Duşem, 2 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xamaney çawa hat kuştin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Wê encamên van êrîşan bandorê li herêmê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ji bo malbata şervanê YPG’ê Bor

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Iraqî berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hamburgê têkoşîna jinan û piştevanî hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja 3’an a Rojên Çanda Jinên Kurd: Jin hilgirê berxwedan û çandê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kartalê çalakiya 8’ê Adarê: Divê ji bo mîmarê aştiyê Birêz Ocalan rê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga 8’ê Adarê ya li Nisêbînê: Jin wê civaka demokratîk bihûnin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê meşa jinê: Têkoşîn wê heta pêkhatina mafê hêviyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kobanê ji bo xwedîderketina li YPJ’ê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê Wezareta Karên Hundir a Iraqê derewand: Bêbextî û manîpulasyon e
Kurdistan

KCK’ê Wezareta Karên Hundir a Iraqê derewand: Bêbextî û manîpulasyon e

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bertekek tund nîşanî Wezareta Karên Hundir a Iraqê da ku PKK’ê bi şewatên li Başûrê Kurdistanê sûcdar dike û got, “Tu têkiliya wê bi rastiyê re tuneye, bêbextî û manîpulasyon e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevkekî Wezareta Karên Hundir a Iraqê diyar kir ku têkîldarî şewatên ku li Kerkûk, Hewlêr û Duhokê navendên bazirganî û bazaran hedef girt, 3 kes hatine girtin û wan weke endamên PKK’ê pêşkeşî çapemeniyê kir. Di heman daxuyaniyê de hate îdiakirin ku 2 kesên hatine girtin endamên hezên ewlehiya Başûrê Kurdistanê ne û ji aliyê PKK’ê ve hatine erkdarkirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di daxuyaniya xwe de nivîskî de wiha got: “Em îdiaya li ser navê Wezareta Karên Hundir a Iraqê ku dibêje şewatên li bajarên Kerkûk, Hewlêr û Duhokê ji aliyê komeke PKK’yî ve hatine lidarxistin, ji çapemeniyê zanî. Em hewldanên ku dixwazin berpirsyariya van êrîşan ku tu têkiliya wê bi rastiyê re nîne û ji aliyê civakê ve tê zanîn ku bi destê MÎT-Parastin ve hatiye kirin, bixin stûyê tevgera me qebûl nakin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “PKK bi berxwedan û helwesta xwe ya bi rêgez û biryar ji dîrokê heta îro hêzeke ku gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn nas dikin, baweriya xwe pê tînin û ji hebûna wê serbilind in. PKK ku li her derê ku li dijî civakê gef û neheqî hebe, helwest girtiye, îro jî li dijî mêtînkariya Tirk ku gav bi gav Iraq û Başûrê Kurdistanê dagir dike, şerekî giran dide. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi îmkan û alîkariya rêveberiya PDK’ê li Zaxo, Duhok û Hewlêrê li dijî gelê me bêrêzî dike û dagirkeriya xwe ku bi veşartî da destpêkirin, bi eşkere didomîne. Artêşa Tirk a dagirker di saetên rojê de de li xaka Iraqê rê digire, bi zorê nasnameyan kontrol dike, xelkê digire, bi êrîşên keşîf û topan şehîd dike, koçberkirina bi zorê hedef dike.

PDK li hemberî van sûcên artêşa Tirk a dagirker ku her roj zêdetir dike, hevkariya xwe didomîne, hikûmeta Sudanî jî bêyî bertek û bêdeng dimîne.

BÊBEXTÎ Û MANÎPULASYON

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî van êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi hemû derfetên di destê xwe de li ber xwe dide. Dewleta Tirk a faşîst tevî ku bêhejmar çekên qedexekirî û bombeyên kîmyewî bikartîne, her curê sûcê şer dike, teknolojiyên gerî pêşketî dixin xizmeta artêşa Tirk jî li dijî gerîla têkçûneke giran dijî. Artêşa Tirk a dagirker di noqteyên ku heta niha dagir kirine de bi zehmetî tevdigere, encax bi unîformayên Iraq û PDK’ê tevger dike.

