În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo rojnamevan Osman Kiliç û helbestvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi lez bikeve nava hewldanan!
Kurdistan

KJK: Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi lez bikeve nava hewldanan!

Koordînasyona KJK'ê got, "Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo dawîanîna li vê dijminatiya li hiqûqê ya li Îmraliyê divê bi lez bikeve nava liv û tevgerê. Divê ne li êşkenceyê temaşe bike, lê asteng bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li Îmraliyê ku sîstema êşkenceyê heye û têkiliya bi Rêber Apo re bi temamî hatiye qutkirin, rejîmeke taybet a li derveyî mirovahiyê di meriyetê de ye. Dewleta komara Tirk a faşîst qirker û desthilatdariya AKP-MHP’ê jiv ê qirkirinê berpirsyar in. Heta ku ev sîstem ji holê neyê rakirin di serî de jin û ciwan gelê me wê azad nebe.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17’ê Îlonê de ji bo vê mijarê nîqaş bike li hev kom bû û 20’ê Îlona 2024’an daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Îmraliyê binpêkirin heye. Li gel vê yekê diyar kir ku wê salekê bişopîne û di Îlona 2025’an de karibe biryareke navberê bide.

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ KURD E

Bi taybetî Rêber Apo 43 meh in di rewşeke bêtêkiliya mutleq de tê ragirtin. Li gel vê yekê Rêber Apo 26 sal in li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê tê ragirtin. Hewl didin ku ji cîhanê û gel bê îzolekirin. Sîstema Îmraliyê êrîşa li dijî îradeya gelê Kurd e ku ji bo hebûn û azadiya xwe li ber xwe dide. Şerekî qirkirinê ye. Êrîşek ji bo tinekirinê ye, çikandina kokê ye. Hebûna vê sîstemê her roj weke êrîşek li dijî jin, ciwan, çand, ziman, bawerî, rêbaza jiyanê, hebûn û azadiya Kurdan di pratîkê de ye. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî dike, encama êrîşên qirkirinê bandorê li hemû Kurdan dikin ku li cîhanê belav bûne. Heta ku sîstema Îmraliyê bi vî rengî neyê pênasekirin her şîroveya bê kirin wê bê wateya erêkirina siyaseta qirkirinê. Ragirtina mirovekî di nava van şert û mercan de ku bi milyonan mirov weke Rêberê xwe dibînin êşkenceya li milyonan mirovî ye. Ev sîstema êşkenceyê ya li ser Rêbertî sîstemeke êşkenceyê ya li ser tevahiya gelê Kurd, mirovahiya cîhanê ya ku temsîliyeta modernîteya demokratîk û Rojhilata Navîn dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qirker bi sîstema Îmraliyê hewl dide gelê Kurd terorîze bike, bi vê rêyê gefê li hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bixwe, dîktatoriyê bike. Li Tirkiyeyê faşîzmek welê heye ku xweziya xwe li faşîzma Hîtler tîne. Li Tirkiyeyê hêzên demokratîk ên Tirkiyeyî nikarin bijîn. Çavkaniya van hemûyan sîstema Îmraliyê ye. Ev biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wergirtiye, rê dide wê yekê ku faşîzma li Kurdistanê di asta qirkirinê de ye û li hemberî derdorên rewşenbîr-demokrat ên Tirkiyeyê tê meşandin, dewam bike.

DIVÊ RÊBERÊ ME BI FÎZÎKÎ AZAD BE

Sîstema Îmraliyê sîstemeke welê ye ku hebûn û wateya mirovahiya cîhanê lê tê tecrûbekirin. Ji ber vê yekê dostên gelê me yên li tevahiya cîhanê li hemberî tecrîda mutleq û êşkenceya li ser Rêberê me di nava çalakiyan de ne. Mirovên têne naskirin, ramanger û yên ku li qadên huner, siyaset, zanistî û felsefeyê pêşengiyê dikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me bang kirin, name nivîsandin û ketin nava hewldanan. 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin di heman çarçoveyê de bang kirin. Ji Rojhilata Navîn heta bi Abya Yala, ji Asyayê heta bi Efrîkayê li her qadê, bi kurtasî li hemû parzemînan gel, sazî û rêxistinan ji bo Rêberê me kampanya meşandin, çalakî kirin, daxuyanî dan. Daxwaza hevpar a mirovahiya cîhanê, hesreta wan azadiya Rêber Apo ye.

Rêberê me afirînerê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ev dirûşm şêweyê herî cewherî, bi wate, xurt û bedew ê vegotina daxwaza jiyana azad e ku mirovahiyê digihîne hev. Ev dirûşm di heman demê de bilêvkirina azadiya Rêbertî ye. Rêberê me ku ev dirûşm afirand, ev felsefeya jiyanê ava kir û mirovahiya li tevahiya cîhanê di heman gotin û çalakiyê de gihand hev, li dora heman nirxên bedew ên mirovahiyê civand, di nirxên demokratîk de li hev kom kir, divê êdî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.

KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ DIVÊ ŞERT Û MERCÊN AZADIYA FÎZÎKÎ IYA RÊBER APO BIAFIRÎNE

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku îdîa dike ew qîmetê dide nirxên demokratîk, encama ku ji nîqaşên wê dihate hêvîkirin ew bû ku heqîqetê ji xwe re bike esas û sîstema êşkenceyê ya dewleta Tirk bi rengekî rast pênase bike. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku binpêkirin heye. Li Îmraliyê binpêkirin heye, lê belê ji binpêkirinê wêdetir tecrîdeke mutleq û êşkenceya bi rêk û pêk heye. Rêberê me 43 meh in nikare bi parêzer, malbat, saziyên demokratîk û nûnerên siyasî yên ku derfetên xwe yên hevdîtinê hene, hevdîtinê bike. Ev rewşa agahîwernegirtinê di serî de jin û ciwanan gelê me bi hêrs dike. Ev hêrs her gavê mezin dibe û dûrî konfederalîzma demokratîk a ku Rêberê me ji bo Rojhilata Navîn destnîşan kiriye, xizmetê ji mezinbûna zinarê navbera gelan vedike. Ev rewş gefê li ser jiyana aştiyane, azad a mirovahiyê dixwe. Nayê qebûlkirin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê çavên xwe ji van rastiyan bigire. Jİ ber vê jî divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara xwe ji nû ve binirxîne û sîstema Îmraliyê bi rengekî rast pênase bike.

Sala ku weke muhletê hatiye dayin, çi ber çi ye? Nedîtina hovîtî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk ji bo salekê, bi kêrî Kurdan, mirovahiya cîhanê û Konseya Ewropayê nayê. Jihevxistina sîstema Îmraliyê, afirandina şert û mercên jiyana azad a Rêberê me, wê bibe sedem ku Tirkiye li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropayê li ser bingeha demokratîk guhertinan bike. Nayê qebûlkirin ku pêvajo heta Îlona 2025’an bê dirêjkirin. Rêberê me 26 salên temenê xwe di nava şert û mercên dûrî ji tenduristiyê yên Îmraliyê derbas kir û niha 74 salî ye. Dirêjkirina saleke din a vê pêvajoyê dûrî bendewariyên gelê me, jinan û tevahiya gelên cîhanê ye, destûrdayina ji kiryarên qirker ên delweta Tirk e, ji bo Konseya Ewropayê jî rewşeke welê ye ku nayê qebûlkirin.

Em biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wergirtiye têrker nabînin. Bi vê biryarê re sîstema êşkenceyê ya li ser Rêberê me ji nedîtî ve hatiye, ji bo ev sîstema qirker ji aliyê dewleta Tirk ve bê dewamkirin destûr hatiye dayin.

Em ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dixwazin û hêvî dikin ku di mijara êşkenceya li ser Rêberê me de bi xurtî hişyariyê bide dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP’ê, ji bo rawestandina êşkenceyê gavên pratîkî biavêje. Divê polîtîkaya xwe biguherîne ku nobedariya sîstema Îmraliyê ji dewleta Tirk re dihêle û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêne afirandin. Ya ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê hêvîkirin ev e.

KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ JI BO DAWÎ LI DIJMINATIYA LI HIQÛQÊ YA LI ÎMRALIYÊ BÎNE DIVÊ BI LEZ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Dewleta Tirk bi cezayên dîsîplînê yên bi hincetên bêbingeh û bi rêbazên cezakirinê yên kes pê nizane û nabîne li Îmrlaiyê rejîmeke qirkirinê dimeşîne. Bi vê rêyê sîstema êşkenceyê her roj nû dike, di heman demê de hewl dide rewşa hiqûqî ya ‘mafê hêviyê’ ji holê rake. Ji aliyê hiqûqî ve jî rêyên têkoşînê digire, biryarên siyasî dide, hiqûqê li gorî berjewendiyên desthilatdariya xwe binpê dike ku zerarê dide hesta edaletê ya gelên me. Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hiqûqê dîroka mirovahiyê qetil dike. Divê bê zanîn, Rêber Apo hêviya jiyana bi wate û azad a yekane ya gelê Kurd e. Jin û gelê Kurd bi xurtî bi vê zanin. Ji ber vê yekê jî têkoşîn wê hîn bi xurtî dewam bike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo dawîanîna li vê dijminatiya li hiqûqê ya li Îmraliyê divê bi lez bikeve nava liv û tevgerê. Divê ne li êşkenceyê temaşe bike, lê asteng bike.

Gelê Kurdistanê û dostên wan, saziyên azadîparêz û demokratîk, rêxistinên sosyalîst şoreşger ên li Kurdistanê û tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî kampanyayê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de bi sed hezaran mirov her roj li qadan e, li çalakiyan e. Ev têkoşîn wê ti carî nesekine, wê her mezin bibe û heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê dewam bike. Ji ber vê jî em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku bexwedana jinên berxwedêr, gelan û mirovahiya cîhanê fêhm bike, rastiyê bibîne û li aliyê rast ê dîrokê bisekine. Di vê mijarê de em bang li raya giştî jî dikin ku bi baldarî û berpirsyarî tevbigere.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mexmûrê tûrnûvaya satrancê bi dawî bû
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Seyît Evran di hevpeyvîneke xwe ya dawî de qala xiyaneta PDK’ê kiribû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên ku êrîşî Helebê kirin, di lîsteya cezayan de ne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku komên çete yên êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Farqînê stasyona bazê hate şewitandin

Li Farqînê ciwanên ku li dijî desteserkirina îradeyê daketin qadan agir berdan stasyoneke bazê.

Ji aliyê Stêrk TV

Doza Kobanê ya duyemîn destpê kir

Rûniştina destpêkê ya ‘Doza Kobanê ya Duyemîn’ ku derbarê 5 parlamenterên berê yên HDP’ê hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo rojnamevan Osman Kiliç û helbestvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?