Festîvala bi navê “Mala min Moskowa” di sala 2016’an de li paytexta Federasyona Rûsyayê dest pê kir bû û ji festîvalê re eleqeyeke mezin tê nîşandan.
Festîval vê carê li Navenda Çandê ya Zîl a li Moskowayê hate lidarxistin û gelek komên ji netewên cuda û nûnerên wan tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de berpirsyarê Mala Neteweyan ya Moskowayê amade bû, axaftin vekirinê kir û behsa festîvalê kir.
Kom û hunermendên ji neteweyên cuda tevlî vê festîvalê bûn û li ser navê Rêxistina Jinên Kurd a Vîyan jî Koma Govendên Kurdî ya Bêrîtan ku ji gundê Tîmonîna yê herêma Dêrgeçiyê ya Bajarê Saratovê hatibûn Moskowayê, tevlî festîvalê bû.