Dema ku tevgera me li dijî van êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke mezin dide, daxuyaniya ku li ser navê Wezareta Karên Hundir a Iraqê hatiye kirin bi xemgînî pêşewazî dikin. Dema ku li Iraqê êrîşên DAÎŞ’ê destpê kirin, tevgera me bi hemû hêza xwe ji bo parastina gelê Iraq û Kurd kete nava tevgerê. Li qadên Hewlêr, Mexmûr, Kerkûk, Şengal û Musulê di pêngavên rizgarkirinê ji çeteyên DAÎŞ’ê de bi awayekî çalak cih girt. Di vê oxirê de berdelên giran daye. Serokwezîrê Iraqê ji ber vê spasiya tevgera me kir. Îdiayên ku dibêjin me sûkên xelkê Kerkûk, Hewlêr û Duhokê şewitandiye, ku me li van deran di pêvajoya êrîşên DAÎŞ’ê de ji bo parastinê çi ji destê me hat kir û şehîd dan, bêbextî û manîpulasyon e. Em van îdiayan dihêlin wijdana gelê Kurd û Iraqê ku li pêşberê çawê wan li ber xwe didin.

BÊBEXTIYA MÎT’Ê

Tu dijberiyeke tevgera me ne li hemberî dewleta Iraqê û ne jî li hemberî civaka Iraqê tuneye. Tevgereke ku ji bo azadî û aramiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe bi van îdîayan were bibîranîn, bêbextiya MÎT’ê ye. Eşkere ye ku Wezareta Karên Hundir a Iraqê bi pêşengiya hin koman ev daxuyanî da. Çavkaniya van îdiayan rêxistina sûc a navneteweyî MÎT a TC’ê ya ku gav bi gav Iraqê dagir dike û şaxa wê ya Kurdistanê Parastin e. Ji bilî çalakiyên li dijî TC’ê a ku hewl dide Iraq û Başûrê Kurdistanê dagir bike, têkiliya me bi tu bûyer û çalakiyan re tuneye. Hemû Iraqî û Kurd dizanin ku aktorê sereke yê êrîşên li ser aramî û ewlehiya Iraqê dewleta Tirk a dagirker e. Li hemberî ev îdiayên Wezareta Karên Hundir a Iraqê yên bêbingeh û ji bo rojevê bêguherîne yên, hewceyî bi daxuyaniyek bi vî rengî hat dîtin.

DIVÊ BERSÛCÊN RAST DERXIN HOLÊ

Dewleta Iraqê û Wezareta Karên Hundir ên ku bi beralîkirina MÎT’ê tevbigerin, tevgera me bi îdiayên ku tu eleqeya me pê re tuneye girê nede û wan vedixwînin ku bersûcên rast derxînin holê. Em bang li gelên Iraqa demokratîk û berxwedêr dikin ku li hemberî van derewan helwestê nîşan bidin, li dijî van sûcan û axaftinên ku êrîşên dagirkeriya Tirk rewa dikin, têbikoşin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serî li dadgehê hate kirin
Nûçeya Pişt re Serok û rûspiyên Herêma Cizîrê: PDK xizmeta êrîşên dagirkirinê û qirkirina Kurdan dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêvî Nûdem: Di 8’ê Adarê de em bersiva herî xurt ji bo banga Rêbertî bidin

Hêvî Nûdem anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Apo di heman demê de jinûve…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

Şehîd Viyan Soran di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamentoya Ewropayê biryara piştgiriya bi şert a ji Sûriyeyê re da

Parlamentoya Ewropayê (PE) biryara piştgirîdayîna li pêvajoya ji nûve vesazkirin û derbasbûyîna siyasî ya adil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Wezîrên Karên Derve yên YE’yê bi rojeva Îranê civîna awarte li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê girîngî bi yekîtî û parastina li Rojava were dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?