În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê derfetên têkiliya yekser a bi Abdullah Ocalan re bêne afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’
Rojane

‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

Fermandara YJA Starê Batufa Çekdar di derbarê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de axivî û got: “Komploya 15’ê Sibatê şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin. Lê bi têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd ev komplo hat pûçkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Sibat 2026 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Rêber Apo di nava 27 salên pergala tecrîda Îmraliyê de, bi zanebûneke mezin a berpirsiyariyê û bi kedeke bêhempa, hêzên komploger û planên wan ên li ser gelê Kurd pûç kirin. Bi taybetî ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve, li ser bingeha banga Aşitî û Civaka Demokratîk pêşengiya gavên dîrokî dike û ji bo pêşxistina çareseriyeke mayînde bi biryardarî hewl dide.

Fermandara YJA-Starê Batufa Çekdar têkildarî komploya 15’ê Sibatê ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd hatibû pêşxistin, ji ajansa me re nirxandin kirin.

Batufa Çekdar di nirxandinên xwe de bal kişand ser rastiya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya wî, armancên hêzên komploger û çawaniya pûçkirina wan bi van gotinan anî ziman: “Rêber Apo di heman demê de afirînerê îdeolojî, raman, felsefe û baweriya Sosyalîzma Zanistî ye. Rêber Apo li axa Kurdistanê ku ji destpêka dîrokê ve navenda civakbûyîna komunalîst, exlaqî û polîtîk e, ji dayik bû. Ji ber vê yekê Rêber Apo bû kurekî dilsoz ku xwe feda kir ji heqîqeta kokên xwe re. Gotina ‘Her giya li ser koka xwe şîn dibe’ îşaret bi vê çavkaniya heqîqeta civakî û dîrokî dike. Rêber Apo di Manîfestoya Civaka Demokratîk de jî gotiye: ‘Yê ne komunalîst be nikare bibe sosyalîst.’ Ji ber vê yekê ji destpêka meşa xwe ya şoreşgerî ve xwedî şêwazekî jiyan û têkiliyên komunalîst bû. Li ser vê bingehê karibû kesayet û rêbertiyeke sosyalîst derxîne holê.

Di her baweriyê de mirovên ku bawer dikin û bi baweriya xwe dijîn hene. Lê belê mirovên ku wê baweriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin jî hene. Rêber Apo ne tenê kesekî ku bi baweriya sosyalîzmê ve girêdayî ye; ew di heman demê de kesê ku îdeolojî, raman, felsefe û baweriya Sosyalîzma Zanistî afirandiye ye. Bê guman, heger raman, felsefe an jî îdeolojiyek nebe beden, nikare mayînde bibe û di dîrokê de cih bigire. Bedenbûna îdeolojiyeke wiha, divê berê di kesayetiya kesê ku ew afirandiye de pêk were û piştre bibe ruhê avahiya rêxistinkirî. Rastiya ku Rêber Apo di kesayetiya xwe û hevalên xwe yên dozê de bi dest xistiye ev e. Koma yekem wekî civaka hevalan a ku jiyana komunalîst esas digirt ava kir û pêşengiya wê kir. Piştî salên dirêj û giran ên dîltiya di pergala êşkenceya Îmraliyê de jî, civakeke li ser bingeha felsefeya jiyana komunalîst ava kir; di vê komunê de bû fîgurê herî fedakar, herî mutewazî û pêşeng.

Dîrokeke ku di bin çengên dewleta serdest a mêr û nûnerên wê yên qatilên kastîk de dihat xwestin bê tunekirin, bi têkoşîna xwe ji nû ve rakir ser piyan. Rûmeta gelan, jinan û dîroka civaka komunalîst ji nû ve zindî kir. Rêber Apo bi gotinên: ‘Dîroka mirovahiyê tenê ji dîroka qatilên kastîk pêknayê. Dîrok wekî çemekî ku bi du milan diherike ye. Dîrok şerê navbera civaka komun û qatilên kastîk e. Jina xwedawend, pêşeng û afirînera civaka komun e. Zilamê zalim û kastîk jî pêşengê pergala emperyalist û komkujer e’ rûmeta jin û gelan ji nû ve xuya kir. Bang li qatilên kastîk kir. Bû nûner û pêşengê rastîn ê nirxên civaka komun ku dihat xwestin di bin siya pergala serdestiya mêr de bê hiştin.

