Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî pêngava “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” daxuyaniyek da ku ji aliyê zêdeyî 200 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê weke projeyeke neteweyî hate destpêkirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji bo gelê me û raya giştî ya demokratîk;
Em coşa bi heybet a gelê xwe yê ku bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan’ herikîn qadên Newrozê silav dikin û em careke din Newroza Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikin.
Di pêvajoyeke ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûyerên pir krîtîk û dîrokî diqewimin de, daxuyandina Projeya Lihevkirina Neteweyî ya ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê zêdetirî 200 kesayetên naskirî ve ji bo yekîtiya demokratîk a Kurdan hat amadekirin, hewldaneke pir bi wate, girîng û bi qîmet e. Em wekî Tevger, vê daxuyaniya ku zêdetirî 200 kesayetan bi ked, hewildan û hişmendiya berpirsiyariyê dane nîşandan silav dikin û ji dil piştgirî dikin. Li ser vê bingehê, em di serî de diyar dikin ku emê her cure erk û berpirsiyariyên dikevin ser milê me bi daxwaz û biryardariyeke mezin bi cih bînin.
Ev rastiyeke ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de gelekî serhildêr, berxwedêr, wêrek û êşkişandî bûye. Lê, ji ber polîtîkayên înkar, asîmîlasyon, zilm û ‘parçe bike û birêve bibe’ yên ku hêzên gelek hêz li ser Kurdistanê meşandine, bi taybetî jî ji ber parçekirina dîrokî û nebûna yekîtiyê, wan nekarîne serhildan û têkoşîna xwe ya mafdar bi serkeftinê bi dawî bikin. Herî dawî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji ber polîtîkaya ku li ser Kurdan hat meşandin û li wan hat ferzkirin, ket rewşa hinek di gorê de û hinek jî birîndar bûyî de. Lê ji bo gelê me êdî dema berevajîkirina vê qedera reş hatiye. Hemû bûyer û geşedanên heyî, yekîtiya demokratîk a navxweyî ya Kurdan di demeke nêz de ferz dike. Ji ber pêvajoya ku em tê de ne, ji asayîbûnê wêdetir, bi qasî gef û metirsiyên mezin, derfet û fersendên pir girîng jî pêşkêşî Kurdan dike.
Bi hişmendiya dîrokî û hişê welatparêziyê, Kurdan bi taybetî di mehên dawî de li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi yek can û yek îradeyê girîngiya yekîtiya neteweyî qêriyane, bang li hemû partiyên Kurd, hêzên siyasî û hemû beşên civakê kirine ku ji bo yekîtiya demokratîk gavan biavêjin. Diyar kirine ku Kurd îro ji her demê bêtir pêwîstiya wan bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk heye. Ev îrade û banga ku gelê me li her derê nîşan daye, bi tu awayî nikare jinedîtî ve were danîn û nabe ku bi nêzîkatiyên ji rêzê lê were nêrîn. Gelê Kurd neçare ku yekîtiya xwe ya demokratîk a ku dîrokê li ser me ferz kiriye misoger bike û bigihîje statuya jiyana azad û demokratîk. Heya ku Kurd li her parçeyî azad nebin, destketiyên tu parçeyî nekeve garantiyê. Mirov dikare vê rastiyê ji pratîka Rojavayê Kurdistanê, ji geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê, ji bi dehan êrişên mûşek û droneyan ên ku her roj li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên û dîsa ji rewşa Bakurê Kurdistanê ya ku hîn jî polîtîkayên înkar û redkirinê lê serdestin, bi hêsanî fêm bike. Ji ber vê yekê, yekîtiya demokratîk a Kurdan hem xwedî giringiyeke jiyanî ye, hem jî ji bo pêşeroja Kurdan nirxekî nebe nabe ye.
Berî her kesî tevgerên jin û ciwanan, tevlîbûn û piştgiriya mezin a hemû bawerî û beşên civakî yên li Kurdistanê, partî, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen û bi kurtasî her kesê ku di xeta welatparêziyê de ye ji bo banga yekîtiya neteweyî ya ku ji aliyê zêdetirî 200 kesayetî ve hatî kirin, wê bibe gaveke pir girîng. Em wekî Tevger, careke din destnîşan dikin ku wekî her demê, em ê îro û di paşerojê de jî di vê mijarê de xwedî roleke avaker, hevgirtî û hêsanker bin û erkên dikevin ser milê me emê bi cih bînin. Em koma Bangawaziya Lihevkirina Neteweyî careke din silav dikin.”

