Çarşem, 4 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 4’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî gundiyên li dijî projeya GES’ê derdetin kirin: 16 kes hat binçav kirin, 4 kes birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdanên Heyeta Îmraliyê yên li girtîgehan: Dixwazin di nava mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Li Girtîgeha Zarokan a Hatayê binpêkirinên giran hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Çareserî di avakirina Komara Îranê ya Demokratîk de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hejmara girtiyan bû 30

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wargeha Mexmûrê hevşaredar hatin hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê êrîşî avahiya NY’ê ya berê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 957’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê hinardekirina neftê rawestiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Bi pêngava “Niha dema jinê ye” wê pêvajoya avakirinê ya pozîtîf bê mezinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê qetilkirina Yenar Mihemed bi tundî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em kolanan veguherînin qada berxwedanê
Jin

KJK: Em kolanan veguherînin qada berxwedanê

KJK'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya dijminê jinê û zayendîperest, divê em jin kolanan veguherînin qada berxwedanê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê me yê hêja, jin, ciwan, alîgirên demokrasî û azadiyê, dostên me, careke din bi êrîşeke desthilatdariya faşîst a dijminê Kurdan û jinan re rû bi rû man. Heta ku faşîzm neyê têkbirin û tinekirin, nepêkane ku dem û rojên ronî bên. Heqîqeta yekane û rastî ew e ku ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya faşîst û hemû aparatên wê, divê têkoşîn di asta serhildanê de bê bilindkirin, helwest li dijî desteserkirina îradeyê bê nîşandan û berxwedan bê kirin. Em careke din bi bawerî û piştrastiya ji xwe dibêjin, ev desthlatdariya dijminê jinê, dijminê Kurdan, qirker û faşîst wê têk biçe. Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku bi dengê di asta rekorê de hatin bidestxistin, careke din ji aliyê desthilatdariya faşîst, dijminê jinan û Kurdan ve hate desteserkirin û qeyûm li ser hate danîn. Şaredariya Esenyûrt a Stenbolê jî di 1’ê Mijdarê de hate desteserkirin. Yekane sedema vê jî ew bû ku şaredar Ahmet Ozer Kurd e. Desthilatdariya Tirkiyeyê ku versiyona Tirkiyeyê ya Hîtler e, ji tirsa windakirinê careke din êrîşî îradeya jin û gelê ukrd kir û tine hesiband. Li hemberî vê êrîşa bêperwa ya dijminatiyê, ji bilî berxwedan û têkoşînê sekneke din divê neyê qebûlkirin. Li tevahiya Tirkiyeyê şaredara Êlihê bi dengê herî zêde hate hilbijartin. Xuya ye vê yekê desthilatdariya zayendîperest, neteweperest, nijadperest û dijminê jinê gelekî aciz kiriye. Eşkere ye ku em ê van êrîşan hemûyan bi berxwedan û têkoşînê têk bibin. Klîka faşîst a AKP-MHP’ê wê winda bike, jin û gel wê bi ser bikevin.”

BERXWEDAN DIBE PARA GELAN Û JINAN

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“Gel û jinên me yên hêja!

Meheke me li şanoyeke vê desthilatdariyê temaşe kir ku bi xwe amade kir û bi xwe lîst. Xuya ye fêhm kiriye ku ti temaşekarên vî lîstika wan nîne, dîtiye ku Kurd, jin, hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê jê bawer nekiriye, lewma bi tirsa windakirinê êrîşên we hîn berfireh û giran kiriye. Ev desthilatdariya faşîst ku 22 sal in li Tirkiye û Kurdistanê xwînê bi gelan dide verişandin, herî zêde ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan, Kurdan û jinan ve tê naskirin. Em zanin ku her gotin û gaveke xweş, ji bo mayindekirin û ewlekirina desthilatdariya xwe ya faşîst diavêje. Tê fêhmkirin ku nîqaş û hevdîtinên li ser amadekirina destûra bingehîn a nû, her wiha silavdayina Bahçelî û bangên li Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin, hemû di çarçoveya vê konseptê de li ser zemîn û qadeke nû ya êrîşên îmhayê têne meşandin. Bi vê konsepta nû ya êrîşan careke din eşkere bû ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo Kurdan, jinan û gelan gavekê neavêje, ji dil nîne ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Cezayê dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê ya ji bo sê mehan careke din li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn, wêne û rengê polîtîkaya tê meşandin jî nîşan da. Di nava mehekê de ji gotina ‘Divê em yekîtiya xwe ya navxweyî xurt bikin’ derbasî gavên têkbirina çareserî û yekîtiya navxweyî bû, ku ev yek jî nîşan dide ku tirsa xwe ya windakirinê gelekî mezin e. Careke din hate fêhmkirin ku ji bilî têkoşîneke xurt a li dijî vê desthilatdariyê, bendewarî nêzîkatiyeke rast nîne. Berxwedan û têkoşîn dibe para gelan û jinan. Ev desthilatdariya faşîst divê di dema herî nêz de bê têkbirin. Ya ku divê bê kirin ev e.

