Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku yek ji saziyên beşdarî civîna pêncemîn a Komîsyona li Meclîsê bû, pêniyarek ji 11 xalan pêşkêşî komîsyonê kir. Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku yek ji gavên bingehîn ên çareseriya meseleya Kurd mijara bikaranîna Kurdî li qada cemaweriyê ye û diyar kir ku di rewşeke welê de ku zext li ser Kurdî heye, cihê matmayinê ye ku daxwaza Dayikên Aştiyê ya axaftina bi Kurdî ya li komîsyonê hate redkirin. Kuçukbalaban ragihand ku vê rewşê hêz û hêviya çareseriyê ya komîsyonê lawaz kiriye û got, “Meseleya Kurdî ji xwe yek ji gavên bingehîn ê çareseriyê ye ku divê di meseleya Kurd de bê avêtin.”
‘DIVIYABÛ KOMÎSYON BISPARTA QANÛNÊ’
Kuçukbalaban anî ziman ku ew şahid û ‘bersûc’ê 39 salan ê şer e û bal kişand ser girîngiya vexwendina wan a li komîsyonê. Kuçukbalaban her wiha destnîşan kir ku ji ber komîsyon li nava çarçoveyeke qanûnî nehatiye bicihkirin, rîskeke mezin heye û bi bîr xist ku di pêvajoyên çareseriyê yên dema bihurî de li gel sererastkirinên qanûnî jî siyasetmedar hatin darizandin, lewma di rewşa heyî de hem parlamenter hem jî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dibe ku paşerojê bi rîska hiqûqî re rû bi rû bimînin.
‘EV MESELE DI NAVA 6 MEHAN DE ÇARESER NABE’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ser şêwe û dema karkirinê ya komîsyonê û got, hewldana komîsyonê ya ku dixwaze şerê 40 salên dawî û meseleyeke tevlîhev a 100 salî di nava şeş mehan de çareser bike, nêzîkatiyeke bi kêmasî ye. Kuçukbalaban destnîşan kir ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê komîsyon li aktorên meseleyê hemûyan guhdarî bike û got, “Komîsyonê heta niha pênc civîn lidar xist. Lê belê yek ji tiştên ku diviyabû beriya civînan bikira ev bû: Birêz Abdullah Ocalan yek ji aktorên krîtîk ên vê pêvajoyê ye û gavên krîtîk ên ji 1’ê Cotmehê û vir ve têne avêtin, bi banga Birêz Abdullah Ocalan hatin avêtin. Lê belê komîsyonê heta niha ji xwe re nekiriye kar ku li Birêz Abdullah Ocalan guhdarî bike. Halbûkî ew yek ji aliyên herî krîtîk e û diviyabû pê re hevdîtin bihata kirin. Piştre bi civaka sivîl û gel re hevdîtin dikarîbû bihata kirin; lê belê ev nehate kirin. Me ji xwe ev yek pêşniyar kir û li gorî me ev rewş yek ji kêmasiyên komîsyonê ye.
Yeka din jî ew e ku min beriya niha anî ziman; ji ber tecrûbeyên dema bihurî siyasetmedarên Kurd, parlamenterên Kurd, şaredar û rêveberên partiyê ketin ber dozê, hin ji wan neçar man derkevin derveyî welat. Li Ewropayê niha dîasporayeke cidî ya Kurdan heye, saziyên siyasî û rêxistinên wan ên çapemeniyê hene. Divê li wan jî bê guhdarîkirin. Komîsyon neçar e ku li aktorên meseleyê hemûyan guhdarî bike.
Komek ji 30 milîtanên PKK’ê çek danî. Komê navê ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ li xwe kir û got, ew dixwazin li Enqereyê siyasetê bikin. Besê Hozat di metna xwendî de ev yek got. Heta ku hûn li vê komê guhdarî nekin, hûn çawa bikin ku çekên nû bêne danîn?”
Kuçukbalaban bal kişand ser gelek kêmasiyên komîsyonê û destnîşan kir ku li gel vê yekê jî ev komîsyon ji bo aştiyê firsendeke.
PÊŞNIYARÊN KU KOMELEYA MAFÊN MIROVAN PÊŞKÊŞÎ KOMÎSYONÊ KIRIYE
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî pêşniyarên xwe yên ji 11 xalan ku di civîna pêncemîn de pêşkêşî komîsyonê kir ev agahî da:
“- Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin.
– Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bêne anîn (Bi taybetî biryarên têkildarî Osman Kavala, doza Gezî û ‘mafê hêviyê’).
– Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin.
– Gorên komî bêne vekirin û nasnameya qurbaniyan bê diyarkirin.
– Ji bo cenazeyên milîtanên li derveyî welat jiyana xwe ji dest dan bînin welêt, kar bê hêsankirin.
– Desteyên Çavdêr û Îdareyê bêne rakirin.
– Mehkûmên nexweş bêne berdan.
– Dawî li tayînkirina qeyûman bê anîn û tevlîbûna siyasî neyê astengkirin.
– Dadgerî weke amûreke siyasetê neyê bikaranîn.
– Mafên nasname, çand û zimanê Kurdî bi destûra bingehîn û qanûnan bêne ewlekirin.
– Bêçekbûn li gorî prosedurên navneteweyî bê kirin û civaka sivîl û civak tevlî pêvajoyê bê kirin.”