Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya sala nû peyamek weşand û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku piştgiriya banga Rêber Apo bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.
Di peyama KNK’ê de wiha hate gotin:
“Ji bo gelê me, bi giştî salekî ya tekoşinê bû. Li her çar alîyên Kurdistanê sal bi tekoşînek mezin derbaz bû. Li Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hemberî van êrîşên dijwar, bi taybet hêzên gerîla û hemû dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremanîyek mezin li ber xwe dan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Di serî de Erdogan û rêveberên dewleta Tirk yên peywendîdar, di destpêka mehên biharê de gelek caran gotin heta dawîya salê em ê Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê tune bikin û wana bi temamî ji holê rakin. Lê bi taybet gerîla û gelê me yê têkoşer, bi berxwedana xwe ya bê hempa, ew îdîayên wan vale derxistin û pûç kirin. Bi taybetî berxwedana efsanewî ya li Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn mohra xwe li salê da. Newroz li seranserê Kurdistanê bi beşdarîya piranîya gelê Kurd, bi ruhê serhildanê hate pîrozkirin. Li aliyê din di hilbijartinên xwecihî yên di dawîya meha Adarê de pêkhatî de, gelê Kurd xwedî li vîn û îradeya xwe derket û qeyûman ji bajarên xwe dûrxistin. Li Bakur di her warî de berxwedan berdewam e. Berxwedana îro li bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada sîyasî de û çi li qada gerîla de, berxwedaneke pîroz û efsanewî ye.
Li Başûra Kurdistanê, her çend statûyek destûrî ya federal hebe jî, statûya herêmên dabirayî (Deverên madeya 140) ne diyar e. Di serî de li Kerkûk û Xaneqinê û hemî deverên dabirayî Kurd têne koçberkirin û demografîya deverê tê guhertin. Piştî êrîşa DAÎŞ’ê û vir ve, Şengal heta niha bi ser xwe ve nehatiye. Koçber nezivirîne û êrîşên dewleta Tirk berdewam in. Li Başûr ji du mehan zêdetire hilbijartinên paralmentoyê pêkhatine, lê heta niha ne sorakatîya parlamentoyê, ne hikûmet û ne jî serokatîya herêmê nehatîye hilbijartin. Her wiha di aliyê aborî de jî li Başûr rewşek giran heye û gelê me ne rehet e. Iraq jî di nava alozîyek mezin de derbaz dibe. Paşeroja Iraqê ne diyare. Ev rewş metirsîyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. Li aliyê din dagirkerîya dewleta Tirk ya Başûr gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemû deman zêdetir pêwîstî yekrêziyê heye û divê rewş bi baldarîyek xurt bê şopandin û li hember dagirkeran tekoşîn bê zêdekirin.
Di nava vê salê de li Rojhilata Kurdistanê jî, bi hemû awayî têkoşîna azadîyê berdewam kir. Her çend hinekî lewaz bibe jî, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e. Dewleta Îranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin û dem dem jî êrîşê Başûra Kurdisntanê jî kir. Bi rêya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, zextek mezin li ser partîyên Rojhilat çêkir û sehaya Başûr li wan tengav kir. Rejîma Îranê, li hundir û li derve di nava alozî û pirsgirakan de derbaz dibû. Îran bi Îsraîl û hêzên rojavaya Cihanê re di nava şereke ne îlankirî de ye. Hêzên hevalbendên dewleta Îranê yên li herêmê di nava vê salê de gelek derbên giran xwarin û lewaz ketin. Ev rewş derfetên xurtkirina xebatê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilata Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştîyê.
Li Rojava, ev 13 sal in satûyek fiilî heye. Ev deskeftinekî mezin e û divê bi hemî awayî bê parastin û bê fermîkirin. Li Sûrîyê rejîma Baasê têk çû û hêzên Îslamîyên tundrew hatin ser hikim. Bi giştî rewşa Sûrîyê ne diyar e. Dewleta Tirk xwest di vê kaosê de, deskeftiyên Kurdan têk bibe û bi hêzên girêdayî xwe ve kete êrîşê. Hinek dever (Şehba û Minbic) jî girtin. Xwestin hemû deverên Rêveberîya Xweser dagir bikin. Lê bi berxwedanekî mezin pêşîya wan hate girtin. Lê êrîş û gefên wan yên li ser Rojava berdewam in. Di nava salê de jî, gelek caran êrîşên mezin kirin û taybetî binesazîya Rojava û cihên xizmet û jiyanê hedef girtin. Hêzên parastinê, bi hemû awayî di rewşa întîşar de ne û li ber xwe didin. Rêveberîya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh yên dîplomasîyî de ne. Rojava, di asta navneteweyî de hingî diçi zêdetir tê qebûlkirin. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Divê hemû hêz û hemû gelê Kurdistanê û hemû dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye.
