Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Rewşa Hatîce Yildiz, Ruzgar û Kuday giran e, divê demildest bên berdan’
Rojane

‘Rewşa Hatîce Yildiz, Ruzgar û Kuday giran e, divê demildest bên berdan’

Di çalakiyên li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, hate diyarkirin ku rewşa Hasan Ruzgar, Hatîce Yildiz û Abdulkadîr Kuday giran e, divê demildest bên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parêzvanên mafên mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê vê hefteyê jî çalakî lidar xistin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 650’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Gele kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên girtiyên nexweş hilgirtin.

Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Ruzgar ê 55 salî ku 32 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye.

Endama ÎHD’ê Meral Şahîn metna daxuyaniyê xwend û bi bîr xist ku Hasan Ruzgar di dema qetlîama 19’ê Kanûnê de tiliyên lingê wî yê rastê zirar dîtine û hatine jêkirin. Şahîn da zanîn ku nexweşî ango sendroma Wernicke-Korsakoff li Ruzgar peyda bûye û got: “Bronşîta kronîk, astim, KOAH, Hîpertansiyon, xerabûna rîmta dil, fitiqa pişt û stû, migren, prostat, bê xwînî, kirêçgirtina çongan, basûr, xerabûna gerandina xwînê pê re hene û ji ber van nexweşiyan rewşa wî giran e û bi alîkariya hevalê xwe dijî.”

Şahîn diyar kir ku malbata Ruzgar bo komeleya wan name şandine û fikara xwe ya derbarê rewşa girtî de anîne ziman û tevî serlêdanên sazî û dezgehan jî nayê berdan. Şahîn xwest Hasan Ruzgar û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.  

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya ji du hefteyan carek li dar dixe, di hefteya 295’emîn de li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz.

Alî Aydin diyar kir ku Hatîce Yildiz 75 salî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin û tevî ku nexweş e jî dîsa girtî ye û ew bi alîkariya hevalên xwe qawîşê dikare xwe li ser pêya bigire. Aydin da zanîn ku tevî hemû serlêdanên ji bo berdana wê jî nayê berdan û xwest tavilê were berdan.

ENQERE

Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 522’yemîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê hat lidarxistin û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gele kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsî tê ragirtin û ketiye haletê mirinê.

Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Abdulkadîr Kuday û got ku di girtîgehê de gelek nexweşîn li Kuday peyda bûne û ew nikare xwe li ser linga jî bigire. Çevîrmen anî ziman ku tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora berdana wî amade kiriye û parêzer ji bo berdanê serlêdan dikin jî li gel rewşa xwe ya giran jî nayê berdan û xwest Kuday tavilê were berdan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Tirk a dagirker gundê Şewarxa topbaran kir
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk li Şêrawayê kesek qetil kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efrînê êşkence li 2 zarokan hat kirin

Hêzên paramîlter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê êşkence 2 zarokan kirin û welatiyek revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Sara Reza: Jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna gelekî ye

Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara li Êlihê şîn hate danîn

Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin li Êlihê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji her deh deqeyan carekê ji ber tenêtiyê kesek dimire

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şirîn Ebadî: Li Girtîgeha Evîn êşkence zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?