Fermandarê Mûrat Karayilan qala jiyan û têkoşîna Sabrî Tendurek-Fetîh Şarlatan kir ku di sala 2016’an de şehîd bû. Karayilan ji ANF’ê re ev nirxandin kir:
“Heval Sabrî Tendûrek, (Fetih Şarlatan) sala 1989’an tevlî nava refên gerîla bûye û ji wê çaxê heya roja şehadetê, bênavber di şer de cih girtiye. Di dîroka şerê me de xwedî cih û warek e. Hevalê Sabrî ji eşîra Şerefan a herêma Wan Başkale ye, ew jî beşekê Ertoşî ne. Bi welatparêziya Serhed, Botan, Şemzînan mezin dibe û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla dibe. Ew beşdarbûna ku di sala 88-89’an de çêbûyî, ji bo gerîla bû hêz, bû hêza geşkirina şer, gerîla kir hêzeke xwecihî û herêmî. Yanî zarokên herêmê tevlî bûn û wisa bû gelêrî. Eger em niha qala şerê gerîla dikin ku di sala 90-91’an de veguherî serhildanê û şoreşa vejînê çêkir, di bingehê wê de ew heye. Yanî di destpêkê de jî hîna salên 83-84’an li herêma Botanê hevalên tevlî nava refên gerîla bûyî hene, lê belê kêm in. Lê bi girseyî, yanî 88-89’an tevlîbûnên ku ji Botan û Serhedê çêbûyî û piştre li Amedê wisa pêş dikeve, gerîla dike hêzeke bilindbûnê. Ev yek bandorê li gel dike, di heman demê de ev yek şer jî geş dike û wisa şoreşa vejînê çêdibe. Yanî beşdarbûnên 89’an bi rastî jî pir girîng e, ji bo gerîla bû nefes, bû pêpilikên bilindbûnê. Gerîla wisa ket qonaxa şoreşa vejînê. Heval Sabrî di demek wisa de beşdar bû û pratîka heval Sabrî hemû li Serhedê ye. Weke kadroyekî Serhedê mezin dibe.
Ez ne şaş bim di salên 93-94’an de diçe Saha Rêber Apo, perwerdeya Rêber Apo dibîne û piştî perwerdeyê xetê nas dike, lêhêrbûn dike car din vesaziya wî li Serhedê tê çêkirin. Bi keda xwe, hewldana xwe, cesaret û baweriya xwe her tim meşiya. Di Kongreya Jinûve Avakirina PKK’ê de weke Endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Jixwe weke Fermandarê Eyaletê, weke Fermandariya Saha Botan, Dersim car din herî dawî di esneya şehadetê de weke fermandariya sefkîdara Bakurê Kurdistanê bû. Yanî hevalekî me yê wisa di xwe de pêşveçûn û mezinahî çêkiribû. Ji bona wê jî di rêxistinê de her tim pêşî lê dihate vekirin, ji ber ku ji heq derdiket. Hevalekî samîmî û girêdayî dozê bû. Fedayî bû, her tim ji her karî re amade bû. Ti carî teredut jiyan nedikir. Di wê serdema ku tasfiyekarî nava refên me peyda bûyî de, ew serdema 2003’yan pir kesî ji xwe re takekesî difikirî, hewl dida jiyana takekesî pêş bixe û wisa teredut ava dikirin, di serdemeke wisa de heval Sabrî bi komek hevalan re, wisa bi girseyî bi hejmareke xurt berê xwe da Dersimê. Ji Serhedê derbasî Erziromê bû û wisa çû Dersimê.
Kesekî bêteredut bû, xwe di xeta Rêber Apo de weke milîtanekî fedayî û mayînde digirt dest. Qet guhdarî nîqaşên hirde û virde nedikir. Ger ne wisa bûya, ger guhdarî kesên dixwazin lîstokan derbixin, teredutê çêbikin kiriba, qet berê xwe nedida Dersimê. Heval Sabrî bi rastî jî girêdayî xeta Rêber Apo bû, bêteredut bû. Çi hêza wî heba, dixist pratîkê. Di pratîkê de tiştek li paş xwe nedihişt. Heya sala 2006’an li Dersimê ma, li wir fermandariya Sahayê kir. Li Dersimê di jinûve avakirina sîstemê, rêxistinkirina Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de heval Sabrî roleke girîng lîst. Sîstema gerîla li Dersimê jinûve ava kir û heval heya Behra Reş û Koçgirî şandin. Yanî keda heval Sabrî pir zêde bû.
