Karkerên ji kar hatine derxistin wê di 16’ê Hezîranê roja Duşemê saet 18.30’an de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza bimeşin. Karkeran DÎSK û gel vexwendin meşê.
Di daxuyaniya nivîskî ya hat dayin de, hat diyarkirin ku DÎSK xwedî li mîrata Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16’ê Hezîranê derneket û wiha hat gotin: “Navenda giştî ya DÎSK’ê xwedî li berxwedana me derneket û heta niha derbarê berxwedana me de parvekirinek jî nekiriye.”
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em bang li DÎSK’ê dikin ku bi ruhê 15-16’ê Hezîranê em bên gel hev. Wekî karkerên ji Şaredariya Dersimê hatine derxistin, em ê 16’ê Hezîranê roja Duşemê saet 18:30’an de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşekê li dar bixin. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê meşê.”