În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E’yê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34’emîn banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir
Rojane

KCK’ê banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meşa Kolnê bibin ku 17’ê Sibatê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 17’ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewropayê bi tevlîbûna li mîtînga mezin a Kolnê re asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de nîşan bide.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di pêşengtiya dostên gelê Kurd de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava navneteweyî hate destpêkirin. Ev pêngava dîrokî ku di salvegera komploya navneteweyî de hat destpêkirin, di warê encamên xwe de jî dîrokî bû. Pêngava azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê encamên watedar avakiriye. Ji roja destpêkirina komploya navneteweyî û vir ve gelê Kurd hewl dide dengê xwe li gelemperiya cîhanê bide bihîstin. Pêngava azadiyê gelê me gihand vê armancê. Di serî de gelên bindest ên li cîhanê û jin, yên ku li azadî û demokrasiyê digerin, bi pêngava azadiyê re bi destxistina raman, rêxistinbûn û çalakiyê re gihiştine armancên xwe yên dîrokî. Mirovahî, ji roja ku sosyalîzma reel ji hev belav bûye û vir ve di aliyê fikir û çalakiyê de parçe bûye. Bi teorî û paradîgmaya Rêber Apo re ev rewşa parçebûyî heta asteke girîng hatiye derbaskirin. Beşdarên pêngava azadiyê ji her aliyê cîhanê û ji beşên cuda yên civakê vê rastiyê bi gotin û kirinên xwe nîşan didin. Dema ku em li van her du encamên dîrokî binêrin, ew ê bi awayekî zelal bê dîtin ku Pêngava Azadiyê pêngaveke dîrokî ye û encamên dîrokî diafirîne. Di vî alî de Pêngava Azadiyê ji bo hemû mirovahiyê zayîna berbangeke nû ye. Em, ji bo her kesên ku tevkarî li vê encamê kirine, li her kesên ku pêşengî ji Pêngava Azadiyê ya dîrokî re kirine, li gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan, karker, ekolojîst, rewşenbîr û her kesên ji her devera cîhanê piştgirî bi gotin û çalakiyên xwe dane, spas dikin. Bê guman ev serkeftin di serî de serkeftina gelê Kurdistanê yê welatparêz e. Gelê Kurd bi dilsozî û têkoşîna xwe ya bê dudilî ya ji bo Rêber Apo re, hêviya mirovahiyê mezin kiriye û têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê xurt kiriye. Ji ber vê yekê em gelê kurdistanê yê welatparêz jî bi taybet pîroz dikin.

PÊNGAVA AZADIYÊ PÊVAJOYEKÎ DÎROKÎ YE

Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke dîrokî ye. Pêngava Azadiyê di vê pêvajoya dîrokî de, kesên ku ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê li dijî zilm, mêtingerî û koletiyê têdikoşin, bi hêztir kir. Di pêvajoyeke ku nakokî û pevçûn di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst ku dijminên mirovahî û xwezayê ne kûr bûye de, yekîtî û hevgirtina hêzên modernîteya demokratîk ên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin hê zêdetir bûye. Mirovên ji her aliyê cîhanê bi hêviya jiyaneke nû, cîhaneke azad û bê îstîsmar di Pêngava Azadiyê de hatin cem hev. Em vê yekê weke pêşketineke girîng û dîrokî dibînin. Baweriya me ew e ku her kes bi vî rengî dibîne û dinirxîne. Niha dem hatiye ku ev pêvajoya dîrokî derbasî qonaxeke nû bibe, derxin asteke bilindtir. Bi mîtînga Kolnê ya Mezin re gelê me û hemû dostên wan vê biryardariyê nîşan dan.

WÊ BI MÎTÎNA KOLNÊ RE QONAXEKE NÛ BIKEVE MERIYETÊ

Pêngava Azadiyê, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd anî rojevê û wiha destpê kir. Em di wê baweriyê de ne ku, bi çalakiyên heta niha hatine kirin re ev armanc pêk hatiye û wê êdî bi mîtînga mezin a Kolnê re qonaxeke nû bikeve meriyetê. Ji vê hêlê ve pir girîng e ku mîtînga mezin a Kolnê di asta diyarkirî û kalîteyê de were lidar xistin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku tevî dostan tevlî mîtînga mezin a Kolnê bibin. Di 17’ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewropayê bi tevlîbûna li mîtînga mezin a Kolnê re asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de nîşan bide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Endamê MYK’ê yê SGDF’ê piştî êşkenceyê hate girtin
Nûçeya Pişt re Qedexeya li Çiyayê Gabarê car din hate dirêjkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo şervanê QSD’ê Egîd Şedadê merasîma leşkerî hate lidarxistin

Cenazeyê Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Egîd Şedadê ê ji ber nexweşiyê şehîd bû, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê li dijî qereqola Jendermeyan çalakî kirin

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyanî da û ragihand, ku yekîneyên Wanê di çarçoveya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan, cejna gelê Sêrtê pîroz kir

Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê ku bi gelê Sêrtê re cejn pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hejmara qurbaniyên şerê Yemenê 120’î derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?