Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK’ê sala nû pîroz kir
Rojane

KNK’ê sala nû pîroz kir

Konseya Rêvebir a KNK’ê sala nû li hemû gelê Kurdistanê û gelên cîhanê pîroz kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku piştgiriya banga Rêber Apo bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya sala nû peyamek weşand û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku piştgiriya banga Rêber Apo bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.

Di peyama KNK’ê de wiha hate gotin:

“Ji bo gelê me, bi giştî salekî ya tekoşinê bû. Li her çar alîyên Kurdistanê sal bi tekoşînek mezin derbaz bû. Li Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hemberî van êrîşên dijwar, bi taybet hêzên gerîla û hemû dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremanîyek mezin li ber xwe dan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Di serî de Erdogan û rêveberên dewleta Tirk yên peywendîdar, di destpêka mehên biharê de gelek caran gotin heta dawîya salê em ê Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê tune bikin û wana bi temamî ji holê rakin. Lê bi taybet gerîla û gelê me yê têkoşer, bi berxwedana xwe ya bê hempa, ew îdîayên wan vale derxistin û pûç kirin. Bi taybetî berxwedana efsanewî ya li Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn mohra xwe li salê da. Newroz li seranserê Kurdistanê bi beşdarîya piranîya gelê Kurd, bi ruhê serhildanê hate pîrozkirin. Li aliyê din di hilbijartinên xwecihî yên di dawîya meha Adarê de pêkhatî de, gelê Kurd xwedî li vîn û îradeya xwe derket û qeyûman ji bajarên xwe dûrxistin. Li Bakur di her warî de berxwedan berdewam e. Berxwedana îro li bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada sîyasî de û çi li qada gerîla de, berxwedaneke pîroz û efsanewî ye.

Li Başûra Kurdistanê, her çend statûyek destûrî ya federal hebe jî, statûya herêmên dabirayî (Deverên madeya 140) ne diyar e. Di serî de li Kerkûk û Xaneqinê û hemî deverên dabirayî Kurd têne koçberkirin û demografîya deverê tê guhertin. Piştî êrîşa DAÎŞ’ê û vir ve, Şengal heta niha bi ser xwe ve nehatiye. Koçber nezivirîne û êrîşên dewleta Tirk berdewam in. Li Başûr ji du mehan zêdetire hilbijartinên paralmentoyê pêkhatine, lê heta niha ne sorakatîya parlamentoyê, ne hikûmet û ne jî serokatîya herêmê nehatîye hilbijartin. Her wiha di aliyê aborî de jî li Başûr rewşek giran heye û gelê me ne rehet e. Iraq jî di nava alozîyek mezin de derbaz dibe. Paşeroja Iraqê ne diyare. Ev rewş metirsîyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. Li aliyê din dagirkerîya dewleta Tirk ya Başûr gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemû deman zêdetir pêwîstî yekrêziyê heye û divê rewş bi baldarîyek xurt bê şopandin û li hember dagirkeran tekoşîn bê zêdekirin.

Di nava vê salê de li Rojhilata Kurdistanê jî, bi hemû awayî têkoşîna azadîyê berdewam kir. Her çend hinekî lewaz bibe jî, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e. Dewleta Îranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin û dem dem jî êrîşê Başûra Kurdisntanê jî kir. Bi rêya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, zextek mezin li ser partîyên Rojhilat çêkir û sehaya Başûr li wan tengav kir. Rejîma Îranê, li hundir û li derve di nava alozî û pirsgirakan de derbaz dibû. Îran bi Îsraîl û hêzên rojavaya Cihanê re di nava şereke ne îlankirî de ye. Hêzên hevalbendên dewleta Îranê yên li herêmê di nava vê salê de gelek derbên giran xwarin û lewaz ketin. Ev rewş derfetên xurtkirina xebatê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilata Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştîyê.

Li Rojava, ev 13 sal in satûyek fiilî heye. Ev deskeftinekî mezin e û divê bi hemî awayî bê parastin û bê fermîkirin. Li Sûrîyê rejîma Baasê têk çû û hêzên Îslamîyên tundrew hatin ser hikim. Bi giştî rewşa Sûrîyê ne diyar e. Dewleta Tirk xwest di vê kaosê de, deskeftiyên Kurdan têk bibe û bi hêzên girêdayî xwe ve kete êrîşê. Hinek dever (Şehba û Minbic) jî girtin. Xwestin hemû deverên Rêveberîya Xweser dagir bikin. Lê bi berxwedanekî mezin pêşîya wan hate girtin. Lê êrîş û gefên wan yên li ser Rojava berdewam in. Di nava salê de jî, gelek caran êrîşên mezin kirin û taybetî binesazîya Rojava û cihên xizmet û jiyanê hedef girtin. Hêzên parastinê, bi hemû awayî di rewşa întîşar de ne û li ber xwe didin. Rêveberîya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh yên dîplomasîyî de ne. Rojava, di asta navneteweyî de hingî diçi zêdetir tê qebûlkirin. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Divê hemû hêz û hemû gelê Kurdistanê û hemû dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye.