DI VÊ KOMPLOYÊ DE GELEK HÊZ CIH GIRTIN

Ji ber vê yekê, astenga herî mezin a li pêşiya planên hêzên komploya emperyalist Rêber Apo bû. Bi rastiya xeta jina azad, bi rêxistinkirina nasnameya gelê şerker, bi perwerdekirina milîtanên fedakar û xwedî îrade, bi ji nû ve zindîkirina tovên civaka komunal û bi hemû nirxên xwe yên afirîner, Rêber Apo ji bo planên dagirkeran gefeke mezin bû. Rêber Apo çiqas pêşengekî dilsoz ê gelê Kurd û Kurdistanê bû, ewqasî jî pêşengekî rastîn ê gelên Mezopotamyayê û bi giştî gelên Rojhilata Navîn bû. Vê rewşê bêhna qatilên kastîk ên ku li ser Rojhilata Navîn planên wan hebûn, diçikand. Ji ber vê yekê komploya 15’ê Sibatê, di şexsê Rêber Apo de ku hêviya jin û gelan bû, ji aliyê qatilên kastîk ve hat pêkanîn. Di vê komployê de ne tenê hêzek, gelek hêz cih girtin.

Ev plana tarî ji aliyê nûnerên qatilên kastîk ên 33 dewlet-netewan ve hat plankirin. Plana stratejîk a komployê ji aliyê dewletên mîna Îngilistanê ve hat amadekirin ku tu carî nexwestine gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî statu û nasname. Mossad a îstîxbarata Îsraîlê ku ji sala 1982’an ve dişopand, gav bi gav tevgera Rêber Apo şopand; hevkariya hêzên herêmî û rola îxaneta Kurd jî di komployê de cih girt. Hêzên hegemon ên mîna DYA’yê ku dewlemendiyên Rojhilata Navîn îştaha wan vedikir, di pêkanîna planê de berpirsiyar bûn. Bi îfadeya Rêber Apo, rola ku ketibû ser milê dewleta Tirk jî gardiyantiya plana hêzên komploger bû. Bêguman, dema berjewendiyên hêzên hegemon, dagirkerên ku Kurdistan di navbera xwe de parçe kirine û îxaneta Kurd bûn yek, xetereyeke komployê ya ku di dîroka mirovahiyê de mînaka wê nehatiye dîtin derket holê. Komploya li dijî Rêber Apo jî wekî encama hevalbendiyeke wiha qirêj û mezin pêş ket.

Bi kurtasî komploya 15’ê Sibatê; di encama hevkariya hêzên hegemon ên kurewî, hêzên statukoparêz ên li Rojhilata Navîn, dewletên dagirkerên Kurdistanê û îxaneta Kurd de derket holê. Komploya 15’ê Sibatê ne destpêkek, encamek bû. Tevgera Apoyî ji dema ku derket holê heta komploya 15’ê Sibatê, di şexsê Rêber Apo de bi gelek komployan re rû bi rû ma. Girtin, hewildanên sûîkastê, şandina ajanan, qetilkirina hevalê wî Hakî Karer ku digot ‘Ew ruhê min ê veşartî bû’ hin ji van in. Her wiha di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê hewildana sûîkastê ya bi wesayîta bombebarkirî û gelek planên din ên qirêj li dijî Rêber Apo hatin xistin dewrê. Dema li Enqereyê bû jî planeke sûîkastê li dijî wî hatibû kirin; lê bi tedbîrên ku girtibûn ew pûç kir. Rêber Apo hay ji hebûna hêzên komploger hebû. Digot: ‘Ez dema radizêm jî şiyar im; ji ber ku ez dizanim hêviyên Kurdan bi min ve girêdayî ne.’

