Li hemberî êrişên komên paramîlîter ên ser bi dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê yên li dijî Rojava, helwesta Kurdan û partiyên wan ên siyasî kir ku meseleya yekîtiya neteweyî jinûve bixe rojeva sereke ya siyaseta Kurd. Refleksa hevpar a ku li hemberî êrişan hate nîşandan di nava aktorên Kurd ên li ser xetên siyasî yên cuda bangên ji bo koordînasyon û diyalogê xurtir kir.
Serokê Partiya Însan û Azadî (PIA) Ahmet Kaya girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd ji ANF’ê re nirxand.
‘JI BO DEWAMIYA JIYANÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ NEBE NABE’
Kaya ragihand ku yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan ne tenê tercîheke siyasî ye, bi qasî pêwîstiyeke biyolojîk mecbûrî ye û got, “Ji bo mirovekî av, nan û hewa çiqasî girîng be, yekîtiya neteweyî jî ji bo dewamiya jiyanê girîng e; nebe nabe. Bi taybetî di vê demê de yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan gelekî hêja ye, jiyanî ye. Yanî ji girîngiyê wêdetir mijareke jiyanî ye.”
Kaya destnîşan kir ku refleksa di pêvajoya Kobanê de hate nîşandan îro veguheriye asteke hîn “profesyonel” û “di ser partiyan re” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Bi medya xwe, bi beşên xwe yên civakî, bi hizib û derdora xwe nerazîbûneke bilind hate nîşandan. Derdorên ku kesî ji wan hêvî nedikir dengê xwe bilind kirin. Ji ber ku Kurd êdî ji vê baawer in: Ev êriş ne ji ber nêzîkatiyeke Kurdan lê ji ber îradeya wan a ji bo jiyana azad a li warê xwe hatin kirin. Her kesên xwedî wijdan li hemberî van êrişan li kêleka Kurdan sekinîn.”
‘DIVÊ EM LI GEL HEV BISEKININ’
Serokê Giştî yê PIA’yê ragihand ku êriş bû ‘hêza yekkirinê’ ya siyaseta Kurd û got, “Di vê mijarê de ku bi salan me hewl didan hevdu bi teorî qanih bikin, êrişa dijminên Kurdan Kurd hemû gihand hev. Cudahî hemû li aliyekî hate danîn û li hev kom bûn. Çima? Ji ber ku ji aliyê teorî ve haya me ji vê heye: Li gel cihêrengiyan hemûyan jî Kurd dikarin li hev kom bibin û ev yek hêja ye. Pratîkê ev yek li me ferz kir. Ya ku ji niha û pê ve divê bê kirin parastina vî ruhî ye. Bêyî ku li benda êrişên nû bisekinin; divê em bi daxwazên hevpar, bi plana hevpar, bi bername û projeyên hevpar bi hev re bimînin.”
‘PÊWÎSTE EM QALÊ HEVPAR BIXIN DEWRÊ’
Ahmet Kaya têkildarî siyaseta Kurd xwerexnekirin kir û ji bo çareserkirina pirsgirêka baweriyê bal kişand ser girîngiya çanda ‘parvekirinê’. Ahmet Kaya got, “Siyaseta Kurd divê baş zanibin ku destketiyan dabeş bike. Dema ku beşek bi rengekî sembolîk jî be di erka rêveberiyê de bê temsîlkirin bi gotina ‘Ev çar pênc kes jî nîne’ neyê biçûkxistin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê me li nava hizibperestiyê asê bike. Rêya dîplomasî û ragihandinê ji parvekirina pratîkê derbas dibe. Eger di dabeşkirinê de kêmasî hebe wê pirsgirêka baweriyê rû bide; li cihê ku bawerî nebe hingî yekîtiya neteweyî jî nakeve pratîkê. Divê mirov xwe ji fikara ‘Gelo em têne xapandin?’ rizgar bikin û bi baweriya ji xwe aqlê hevpar bixin dewrê.”

