Sêşem, 19 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîl a serberz xemla biharê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK: Bila ev cejn bibe wesîleya edalet, azadî û aştiyê
Rojane

KCK: Bila ev cejn bibe wesîleya edalet, azadî û aştiyê

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand û got, “Em hêvîdar in ku ev cejn wê ji civakên Rojhilata Navîn û gelên Misilman re edalet, wekhevî û azadiyê bîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xeze, Sûriye, Rojava û herêmên din Misliman di meha Remezanê de zehmetî kişandine û ev tişt hat gotin, “Em cejna hemû gelê xwe yê li gel baweriya xwe li dijî êrîşan li ber xwe dan, pîroz dikin.” Di daxuyaniyê de qala komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê hate kirin û hate gotin, “Ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û hevpar divê em bi berpirsyarî rabin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de hat diyarkirin ku têkoşîna gelê Kurd a bi Newrozê re xurt bû “perspektîfa neteweya demokratîk û serketineke şoreşgerî” teqez kiriye. KCK’ê, destnîşan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de wezîfe dikeve ser milê alimên olî û rêberên baweriyan jî û wiha got, “Em bi hêviya Rojhilata Navînek ku înkara Kurdan lê bê pûçkirin û wekheviya gelan bê xurtkirin Cejna Remezanê pîroz dikin.” KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê, bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi malbatên şehîd û girtiyan re û banga xwe ya yekîtî û hevgirtinê ya bi hemû gelê Kurd re dubare kir.

Navaroka tevahiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Alema Îslamê bi temamkirina rojiya Remezanê ya sala 2025’an re, xwe amade dike ku cejna Remezanê pîroz bike. Di serî de weke Tevger em Cejna Remezanê li Alema Îslamê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev Cejna Remezanê ji bo pêkhatina edalet, wekhevî û azadiyê li Rojhilata Navîn û Alema Misilman, ji bo aştî û wekheviya di navbera gelan û baweriyan de serwer bibe û ji bo pêşxistina Avakirina Jiyana Demokratîk bibe wesîle. Em hêvî dikin ku wê aştî, azadî, yekîtî, hevgirtin, wekhevî, xwişk-biratî û bereketê bîne ji bo hemû gelên Misilman ên ku rojiyên xwe bi niyeta baş, duayên baş û karên baş temam dikin.

Weke civakên Rojhilata Navîn, em vê Cejnê jî di nava şerekî giran, pevçûn û têkoşînên civakî de derbas dikin. Civakên li erdnîgariyên cuda ku gelên Misilman lê dijîn, bi krîzên aborî, polîtîkayên mêtinger-zordar û pirsgirêkên siyasî re rû bi rû man. Li gelek deverên Rojhilata Navîn bi taybetî li Xeze, Sûriye, Rojava, Başûr û herêmên gerîla, civatên Misilman meha Remezanê bi têkoşîna li dijî êrîşên qirkirinê, zext, zordarî, birçîbûn û xizaniyê derbas kirin. Di meha Remezanê de li Xezeyê êrîş dewam kirin. Li Sûriyeyê di meha Remezanê de gelê Elewî hatin qetilkirin. Li Rojava îbadeta rojiyê bi berxwedana gel a bi rûmet a li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên li hemberî Bendava Tişrînê hat derbaskirin. Tevî îlankirina agirbestê jî her roj bi sedan caran ji bejahî ve bi tank û topan, ji hewayî ve jî bi SÎHA û balafirên şer qadên gerîla hatin bombekirin. Bi vê wesîleyê em dixwazin bibîr bixin ku berxwedana Misilmanan a li dijî êrîşan tevî Rojiya Remezana Pîroz jî, bi qasî îbadeta wan pîroz e. Em Cejna Remezanê li hemû gelê Misilman ku li her derê di nav berxwedanê de ne, pîroz dikin. Em bang li hemû Misilmanan ku ola Heqîqet, Edalet, Aştî, Başî û Rastiyê ye dikin ku di pêvajoya pêş de tevkariyê li Têkoşîna Demokrasiyê ya bi pêşengiya Gelê Kurd bikin.