RÊBER APO LI DIJÎ AQILÊ KUJER, JI BO GELÊ XWE JIYANÊ HILBIJART

“Vê zanebûna berpirsiyariya dîrokî, baldarî û pêşdîtinê, planên komployê pûç dikirin. Ji ber vê yekê Rêber Apo mîna hemû planên din, komploya 15’ê Sibatê jî berê hîs kir. Wê demê ligel hevalên li cem xwe, bi rojan komplo analîz kir. Gelê Kurd hişyar kir û bal kişand ser mezinahiya komployê. Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an bi dehan caran beşdarî weşanên MED TV bû; ji tevgera me, gelê me û rayagiştî re metirsiya komployê vegot. Lê belê berê, ji dema ku Rêbertiya me derket derveyî welat, dema ku me li qadên şoreşê kadro perwerde dikirin û dişandin welat, diviyabû li welat jî ji bo Rêber Apo zemin û mercên pêwîst hatibûna avakirin. Rast e; fedakariyên mezin hatin kirin û ji bo telafîkirina vê hevaltiya nebes û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdêlên giran hatin dayîn. Lê hîn ev armanc pêknahatiye û têkoşîn berdewam dike.

Belê, Rêber Apo di nava 27 salên mercên pergala êşkenceya Îmraliyê de jî berxwedan û têkoşîneke bêhempa meşand. Wî bi xwe gelek caran wiha got: ‘Di destpêka dîltiya xwe de min wekî Kemal Pîr berxwedan fikirî û min xwe ji her alî ve ji bo vê motîve kir. Lê piştre min fikirî; ez rêberê gelekî wisa me ku di dîrokê de cara yekem e hemû hêviyên xwe bi min ve girê daye. Jin hene û azadiya xwe di fikir û ramanên min de dibînin. Rêxistinek heye ku ruhê xwe di rastiya Rêber Apo de ditiye. Ez dikarim wekî Kemal Pîr li ber xwe bidim; lê ev berxwedan kurt dajo û di encamê de ev gel û ev tevger bê rêber dimîne. Komplo mezin bû. Ji ber vê yekê min biryara têkoşîn û berxwedaneke wiha girt.’ Bi îfadeya Rêber Apo, wî ew pergala ku kesên bê armancên mezin nikarin 24 saetan jî lê ragirin, di nava salan de veguherand qada hilberîna ramanî û paradigmatîk; di dawiyê de jî ligel komek hevalên xwe, xwe wekî ‘Komuna Felsefeyê’ pênase kir.

Di hevdîtineke xwe ya derbarê pêvajoyên dawî de wiha gotibû: ‘Tiştê ku motîvasyona mirov xurt dike, berpirsiyarî ye.’ Bi rastî jî berpirsiyariya dîrokî û mezin a Rêber Apo, bû çavkaniya motîvasyoneke wisa bixêrhatî. Ji ber vê yekê di bin mercên herî giran de jî karibû di analîzên dîrokî, sosyolojîk û felsefî de kûr bibe; di encama vê de ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, ji bo gelên herêmê û cîhanê û ji bo hemû jinan paradigmayeke ku çavkaniya azadiyê ye pêş xist. Bersiva ku Rêber Apo da hêzên komploger û komploya 15’ê Sibatê wiha bû. Rast e; Rêber Apo 27 sal in di nava pergaleke wiha ya tecrîd û êşkenceyê de tê girtin. Lê belê ew ji aliyê ruhî, fikrî û psîkolojîk ve tu carî teslîmî van mercên dîltiyê nebû. Ew qad veguherand qadeke hilberînê ya bêhempa ku di dîrokê de mînakên wê nehatine dîtin.

Çima ez dibêjim di dîrokê de mînakên wê nehatine dîtin? Ji ber ku gelek pêşengên gelan, baweriyan û şoreşên civakî rastî mercên giran ên dîltî û êşkenceyê hatine. Gelekan ji wan berxwedan nîşan dane, rûmeta xwe, gelê xwe û baweriya xwe parastine. Lê mîna Rêber Apo ku ew merc veguherandine hilberîneke wiha mezin a ramanî, dîrokî, sosyolojîk, felsefî, pratîk-polîtîk û zanista siyaseta demokratîk û ev gihandiye formulasyoneke xurt a paradigmatîk, mînakake din nîn e. Rêber Apo ev bi ser xist û careke din mohra xwe li dîrokê xist. Bi vê şêwazê, li dijî aqilê kujer ê hêzên komploger, jiyaneke tije têkoşîn û berxwedan hilbijart ku rûmeta xwe û rûmeta gelê xwe mezin kir. Ev felsefeya jiyanê ya Rêber Apo, li hemberî mirinê tercîhkirina jiyaneke azad bû.”

