Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate ragihandin ku meha Gulanê li dijî qirkirin, faşîzm û xiyanetê temsîla jiyana bi rûmet û azad dike û hate gotin, “Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Hozan Mizgîn, Ûlaş Bayraktaroglû, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên ku 17’ê Gulana 1982’an li zindana Amedê bedena xwe dan ber agir û weke ‘Çaran’ derbasî dîrokê bûn û gelek şehîdên meha Gulanê îro bûne pêşengên dîrokî yên têkoşîna bi milyonan mirovî.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Şehîdên meha Gulanê li dijî faşîzmê ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê bi roleke mezin rabûn. Û şopdarên wan xwedî li vê kevneşopiyê derketin, xwedî li vê têkoşînê derketin û al hîn bêhtir bilind kirin.
Bi navê KCDK-E’yê em şehîdên meha Gulanê careke din bi ruhê şoreşgerî bi bîr tînin û soz didin ku dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi bilindkirina têkoşînê pêk bînin.
Di têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi rûmet de em ê her tim xwedî li bîranîna şehîdan derkevin. Em ê têkoşîna li dijî faşîzmê bi biryardariya misogerkirina azadiya Rêber Apo bi ser bixînin.”