Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yavuz: Desthilat ne bi hiqûqî, bi hesabê siyasî nêzîkî mafê hêviyê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG û MKG: Em ê bi hev re têbikoşin
Rojane

DFG û MKG: Em ê bi hev re têbikoşin

Rojnamevanên ku biryara cezayê girtîgehê ya li ser rojnamevanan şermezar kirin gotin, "Em ê heqîqetê her tim bidin bihistin. Em ê bi hev re têbikoşin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

MKG û DFG’ê der barê cezayê girtîgehê yê li 8 rojnamevan ku nav de nûçeyên JINNEWS û MA’yê jî hebûn her yekê 6 sal û 3 meh ceza hatibû birîn daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankara ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ û ‘ji rojnamevanan re azadî’ hat vekirin de, nûnerê Sendîka Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral û gelek rojnamevan tevli bûn.

Kurdiya metna daxuyaniyê Roza Metîna û ya Tirkî jî hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu xwend.

Roza Metîna da zanîn ku zext, binçavkirin û destdirêjiya darazê ya li hember rojnamevanan didome û wiha got: “Destdirêjiya daraz, binçavkirin û zextê ya li dijî rojnamevanan dewam dike. Bi taybet desthilatdarî dixwaze rojnamegevanên Kurd bi rêya darazê dorpêç bike û nehêle ku bixebitin. Bi operasyonên ev du sal in bi awayekî sîstematîk tên kirin polîs bi ser mal û saziyên xebatkarên çapemeniya azad de digirin. Dest datînin ser ekîpmanên wan û rojnamevan tên binçavkirin û girtin. Ji 8’ê Hezîrana 2022’yan heta niha herî kêm 34 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin binçavkirin û girtin. Rojnamevan bi awayekî neheq bi mehan di nava çar dîwaran de hatin girtin.”

Piştre Dîcle Muftuoglu mafê axaftinê girt û wiha got: “Bi cezayên li Enqereyê li 8 rojnamevanan hat birîn dixwazin ser heqîqetê bigirin. Em jî li vir careke din diqêrin û dibêjin rojnamevanî nikare bê darizandin. Ji 30 salî zêdetir e me wekî rojnamevanên Kurd li dijî bombekirin, qetilkirin û girtinê tu carî dev ji nivîsandina rastiyê berneda. Em ê wekî rojnamevanên Kurd li dijî vê biryarê jî gavê paşde neavêjin. Em ê di nava her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin. Em bang hemû rêxistinên pîşeyî û rojnamevanan dikin ku li dijî biryarên darazê yên rojnamevaniyê krîmînalîze dikin, bisekinin. Em bi hev re rûmeta rojnamevaniyê biparêzin, em bi hev re têbikoşin.”

Piştî daxuyaniyê nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral û rojnamevan Hakki Boltan axaftin kirin û gotin ku ew ê bi cezayên wiha wê nikaribin pêşî li xebatên rojnamevaniyê bigirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşvan gihîştin Geliyê Zapê: Çareserî li Îmraliyê ye
Nûçeya Pişt re Jinên Ciwan: Em cesaretê ji heqîqeta Rêbertî digirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina serokê parlamentoyê û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir

Hevdîtina Serokê parlamentoyê ê Numan Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî yên ku di Komîsyona Piştevanîya…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Kampanyaya ji Darvekirinê re Na di hefteya 100’an de ye

Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na bi wesîleya heftiya 100’emîn a çalakiyên xwe, daxuyaniyek da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?