KOMPLO BI SAYA SEKNA RÊBER APO Û TÊKOŞÎNA KOLEKTÎF HAT PÛÇKIRIN

“Ji ber vê yekê, dema komploya 15’ê Sibatê pêk hat, fedaiyên Apoyî yên wekî Rojbîn Ereb, Berwar Çelê, Şaristan Botan, Teyhan û bi dehan welatparêz bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bersiv dan komployê. Peyameke eşkere dan hêzên komploger û gotin: ‘Em ê wê destê ku dirêjî Rêber Apo dibe bişkînin.’ Dîsa bi pêşdîtina Rêber Apo ya ku beriya komployê gel amade kiribû û hişyar kiribû, bi çalakiyên fedaî li dora Rêber Apo xelekeke ji agir ava kirin. Gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn herikîn qadan. Bi dirûşmêyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi milyonan mirov derketin qadan. Ji 7 heta 70 salî, bi sedan welatparêz û girtiyan bedena xwe dan ber agir; xwe veguherandin gogên agir û ji hêzên komploger re peyama ‘Ev agir ne tenê bedena me, wê we jî bişewitîne’ dan.

Gelê Kurd, bi pêşengiya jinên Kurd, dizanibû ku cara yekem e şansê xwedîbûna rêberekî wekî Rêber Apo bi dest xistiye û ev şans wê careke din nekeve dest. Ji ber vê yekê bi hemû hêz û hebûna xwe xwest xwedî li ked û xebata Rêbertiyê derkeve. Di dîrokê de, gelê me di meha Sibatê de ku jê re dibêjin ‘Reşemî’, di wan mercên giran ên zivistanê de bi şev û roj li kolanan man. Tevî sermayê jî, bi agirê dilê xwe bedena xwe germ kirin û qad neterikandin. Di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li hemû Kurdistanê qad li dagirker û hêzên komploger kirin dojeh. Tirkiye şewitî. Cîhan hejiya. Birçî, bêxew û bêrawestan, wekî yek dilekî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anîn ziman û têkoşîna xwe domandin. Vê carê bi hêrseke mezin, mîna lehiyeke ji agir herikîn qadan. Ev herikîna hêrsbûyî ya gel, asta dilsoziya bi Rêber Apo re bi eşkere nîşanî hêzên komploger da. Wan vîn û hêrsa gelekî ku bi keda Rêber Apo hatibû rêxistinkirin, dîtin.

Hêzên gerîla jî bombe bi bedena xwe ve girê dan û bi ruhê fedaî li dijî dagirker û hêzên komploger vînek ku qadan bihejîne nîşan dan. Bi vî rengî dîtin ku Kurd êdî ne Kurdên serdema Sevr û Lozanê ne, xwedî li qedera xwe derketine. Hêzên komploger neçar man bibêjin ‘Me li bendê bertekeke wiha mezin nîn bû’ û peyama dîrokî girtin. Rêber Apo nasnameyeke nû dabû Kurd û jinan; encama vê jî bi vî awayî derket holê. Komplo, bi saya sekna dîrokî ya Rêber Apo, bi têkoşîna kolektîf a bi pêşengiya jinên Kurd, bi serhildan û dilsoziya kûr a gelê Kurd hat pûçkirin. Hêzên komploger negihîştin armancên xwe. Nekarîn Rêber Apo bi awayekî fîzîkî tune bikin. Nekarîn hêviya gelê Kurd û jinan bişkînin. Nekarîn tevgera Apoyî tasfiye bikin.”

KURD LI BER DEVÊ MIRINÊ BI BASK BÛN Û FIRIYAN

“Kurd ber bi çalakiya mirinê ve nehatin kaşkirin; berevajî wê, li ber devê wê çalê bi pêşengiya Rêber Apo bûn xwedî per û bask û firiyan. Ew bask mezin bûn û ji bo hemû gelên azadîxwaz û jinên têkoşer veguherîn asoyekî serkeftinê. Kurdan li ber devê mirinê per û bask derxistin; mirin û hêzên komploger têk birin. Rastiya gel û rêxistina ku Rêber Apo ava kiriye ev e. Bêguman li hemberî vê seknê hêzên komploger jî vala rûneniştin. Rêber Apo yê ku nekarîn bi fîzîkî tune bikin, xwestin bi pergala êşkenceya Îmraliyê ya ku 27 sal in didome, bêbandor bikin. Xwestin wî hêdî hêdî, gav bi gav di wê êşkencexaneyê de bihelînin. Bi feraseta hêzên hegemon, xwestin Kurdan her tim birîndar bihêlin û bi vî awayî hevkarên xwe yên statukoparêz ên li herêmê li ser piyan bihêlin. Dijmin Rêber Apo her tim di bin dorpêçê de girt û dewleta Tirkiyeyê jî di her fersendê de li dijî Rêber Apo, tevgera azadiyê û gelê Kurd planên êrîşê meşandin.

