Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişî Serêkaniyê û Girê Sipî kirin û ew dagir kirin. Piştî dagirkirinê bi 100 hezaran welatî neçarî koçberiyê bûn û li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn. Koçberên li Kampa Waşûkanî û derveyî wê jî di nav êş û zehmetiyan de jiyan dikin. Êşa koçberan jî ne jiyana di bin konan de ye, lê birîna wan ew e ku di welatê xwe de bûne koçber. Piştî ketina rêjîma Baas û hatina Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) hêviya wan a vegera bi ewle mezin bû û bi vê yekê bang dikin.
Koçberên Serêkaniyê bi riya ajansa me ANF’ê, xwesitin dengê xwe bighînin tevahî cîhanî da ku bi ewle û aram li cih û malên xwe vegerin.
‘DAXWAZA ME VEGEREK BI EWLE YE’
Yek ji koçberên Serêkaniyê Emîra Ehmed a ku li Kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê rûniştiye, da zanîn ku pêwîste hemû rêxistinên mafê mirovan rewşa wan wek koçber bibînin û wiha got: “Em dikarin bêjin ku piştî pergala Baas ket û ji xaka Sûriyeyê derket, her kes êdî li mal û mewdanê xwe vegeriyan. Lê Koçberên Efrîn û Serêkaniyê hîn jî di rewşek koçberiyê de jiyan dikin. Em vê yekê red dikin û dibêjin pêwîste her koçber vegere mala xwe û çete ji xaka me derxînin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku me tine bike her tiştî me dixwaze dagir bike û çeteyên xwe di nav me de belav bike. Ev rêbazê qirêj ne di milê ol û ne di milê hiqûqî de jî tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî em bang li rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên civakî dikin ku alîkariya me bikin û em bi ewle vegerin mal û xaka xwe. Em di dawî de dibêjin ku çiqas dijmin bêje ez ê xaka we dagir bikin lê em ê li ser piyan bin û nehêlin ku kêfa dijmin li mer were.”
‘EV 5 SALIN EM DI REWŞA KOÇBERIYÊ DE NE’
Koçberê Serêkaniyê Mihemed Atiya got ku ew ê her dem li qadan bin heta bi awayek ewle vegerin cih û warê xwe û wiha axaftina xwe dewma kir: “Dewleta Tirk her dem bi navê Îslamê bang dike û dibêje ez aştiyê dixwazim lê ev yek ne rast e. Dewleta Tirk bi van rêbazên xwe ji Îslamê dûr dikeve û li dijî wê derdikeve. Ev 5 sal in em dûrî mal û warê xwe ketine, gelê rêxistinên mafê mirovan vê yekê nabîne. Mixabin ku dibînin lê bi erka xwe ya mirovî ranabin. Em bang dikin ku êdî bese em jî wek hemû koçberên Sûriyeyê dixwazin vegerin malên xwe. Em car din dibêjin berxwedaniya me wê bidome heya koçberek ji koçberên me ne vegerin em ê têkoşîn bikin. Daxwaza me ew e ku em bi ewle û aştiyane vegerin û divê tevahî rêxistinên mirovan di vê mijarê de bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin.”
‘EM DIXWAZIN VEGERIN MALÊN XWE’
Xedra Ebd El Hadî jî ku jineke ji koçberên Serêkaniyê ye, da zanîn ku pêwîste piştî ku pergala Baas ket hemû çete ji warên wan yê dagirkirî derkevin û got, “Divê em bo rengekî ewle vegerin malên xwe. Dema xelkên Sûriyeyê giştî vegeriyan malên xwe û bi kêf ji rewşa koçberiyê derketin, divê em jî wek koçberên Serêkaniyê û Efrîn bi ewle vegeriyaban malên xwe. Dewleta Trik a dagirker bi darê zorê em ji malên me koç kirin lê niha jî em bang li tevahî cîhanê dikin ku çeteyên dewleta Trik ji malên me derxînin û em car din wek koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn vegerin cih û malên xwe.”