Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera 13’emîn a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de daxuyaniyek da û ragihand ku sê jinên egîd li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî 10 salan di 23’ê Kanûna 2022’an de vê carê di êrişa li ser Komeleya Kurdan a li Parîsê de sê têkoşerên Kurd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û hate gotin, “Heta niha jî rayedarên Fransayê perde li ser van dosya ranekirine û rastî ji raya giştî re ranegihandine.”
KNK’ê got, “Di nava van sêzdeh salan da şeş têkoşerên azadîya Kurdistanê li Parisê hatin kuştin. Parîs deyndar e çinku nekarî çar şêrejinên Kurdistanê du welatparêzên Kurd biparêze. Serê Parîsê şor e çinku perdeya li ser van komkujîyê ranake.”
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:
“Sara (Sakîne Cansiz) yêk ji damezrênera PKK’ê û polîtîkera jîr û têkoşer ya Kurdistanê, her weha endama KNK’ê. Rojbîn (Fîdan Dogan) berpirsiyara karê derve ya KNK’ê li Parîsê û Ronahî (Leyla Şaylemez) têkoşera ciwan ya bizava azadîya Kurdistanê. Sê şoreşgerên doza Kurdistanê. Sê xebatkarên aktîv yên bizava jinên Kurdistanê. Sê jinên ku temamî jîyana xwe fedayî doza Kurdistanê kirî. Sê jinên bi fikir û pratîka xwe ve nimûne ku di ber doza Kurdistanê da canê xwe gorî kirin.
Dewleta Tirkiyeyê ev hersê jinên têkoşer bi zanahî û bi plan kirine hedefa xwe û kuştin. Kuştina van şêrejinan hem ji alîyê kesayetî ve, hem ji alîyê demî ve, hem jî ji alîyê mekanî ve tesadufî nebû. Sê polîtîkerên aktîv yên bizava azadîya Kurdistanê û di ser da jî jin. Di têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da rola jinan gelek li pêş e û Sakîne di vê bizavê da sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasîyê da aktîv e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareserîyê ye ya ku ji teref Birêz Abdullah Öcalan ve hatîye dest pê kirin. Wekî mekan jî avahîya kar û xebata dîplomasîya Kurdistanê ya li Parisê.
MÎT’ê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van şert û mercan da plan kir û kiryara xwe jî bi cih anî. Gelek bi plan bû çinku lolebkêşê xwe di nav midehekî dirêj da li nav civata Kurdên li Parîsê bi cih kiribû. Dewleta Tirkîyeyê bi vê operasyonê ve xwest insiyatîva bizava azadîyê ya Kurdistanê ya di destpêka prosesa çareserîyê da sabote bike, bişkêne. Hilbijartina Parisê jî bi zanahî bû çinku Fransayê hem li başûr hem jî li rojavaya Kurdistanê destek dida doza Kurdistanê.
Di dengvedana kuştina polîtîkerên jin yên doza Kurdistanê da bizava azadîyê ya Kurdistanê û bi giştî Kurdan tesbîteke rast û di cih da kirin û aşkera gotin ku dewleta Tirkîyeyê ji kuştina wan berpirsiyar e û bang li dewleta Fransayê kirin ku li ser vê adresê raweste û beramberî vê terora dewleta Tirkîyeyê ya li Parisê pozisyoneke ciddî werbigire.
Ji ser şehadeta van hersê têkoşeran re (13) sal derbazbûn, lê hêj jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekirîye. Lolebkêşê kiryarê di hefsa Parîsê da mir, lê li ser vê mirinê jî şik heye. Ji ber ku piştî mirina vî lolebkêşê MITê, dadgeha Fransayê dosyaya vê bûyerê rakire nav toza arşîvê. li ser daxwaza malbatan û terefê Kurd, herçend lêkolînekî nû hatibe despêkirin jî, lê heta niha kujer nehatine eşekerekirin û nehatine darezandin.
