Şemî, 6 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Divê aşitî neyê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferans: Modela entegrasyona demokratîk ji bo aştiyê zemînek xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kevana Zêrîn hunermend Bavê Teyar bi bîr anî
Kurdistan

Kevana Zêrîn hunermend Bavê Teyar bi bîr anî

Koordînasyona Kevana Zêrîn hunermend Cuma Xelîl (Bavê Teyar) bi bîr anî ku li Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû û banga xwedîderketina li helwest û xîreta Bavê Teyar li hemû hunermendan û gel kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kevana Zêrîn ji ber şehadeta şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di nav gengeşeya ku tevahî cîhan tê de karesatên derveyî mirovahî jiyan dike, yê ku bi me mirovan ferqa wate û hestkirina mirovbûnê dide avakirin huner e. Ev huner e ku hêza afirandinê û xwe gihandina lutkeya wateyê bi me mirovan dide avakirin. Hunera mirov ferqa watedayînê ye, hunera mirov ferqa avakirinê ye, xuliqdariyê ye û her wiha hunera mirov helwest, hilbijarde û xîreta herî bi hêz e. Hunermend bi hunera xwe di encama vê hilbijarde, helwest û xîretê ji tevahî mirovên din cuda dibe û rê nişan dide. Nemiriya hunermend bi vî hawî pêk tê.

BENDAVA TIŞRÎNÊ BÛ DIKA WÎ YA HERÎ DAWÎ

Li gorî vê ferasetê hunermendên Kurd her tim ji civaka xwe re, ji mirovahiyê re rênîşaner û hêza wateyê bûne. Tevahî dîroka azadiya Kurdistanê bi mînakên bi vî hawî dagirtîne. Hozan Sefkan, Hozan Serhed, Hozan Mizgîn, Sarya Baran û bi dehan navên din ên pîroz rênîşanerê vê yekê ne. Û herî dawî jî hunermendê şanoger, Cuma Xelîl ku tevahî hezkiriyên wî, ew weke Bavê Teyar nas dikirin, mînaka herî nêz, rûmeta herî qedirbilind a vê dîrokê bû. Şanoya xwe li jiyana xwe barkiribû. Jiyan ji bo wî dikeke berfireh, kur û bi wate bû. Ji ber vê, heqîqeta jiyanê li ser dikê, li kolan û her devereke jiyanê rolên xwe yên şanoyê ji dil û can leyist. Herî dawî jî vê erka xwe ya pîroz, vê rênîşaneya xwe ya helwesta hunermend, di eniya parastina welatê xwe de, di eniya parastina ramanê azadiyê de nişan da. Dika wî ya herî dawî Bendava Tişrînê bû, ew bendav bû ku êdî weke bendava berxwedanê, bendava şehîdan dihate binavkirin. Bendava Tişrînê kire dik ji hilbijardeya xwe ya azadiyê re, ji helwesta xwe ya li hemberî dijminê ax û gelê xwe re û vê di rolê sereke de di eniya herî pêş de bi cîh anî. Û di wê eniya herî pêş de şehîd bû.

ROLA BERXWEDÊREKÎ BI DILÊ XWE LÎST

Bi vî hawî bû parazvanê mirasa hunermendiya azadî û rûmetê. Bi vî hawî nişan da bê nemiriya hunermendê Kurd çawa ye. Bi vî hawî herî dawî rolê berxwedêrekî bi dilê xwe leyist. Şanogeriya Kurd a ku ji Şehîd Sarya Baran, Baran Sarya, Yekta Herekol û Hêvî Şanogeran ve weke mîraseke bêhempa xwe gihandibû heta roja me ya îro, di şexsê Bavê Teyar Cuma Xelîl de di vî şerê rûmet û azadiyê de gihîşte lutekeyê.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI XÎRET Û HELWESTA BAVÊ TEYAR

Em weke Komîteya Kevana Zêrîn, bi vê şehadete, ji bo bilindkirin û parastina vê mirasa bêhempa ya şehîdan xwe bêtir berpirsiyar dibînin. Şehîdên me ku rîşaneyên me ne raserî her tiştî ne. Her wiha em bang li gelê xwe jî dikin da ku xwedî li wê helwest û xîreta ku Bavê Teyar heta kêliya dawî jî bi dil û can pêk anî derkevin. Bang li tevahî hunermendên azadîxwaz û xwedî hilbijardeya jiyana azad û rûmetê ne jî dikin da ku li derdora wateya şehîd Cuma Xelîl Bavê Teyar derkevin.

Hunera me ji bo azadiyê ye, hunera me ji bo jiyana bi rûmet e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara binçavkiriyan bû 20
Nûçeya Pişt re Bavê Teyar hunermendekî wêrek bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Enfal û bêhaybûn: Divê ev roj neyê jibîrkirin

Ez hêvî dikim hewl bê dayîn da ku tu dîlan û şahî nekevin nav vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk cotkar bombebaran kir: 2 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker li gundê El Heymar ê rojavayê Girê Sipî cotkar bombebaran kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê ji sedî 98 astengdar hat berdan

Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar û 6 sal bûn li Girtîgeha Tîpa R…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Zagros hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?