Piştî têkçûna rêjîma Baas HTŞ’ê piranî li bajarê Helebê û derdora wê heta Şamê pêşve çûn. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî êrîşekî mezin birin ser gelê Şehba û Til Rifetê. Di encamê de bi sed hezaran gelên Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de li Şehbayê bicih bibûn, careke din koçberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Di rêya koçberiyê de gelek koçber ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve rastî tundî, êşkence, revandin û kuştinê hatin. Derheqê kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û berxwedaniya gelên Efrîn, koçberên herêma Şehba-Efrînê ji ajansa me ANF’ê re axivîn.
DI NAVA ŞERT Û MERCÊN DIJWAR DE ÎRADEYA XWE XURT KIRIN
Koçbera ji Helebê Elîf Omer Seydo, anî ziman ku jiyana wan di şev û saetekê de hat guhertin û got ku çeteyan mîna gurên birçî êrîşê wan kiriye. Omer Seydo, diyar kir ku çeteyan wan bi darê zorê ji mal û xaka wan dûr kirine û got ku piştî êrîş qewimî ew çûne gundekî Efrînê û çend salan li wir bi cih bûne. Omer Seydo got, “Piştre çeteyên dewleta Tirk a dagirker carek din em ji malên me bi êşkence koçkirin. Rûxmî top û balafirên dewleta Tirk a dagirker me 58 rojan li ber xwe da.” Omer Seydo, anî ziman ku ew dema dûrî mal û xaka xwe bûn aqil û ruh wan hîn bêhtir bi Efrîn re hat girêdan û hêviya xwe ya vegerê qut nekirin. Elîf Omer Seydo ew û malbata xwe carek din koçber bûn û li kampa Efrîn ya Şehbayê bi cih bibûn.
Omer Seydo, behsa zehmetiyên ku li Şehbayê kir û wiha domand, “Em çiqas rastî zehmetiyan hatin û gelek êş û azar me dît, lê me dev ji berxwedaniya xwe berneda. Me her hewl dida hêza xwe mezin bikin û vegerin bajarê xwe. Em Kurd, kesek li pişta me tune ye. Her kes li dijî me ye û naxwazin em bi serkevin. Ma me çikiriye, em tenê daxwaza azadiya xwe dikin. Li hemberî vê daxwazê em tên kuştin. Ev bûyer giştî bi serê gelê me tên, lê tu rêxistinên mafê mirovan dengê xwe nakin. Bi hemû neteweyan re me jiyan parve kir. Divê dengê me bê bihîstin.”
‘EM Ê BI RIHÊ SERKETINÊ VEGERIN EFRÎNÊ’
Henan Mûsa, jî diyar kir ku ew ji gundeke Şera ya bajarê Efrînê ye û got, “Rojekê çeteyan bi ser me de hatin. Dijmin êrîşî me kirin. Erdê me birin, malên me birin û bi giştî şewtandin. Darên me yên zeytûnan ku ji bo me mîrateya kal û pîran bû, bi hovane ew dar birîn û talankirin. Li hemberî zilma çeteyan em derbasî Şehbayê bûn. Zehmetiya ku me li Şehba jî dît, ne kêm bû lê me hewl dida em van rewşan giştî derbas bikin û vegerin ser xaka xwe. Heta me çend salan li Şehba xwe komî ser hev kir, carek din êrîş me kirin û em ji Şehba jî koç kirin. Tiştên me tevahî li Şehba man, hema me zarokên xwe anîn û hatin herêmên Rêveberiya Xweser. Niha jî em li Qamişlo dimînin. Rêveberiya Xweser bi tevahî hêza xwe destek dana me û alîkarî me kirin.”
Henan Mûsa, diyar kir ku dema ew di rê de dihatin çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi gulayan wan barandine û ew ji bo xwe xilas bikin reviyane. Mûsa, anî ziman ku ew agahî ji xwişk û birayek xwe nagire û nema dizane saxe ango mirî ne û wiha dom kir, “Çeteyan zilmeke mezin li me kirin, hem zilm li me kirin, mal û milkên me talan kirin, bi zorê em koçberkirin û endamên malbatên me qetilkirin û da windakirin. Ew tunekirina gelê Kurd danîn ber çavê xwe û hatin. Divê dijmin vê yekê zanibe, hûn çidikin bikin, em Kurd in jiyana me bi Kurdîtiya me destpê kir û wê bi Kurdîtiya me biserkeve. Berxwedaniya me wê li her cihî bibe mînak û em ê her li pişta hêzên xwe û Rêveberiya xwe bin. Em ê bi vî rihê vegerin Efrîna xwe.
‘EM EFRÎNA XWE DIXWAZIN’
Ronahî Mihemed, destnîşan kir li hemberî êrîşên giran ên dijmin gelê Efrînê berxwedaniyekî dîrokî raber kiriye û di encama vê de bi sedan jin, zarok, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan. Mihemed got, “Tevî şert û mercên zehmet ên li Şehbayê careke din me jiyaneke ava kir. Piştî ku me xwe bi cih kir carek din birîn li dilê me xistin û em ji Şehba koç kirin. Em tiştek naxwazin tenê em daxwaza aştiyê dikin. Êdî bese! Bila dawî li van êrîşan were. Me tu carî êrîşî kesî nekir, lê her kes êrîşî me dike, bila êdî her kes bizanibe em Kurd in û pêwîste vê rastiyê qebûl bikin. Eger dijmin ji bo Kurdîtiya me êrîş me dike, em ê berxwedanî bikin. Bila zarokên me heta kal û pîrên me têkoşîn bikin. Em ê bi daxwaza vegera Efrîn û berxwedaniyê, jiyana xwe ava bikin. Di dawî de ez dibêjim, em Efrîna xwe dixwazin.”