‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo li meclîsê ava bû, karên xwe dewam dike. Komîsyona ku dest bi guhdarîkirina li gel kiriye, beriya çend rojan guh da Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Kesên ku li komîsyonê qala binpêkirinên mafên mirovan, windahiyan û têkoşîna xwe kirin, girîngiya civakîbûna aştiyê careke din dubare kirin.
Kesên li komîsyonê axivîn, bang kirin ku gavên şênber ên pêwîst bi lez bêne avêtin û gotin, “Birêz Ocalan ku aliyekî maseyê ye, divê li komîsyonê amade be û lê bê guhdarîkirin.”
Dayika Aştiyê ya ku tevlî komîsyonê bû Nezahat Teke destpêkê nerazîbûn nîşanî astengiya li pêşiya axaftina wê ya bi Kurdî da. Nezahat Teke destnîşan kir ku kesên daxwaza aştî û çareseriyê dikin, beriya her tiştî divê bi zimanê dayikê re li hev bên, vê yekê înkar nekin û got, wê li her qadê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin.
Nezahat Teke got, “Ev pêvajo divê ji dil bê meşandin. Înkarkirin bi kêrî kesî nayê.”
‘BILA BI ZIMANÊ ME YÊ DAYIKÊ RE LI HEV BIKIN’
Nezahat Teke diyar kir ku li meclîsê destûr nehat dayin ku ew bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî baxivin û got, “Min xwe amade kiribû ku bi Kurdî biaxivim. Em ne li dijî ti zimanî ne, lê belê bi zimanê xwe yê dayikê me dikarîbû xwe hîn baştir bianîna ser ziman. Ez ê her tim nerazîbûnê nîşanî wan kesan bidim ên ku zimanê me qedexe dike. Eger îro ji bo çareserî û aştiyê komîsyonek tê avakirin û li vê derê li ser pirsgirêka Kurd tê axaftin, hingî di nava vê de zimanê dayikê û çand jî hene. Eger ziman û nasname tine tê hesibandin, hingî samîmiyet û baweriya bi vê komîsyonê wê bibe cihê pirsê.”
‘EM BI BALAFIRÊN ŞER HIŞYAR DIBIN’
Nezahat Teke destnîşan kir ku dayikên aştiyê di nava her şert û mercî de li gel aştiyê ne û bi vî rengî dewam kir, “Em li wê derê bûn, ji ber ku em naxwazin dayikên din bigirîn. Em doh li Silêmaniyeyê bûn, îro jî li Enqereyê ne. Em dixwazin ev pirsgirêk tavilê çareser bibe. Lê belê hîn jî her sibehê em bi dengê balafirên şer hişyar dibin.”
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN LI KOMÎSYONÊ AMADE BE’
Nezahat Teke ragihand ku ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Rêber Apo muxatab bê dîtin û got, “Îro mîmarê aştiyê Birêz Ocalan e. Mirov li bendê ne ku pêvajo jinûve bi heman rengî destpê bike. Heyşt meh derbas bûn, lê hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin. Divê Birêz Ocalan karibe li vê komîsyonê biaxive û weke muxatab li komîsyonê amade be.”
Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz jî ku beşdarî komîsyonê bû, anî ziman ku ew komîsyonê ji her alî ve girîng dibînin. Yilmaz destnîşan kir ku ne tenê partiya desthilatdar û hevkarên wê, girîng e ku hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî pêvajoyê bibin.
Yilmaz got, “Ji bilî ÎYÎ Partiyê partiyên din hemûyan nûnerên xwe tevlî komîsyonê kirin. Lewma em pêvajoyê girîng dibînin. Komîsyonê li Mirovên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û rêxistinên civakî yên sivîl ên din guhdarî kir, guh da pêşniyarên wan. Dikarim bibêjim ku hevdîtin erênî derbas bû.”
‘BINPÊKIRIN DIVÊ BI DAWÎ BIBIN’
Yilmaz işaret bi pêvajoya bêçekbûnê kir ku PKK’ê da destpêkirin û anî ziman ku ji bo entegrasyona civakî divê sererastkirinên qanûnî bi lez bikevin meriyetê. Yilmaz got, “Piştî danîna çekan, ji bo veguherîna civakê divê qanûnên entegrasyonê bêne amadekirin ku vê pêvajoyê hêsan bike. Ji damezrandina komarê û vir ve hin mesele hene ku hîn jî nehatine çareserkirin. Divê cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdî Nûrsî bêne tespîtkirin û radestî malbatên wan bêne kirin, ku ev yek wê baweriya bi pêvajoyê zêdetir bike.”
Yilmaz her wiha destnîşan kir ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bêne anîn.
‘GIRÎNG E KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN’
Yilmaz diyar kir ku li girtîgehan krîzeke cidî ya mafên mirovan heye û got, “Bi rêya Desteyên Çavdêrî û îdareyê cezayên mehkûman di pratîkê de tê dirêjkirin. Şert û mercên ragirtina girtiyên nexweş divê bêne sererastkirin, newekheviya li qanûna înfazê û cihêkariya li Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê divê tavilê bêne bidawîkirin. Divê komîsyonên heqîqetê bêne avakirin. Îro li Tirkiyeyê nêzî 303 gorên komî yên nehatine vekirin hene. Tê texmînkirin ku van gorên komî nêzî 4 hezar cenaze hene. Divê ev gor li gorî protokolên navneteweyî bêne vekirin, delîl bêne komkirin û lêpirsîneke bi bandor bê meşandin.”
‘DIVÊ PÊVAJO CIVAKÎ BIBE’
Ercan Yilmaz destnîşan kir ku bêdengbûna çekan bi tena serê xwe têrê nake û got, “Divê civak bibe parçeyekî vê pêvajoyê. Divê rûbirûbûn bi travmayên rû dane bê kirin, bi rengekî fermî lêborîn bê xwestin û pêvajoya tazmînkirinê bê destpêkirin. Ji vî alî ve avabûna komîsyonê dereng jî maye. Xwezî berê hatibûya avakirin û tevlî merasîma çekdanînê ya 11’ê Tîrmehê bibûya. Her wiha diviyabû weke aliyê meseleyê li Birêz Ocalan û endamên PKK’ê guhdarî bikira.”