Demekê hat li Sahaya Navendî, Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Tevlî perwerde û nîqaşan bû. Piştre pêwîstî li Botanê çêbû, xwe ji bo Botanê pêşniyar kir. Hevalekî wisa bû, li kuderê pêwîstî heba ew jê re amade bû. Sala 2008’an vesaziya heval li Botanê hat çêkirin, ango weke Fermandarê Sahaya Botanê, Sahaya Botanê berfireh e ji Başkale heya Mêrdînê ye. Bi wan tecrûbeyên xwe, keda xwe, dilnizmiya xwe, li Botanê jî têkoşîn meşand û rolek lîst. Heya 2010’an li Botanê ma. Ji 2010’an û şûnve car din ji bo Biryargehê hate vesazkirin. Nîqaş çêbûn, rexne jî li ser pratîka Botanê hebûn. Lê fedakariya heval Sabrî berçav bû. Cihê pêwîst rexne dida, rexne dikir. Jixwe nîqaş dimeşandin, di nîqaşan de xurt bû. Şîroveyên objektîf dikirin, însanek pratîsyen bû, ji pratîkê hatibû. Timî heqîqet çiba, ew dianî ziman. Di aliyê objektîf û analîtîk de li pêş bû, ev yek dibû sedem ku di warê şopandina dijmin, xwenaskirin û pêşxistina taktîk de jî kûr be.
Heval Sabrî li Biryargehê beşdarî xebatên Biryargeha Navendî bû. Di wê çarçoveyê de sala 2012’an pêngav hebû, di çarçoveya xebatên Biryargehê de beşdarî wê pêngavê bû. Li Oremar û wan xetan, weke fermandar û koordîne bi rola xwe rabû. Di xebatên wan deran de ked da. Sala 2013’an ji bo fermandariya sefkîdara Herêmên Parastinê yên Medyayê hate vesazkirin. Ango ev herêmên ku em jê re dibêjin Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî Zagros û Gever ev xetane jî di nav de, fermandariya wir dikir, xebat meşand. Heval Sabrî herî zêde Bakur nas dikir, yanî ji me hemûyan bêhtir hevalê ku çûyî her dera Bakur, heval Sabrî bû. Ji dervey Amanos, ji Serhedê heya Dersimê, ji Dersimê heya Botanê, li Amedê jî çûyîn û hatin çêdibû, Garzan jî, yanî bi vî rengî hema bêje tevahiya Bakurê Kurdistanê nas dikir. Li Ordûderê bi meş geriyabû, ev kedek bû, şansek bû bi rastî jî her der nas kir. Dersim dol bi dol nas dikir, li ser araziyê pir şaraze bû. Li cihekê re derbas biba, ew der êdî nas dikir, qeyd dikir. Kesekî serwer bû. Lewma ji bo Fermandariya Sefkîdara Bakur hate vesazkirin. Yanî derbasî Bakur bû. Di Sefkîdara Bakur de heval Sabrî bi rastî kedek mezin da. Di qonaxa şerê Kobanê de, ji Bakur mudaxile kir. Jixwe wê demê Kobanê di bin dorpêçê de bû, eger ji
Bakur takwiye nehatiba Kobanê wê biketiba. Hema bêje her roj 10-12 şehîd û birîndar çêdibûn, şerekî pir dijwar bû. Lewma tim takwiye lazim bû. Heval Sabrî bi eyaletan re mijûl bû, ji Amedê çiqas heval biçin, kî biçin, ji Botanê, ji Garzanê, wisa welhasil li her derê ew jî bi berxwedana Kobanê re mijûl bû. Hêzên pêwîst amade kir û şand, perspektîf şand, her wiha cepxaneya Botanê pir zêde bû, piranî şandin Kobanê, di vê yekê de rola heval Sabrî pir bû. Digot, serketina Kobanê wê bibe serketina giştî Kurdan.
Car din sala 2015’an li Bakur şer destpê kir. Di berxwedana rêveberiya cewherî ya bajaran de, xwedî rol bû. Yanî yê ku bi navê tevgerê perspektîf dida deveran, heval Sabrî û komek hevalên di fermandariyê de cih digirtin bûn. Bi pêşengiya heval Sabrî ew qonax wisa dihat perspektîfkirin. Di sefkîdara Bakur de herêma Heftanîn û Metîna jî girêdayî bû, bi xwe li wir bi meşandina şer re jî mijûl bû. Ji ber ku hevalekî pir pratîsyen bû. Yanî ji ruhê pratîkê fêm dikir. Li kuderê wê çi bike, çawa tevbigere, di van xisûsan de pir serwer bû. Ji bo wê li Metîna bi taybet di çalakiyên çekrakirinê, xistina helîkopterê de, rola heval Sabrî zêde bû. Wî xwe ji van karan re pêşkêşî dikir.
