Çarşem, 15 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îranê kesekî din hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din cezayê qedexeya hevdîtinê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Selvî Tepe wê li Belçîkayê taziye bê danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB: Wêneyên îdamê şahidên bêdeng ên qirkirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Çankayayê û 23 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Unsal: Eger qanûneke bi rengê poşmaniyê bê ferzkirin, ev wê neyê qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ji bo avakirina paşerojê divê ders ji fermanan bê derxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Armanc Med: 14 Tîrmehê bû tovê vejîna gelê Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kevirên esasî yên berxwedanê: Mehmet Hayrî Dûrmûş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz: Veguhestina mîrateya berxwedanê ji bo pêşerojê erka me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê sibê li Şengalê konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin
Jin

KJK: Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku sekn û îradeya li Wanê û Kurdistanê hate nîşandan hêvî mezin kir, biryardariya têkoşînê zêde kir û got, "Jin û gelên me yên berxwedêr bi ser ketin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em serketina dîrokî ya gelê me, jinan û hêzên demokrasiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi îradeya xwe ya berxwedêr bi dest xistin, careke din pîroz dikin. Li gelek bajarên kurdistanê bi dengekî di asta rekorê de şaredarî hatin hilbijartin. Hewldana ji bo tayînkirina qeyûman li ser van şaredariyan, li Wanê li hemberî têkoşîn û berxwedana dîrokî ya gelê me têk çû. Xelkê me yê Wanê du roj/du şevan kolanên Wanê kir çepera têkoşîn û berxwedanê, xwedî li îradeya xwe derket, şaredariya ku bi hilbijartinê qezenç kir careke din bi berxwedanê qezenç kir. Bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedaneke dîrokî nîşan da. Di serî de hêzên demokrasiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, medya muxalîf û azadîparêz gelek derdoran helwesteke hevpar nîşan dan ku tevkarî li vê serketinê kirin. Xwedîderketina ku li Tirkiyeyê jî hate nîşandan bi navê azadî û demokrasiyê hêvî afirand. Em her kesên ku di vê yekê de ked û hewldana xwe heye, her kesên ku li ber xwe dan û piştgirî dan pîroz dikin.

Gotina Bertold Brecht a ku li hemberî faşîzma Hîtler got, ‘Li cihê ku neheqî lê asayî bûye, berxwedan vediguhere wezîfeyekê’ dîktatoriya ku li Tirkiyeyê bi cih dibe vedibêje. Xelkê me yê Wanê xwedî li îradeya xwe derket, bi helwesta xwe ya berxwedanê derbeke dîrokî li faşîzmê xist ku hewl dide li Tirkiye û Kurdistanê mayinde bibe. Bi vî rengî pêşî lê girt. Di heman demê de pîvana xeta berxwedanê ya dema nû jî diyar kir. Êdî wê pêvajoyeke welê hebe ku weke berî û piştî berxwedana Wanê bê pênasekirin. Pîvana têkoşîn û berxwedanê wê ji niha û pê ve li gorî vê xetê be. Tevî gelê me yê Wanê, di serî de Şirnex, Bedlîs, Qers û Riha gelê me xwedî li îradeya xwe derket, di vê oxirê de li kolanan têkoşiya û ji ber vê helwest û seknê em gelê xwe hemû pîroz dikin. Îradeya ku ciwanan nîşan dan ji bo doz û têkoşîna azadiyê ya gelê me girîng e.

Em helwesta berxwedanê ya jinan bi taybetî silav dikin ku di vê pêvajoyê de ji bo xwedîderketina li îradeya gelê me nîşan dan. Bi taybetî li hemberî her cûre êrîşên dijber ên li ser hevserokatî û hevtemsîliyetê hatin kirin, gelê me xwedî li îradeya jinê derket ku ev yek di asta dîrokî de hêja ye. Sekn û îradeya li Wanê û tevahiya Kurdistanê hate nîşandan, li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat serê gelê me bilind kir, hêvî mezin kir û biryardariya têkoşînê zêde kir. Her wiha xwedîderketina di asta navneteweyî de hate kirin bi navê gelên bindest, hêzên demokrasiyê û jinan bû cihê hêz û tevkariyê. Faşîzmê winda kir. Sekn û helwesta jin a azad û rêxistinbûyî bi ser ket. Em zanin ku wê bandoreke mezin li salên bê bike.

Me careke din bi şênberî dît ku ti astengî nîne ku bi berxwedan û têkoşîna kolektîf û rêxistinî ji holê neyên rakirin. Her wiha îrade û têkoşîna rêxistinbûyî yekane rêya serketinê ye ku her cûre êrîşan têk dibe. Ev pêvajo dewam dike. Faşîzmê derbeke mezin xwar û serberjêr bû. Ji bo faşîzm bi temamî bê têkbirin, pêvajoyeke hîn xurt û yekbûyî ya têkoşînê li benda me ye û divê em bi vê têgihiştinê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Ji bo herêmên desteserkirî jinûve bê bidestxistin em têkoşîna xwe bênavber dewam bikin. Di heman demê de li hemberî êrîşên qirkirinê û dagirkeriyê yên nû ku faşîzm plan dike, pêvajoya berxwedanê û têkoşîna rêxistinbûyî ya bi rêbaza serhildanê li benda me ye. Em bang li jin û ciwanan dikin ku li hemberî van êrîşan berxwedanê mezin bikin, bi sekn û helwesta rêxistinbûyî bersivê bidin.

Em bang li jinên Tirkiyeyî hemûyan dikin ku li hemberî êrîş û kiryarên mejiyê serwer ê mêr, faşîzmê, ji bo temsîliyeta wekhev û azad, têkoşîn û berxwedanê hevpar bikin. Azadî û demokrasî di berpirsyariya hevpar a me hemûyan de ye û bi têkoşînê pêk tê. Azadiya jinê bi têkoşîn, sekn û berxwedana jinê ya hevpar a di asta herêmî û navneteweyî de dibe. Wezîfeya me hemûyan e ku destketiyên polîtîk ên di pêvajoya hilbijartinê de jinan afirandin li ser bingeha vê perspektîfê weke destketiyeke bê dîtin û parastin.

Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin. Em pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîle ji serketinên nû re.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji KONGRA GEL peyama 4’ê Nîsanê
Nûçeya Pişt re Li kantona Cizîr û Helebê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê ji aliyê jinan ve hate protestokirin. Di çalakiyê de komplo…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Dayikên Aştiyê ku li Amedê konferansa xwe ya sêyemîn lidar xistin, anîn ziman ku aktorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Armanc Med: 14 Tîrmehê bû tovê vejîna gelê Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?