Hewce ye bê zanîn ku wê li aliyekî êrîşên qirkirinê li her derê belav bikin û li aliyekî jî polîtîkayên parçekirinê, şaşkirin û xwegîrokirinê bi rê ve bibe.  Divê em bizanibin ku wê dibin navê gelê Kurd û têkoşîna wan de polîtîkayên xumanîkirina mixatab û mekanîzmayan û polîtîkayên avakirina dubendîtî û parçeperestiyê  ya di nava xeta Kurd a şoreşger de bimeşînin. Polîtîkayeke hevşib li ser beşên mixalîf ên din jî dimeşîne.  Ji ber wê yekê li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hemû aliyên welatparêz, demokrat û şoreşger yên li Tirkiye û Kurdistanê hêzên xwe bikin yek, berxwedaneke mezintir nîşan bidin û têkoşînê mezintir bikin.  Weke jin,  ji bo ku em di zûtirîn demê de ji vê desthilatdariya zayendperest û dijminahiya jinan dike, rizgar bibin, divê em kolana veguherînin qadên têkoşînê.  Wê biçin, kêm ma. Heya ku ev desthilatdarî neçe, tevî ku wê qetilkirina jin û zarokan, krîz û jinavçûna aborî û civakî nayê astengkirin û wê bi demê re kûrtir û zêdetir jî bin.  Tekane rizgarbûn, rizgarbûna ji vê desthilatdariya faşîst e. Divê armanca me ya ewil û sereke ev be. 

DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN

Heta ku mafên nasname, ziman, çand yanî mafên kolektîf ên gelê Kurd neyên bicihanîn û çareserî neyê pêkanîn, li Tirkiyeyê demokrasî, azadî û aştî pêk nayê. Tirkiye tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare pêşî li kuştina jin û zarokan, pirsgirêkên civakî û aborî û rizandinê bigire. Em jin divê bi vê rastiyê zanibin û weke jin û gelan hêza xwe bikin yek, ji bo afirandina Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye û demokratîk bûye, têkoşîna xwe mezin bikin.  Ji bilî têkoşîn û berxwedanê divê jin û gelê me guh û çavên xwe ji gotin û polîtîkayeke din bigirin. Yekane çareserî û çare berxwedan e, têkbirina vê desthilatdariya faşîst e, bidawîkirina desthilatdariyê ye. Em bang li jinan, ciwanan, gelê me, hêzên demokrasiyê û hemû hêzên berpirsyar dikin ku li ser vê bingehê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em hemû kolanan bikin qada çalakiyê!
Nûçeya Pişt re TJK-E: Em li her derê berxwedanê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Her gotineke Rêbertî ji bo me ferman e’

Şêniyên Wargeha Mexmûrê anîn ziman ku divê dewleta Tirkiye gavek berbiçav ji bo pêvajoyê bavêje…

Ji aliyê Stêrk TV

42 malbat ji kampeke Dihokê vegeriyan Şengalê

Ji kampeke Dihokê 42 malbatên Şengalî yên di dema fermanê de koçber bûn vegeriyan cih…

Ji aliyê Stêrk TV

Gule li hewşa girtîgehê danîn

Li girtîgehên Tirkiyeyê êşkence û zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîgdem Dogû: Bi pêngava “Niha dema jinê ye” wê pêvajoya avakirinê ya pozîtîf bê mezinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?