Desthilatdariya AKP’ê polîtîkayên xwe yên li dijî pirsgirêka Kurd, di salên dawî de bi guhertinên girîng didomîne. Polîtîkayên ku di navîna salên 2000’ê de hatine destpêkirin, bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re veguherî polîtîkayên şerê topyekûn. Ev konsepta şer li Kurdistanê bû sedem ku pevçûn jinûve zêde dibin û operasyonên leşkerî dijwar bibin û bajarên Kurdan jî hatin hedefgirtin. Parçeyên Kurdistanê û derveyî Tirkiyeyê jî, bûn hedefa van polîtîkayan.
Di qonaxa dawî de jî zextên li ser zimanê Kurdî zêde bûn, qadên bikaranîna ziman hatin tehdîtkirin û kiryarên çandî yên mîna govendê, hatin cezakirin. Em têkildarî siyaseta îmhayê ya ku di 20 salên dawî de desthilatdariya AKP’ê bi hevkariya MHP’ê li ser gelê Kurd pêk tîne, bi Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Keskîn Bayindir re axivîn.
Keskîn Bayindir diyar kir ku bi sîstema tecrîdê re polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd jinûve şikil girt û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê di salên destpêkê de di bin navê ‘hewldanên demokratîk’ de, ket nava hin hewldanên sixte û piştre li ser esasê tifaqên ku bi cemaat, dewleta kûr û nîjadperestan re çêkirî, car din rêya înkarkirina gelê Kurd hilbijart. Bi vî rengî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd, hatin nûkirin û bi AKP’ê û beşên pê re tifaq çêkirî dewam kir. Dijminatiya li hemberî Kurdan bi esareta Birêz Ocalan hate nûkirin û bi ‘Plana hilweşandinê û înkara pêvajoya çareseriyê’ car din hate nûkirin. Pêvajoya ku bi înkara pêvajoya çareseriyê destpê kirî, pêvajoya şerê topyekûn a li dijî gelê Kurd bû. Helbet bi vê pêvajoyê re desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ji ber ku di stratejiya ‘parçe bike-rêve bibe’ de têk çû, konseptên nû xiste dewrê. Di pêvajoya şoreşa Rojava de xwest Kurdan parçe bike, lê ev yek bi ser nexist. Li ser Başûrê Kurdistanê bi xeta xiyaneta PDK’ê ket nava hewldaneke nû ya parçekirinê, lê belê karî vê yekê encex bi malbateke herêmî ya ku tenê berjewendiyên xwe esas digire re sînordar bihêle. Armanc kir ku îradeya siyasî û civakî ya gelê Kurd bi rêve bibe, lê nekarî vê yekê pêk bîne. Dema ku di van hemû hewldanên xwe de bi ser neket, bi hêzên tarî yên dewletê re ‘plana hilweşandinê’ heta roja me ya îro domand. Polîtîkayên qeyûm jî bû parçeyekî girîng ê vê pêvajoyê.”
Bayindir destnîşan kir ku desthilatdariya Erdogan-Bahçelî îro hatiye ber hilweşînê û wiha pêde çû: “Ji bo pêşî li vê hilweşînê bigire, ti rêya ku neceribandî nehişt lê belê çi ji wan bi kêr nehat. Her carê li hemberî îradeya berxwedanê ya gelê Kurd, destvala vegerî Enqereyê. Tifaq guhertin, hevkarî çêkirin û konseptên nû xistin dewrê. Lê belê di yek tiştê de jî guhertin çênekir û israra xwe domand: Helwesta xwe ya di dijminatiya li hemberî Kurdan de, daîmî hişt. Ji bo ku li Rojava destkeftiyên Kurdan bifetisîne û têkoşîna azadiya Kurdan tasfiye bike, bi destê netew-dewlet û çeteyan serî li hemû rêyan da. Navendên mîna Efrîn û Serêkaniyê dagir kir û bi destê çeteyan xwest çêkera demografîk a Kurdistanê biguhere. Di vê pêvajoyê de helbet sûcên şer û mirovahiyê jî kir. Heman konsept îro li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Tevî piştgiriya bloka Rojhilat-Rojava jî her carê desthilatdariya AKP-MHP’ê di polîtîkaya derve de têk diçe û îro jî di sêgoşeya DYE-NATO û Rusyayê de li ser dijminatiya Kurdan hesaban dike. Di bin navê polîtîkayên şer de birçîtî, xizanî, koç û ya herî girîng jî dûrxistina ji îradeyê, li gelê Kurd tê ferzkirin.”
Bayindir bal kişand ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji sala 2011’an ve dewam dike û ev tişt bilêv kir: “Vî şerî tenê qirkirin, xizanî û trajedî ji gelên Rojhilata Navîn re anî. Em dikarin bêjin ku, xaka Sûriye û Rojava ji wê demê ve bû qada ku netew-dewlet ji bo şerên wekaletê diyar dikin. Helbet weke taşeronê vî şerî, Erdogan diyar kirin. Hêza ku di navenda van şerên wekaletê de cih digire jî, gelê Kurd e. Ev şer wê ji bo serweriya li ser Kurdan û bidestxistina Rojava, diyarker ba. Lewma Rojava û Kurd xistin navenda şer. Lê belê hemû hesabên ku her du aliyan kirî, bi Şoreşa Rojava hatin pûçkirin. Rejîma Erdogan di polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê de, têk çû. Erdogan çeteyên paramîlîter ji xwe re kir pranga û ji ber şer jî krîza aborî kûrtir kir. Niha li ser Rojava ketiye nava hewldana planên nû. Li aliyê din ev demek dirêje li Başûr jî şer dewam dike û bi taybetî jî dewleta Tirk bi çekên kîmyewî, sûcên şer kir.”
