Siyasetmedar Îdrîs Balûken anî ziman ku pêvajoya piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir û komîsyona di vê çarçoveyê de ava bû dûrî bersivdayina li bendewariyan e.
Balûken bi bîr xist ku di pêvajoyên çareseriyê yên dema bihurî de piştgiriya saziya siyasetê li gorî vê demê hîn kêm bû û diyar kir ku wê demê MHP û CHP yekser li dij bûn, uyan jî piştgirî nedidan û got, “Lê îro hema bibêje hemû sazî û partiyên ku ji sedî 90 ê saziya siyasetê temsîl dikin piştgiriyê didin pêvajoyê. Divê ev yek girîng bê dîtin.”
Balûken ragihand ku li gel vê rewşa erênî jî kêmasiya herî girîng a pêvajoya berê civakînekirina siyaseta aştiyê bû. Îdrîs Balûken got, li gel hewldanên aliyê Kurd desthilatdariya wê demê xwe neda ber rêvebirina bi zelalî ya pêvajoyê, xwedî lê derneket, vê yekê jî bi xwe re pirsgirêkeke baweriyê ya cidî anî û li pêşiya civakîbûnê bû asteng. Balûken destnîşan kir ku hikumetê bi taybetî di polîtîkaya derve de, di polîtîkaya têkildarî Sûriye û Rojhilata Navîn de nekarî helwesta xwe ya dijberiya li Kurdan ji holê rake û diyar kir ku pêvajo ji ber vê yekê qediya.
RÊBAZ Û PERSPEKTÎFA KOMÎSYONA ÇARESERIYÊ KÊM E
Balûken anî ziman ku ew komîsyona çareseriyê ya li meclîsê bi temsîliyeteke berfireh ava bûye girîng dibîne û got, bendewariya ji bo çareseriya li ser zemîna siyasî û hiqûqî ıya meseleya Kurd bi vê komîsyonê re ava bû, lê belê asta kar a heta niha, rê, rêbaz û perspektîfa komîsyonê ji bo vê yekê têrker nîne.
Balûken ragihand ku yek ji kêmasiyên herî bingehîn ên komîsyonê ew e ku bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye û diyar kir ku Rêber Apo ji aliyê Kurdan ve weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, mîmarê hemû pêvajoyan e û got, “Em qala lîderekî dikin ku mohra xwe li 50 salên dawî yên meseleya Kurd xistiye, qala pozîsyoneke welê dikin ku bi paradîgmaya xwe ji bo mirovahiyê xeteke stratejîk a paşeroja aştiyane û demokratîk destnîşan dike. Komîsyoneke ku îdîa çareseriyê dike, hîn bersiv nedaye vê bendewariyê. Ji ber ku bi gaveke bi vî rengî dest bi karê xwe nekir, ev yek bi tena serê xwe dikare weke pirsgirêkekê bê pênasekirin.”
‘CIHÊ GUMANAN E KU MESELE TENÊ BI ÇEKÊ TÊ BILÊVKIRIN’
Siyasetmedar Îdrîs Balûken ragihand ku komîsyon xwedî wê meylê ye ku xwe tenê di ‘meseleyeke teknîkî’ de asê bike û ev yek jî ‘meseleya çekdanîna PKK’ê’ ye û destnîşan kir ku ev kêmasî cihê gumanan e.
Balûken got, “Meseleya Kurd beriya PKK’ê jî hebû. Meseleyeke ku zêdeyî sed sal in heye û li ser vê bingehê meseleya gelekî ye ku daxwaza ziman, çand, nasname, bawerî, mafên xwe yên bingehîn û azadiyê dike.” Îdrîs Balûken destnîşan kir ku ya komîsyon divê îradeyeke çareseriya vê meseleyê bi temamî diyar bike, yan jî komîsyonên jêrîn ên cuda divê bêne avakirin.
Balûken pêşniyar kir ku Komîsyoneke Şêwirmendiyê ya Bilind bê avakirin ku siyasetmedar û akademîsyenên karibin tevkariyê li avakirina komara demokratîk a nû bikin, tê de cih bigirin.
REWŞA XUMAMÎ DEWAM DIKE
Balûken ragihand ku di pêvajoya çareseriyê ya destpêkê de hikumet kete bin bandora hevsengiyên herêmî û navneteweyî, ev rewş îro jî bi şêweyên cuda dewam dike û nêzîkatiya hikumetê bi rengê “Nêzîkatiyeke oportunîst a li gorî rewşa konjonkturî tevdigere” pênase kir. Balûken diyar kir ku Kurd xwedî sekneke zelal û bi pîvan e, lê belê li eniya dewletê heman sekn nîne.
Îdrîs Balûken got, “Hîn jî rewşeke xumamî nheye. Em qala pratîkeke dewletê dikin ku li gorî bûyerên li Sûriyeyê, li gorî hevsengiyên nû yên li siyaseta navneteweyî xwedî ajandayên cuda ye” û anî ziman ku di nava vê de alternatîfên li derveyî diyalogê jî hene û bi pirsgirêk e.
Balûken diyar kir ku ji aliyê pêvajoyê ve ew li asteke neyînî nînin, lêgerînên ji bo çareseriyê diyar bûne, xetên sor ji holê radibin û got, “Divê ev girîng bêne dîtin. Lê belê divê ev lêgerîn bi ‘muxatabiyeke nîhaî’ di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de rûpeleke nû veke. Pêwîstî bi vê yekê heye.”