Şanogerê Kurd Cûma Xelîl Îbrahîm ku weke Bavê Teyar dihate naskirin, di 17’ê Çileyê de berê xwe dabû Bendava Tişrînê û tevlî çalakiya nobetê ango berxwedana gel bûbû. Di 18’ê Çileyê de nobedarên li Tişrînê bi êrişa bomberanê ya dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter re rû bi rû mabûn. Di encama bombebaranê de Cûma Xelîl Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû. Cûma Xelîl Îbrahîm ku rakiribûn nexweşxaneyê, di 19’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gel Cûma Xelîl Îbrahîm 5 welatiyên din jî jiyana xwe ji dest da bûn.
Keça Bavê Teyar Leyla Cuma Îbrahîm bi nasnav Amara ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.
Leyla Cûma Îbrahîm di peyama xwe de wiha got:
“Di serî de serê Serokatî û serê Gelê Kurdistanê yê bi rûmet sax be. Ew ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest her dem xwedî nirxek têkoşer bû. Têkoşîna ku wî heta niha dida, me dît ku Gelê Kurdistanê îro xwedî li wê têkoşînê derdikeve û bersiva xwe bi têkoşînê dide.
Berî ku şehîd bikeve, di gotinên xwe yên dawiyê de wiha got ‘Em dev ji têkoşînê bernadin, em natirsin û em li vir in’. Îro gelên welatparêz ku rabûne ser lingan xwedî li wî û hevrêyên wî derdikevin. Ew meşale ya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşaleyê.
Bavê min ê ku PKK û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Ew bû vesîleya ku ez îro wî hîn zêdetir hîs bikim. Em wek girtîyên jin ên Girtigeha Erzînganê, ji malbata wî û ji malbata hevalên li cem wî şehîd bûne re sersaxî dixwazin. Ji 7’an heta 70’ê serê Gelê Kurd ê bi rûmet sax be. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û ji wan re jî sersaxî dixwazin.
Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in.”