Li Rojhilata Navîn, ji salekî zêdetire şereke dijwar heye. Şer pêşî li Filiştînê bû, paşê derbazê Lubnan û Sûriye bû. Li van deveran ranewesta û dem dem derbazî Îran, Iraq û Yemenê dibe. Ev şer bi hêzên herêmê ve sînordar nîne û li herêmê şereke cihanî heye. Ji xwe weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin. Dewletên dagirkerên Kurdistanê, raste rast nebe jî bi awayekî aligirê vî şerî ne. Ev şer rewşeke nû bi xwe re aniye herêmê. Ji bo gel û welatê me metirsî hene, lê dikare derfetan jî bi xwe re bîne. Di vê dema hesas de, divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tevbigerin û li ser vê rewşê nîqaşan bikin û kûr bibin. Pêwîştî bi yek dengî, yekîtî û hevkarîyê heye. Weke KNK, em ê bi hemî awayî hewl bidin ku hêzên Kurdistanî bên ba hev û li hember vê rewşa hesas stratejîyek hevbeş ya Kurdistanî derxin holê.”
Di peyama xwe de KNK’ê bal kişand bi ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û got: “Rewşa girtiyên siyasî yên Kurdistanî yên ku di zîndanên Tirkiye û Îranê de ne, xirab e. Li zîndanên Îranê êşkence û darvekirin berdewam in. Li zîndanên Tirkiye jî êşkece û zext li ser girtîyan her ku diçe zêdetir dibe. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam e. Ji ber vê rewşê bi pêşengiya dostên gelê Kurd de, ji salekî zêdetire pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin û ev pêngav berdewam e. Divê dengê girtîyan bê bihîstin, divê herkes xwedî li girtîyan derkevin. Em weke KNK bi hemû hêza xwe ve, tevlî vê kampanyayê dibin û xwedî li daxwazên girtîyan derdikevin.
Di encama vê tekoşîna mezin de, dewleta Tirk tengav bû û ev sê meh in di nava lêgerînekî de ye. Di şer de biserneketin û nikarin pêşîya tekoşîna gelê Kurd bigrin. Behsa aştî û diyalogê dikin. Bang li Birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Azadîyê dikin ku şer bê rawestandin û dev ji tekoşîna çekdarî berdin. Bangên wan ne zelalvin, ji çareserîyekî siyasî re çiqas amadene ne diyare. Lê niqaşek berfireh heye. Di vê pêvajoyê de piştî 44 mehan, hiştin bi Birêz Ocalan re hevdîtinek malbatî pêkvbê. Niha jî 3 roj pêş niha heyetek siyasî şandin û bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêkhat. Bi van hevdîtinan de Birêz Ocalan got, ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ez ji pêvajoyek ya diyalogê re amade me û ew quweta min heye ku ez vê pirsgirêkê ji şer û tundiyê derbazî rêbazên hiqûqî û siyasî bikim.’ Di hevdîtina dawî de jî 7 xal diyarkirin û bang li hikumetê û hemû hêzên peywendîdar kir ku li ser vê bingehê tevbigerin û em bi hevre vê pirsgirêkê çareser bikin. Em bi vê peyamê derbazê sala nû dibin. Em hêvî dikin ev lêgerîn ev bang bibin bingeha çareserîyek aştiyane û mayînde.
Êrîşên dijminan vale hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin. Divê hemû hêzên Kurdistanî piştgirîya banga Birêz Abdullah Ocalan bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.
Em hêvî dikin sala nû, sala 2025’an bibe sala serkeftinê, bibe dema xewn û xeyalên geş yên gelê me. Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û cihanê pîroz dike.”