Qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlekariyê” ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya QSD û YPJ’ê, li Kampa Hol a rojhilatê Hesekê dabû destpêkirin, didome.
DAIŞ’iyên li kampê dimînin, êrîşî peywidarên ku li kampê xebatên qeydkirin û nûkirinê dikin, kirin. Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku noqteya kontrolê bişewitînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku nehiştin êrîş zêde bibin, li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li her aliyê kampê kon vedan.