Di pratîka gerîla de mîna ku hesin av bidî bibe polar, di vî alî de ew û heval Masîro dişibin hevdû. Bi rastî jî di pratîkên giran de tarz girtiye, ruh girtiye, wisa bi sebir û cesareta xwe, bi aqilmendî û mantiqê xwe ya di şer de xurt bû. Lewma wisa di fermandariya sefkîdara Bakur de wezîfe meşand. Ji bo gelê Kurd qehremanek bû. Li tevahî Kurdistanê geriyabû, nas kiribû, çiya, gir, dol hemû dizanîn û li gorî wê bibû serwer. Ji dervey dema ku çûyî Sahaya Rêbertî, nêzî 28 salan her tim di nava şer de bû, her tim li çiyayan bû. Ji bo xwe tiştek nedixwest. Her tim pêşkêş dikir. Ev taybetmendiyek pir girîng e. Tenê xizmet dikir. Li kuderê pêwîstî heba, ew ji bo wir amade bû. Xwe tam xistibû bin îradeya rêxistinê. Ji bo xwe qet tiştek nedixwest.
Di şer de gelek caran birîndar bibû. Jiyana xwe ji bo doza azadiya Kurd feda kiribû. Hevalekî zane bû, her tişt difikirî, dipîva. Kesekî wisa bû, lewma di asta fermandariyê de xurt bibû. Vaye bi salan wisa bi tecrûbe pêk hatibû. Lewma xwedî cidiyet bû, ne tiştekî ji rêzê bû. Hem jiyana xwe ya derwêşane, dilnizmiya xwe û hem jî wisa tecrûbeya xwe ti carî ji xwe re nedikir sermaye. Tu ti carî nikarî tiştekî wisa di nêzîkatiya heval Sabrî de bibînî.
Tevgera me PKK, Tevgera Apoyî li ser hîmê kedê ava bûye. Ango destpêkê Rêber Apo bi keda xwe ev zemîn daniye û her tim ked daye. Niha jî di şert û mercên zindanê de jî car din Rêber Apo keda herî mezin dide. Yanî tevgera me, tevgereke wisa ye, tevgera kedê ye. Kedkarên tevgera me pir in. 41 salan gerîla şer meşand. Yanî wisa ne hêsan e. Niha pir kes nîqaş dikin, lê başe ka were salekî bimeşîne ka tu bikarî yan na! Ne salek jî, hinek kêliyên wisa hene ku ti kes nikare 24 saetan li ber xwe bide. Di şert û mercên wisa de fedakariyeke pir mezin hate raberkirin û bi vî rengî ev berxwedan çêbû. Ev berxwedan hem li zindanan, hem li çiyayan, hem li kolanan bi fedakarî û ked çêbû. Gelê me yê welatparêz jî her roj li kolanan heman kedê raber dike û di wan kolanan de şehîd dan. Yên li zindanan jî wisa. Yên li çiyayan jî wisa. Yek ji van kedkarên mezin, heval Sabrî ye, Sabrî Tendûrek. Aliyê wî yê herî pêş kedkariye. Cesaret, jîrbûn, xurtbûn, aqilmendî, rêhevalî helbet evane jî pê re hene. Hevalên ku pê re hevaltî kirine, dizanin hevaltiya heval Sabrî pir xweş e. Kesekî dilnizm e. Fedakar e. Bêyî ku tiştekê bixwaze, dike. Di jiyana hevaltiyê de jî vê yekê raber dike. Ev weke tarzekî xwezayî ye. Ev bi gelek hevalan re heye, yanî ne minetek e.