Bayindir ragihand ku armanca êrîş û zextên li ser siyaseta demokratîk, tasfiyekirina Tevgera Siyasî ya Kurd e û got: “Lewre îro li Tirkiyeyê hêza ku têkoşîna siyaseta demokratik dimeşîne Tevgera Siyasî ya Kurd e û hêzên şoreşger û demokrat ên bi wê re tevdigerin in. Dîroka siyasî ya Tirkiyeyê vê radixe ber çavan. Ji berê heta niha Tevgera Siyasî ya Kurd bi awayek pergalî hat hedefkirin. Taybetî jî ji salên 90’î vir ve têkoşîna siyaseta demokratîk a Kurdan wek polîtîkayeke dewletê bi operasyonên pergalî xwestin felç bikin an jî bi girtina partiyên siyasî re xwestin bi temamî tasfiye bikin. Hemû hewldanên ku Tevgera Siyasî ya Kurd hedef digirtin wek derbe û lekeyekê reş ketin dîroka siyasetê. Bi taybetî jî girtina partiyên siyasî yên ku îradeya gelê Kurd temsîl dikirin. Ligel hemû hewldanên tesfiyekirinan jî Tevgera Siyasî ya Kurd her carî bi rengekî hîn xurttir meşa xwe domand. Di dîroka Tirkiyeyê ya siyasî de ketina cihekî diyarker, çarenûsa hilbijartinan diyarkirina wê û di rêveberiyên xwecihî de serkeftinên ku bi dest xistî, encamê hêza feraseta siyaseta demokratîk a gelê Kurd e. Wek siyaseta Kurd em vê deyndarê hişmendiya paradîgmaya Birêz Ocalan a, ‘civaka demokratîk, ekolojik û adadiya jinê’ ne. Ev bername, siyaseta demokratîk araste dike. Ji ber vê tevgera siyaseta Kurd bi awayek pergalî di bin zext û pencê tesfiyê de tê girtin. Siyaseta derbe ya desthilatdariyê û hişmendiya siyasetê ya partiyên muxalefetê yê ku sînorê dewletê derbas nake valatiyekî çêdike û ev valatî jî xitimandinek bi xwe re tîne. Ev bi salan e di rojevê Tirkiyeyê de ye.
Lê belê hişmendiya me ya siyaseta demokratîk a ku li ser xeta “riya sêyem” a Birêz Ocalan pêş dikeve ji qeyranên kut ê jiyandin re dibe modela çareseriyê. Ev bandor, hewldanên li hemberî siyaseta me ya demokratîk jî bir astekê cuda. Di dema nêz de operasyonên KCK’ê, dozên Kobanê, bi polîtîkayên qeyûmê re xespkirina şaredariyan siyaseta me ya demokratîk raste rast hedef girt. Bi hezaran hevalên me yên şaredar û parlementer di encamê derbeyên siyasî de hatin darizandin û girtin. Di serê pirsgirêkên ku di encama zextan derdikevin de, çareser nekirina pirsgirêka Kurd tê. Çareser nebûna pirsgirêka Kurd dihêle ku polîtîkayên şer kûrtir bibin, nirxên demokratîk xera bibe, azadiya fikrî were hepskirin û pirsgirêkên civakî mezintir bibin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Keskîn Bayindir ev tişt jî diyar kirin: “Wek me got, desthilata AKP-MHP’ê niha hilweşînek dîrokî jiyan dike. Derbeyên ku di hilbijartinên xwecihî de girtî, hişt ku ev hilweşîn mezintir bibe. Ev jî rejîma Erdogan xist panîkê. Pêşigirtina vê hilweşînê kirine rojeva xwe ya esasî. Di milekî de şerê Rojava û Başûr didomîne, di milê din de jî xwe bi şerê taybet dipêçe. Di çarçoveya şerê taybet de vegerî daneyên rejîma Kemalîst. Ev dane çi ne? Daneyên înkar û îmhakirina nasname, çand, hûner, ziman û nirxên Kurd e. Ji ber vê pêşketinên ku di rojên dawî de tên jiyandin pêwîste bi sivikî neyê nirxandin. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke înkar û îmhakirina topyekûn heye. Dixwazin Kurdên xwe çêkin. Polîtîkayên şerê taybet ji ber vê di dewrê de ye.
Wateya zextên li ser çand û zimanê Kurdî qirkirina çandî ye. Ji serdema komarê û vir ve eger helwesta dewletê li hemberî Kurdan neguherîbe, di bin vê de qirkirina çandî heye. Em dikarin hebûna rastiya civaka Kurd li ser çanda wê binirxînin. Çîroka berxwedana çanda Kurd, biryardariya berxwedana gelê Kurd e. Li hemberî çand û zimanê Kurd riya encamgir, di asta hişmendiya neteweyî û demokratîk de xwedî derketina nirxên çandî re pêkan e. Heger di parçeyekî Kurdistanê de çand û zimanê Kurdî di bin zextê de bê girtin, ev tenê ne pirsgirêka wê herêmê ye. Pêwîste ev wek pirsgirêkê netewî bê nirxandin û di vê çarçoveyê de bertek bê nîşandayîn. Her çendî sînorên heyî bi destê serweran hatibe xêzkirin û dixwazin perçe bikin û rêvebibin jî, nirxên me yên çandî û dîrokî yek û hevpar in. Pêwîste xwedî derketina me jî, têkoşîna me jî bi vê hişmendiyê pêş bikeve. Û pêwîste ev nêzîkatî tenê bi gelê Kurd re bisînordar nemîne.”