Ji ber êrîşên ku dewleta Tirk û çeteyên wê 29’ê Mijdarê li ser Şehba û Til Rifatê pêk anîn, gel di 2’yê Kanûnê de neçar ma koç bike. Şêniyên koçber li qadên biewle yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin bicihkirin. Leyla Mihemed û Zeynel Nazmî yên Efrînî, bal kişandin ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk û hem êşên xwe anîn ziman, hem jî israra xwe ya ji bo berxwedanê vegotin.
Zeynel Nazmî, ev tişt bilêv kir:
“Li Efrînê karên me bi rêve diçûn. Me jiyaneke rutîn dimeşand û şert û mercên me yên jiyanê têra xwe baş bûn. Ti kesê zirar nedida ti kesê, xwe tevlî karê ti kesê nedikir. Em ji malê diçûn kar, ji kar diçûn malê. Lê rojekê mîna kabusekêê, balafirên dewleta Tirk hatin û em talan kirin, tune kirin û Efrîna me dagir kirin. Bi tank, top û balafiran êrîş kirin. Tevî vê yekê jî me 58 rojan li ber xwe da. Di dawiyê de em neçar man ku wir biterikînin û me koçî Şehbayê kir. Piştî em derbasî Şehbayê bûn, em li kampa li Ehdasê bi cih bûn. Qasî 6 salan me li vê kampê jiyan kir. Di dawiya 6 salan de, çeteyan dîsa êrîş kirin. Ji ber êrîşên ku ji Til Rifat û Helebê hatine kirin, em neçar man ku cihê xwe biguherînin. Bi zehmetiyan re em çûn kampa Serdem û 2 rojan li vir man. Ez û zarokên min, em meşiyan û gihiştin cihên biewle. Piştre bi wesayîtekê em hatin vir. Ez, hevjîn û zarokên min, bi giştî em 10 kes bûn. Dema em hatin vir, hevalên me em pêşwazî kirin û alîkarî dan me.
‘KAL Û ZAROK JI BER SERMAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN’
Di tevahiya wextê me li Şehbayê derbas kirî de, me rojên zehmet jiyan kirin. Em neçar man ku li ser erdê razên. 3 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Piraniya kalan nexweş bûn û di nava nexweşan de me windahî dan. Ji ber ku hewa pir sar bû, me rojên pir zehmet jiyan kirin û me gelek êş jiyan kirin. Tenê dema em li Şehbayê, 3 zarokên me li pêş çavên me, dîsa kal û kesên nexweş ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Ne pêkane ku em bi gotinan zehmetî û êşên ku bi serê me hatine, bînin ziman.”
‘GEL WÊ BI BERXWEDANÊ AZAD BIBE’
Leyla Mihemed jî, ev tişt got:
“Li Efrînê şert û mercên me yên jiyanê pir baş bûn; di nava aramiyê de, em bi karên xwe yên rojane re mijûl bûn. Lê belê rojekê, ji nişka ve balafirên dewleta Tirk dest bi êrîşan kirin û ev rewş, bû sedem ku em ji Efrînê koç bikin. 58 rojan, balafirên şer bi ser me de difiriyan û me hewl da di bin teqîna bombeyan de, bijîn. Piştre me koçî Şehbayê kir. Di 6 salên me li Şehbayê derbas kirî de, me nekarî bi rehetî jiyana xwe bidomînin. Balafirên keşfê û bombe, bûn parçeyekî jiyana me. Em li wir jî rû bi rûyê êrîşên çeteyan man. Herî dawî 2’yê Kanûnê, bi dagirkirina Şehbayê re em ber bi qadên biewle bi rê ketin. Em û zarokên me car din hatin hedefgirtin. Destpêkê me xwe spart kampan; lê dema êrîşî kampan jî hate kirin, em nû ketin nav liv û tevgerê. Li derdora me qet wesayît nebûn, em demek dirêj meşiyan.
Kêm zêde rêkûpêkiyek me çêbûbû; ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên me dibûn alîkar; alîkariya erzaq û benzînê dihat. Lê belê çete ji bo ku vê piştevaniyê jî xira bikin, her der dorpêç kirin. Me bi zehmetî karî xwe rizgar bikin; me zarokên xwe parast, lê hin zarok man, hin winda bûn û gelekan jî nezanî ka diçin kuderê. Herkes belavî çol û çiyayan bû. Nêzî 15-20 malbat em hatin vir. Qasî 3 rojan, em di rêyan de man û em li Tebqayê sekinîn. Piştre hatin Qamişloyê. Gelê me êşên me yên kûr bi me re jiyan kirin û deriyên malên xwe ji me re vekirin. Gel wê bi berxwedanê azad bibin. Helbet em ê rojekî vegerin Efrînê.”