Jiyana xwe wisa ye. Dema tu di nav wê jiyanê de dijî, tu dixwazî pê re bijî. Çima? Ji ber ku fedakarî têde heye, hevaltî heye, mirovtî heye, hezkirina mirovan, hezkirina hevalan, dilsoziya bi jiyana hevaltiyê re, li ser wî hîmî ked daye. Bi rastî bi heval Sabrî re ev taybetmendî pir xurt bûn. Ezezî û takekes nebû. Fermandarê giştî Bakur bû, lê belê ti caran pesnê xwe nedida, xwe mezin nedikir. Heval Sabrî qehremanê bêdeng bû. Qehremanekî wisa bû ku ti carî nedixwest xwe diyar bike, lê bes kar bike. Dixwest timî encam derxe holê, pêşveçûn çêke. Li kuderê pêwîstî heye, ew li wir e. Eger pêwîstî heba karekî biçûk bike, dikir. Eger pêwîstî heba fermandariya herî bilind bike, ew jî dikir. Wisa bû.
Di jiyanê de parvekirin pê re hebû. Her tişt parve dikir. Yek ji hevalên ku di ruhê kolektîf û tevkariyê de ti carî pirsgirêk jiyan nekirine, yek jî heval Sabrî ye. Dikare jiyanek kolektîf çêbike ku pê re ekîp çêbibe. Bi vî rengî dikarî li derdora xwe ekîp çêbike. Tenê xwe esas nedigirt. Li her kesê guhdar dikir, hevbeşî çêdikir, lewma di tarzê kar de kolektîfbûn pê re hebû. Pir girêdayî nirxên Tevgerê û xeta Serokatî bû. Pir girêdayî şehîdan bû. Hevalekî pir welatparêz jî bû. Ez vê jî bêjim, divê hemû eşîra Şerefan bizane wî pir dixwest ku Şerefan pir welatparêz bin û beşdar bibin, bixwe li wir kar nekiribû, lê berpirsyarî kiribû, jixwe berpirsyarê giştî bû. Yanî wisa dixwest ku eşîra wî, hîn zêde di nava kar de be. Welatparêziya wî kûr bû. Girêdayî doz, welat, hevaltî û axê bû. Hezkirina wî li ser vî hîmî xurt bû.
Jixwe cesaret, biryardarî, fedayîbûna wî pir xurt bû. Di asteke xurt de xwedî zanebûn bû. Tim di pratîkê de maye. Di perspektîfdayînê, rêvebirin û meşandinê de serwer bû. Serweriyek çêkiribû. Di vê wateyê de xwedî zanistek kûr bû. Cewherî bû yanî. Dema perspektîfek dida, bawerî jî dida. Yanî tenê wisa talîmat bide û bişîne. Li kêleka talîmatê hewl dida baş bide fêmkirin da ku heval bikarin talîmatê tam pêk bînin. Bi hevalan re mijûl dibû. Di xeta jina azad de xwedî nêzîkatiyek hesas bû. Ji bo derbaskirina tarzê zilamê serwer, hewldan pêş xistin. Hewl dida xeta Rêbertî baş fêm bike û li gorî wê bibe fermandarekî pêşeng. Bi xwestekek mezin, bi eşq her kar dikir û cidiyetek li derdora xwe ava dikir. Dikarî bibe kaniya hêz û talîmatê. Lewma dikarî sefkîdariyê bimeşîne.
Dema di karekî pir xurt û hewldaneke mezin de, li cihekê bi çendek hevalan re ketibû nîqaşê, rastî êrîşên hewayî tên. Di nava komê de 18’ê Gulana 2016’an hevalê me yê hêja, fermandarê me heval Sabrî Tendûrek şehîd bû. Ji bo me windahiyek girîng bû. Wisa hewldan çêbû ku em şûna wî dagirin, valahî diyar nekin, li ser esasê bîranîna fedayiyên wisa fedakar, qehreman, egîdê demê ji bo em bikarin xeta wan bimeşînin, bîranînên wan bidin jiyankirin û wisa deynê xwe yê li hember van qehremanan bidin, hewldanên girîng çêbûn. Erka me ew e ku em şûna van qehremanan dagirin. Tevahî gelê me, welatparêzên Kurdistanê û tevahî ciwanên Kurdistanê divê vê erka ku van fedayî û qehremanan daye me, bibînin. Van qehremanan temenê xwe di vê şoreşê de dan û bi pratîkek demdirêj 28 salan xwe îspat kirin ku çiqasê girêdayî dozê ne, bi fedakarî û cesareteke mezin, destanî, çawa kar meşand, çawa dîrokek ava kir, ev ji bo me nimûne ye. Lewma ev fermandarên wisa di hundirê pratîkê de mezin bûne, wisa rol lîstine, her tim ji bo me nimûne û perspektîf in.”