Li Rojhilata Navîn, ji salekî zêdetire şereke dijwar heye. Şer pêşî li Filiştînê bû, paşê derbazê Lubnan û Sûriye bû. Li van deveran ranewesta û dem dem derbazî Îran, Iraq û Yemenê dibe. Ev şer bi hêzên herêmê ve sînordar nîne û li herêmê şereke cihanî heye. Ji xwe weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin. Dewletên dagirkerên Kurdistanê, raste rast nebe jî bi awayekî aligirê vî şerî ne. Ev şer rewşeke nû bi xwe re aniye herêmê. Ji bo gel û welatê me metirsî hene, lê dikare derfetan jî bi xwe re bîne. Di vê dema hesas de, divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tevbigerin û li ser vê rewşê nîqaşan bikin û kûr bibin. Pêwîştî bi yek dengî, yekîtî û hevkarîyê heye. Weke KNK, em ê bi hemî awayî hewl bidin ku hêzên Kurdistanî bên ba hev û li hember vê rewşa hesas stratejîyek hevbeş ya  Kurdistanî derxin holê.”

Di peyama xwe de KNK’ê bal kişand bi ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û got: “Rewşa girtiyên siyasî yên Kurdistanî yên ku di zîndanên Tirkiye û Îranê de ne, xirab e. Li zîndanên Îranê êşkence û darvekirin berdewam in. Li zîndanên Tirkiye jî êşkece û zext li ser girtîyan her ku diçe zêdetir dibe. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam e. Ji ber vê rewşê bi pêşengiya dostên gelê Kurd de,  ji salekî zêdetire pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin û ev pêngav berdewam e. Divê dengê girtîyan bê bihîstin, divê herkes xwedî li girtîyan derkevin. Em weke KNK bi hemû hêza xwe ve, tevlî vê kampanyayê dibin û xwedî li daxwazên girtîyan derdikevin.

Di encama vê tekoşîna mezin de, dewleta Tirk tengav bû û ev sê meh in di nava lêgerînekî de ye. Di şer de biserneketin û nikarin pêşîya tekoşîna gelê Kurd bigrin. Behsa aştî û diyalogê dikin. Bang li Birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Azadîyê dikin ku şer bê rawestandin û dev ji tekoşîna çekdarî berdin. Bangên wan ne zelalvin, ji çareserîyekî siyasî re çiqas amadene ne diyare. Lê niqaşek berfireh heye. Di vê pêvajoyê de piştî 44 mehan, hiştin bi Birêz Ocalan re hevdîtinek malbatî pêkvbê. Niha jî 3 roj pêş niha heyetek siyasî şandin û bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêkhat. Bi van hevdîtinan de Birêz Ocalan got, ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ez ji pêvajoyek ya diyalogê re amade me û ew quweta min heye ku ez vê pirsgirêkê ji şer û tundiyê derbazî rêbazên hiqûqî û siyasî bikim.’ Di hevdîtina dawî de jî 7 xal diyarkirin û bang li hikumetê û hemû hêzên peywendîdar kir ku li ser vê bingehê tevbigerin û em bi hevre vê pirsgirêkê çareser bikin. Em bi vê peyamê derbazê sala nû dibin. Em hêvî dikin ev lêgerîn ev bang bibin bingeha çareserîyek aştiyane û mayînde.

Êrîşên dijminan vale hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin. Divê hemû hêzên Kurdistanî piştgirîya banga Birêz Abdullah Ocalan bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.

Em hêvî dikin sala nû, sala 2025’an bibe sala serkeftinê, bibe dema xewn û xeyalên geş yên gelê me. Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û cihanê pîroz dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serdegirtina li ser navenda RJAK’ê: Bila biryara girtinê were betal kirin
Nûçeya Pişt re Ji KON MED’ê peyama sala nû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Reqayê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku bi operasyoneke li Reqayê Mihemed El Coce ku malbatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Di meha 146’an de bîranîna Komkujiya Roboskî

Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskiyê di meha 146’an a komkujiyê de li ber Şaxa…

Ji aliyê Stêrk TV

NY’ê hişyariya birçîbûnê kir: Rewşa Xeze, Sûdan û Sûdana Başûr xetere ye

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) pêşbînî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji her deh deqeyan carekê ji ber tenêtiyê kesek dimire

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şirîn Ebadî: Li Girtîgeha Evîn êşkence zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?