Kurdistaniyên welatparêz ên hêja:

Di vê pêvajoyê de ku em şahidiyê ji pêvajoyeke nû re dikin ku navenda wê Kurd û Kurdistan e li Rojhilata Navîn em Cejna Remezanê bi hev re pêşwazî dikin. Kurdên misilman piraniya rojên ku rojî girtin bi çalakiyên demokratîk û têkoşîna li qadan derbas kirin. Têkoşîna mezin a gelê Kurd ku bi 8’ê Adarê re destpê kir û bi Newrozê re gihişt lûtkeyê, peyamên dîrokî dan. Ev pêvajoya ku em bi wateyên dîrokî re tên cem hev, di îmkanên pêkanîna Şoreşa Azadiyê, perspektîfa Neteweya Demokratîk, Avakirina Civaka Exlaqî û Polîtîk a di xeta Şaristaniya Demokratîk de ji berê bêhtir mezin dibe û pêş dikeve. Mîna ji bo her kesî ev pêvajoya dîrokî wezîfe û berpirsyariyê li ser we Seydayên hêja, Alimên Olî û rêberên Baweriyan ferz dike. Li ser bingeha Avakirina Jiyana Azad, Wekhev û Hevpar avakirina Modela Jiyana Demokratîk û Azad a Gelan û meşandina têkoşîna serdemê bi armanca herî mezin û pîroz a pêkanîna Ronesansa Rojhilata Navîn e û ev jî tê wateya Jinûve Jidayikbûnê. Em hêvî dikin ku, înkarkirina Kurdan ji holê rabe, xwişk-biratiya gelan xurtir-berfirehtir bibe, Rojhilata Navîn ji zemîna şer û pevçûnan derkeve û lê demokrasi, edalet û azadî serwer be. Em hêvîdar in ku her kes sekneke li gorî têkoşîna vê pêvajoyê raber bike.

Bi vê wesîleyê re em weke tevger careke din Cejna Remezanê li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên wan pîroz dikin û hêvî dikin ku niyeta wan were qebûlkirin. Divê em di Cejna Remezanê de hê xurttir xwedî li şehîdên xwe derkevin û bi bîr bînîn. Divê em bi awayekî komî serdana şehîdgehan bikin û hevgirtina xwe bi malbatên girtiyan re û bi taybet malbatên şehîdan re di asta herî jor de nîşan bidin. Bi wesîleya vê cejnê em weke tevger bejna xwe li ber bîranînên şehîdên xwe bi hurmetî û minetdarî ditewînin û soza xwe dubare dikin ku ji bo doza mafdar a Civaka Demokratîk em ê têkoşîna gelê Kurd heta serketinê bidomînin.

Em bang li tevahiya gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê dikin ku, vê Cejna Remezanê bikin wesîleya xurtkirina yekîtiya xwe, pêşvebirin û mezinkirina hevkarî û hevgirtinê. Em bang li civakên Rojhilata Navîn, derdorên Misilman ên Demokratîk dikin ku bi hişmendiya Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin bikin û Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn a Demokratîk xurt bikin. Em careke din hêviyên xwe dubare dikin ku ev cejn wê edalet, aştî, xwişk-biratî û azadiyê ji gelan re bîne û em Cejna Remezanê ya hemû gelên Misilman bi taybetî li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 29’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re KNK’ê Cejna Remezanê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên şehîd Şahîn û Dilşêr bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên şervanê YPG’ê şehîd Dilşêr Bakur û şervanê TEV-DEM’ê şehîd Şahîn Îsmaîl li Pakrewangeha Şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Sûltan Bozkurt: Eger dewlet aştiyê dixwaze divê mafên me nas bike

Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Xwendekarên Stenbolê xwedî li xwendekarên hatin êşkencekirin derketin

Xwendekarên zanîngehê yên Stenbolê, ji bo şermezarkirina hevalên xwe yên duh li Enqereyê bi êşkenceyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?