Ji bo gihîştina armancên xwe, hemû mafên navnetewî jî binpê kirin. Yanî azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me û hemû mafên wan ji destê wan hatin girtin. Bi salan di bin şert û mercên giran de dîltî berdewam kir. Di van 27 salan de lingê Rêber Apo li axê neket. Di xwezayê de meşeke azad pêk neanî. Ev hemû ji ber wê yekê bûn ku hêzên komploger hîn li qadê bûn. Lewra Rêber Apo bala hemû hêzên komploger û kujer dikişand. Ev rewş, bûbû Levîathanê modern ê pergala modernîteya kapîtalîst. Dîltiya Rêber Apo encama komployeke navnetewî bû ku 33 dewlet û hêzên din tê de bûn; bi heman rengî pergala dîltî û êşkenceyê jî bi biryara van hêzan dihat meşandin û domandin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dihat wateya qezenckirina statuya Kurdan. Lê hêzên komploger hîn jî di planên xwe yên komploger de israr dikirin û dixwestin hemû planên xwe li ser herêmê bidin sepandin; ev polîtîkayên xwe hîn jî didomînin.

Ji ber vê yekê, Rêber Apo zêdetirî nîv sedsalê di nava pergaleke giran a tecrîd û êşkenceyê de derbas kir. Rêber Apo wekî pêşengê gelên azadîxwaz, tevî ku neçar ma di qadeke çend metrekare de nefesê bistîne jî, têkoşîna xwe domand. Ev rewş tenê bi sala 2007’an sînor neman. Heya çivîkeke ku dihat ber pencereya Rêber Apo jî, bi awayekî ku bandorê li jiyana wî bike hat astengkirin. Tu tiştekî zindî nedanê. Xwesteka Rêber Apo ya ji bo meşandina jiyaneke bi xwezayê re bibe yek, hat astengkirin. 16 salan Rêber Apo bi tenê serê xwe li girava Îmraliyê ma. Piştî 16 salan 3 heval birin cem wî. Lê belê wan jî di hefteyê de tenê çend deqîqeyan karibûn hev bibînin. Nexasim wan jî di bin çavdêriya bi dehan kamera, gardiyan û mercên tecrîdê de karibûn hevdîtinê bikin. Nêzî 10 salan tecrîdeke giran hat sepandin. Bi pêşengiya Leyla Guven û hevalên wê, di encama çalakiyên mezin ên rojiya mirinê de piştî ku 9 hevalan çalakiyên fedaî kirin, çend caran hevdîtin pêk hatin û piştre hevdîtin dîsa hatin astengkirin.

RÊBER APO JI DÎROKÊ RE PERSPEKTÎFEKE NÛ DA QEZENC KIRIN

Wekî tevger û gel, me bi salan agahî ji Rêber Apo negirt. Ev yek, metirsiya mezin a li ser Rêber Apo û Kurdên ku bi wî re bûne yek nîşan dida. Hêzên komploger û dagirker xwestin bi vê rêbazê Kurdan ‘terbiye’ bikin. Lê ev plan, di hişê komplogeran de jî wekî fantaziyeke vala û fikreke pûç ma. Li cem Rêber Apo û li dervayî wî, artêşa gerîla ya fedaî û gelê me yê birûmet, demeke dirêj li qadan têkoşîn û berxwedan domand. Rêber Apo di pergala tecrîda Îmraliyê de jî bi gelek nivîs, nirxandin û analîzan pêvajo bi rê ve bir; bi 9 Parêznameyan, nexşerêyekê û 5 pirtûkên analîza polîtîk-pratîkî ve piştgirî da avakirina civaka demokratîk û rêxistinkirina civakî; herî dawî jî bi Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aşitiyê mohra xwe li qada dîrokê xist. Her pirtûka ku Rêber Apo nivîsandiye, ji aliyê dîrokî, sosyolojîk, felsefî û zanistî ve xwedî hêzeke bêhempa bû.

