Li Yekîtiya Sovyetê, kişandina welatiyên biyanî ji bo wergirtina perwerdehiyê rêgezek girîng a siyaseta dewletê bû. Ew li ser bingeha nirxandinên siyasî û îdeolojîk bû, bi taybet di dehsalên pêşîn ên dewleta Sovyetê de, dema ku perwerdekirina personelên biyanî ji bo tevgerên şoreşgerî beşek ji siyaseta derve bû ku armanca wê jidayikbûn û belavbûna şoreşa cîhanê bû. Ji bo van armancan, Zanîngeha Komunîst a Kedkarên Rojhilat, Zanîngeha Komunîst a Kêmneteweyên Neteweyî yên Rojava, Dibistana Lenîn a Navneteweyî û saziyên perwerdehiyê yên “îdeolojîk” ên din di destpêka salên 1920’an de bi taybetî hatin damezrandin. Di wan salan de, xwendekarên ji Mongolya, Tirkiye û Îranê welatên ku şoreşên rizgariya neteweyî lê qewimîbûn li Yekîtiya Sovyetê dixwendin. Pir caran, perwerdehiya siyasî û perwerdeyî ya xwendekarên biyanî bi fêrkirina wan a xwendin û nivîsandinê û bingehên herî bingehîn ên zanîna zanistî re dihat li hev kirin.
Rêça dîrokê pêşînîyên siyaseta derve ya Yekîtiya Sovyetê guherand. Di salên 1950’î û 1960’an de, perwerdehiya pisporên biyanî li saziyên perwerdehiya bilind û profesyonel ên Yekîtiya Sovyetê bû yek ji rêbazên xurtkirina kampa sosyalîst, amadekirina personelên jêhatî ji bo welatên dost û xurtkirina bandora Yekîtiya Sovyetê li derveyî welêt. Xwendekar ji Bulgaristan, Macaristan, Polonya, Çekoslovakya, Yugoslavya, Kuba, Çîn, Vîetnam û Koreya Bakur hatin ku li Yekîtiya Sovyetê bixwînin.
Pisporîyên herî populer di nav xwendekarên biyanî de endezyarî û teknîkî bûn (zêdetirî nîvê xwendekaran li wan xwendin), û her weha zanistên xwezayî, zanistên civakî û mirovî, bijîşkî û dermansazî. Ev yek pêdiviyên aboriyên neteweyî ji bo pisporên jêhatî pêk dianî.
Her weha qadeke cuda perwerdehîya personelên leşkerî ji bo artêşên welatên Peymana Varşovayê û ji bo wan welatên ku çekên Sovyetê ji wan re dihatin peyda kirin bû. Bi hezaran ciwan li akademiyên leşkerî yên Sovyetê hatin perwerdekirin, ku gelek ji wan paşê li welatên xwe serokatiya beşên leşkerî kirin an jî bûn rêberên siyasî, wekî Serokkomarê Misrê Husnî Mubarek.
Bi tevahî, ji sala 1950’î heta 1990’î, zêdetirî nîv milyon welatiyên biyanî ji 150 welatan li zanîngehên Sovyetê perwerde dîtin. Perwerdekirina pisporên ji welatên biyanî amûrek girîng a “hêza nerm” bû, her çend di wan salan de peyvek wisa hîn tune bû jî. Bi rêya mezûnên zanîngehên Sovyetê yên ku li welatên xwe erkên bilind ên hikûmetê digirtin, di asta navbera dewletan de têkiliyên pêbawer û têkiliyên erênî hatin avakirin.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê, kişandina xwendekaran ji derveyî welêt ji bo demekê ji bo siyaseta dewleta Rûsyayê nema pêşîniyek bû. Di encamê de, bazarên perwerdehiyê yên ku bi zehmetî û lêçûnek mezin hatibûn bidestxistin, winda bûn. Di salên dawî de, rewş guherîye: têgihîştina ku perwerdehiya xwendekarên biyanî dahatên demdirêj (siyasî, darayî, navûdengî) tîne, hevkariyên bi welatan re xurt dike, elîtên siyasî û aborî yên pêşerojê yên ku bi hevkariya bi Rûsyayê re eleqedarin ava dike, ku avantajên pêşbaziyê yê Rûsya’yê di qada siyasî ya gerdûnî de zêde dike, vegerîyaye.
Pêşxistina bi baldarî ya rêxistina koçberîya perwerdeyî, dabînkirina feydeyên darayî, misogerkirina astek bilind a perwerdehiyê ji bo xwendekarên biyanî bi berçavgirtina taybetmendiyên welatên spesîfîk, heger em li îstatîstika hatina bîyanîyan li hin perçeyên Kurdistan binêrin, ji bo welatê me jî dikare bibe mînak û li gor min hêjayî ceribandinê ye.