Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Projeya Yekîtiya Neteweyî silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser milên çiyayê Şengalê: Heybeta Berxwedanê û Keleha Şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama zelal a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re û aştî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KNK: Divê gelê Kurd rabe ser piyan û şaredariyên xwe paşde bistîne
Kurdistan

KNK: Divê gelê Kurd rabe ser piyan û şaredariyên xwe paşde bistîne

KNK’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û got, “Divê gelê Kurd û muxalefeta demokratîk vê bêedaletiyê qebûl nekin, rabin ser piyan, li hember vê bê hiqûqiyê rawestin û van şaredariya paşde bistînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî desteserkirina şaredariya Sêrtê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî rêveberiyên herêmî yên Kurd û Kurdistanê dewam dike. Piştî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Colemêrg, Esenyurt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dersim, Pulur û Miksê îro jî hevşaredara bajarê Sêrtê Sofya Alagaş ji wezîfeyê hate avêtin û li şûna wê qeyûm hate tayînkirin. Rejîma Tirk, ev 11 sal in hevşaredarên di hilbijartinên li Kurdistanê de bi rêjeyeke mezin têne hilbijartin, ji wezîfeyê digre, îradeya gelê Kurd a demokratîk xesp dike û bi awayekî bê hiqûqî rêveberiyên herêmî yên Kurdistanê desteser dike.

Îro li Sêrtê polîsan di saetên siharê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de hevşaredara bajêr Sofya Alagaş ku bi rêjeya piraniya dengan hatibû hilbijartin, bi fermana Wezîrê Karê Hundir ji wezîfeyê hate dûrkirin û ketina meqamê wê hat astengkirin. Hevşaredar Sofya Alagaş, ji aliyê gelê Sêrtê ve bi xebatên hilbijartinê yên rewa hate hilbijartin û dûrxistina wê ji bo welatiyên ku baweriya xwe bi wan anîne, bêhurmetiyek mezin e. Ev kiryar ne tenê guh nade deng û îradeya xelkê, di heman demê de berdewakirina rejîma faşîst û talankere.

Tayînkirina qeyûman li bajarên Kurdistanê, xespkirina îradeya gelê Kurd e, êrîşeke li dijî hemû pîvanên hiqûqî û demokrasiyê ye. Astengkirina avahiyên şaredariyan, girtin û binçavkirina kesên hilbijartî, kiryarên zalimane ne ku pîvanên navneteweyî û prensîbên demokrasî, aştî û azadiyê binpê dike. Em weke KNK van êrîş û kiryaran bi tundî şermezar û mehkum dikin.

Li aliyekê heyet biçin bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin û bi rêya diyalogê ji pirsgirêka Kurd re li çareseriyê bigerin, di heman demê de rayedarên dewleta Tirk bang li Birêz Ocalan dikin ku şer û şîdet raweste, li aliyê din jî êrîş, girtin, kuştin û tayînkirina qeyûman, rewşê şêlo dike û di serê mirovan de guman çêdike.

Dewleta Tirk her ku diçe xwe ji pîvanên navneteweyî dûr dixe. Mixabin hêzên Cihanî û saziyên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û aborî bêdeng in. Bêdengiya NY (Neteweyên Yekbûyî), YE (Yekîtîya Ewropa), KE (Konseya Ewropayê) û saziyên weke wan, cesaretê dide rejîma faşîst a AKP-MHP’ê. Em bang li hêzên demokratîk û hemû saziyên navneteweyî dikin ku li hember van kiryaran bê deng nemînin û li dijî vê bêhiqûqî û bêedaletiyê derkevin.

Em bang li hemû şaredarî û şaredarên demokrat ên cîhanê dikin ku li dijî vê ferzkirina bêhiqûqî rawest in, bi şaredar û şaredariyên Kurdistanê re bibin hevkar.

Em bang dikin ku demildest ev kiryar bêne rawestandin, qeyûm bêne rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser wezîfeyên xwe yên rewa. Divê vîna gel û mafên demokratîk ên destûrî bi ser bikeve.

Mafê xwerêveberiyê esas e û em ê hilweşandina nirxên demokratîk qebûl nekin. Li hember vê bêedaletiyê gelê Kurd gav paşde naavêje; em ê di mafê xwe yê çarenûsî, demokrasî û îradeya azad de israr bikin.

Em bang li gelê Kurd û muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê dikin ku vê bêedaletiyê qebûl nekin, rabin ser piya û li hember vê bê hiqûqiyê rawestin û van şaredariya paşde bistînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dengê daholê ji Tişrînê tê û dibêje ‘Em ji Mirinê Mezintir in’
Nûçeya Pişt re Li Tişrînê berxwedana gel a li dijî êrîşan mezin dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirker êrîşî gundên Efrînê dikin

Dewleta Tirk bombe li gundên Til Cîcan û Til Medîq ên Efrînê dibarînin.

Ji aliyê Stêrk TV

“Li hemberî têkoşîna domdar tu bandora şerê taybet tune ye”

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu diyar kir ku şerê taybet ê ku çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Berxwedan Qamişlo hat bibîranîn, berxwedana gerîla hat silavkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo (Amîr Ehmed El Casim) merasîmek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê Projeya Yekîtiya Neteweyî silav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?