Di ser Berxwedana Tişrînê re salek derbas bû. Piştî êrişên çeteyên HTŞ û SMO yên 27’ê Mijdara 2024’an ên li ser Helebê, di 8’ê Kanûna 2024’an de bi ketina desthilatdariya Beşar Esad re çeteyên dewleta Tirk Tumena Suleyman Şah (El Emşat), Sûltan Mûrat (Tumena 72’emîn) Hamza (Tumena 76’an) û Nûr el Dîn Zenkî (Koma 80’emîn) êriş birin ser Bendava Tişrînê.
Berxwedana Tişrînê ku 8’ê Çileya 2025’an bi herikîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ber bi Bendava Tişrînê destpê kir veguherî “Şerê gel ê şoreşgerî”. Di 5’ê Gulana 2025’an de serketina Berxwedana Tişrînê hate ragihandin.
Endamên Koma Cûdî diyar kirin ku berxwedana pênc mehan dewam kir, mîrateyeke berxwedanê ji dîroka mirovahiyê re hişt û gotin, “Bi ruhê Berxwedana Tişrînê ku Şerê Gel ê Şoreşgerî lê bi ser ket, îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî heman hêzan destanek hate nivîsandin.”
Endamê Koma Cûdî Xalid Dêrik Berxwedana Tişrînê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, şervanên azadiyê yên Kurdistanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Kurdistanê hemûyan pîroz kir û anî ziman ku lingekî Şoreşa Rojava şoreşa çand û hunerê ye. Xalid Dêrik got, “Em dikevin salvegera yekemîn. Gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema herî krîtîk de li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî kir. Em weke Koma Cûdî û komên çand û hunerê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê berxwedanê bûn. Ji xwe weke hunermendekî gel tevlîbûna li vê berxwedanê wezîfeya me ya hunerî û şoreşgerî ye. Ji bo xak û gelê xwe diviyabû em bi tenbûr, stran, deng û hunera xwe tevlî vê berxwedanê bibûna.
Lingekî şoreşa me jî şoreşa çand û hunerê ye. Komên me yên di pêvajoya şoreşê de ava bûne, bi stran û karên xwe yên çand û hunerê kir ku bi hezaran kes beşdarî şoreşê bibin. Gelek hevalên me di destekî xwe de çek di destê din de jî tenbûr beşdarî vê şoreşê bûn û li dijî dagirkeran şer dikin.”
‘EGER NE JI BERXWEDANA TIŞRÎNÊ BÛYA DAGIRKERAN WÊ BERÊ XWE BIDANA QAMIŞLOYÊ’
Dêrik destnîşan kir ku Berxwedana Tişrînê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ya destpêkê ne jî ya dawiyê be û diyar kir ku derseke dîrokî ji komên çete yên hikumeta veguhêz a Şamê û dewleta Tirk re hate dayin. Dêrik bi dewamî got, “Gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel şervanên xwe beşdarî vê berxwedanê bûn. Yanî berxwedaneke şerê gel ê şoreşgerî bû.”
Xalid Dêrik got, “Bi dehan şervanên me bi ruhekî fedaî bi ser çeteyan ve çûn û ev berxwedan kirin berxwedaneke dîrokî. Eger ne ji van şervanên me bûya komên çete yên dewleta Tirk karîbûn berê xwe bidana Qamişloyê, xaka me dagir bikira û komkujî bianiya serê gelên me.
Gelê me ev metirsî û rastî dît û li gel şervanên me tevlî berxwedanê bû. Ji siyasetmedaran heta bi hunermendên me, ji rewşenbîran heta bi nivîskarên me her beşên civakê beşdarî vê berxwedanê bûn û li gel şervanên me cih girtin. Li Bendava Tişrînê gel û şervanan bi yek ruhî êrişên çeteyan şikandin û bersiveke dîrokî dan. Çeteyên delweta Tirk li hemberî vê berxwedanê têk çûn.”
Xalid Dêrik diyar kir ku weke Koma Cûdî ji bo tevlî vê berxwedanê bibin ew çûn Bendava Tişrînê û got, “Dema ku me li Bendava Tişrînê extiyar, dayik, bav, xwişk û birayên xwe yên ciwan dîtin, me hêz û moralek mezin werdigirt.”
‘CÎHANÊ ŞAHIDÎ JI BERXWEDANA TIŞRÎNÊ RE KIR’
Endamê Koma Cûdî Hecî Mûsa jî ragihand ku Berxwedana Tişrînê berxwedana îrade û baweriyeke mezin bû û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş çavên tevahiya cîhanê berxwedaneke mezin kirin.
Hecî Mûsa di destpêka axaftina xwe de salvegera yekemîn a Berxwedana Tişrînê pîroz kir û got, “Berxwedana li Bendava Tişrînê berxwedaneke ji rêzê nebû. Bi îrade û baweriyeke mezin hate meşandin û serketineke mezin bi xwe re anî. Cîhanê şahidî ji vê berxwedanê re kir. Gelên cîhanê dîtin ku bi şerê gel ê şoreşgerî berxwedaneke meizn dikare bê dayin û serketineke mezin dikare bê bidestxistin. Ji ber ku serketina li Bendava Tişrînê hate bidestxistin, serketina îradeyeke mezin bû ne ya teknîkê bû.”
‘BERXWEDANA TIŞRÎNÊ BÛ KILÎDA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ’
Mûsa anî ziman ku ew 11 rojan li Bendava Tişrînê bi berxwedêran re man û got, “Dema ku em çûn Bendava Tişrînê me hêz û moraleke mezin wergirt. Ji ber ku gelê li wê derê kelehên tirsê hilweşandibû. Berxwedana Bendava Tişrînê bû kilîda Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Eger ne ji Berxwedana Bendava Tişrînê bûya, tevahiya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikarîbû bi metirsî, îmha û komkujiyê re rû bi rû bima.
Li Bendava Tişrînê li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk mînaka berxwedaneke mezin bû. Ev êriş hatin têkbirin û îradeya çeteyan û dagirkeran hate şikandin. Ev berxwedan nîşaneya şerê gel ê şoreşgerî bû. Ji ber ku yên tevlî vê berxwedanê bûn ne tenê şervan bûn; hunermend, rewşenbîr, nivîskar, mele, şêx, dayik, bav, ciwan û zarok bûn. Yanî ev berxwedan berxwedaneke gel a ji hemû beşên civakê û rengan bû.”
Hecî Mûsa got, “Li ku derê li hemberî gelên me yên Kurdistanê êriş bê kirin em ê her tim li kêleka şervanên xwe bin û tevlî berxwedanê bibin.”

