin teknolojiya serdemê bixwînin, aqlê çêkirî bixin bin xizmeta şer de. Keç û xortên Kurd ên Apoyî, ruhê Apogeriyê ne tenê di fedayîbûnê de di afirêneriyê de jî îro gihiştiye astekê. Êdî dikarin teknîka serdemê pêş bixin. Ev jî heqîqetek e. Di sala dawî de ji bo şerê dronan, dronên cur be cur ku mirov bikare li hedefên dûr bixe, astek hatiye bidestxistin. Evane hemû di nuqteya dawî de pêk hatine. Ev helbet cihê rexneyê ye. Beriya 2 salan me ji hevalên eleqeder re wisa nivîsand; ‘heval, piştî em hemû şehîd bikevin, hûnê wê demê teknîkê pêş bixin?’ Ji ber ku her dereng dima. Lê niha ev derfet heye. Berê şerê binerd tune bû li cem me. Me li ser erdê şer dikir. Berê şerkirina fedayiyane ya bi tîmên pispor ya bi vî ruh û têgihiştinê tunebû. Berê teknîka hewayî tunebû û em dikarin hîn zêdetir pêş bixin. Berê di hêzên me de di vê astê de tecrube çênebûbû, niha ew jî heye. Ji bo wê em dikarin di serdema nû de li gorî demê nû şerê gerîla yê sedsala 21’an pêş bixin. Em girêdayî xet û perspektîfên Rêber Apo ne. Em ê xeta Rêber Apo pêk bînin, ev kongre dê vê biryarê bide. Lê belê, eger dewleta Tirk tevî vê yekê jî neyê rê û di tundiyê de israr bike, wê çaxê ew zimanê ku ew jê fêm bikin em dikarîn pê bersiva pêwîst bidin, divê her kes vê bizane.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sabrî Ok: Heval Fûat Apoyiyekî sade bû
Nûçeya Pişt re Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku ew ê ji bo ku pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Cesûr Koçer: Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê van êrîşên hovane têk bibin

Gaziyê şer Cesûr Koçer yek ji gaziyê Kobanê ye, 11’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?