Lê belê alê Kurd ji serî pê ve gelek bi giringî li ser dosyayê rawestan û planê operasyona MÎT’ê eşkere kirin. Herî dawiyê KCK’ê bi navê Sara Sakîneyê operasyoneke leşkerî li ser MÎT’ê kir û du ajanên ku di nav çerxa MÎT’ê da berpirsiyar girtin û bi lêpirsîna li ser wan belge û itirafên li ser kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd li Parisê dane çapemenîyê. Ji belge û itirafên elemanên MITê bi zelalî xuya ye ku bi navê dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta Erdogan fermana vê kuştinê daye û MIT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine.
Hê tarîtî li ser doya yekem nehatî rakirin, piştî 10 salan 23.12.2022’an da êrîşê Komeleya Kurd ya li navenda Parîsê hate kirin, di vê êrîşê dejî sê têkoşerên Kurd yên bi navê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku endama Konseya Rêvebir ya KCK’ê bû, endamê Navenda Çanda Kurd Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdulrahman Kızıl hatin qetilkirin. Evîn Goyî, yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd, bi dilsoziya xwe ya şoreşa Kurdistanê, xeta xwe ya jina azad û têkoşîna xwe ya di doza neteweyî ya gelê Kurd de, di dilê Kurdan de cih girt. Şehîd Evîn Goyî 34 salan ji Çiyayên Botanê heta Zagrosan, ji Herokolê heta Şingal û herî dawî li Reqayê şer kir. Evîn Goyî bi vê şexsîyeta xwe têkoşer, bû hedefa dijminên gelê Kurd. Ev êrîş jî heta niha nehatîye ronkirin. Dewleta Fransa vê êrîşê têxe stoyê kesekî nijadperest û psîkopat da. Gorî me rastî ne vî rengîye, ev êrîş ji êrîşa pêş 13 salan neşûştîye û berdewama êrîşa li ser Sara, Rojbîn û leyla yê ye.
Dewleta Fransayê spesifik di van pirsan da di nav xeletîyeke mezin da ye. Istixbarata Fransayê, hukûmeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MITê ev kiryar kirine û dewleta Tirkîyeyê sûcdar e. Ev kiryar ji alîyekê ve tecawuza li ser xaka Fransayê ne, lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendîyên ekonomîk yên digel dewleta Tirkîyeyê, xwe nade ber ronkirina van kiryarên terorîstî yên dewleta Tirkîyeyê ya li ser axa xwe.
Ji alîyê Kurdan ve kiryar ji hemû cepheyan ve ron û zelalin. Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agehdar û serwext kirîye. Ji pratîka van 13 salan xuya ye ku dewleta Fransa reftareke layiqî demokrasîya xwe nîşan nade ku ev komkujî ji her alî ve bêne ron kirin û dewleta Tirkîyeyê bête mehkûm kirin. Lewma ev helwesta negatîv ya dewleta Fransa dilê Kurdan bi zêdehî ve diêşîne.
KNK di salvegera sêzdemîn ya vê komkujîya sê polîtîkerên jin yên Kurd da, her weha sêyemîn salvegera sê têkoşerên dî yên Kurd da, bi giringî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan, Leyla, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil li gorî normên huqûq û demokrasîyê bidine vekirin û rê bidin ku dadgeha Parisê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyeyê bête ciza kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiya 10’ê Çileyê ya li Parîsê ev bang hate kirin:
Weke her sal bi munasbeta salvegera komkujîyê, gelê Kurd wê ji hemî welatên ewropa biherikin Parîsê û wê edaletê bixwazin. Em weke KNK bang li gelê xwe dikin ku ji hemî salan zêdetir, di roja 10.01.2026an de, li Parîs ê kom bibin û dengê xwe bighînin reya giştî ya Cihan ê.
KNK, carek dî failên van kiryaran ku rêveberên dewleta Tirkin, wan bi tundî şermezar û mehkum dike.
KNK, heta heq û huqoq, dad û edalet cihê xwe bibîne, wê vê dozê bi şopîne.
KNK, van her şeş têkoşerên doza Kurdistanê bi hesreteke mezin bi bîr tîne.
Ew ê herdaîm di dilê me da bin û nayên ji bîr kirin.”

