Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK: Di 1’ê Gulanê de em yekitî û piştevaniyê xurt bikin, têkoşînê mezin bikin
Rojane

KCK: Di 1’ê Gulanê de em yekitî û piştevaniyê xurt bikin, têkoşînê mezin bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê peyamek weşand û bang li hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku yekîtî û piştevaniyê xurt bikin, têkoşînê mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina piştevanî û yekîtiyê, ji bo xurtkirina têkoşînê bang kir.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“1’ê Gulanê ku Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ye, di serî de li çîna karker li hemû çînên bindest, kedkar, gelan, jinan, her kesên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin pîroz dikin. Em şehîdên 1’ê Gulanê ku di têkoşîna çîna karker a li dijî sîstema mêtingeriyê de xwedî cihekî girîng e û di şexsê wan de jî hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin.

Li dijî modernîteya kapîtalîst a ku bi kedxwariyê hemû nirxên civakê talan dike, dest datîne ser nirxan, bi hêrsa qezenca herî zêde bi kes û civakê re bi sînor namîne û xwezayê jî talan dike, dike ku jiyan lê nebe, têkoşîna çîna karker xwedî cihekî girîng e. Têkoşîna sosyalîzmê ku bi 1’ê Gulanê û têkoşîna çîna karker re tê bîranîn, îro gihîştiye asteke gerdûnî û li dijî modernîteya kapîtalîst bûye têkoşîneke welê ku her kesên ji bo wekhevî, demokrasî û azadiyê têdikoşin xwedî lê derdikevin.

Sosyalîzm û têkoşîna sosyalîst ku li dijî jiyana bi serweriya mêr, mêtingerî û modernîteya kapîtalîst nîşaneya utopya jiyana dûrî ji mêtingeriyê ye, ji bo kes, civak û mirovahiyê her girîng e. Weke doh sosyalîzm îro jî ji bo mirovahiyê rêya bingehîn a hêja û rizgariyê ye. Li dijî cîhana mêtingeriyê ya modernîteya kapîtalîst ku roj bi roj zêde dibe û gefê li jiyana mirovan û xwezayê dixwe, îdeal û armancên ku sosyalîzmê destnîşan kiriye nirxên me yên herî bingehîn e ku em ti carî nikarin dest jê berdin.

Pêkanîna nirxên ji cewhera sosyalîzmê, cewhera têkoşîna me ye. Rêber Apo mirovbûyîn bi israra li ser sosyalîzmê û pêkanîna wê pênase kir û bi vî rengî ev rastî raxist pêş çavan. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha van nirxan bi pêş ket û li ser bingeha van nirxan îro jî bi pêş dikeve. Di mijara pêkanîna sosyalîzmê de Rêber Apo gelekî bi israr e, bi îdîa ye û di nava hewldanan de ye. Rêber Apo bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ re ev helwesta xwe careke din nîşan da. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji bo pêkanîna sosyalîzmê ya di vê serdemê de gaveke dîrokî ye. Ji xwe Civaka Demokratîk ji aliyê dîrokî ve tê wateya pêkhatina têkoşîna çîna karker û bindestan, jinan û gelan a li dijî jiyana mêtingeriyê ya modernîteya kapîtalîst. Ji ber vê yekê hewldana ji bo fêhmkirina vê banga dîrokî ya Rêber Apo û karkirina ji bo pêkanîna Civaka Demokratîk ji aliyê pêşvebirina têkoşîna sosyalîzmê ve gelekî girîng e. Weke tevger em destnîşan dikin ku helwesta me bi vî rengî ye û em li gorî vê di nava guherîn û veguherînê de ne.

Em careke din 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê pîroz dikin banga pêşvebirina piştevanî û yekîtiyê dikin ku cewhera 1’ê Gulanê ye. Her wiha bang dikin ku li ser vê bingehê têkoşînê bilind bikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku li ser bingeha ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ li gel karker, kedkar, jin û bindestan bi piştevaniyê bi xurtî xwedî li 1’ê Gulanê derkeve û pîroz bike. Têkoşîna li ser bingeha yekîtî û piştevaniyê ya gelan, karkeran, kedkaran û jinan wê cîhana mêtingeriyê ya modernîteya kapîtalîst hilweşîne, cîhane dûrî çînî, mêtingerî, jiyaneke azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk ava bike.

Bijî 1’ê Gulanê”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nîlufer Koç: Di polîtîkaya derve de siyaseta dij bi Kurd dewam dike
Nûçeya Pişt re DYE’yê ji meha Adarê ve hezar carî êrîş bir ser Yemenê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya êrîşkarê li New Orleansê diyar bû

Ajana FBI'yê ragihand ku kesê li New Orleansê êrîş kiriye Şamsud Dîn Cabbar e û…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Dorpêça li ser Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê tavilê bê rakirin

MSD'ê ragihand ku dorpêça li ser Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşhilbijartinên DEM Partiyê bi dawî bûn

Pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên ji bo diyarkirina namzetên hevşaredar û endamên meclîsê hatin lidarxistin, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li cîhanê rekora koça navxweyî: Sala 2025’an 82 milyon kes ji cih û warê xwe bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?