Di pêvajoyê de ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, qonaxeke dîrokî derbas bû. Sê endamên komîsyona ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Meclîsê ava bûye, 24’ê Mijdarê li Îmraliyê sê saet û nîvan bi Rêber Apo re hevdîtinek kirin. CHP tevlî heyeta komîsyonê ya ku çû Îmraliyê nebû. Ev helwesta CHP’ê li nava raya giştî bû cihê nerazîbûnê. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû girîngiya hevdîtina bi Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.
Alî Kenanoglû diyar kir ku serdan diviyabû bibûya û ji bo wergirtina encameke baş mecbûrî bû û ragihand ku bi vê yekê re dawî li hewldanên lêgerîna li muxatabên cuda hatiye anîn. Alî Kenanoglû got, “Divê mirov serdana Îmraliyê bi çend aliyan binirxîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser pêvajoyên li cîhanê yên ji bo dawîanîna li şer û pêkanîna aştiyê, tê dîtin ku muxatabên vî karî hene. Aliyek dewlet e, rêveberên dewletê ye; aliyê din jî lîderê aliyê şerker, têkoşer e. Hevdîtinên muzakereyê jî pê re tê meşandin. Lewma ji hevdîtina bi Birêz Ocalan xwezayîtir tiştek nîne.
Ji xwe ji bo çareserkirina vê meseleyê komîsyonek ava bû, komîsyonê nêrîna her kesî wergirt. Lê belê bêyî ku bi muxatabê esasî yê vî karî, xwediyê fikrî vê vê mijarê re hevdîtinê bike, pê re yekser danûstandinê bike, nepêkan bû ku pêşketinek pêk bihata, encameke çêker bi dest bi keta. Lewma ji aliyê teknîkî ve beriya her tiştî ev mecbûriyetek bû.
Li aliyê din li nava raya giştî ya Tirkiyeyê demeke dirêj e polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin: Ne tenê desthilatdarî, CHP jî di nav de hemû partiyên din raya giştî ji vê re amade dikin; hewl dide hîn bike. Bi rengê, ‘Belê, pirsgirêka kurd heye, lê belê gotina pirsgirêka Kurd illehî nayê wateya PKK’ê, nayê wateya Ocalan, her wiha nayê wateya HDP-DEM Partî. Gelê Kurd heye, gelekî mezin heye, kes nikare wî temsîl bike, di nava her partiyê de Kurd heye’.
Li meclîsê di nîqaşan de AKP’ê digot, ‘Herî zêde wekîlên Kurd di nava me de ne’. Digot, ‘Dengê herî zêde em ji Kurdan digirin’. Lewma hewl didan muxatabên rastî tine bihesibînin, li gorî xwe saziyeke muxatabiyê ava bikin û bi vî rengî meseleyê çareser bikin. Ev yek gelek caran ceribandin. Bi rêya HUDA-PAR ceribandin; bi gotina ‘Em hemû Misilman in, em ê di nava Yekîtiya Îslamê de çareser bikin, Kurd jî bi giranî Misilman in’, hewl dan polîtîkayeke bi vî rengî bimeşînin. Suleyman Soylû bi rengekî eşkere gotibû, ‘Em weke polîtîkayeke dewletê piştgiriyê didin HUDA-PAR’ê, em ê piştî 10-20 salan encama vê wergbigirin’.”
‘DEMÎRTAŞ PÊŞÎ LI HEWLDANÊN CHP’Ê YÊN MUXATABKIRINA DEMÎRTAŞ GIRT’
Kenanoglû destnîşan kir ku hewldana muxatabiyeke cuda li qadê bêbersiv e û anî ziman ku CHP’ê bi taybetî hewl da vê yekê bi rêya Demîrtaş bike, lê belê Demîrtaş bi xwe pêşî li vê girt.
Alî Kenanoglû got, “Ti ji van li rastiya qadê nayên. Ji ber ku qad li holê ye, muxatabê vî karî diyar e. Lewma ev serdan wê êdî vê nîqaşê ji holê rake. Aliyekî vê israrê jî ji bo vê bû; ji bo pêşîgirtina li hewlana dewletê û raya giştî ıya ji bo afirandina muxatabê sexte girîng bû.
CHP’ê jî hewl da li gorî xwe Demîrtaş bike muxatab. Demîrtaş bi gotina ‘Ez ne lîderê rêxistinê me, ma têkildarî vê çi dikarim bibêjim?’ li ber vê hewldanê rabû. Lê belê raya giştî ya tiştî timî di nava hewldana avakirina muxatabiyeke alternatîf de bû. Ji ber vê jî Tevgera Azadiyê bi israr destnîşan kir ku divê serdana giravê bê kirin, ji ber ku ji bo naskirina fermî ya muxatab ev girîng bû.
Ji aliyê meşandina pêvajoyê ji niha û pê ve û çareserkirina pirsgirêkê, ev israr di cih de bû. Dema ku hûn hewl bidin bi muxatabekî sexte pirsgirêkê çareser bike, pirsgirêk çareser nabe, ji ber ku muxatabê pirsgirêkê ew nîne.
Weke xala sêyemîn jî divê ev yek bê gotin: Desthilatdariyê ev pêvajo timî weke pêvajoya ‘Tirkiyeya bê teror’ nirxand û ji bingeha xwe re jî bi vî rengî vegot. Tişta ku li qadê em bi giranî lê rast dihat ev bû: ‘Em van teslîm digirin, ji xwe qediyan, tiştekî k ubikin nîne, teslîm dibin’, psîkolojiyeke bi vî rengî hebû. Sedema di bingeha vê de jî polîtîkaya bi rengê, ‘Em van teslîm digirin, Tirkiyeya bê teror ava dikin’ bû.
Lewma hevdîtina bi Birêz Ocalan re ji aliyê psîkolojîk ve bingeh, gelê Kurd jî rehet kir. Kurdan ev yek dît: ‘Belê, ev mesele li ser muxatabiyekê tê meşandin, Birêz Ocalan muxatabê vî karî ye. Rastî ne ew e ku weke ew dibêjin ‘wê çekê dînin, mecbûr in, wekî din şensê wan nîne’, rastî ew e ku di encama muzakereyeke herdu aliyan de pêk tê.
Dema ku mirov ji van sê aliyan ve li meseleyê binihêrin, israra hevdîtina bi Birêz Ocalan re di cih de û rast bû; hevdîtin jî bi vî rengî rast bû.”
‘JI NIHA Û PÊ VE ALIYÊN QANÛNÎ YÊN MESELEYÊ MAYE’
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû destnîşan kir ku ji niha û pê ve aliyê qanûnî maye û got, “Di vê mijarê de PKK’ê gelek kar kir, li cihê ku xitimî pêşniyarên nû kir, bersiv da daxwazan. Normal piştî merasîma şewitandina çekan diviyabû aliyê hikumetê gav biavêta. Li gel neavêtina gavan jî vekişîn, valakirina qadên bi rîsk jî di nav de gelek gav hatin avêtin.
Di vir de xala krîtîk çûyîna Giravê û piştrastkirina fermî ya muxatabiya Birêz Ocalan bû. Ji niha û pê ve mesele bi temamî amadekirina qanûnan e. Êdî rê û rêbazeke din nema. Komîsyona meclîsê wê pêşniyaran bike, komîsyonên pêwendîdar jî wê li ser pêşnûme qanûnan bixebitin û qanûnên vî karî wê bêne derxistin. Ez di wê baweriyê de me ku pêvajo bêyî dirêj bibe wê temam bibe.”

