Çarşem, 22 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kasim Firat: Rojava nîşaneya rûmetê ye
Kurdistan

Kasim Firat: Rojava nîşaneya rûmetê ye

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan ne tenê xakek e û destnîşan kir, ku Rojava nîşaneya rûmet û azadiyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat got, “Rojava ji bo me taybet e” û diyar kir ku di vê dema krîtîk de divê Kurd li hev kom bibin, ji bo vê firsenda dîrokî ji dest bernedin bibin yek û têbikoşin.

Mehmet Kasim Firat ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî berxwedan, sirgûn û berdêlên bi sedan salan niha cîhan di şexsê Rojava de rastî û hêza gelê Kurd a li herêmê qebûl dike û ev firsenda dîrokî careke din bi dest nakeve. Kasim Firat destnîşan kir ku li Rojava ji bo gelê Kurd demeke dîrokî heye, sedsala derbasbûyî gelê Kurd bi pêşengiya Şêx Seîd û hevalên wî ji bo parastina hebûnê têkoşîneke mezin da destpêkirin, berdêlên giran da. Firat got, “Dewleta Tirk sala 1924’an destûreke nû ya bingehî çêkir, hebûn, ziman, çanda Kurdan, yanî her tiştên Kurdan tine hesiband. Gelê Kurd ev yek qebûl nekir. Şêx Seîd û hevalên wî li hemberî vê yekê dest bi têkoşînê kirin û gotin, ‘Em Kurd in, miletekî cuda ne. Ev der xaka me ye. Em neçar in li xaka xwe bi nirxên xwe bijîn. Çandeke me ya xweser û cuda heye. Ev yek hem ji aliyê olî ve hem jî ji aliyê mirovî ve mafên me ne’. Berxwedana ku wê rojê destpê kir li gel berdêlên giran 100 salî dewam kir. Bi milyonan Kurd ji cih û warê xwe bûn, komkujî hatin kirin. Tenê sedemeke vê berdêlê hebû, ew jî jiyaneke bi rûmet bû. Kurdên li Rojava îro ji bo hebûn û rûmeta xwe li ber xwe didin.”

‘DIVÊ KURD HEMÛ HÊZÊ BIDIN ROJAVA’

Firat diyar kir ku cîhanê di halê hazir de fêhm kiriye ku bêyî gelê Kurd li Rojhilata Navîn gavek nikare bê avêtin, jiyaneke nû nikare bê avakirin, lê belê pirsa girîng ew e ku Kurd wê vê çawa binirxînin û got, “Melayê Cizîrî gotibû, Eger carekê firsendek di jiyana mirov de bi dest ket, divê mirov bi kar bîne. Sûdê jê werbigire. Ji ber ku eger bê taloqkirin, zehmet e ku ev firsend careke din bi dest bikeve’. Gelê Kurd weke ku Melayê Cizîrî işaret pê kir, divê vê firsendê ji dest bernede. Divê Kurd bibin yek, li dora hesabekî bibin yek. Li dora rewabûna xwe, bi hevsengiyên cîhanê û li ser bingeha hevkariya bi gelan re tifaqa xwe bikin. Kurd hemû divê li dora Rojava tifaqê ava bikin. Ev tifaq ne tenê pêwîstî ye, di heman demê de mecbûrî ye. Rojava nuqteyeke gelekî hesas e. Divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Wezîfeyeke me hemûyan heye; ew jî xurtkirina Rojava ye.”

KURD NE DIJMINÊ KESÎ YE

Firat ragihand ku gelê Kurd îro ji bo man û nemanê têdikoşin û got, “Bêguman ya maqûl ew e ku li heman cografyayê, bi cihêrengiyan re jiyaneke bi hev re û aram bê avakirin. Bêyî ku ji rûmet û xweseriya xwe tawîzê bide, bêyî ku kesî bişibîne xwe, divê em vê jiyanê ava bikin. Divê yekbûneke demokratîk hebe. Li Rojava jî ev tê kirin. Rojava nîşan dide ku pêkane bi cihêrengiyê jiyanek bê avakirin. Heta ku li Rojava maf û hiqûqa Kurdan hate naskirin bi gelên din re jî jiyan dibe. Divê mafên Kurdan bêne naskirin û ewlekirin. Dijminatiya Kurdan li neteweyeke cuda nîne. Wezîfeya me ew e ku ji bo misogerkirina mafên Kurdan em Rojava xurt bikin.”

DIVÊ ROJAVA BERIYA HER TIŞTÎ BE

Firat got, “Meseleya Rojava beriya her tiştî ye. Rojava meseleya sereke ya gelê Kurd e” û bi dewamî got, “Eger em di vê sedsalê de li Rojava statuyekê bi dest nexin wê meseleya Kurd li demeke gelekî dirêj belav bibe û bibe meseleyek ku çareseriya wê zehmet be. Divê her Kurdek hesabên xwe yên îdeolojîk, partî, rêxistinî yan jî şexsî bidin aliyekî û Rojava biparêzin. Ev yek ji hesabên madî wêdetir meseleyek e. Bi sedan sal in Kurd li çar parçeyan şehîd bûne, zor û zehmetî kişandine. Berjewendiyên şexsî, rêxistinî û partiyê li pêşiya Rojava divê nebin asteng. Rojava hesasiyeta me ya taybet e. Her kes divê bi vê berpirsyarî û wezîfeyê zanibe. Di mijara Rojava de divê em serbilind bin û bi hev re bin. Divê haya me ji hêza me hebe. Em li ku dibin bila bibin, Rojava berpirsyariya me hemûyan e. Divê ev yek bibe xeta sor a gelê Kurd. Em gelê vê xakê ne. Xwedî dîrokeke ji hezaran salî ye. Me ev xak dagir nekir. Lewma serê me bilind e. Divê em biryardariya xwe nîşanî cîhanê bidin. Kurd li Sûriyeyê jî aktor in. Divê em vê bibînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pinar Sakik Tekîn: Ji bo aştiyeke mayinde divê tecrîd bi dawî bibe
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk depoyên genim ên Sirînê bombebaran dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê derket

Hejmara 515'emîn a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'PKK şoreşa mejî ye' hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

YNK: Em biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red dikin

YNK’ê ragihand ku ew biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê red dikin.

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeya KNK’ê serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?