Dema ku ev hemû xebat hatin cem hev, mucîzeyeke mezin pêk anîn û Rêber Apo li hemberî nûnerên modernîteya kapîtalîst û pergala kujer nîşan da ku ew ê tu carî nekaribin vê xebata bihurmet xera bikin. Ji dîrokê re nêrîneke nû da qezenc kirin, dîroka jin û gelên têkoşer ji nû ve pênase kir. Di heman demê de hemû maskeyên dîktatorên serdemê û kujerên kastîk xist; sirên ku bi tirsê nixumandibûn eşkere kir û beşa dîroka civakî ya ku ji bo jinan di tariyê de mabû ronî kir. Vê yekê mîrateyeke mezin ji jinan, gelan û gelê Kurd re hişt. Parêznameyên Rêber Apo wergerandine 22 zimanan û ji aliyê bi deh hezaran dîroknas, sosyolog, zanyar, fîlozof, şoreşger û bi milyonan parêzvanên azadiyê ve hatine xwendin. Parêzname xistine nava pirtûkên dersê û mufredatan; ji aliyê bi dehan zanîngeh û bi sedan akademiyan ve wekî materyalê perwerdeyê hatine bikaranîn.

Danezanên Rêber Apo, derî li lêkolînên dîrokî, sosyolojîk û felsefî vekirin, cesaret û têgihiştineke nû da qezenc kirin û bûne çavkaniyek ku xebatên akademîk hêsan dikin û rê nîşan didin. Tevî mercên dîrokî û tarî û tevî hêzên kujer, gel û jinan hêz û biryardariya bidestxistina mafên xwe qezenc kirin. Ciwanan dema ku di nava pergala kapîtalîst de hebûna xwe winda kiribûn û bi awayekî winda dijiyan, ev Parêzname di dawiya tunelê de mîna ronahiyekê biriqîn û ciwanan bi rêya van Parêznameyan xwe dîtin, mejiyê wan vebû. Çavên wan vebûn û karibûn rastiyê bibînin. Di dilê ciwanan de hêviya jiyaneke biwate û rastîn şîn bû. Cewherê Parêznameyan û bi giştî kuliyata teorîk û paradigmatîk a ku Rêber Apo li Îmraliyê derxistiye holê, li dijî modernîteya kapîtalîst alternatîfên herî xurt pêşkêş kirin. Êdî civak, gel û jin xwedî modelek an jî alternatîfek in.

Parêznameyan ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me deriyekî hiqûqî vekir. Li hemberî hêzên komploger dengê Parêzname û manîfestoyê mezin bû; li ser gelan, civakan, jinan û lêkolînerên akademîk bandoreke mezin çêkir. Li heft parzemînên cîhanê deriyên piştgiriyê yên bi gelê Kurd re vebûn. Cara yekem, gel û jin li hemberî Levîathanên kapîtalîst ên modern, bûn xwedî perspektîfeke têkoşîna kolektîf û komunal. Felsefeya jiyana azad a ku Rêber Apo afirandiye li vir jiyan dît. Ji ber vê yekê ramanên ku Rêber Apo ji destpêkê ve pêş xistine, nexasim perspektîfên ku li Îmraliyê derxistine holê, ji bo hemû gelên cîhanê, jinan û gelê me perspektîfa azadiyê pêşkêş dikin. Pratîk û rêbaza polîtîk a Rêber Apo gihîştina rastiyê hîn xurtir dike. Mezinahiya Rêber Apo li vir jî derdikeve holê; tevî tecrîda giran û pergala êşkenceyê, tevî qada çend metrekareyî, bi paradigmaya xwe sînorên komplogeran derbas kir û xwe gihand heft parzemînên cîhanê. Bi eslê xwe, pûçkirina komployê ji vir tê û ev encama xebata Rêber Apo ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di navbera rûniştandina desthilatdariyê û zêdekirina tundiyê de ma

Hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê hêviyeke mezin xist dilê pêkhateyên gel, lê ji ber avêtina…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeda li Wanê: Biryar ji bo gelê Kurd bêhikum e

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Wanê di çalakiya nobedê de axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?