Komxebata bi dirûşma ‘Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’ bi beşdariya 500 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê destpê kir.
Ji pêkhateyên Suryan, Kurd, Ereb, Elewî û Ermenî gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Her wiha gelek jinên ji Heleb, Hûms, Sahil, Siwêda û Şamê jî ji ber nekarîn tevlî bibin, bi rêya zoomê wê beşdar bibin û nêrînên xwe li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû parve bikin.
Di heman demê de tevahî sazî û dezgehên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî komxebatê bûn.
Komxebat bi xêrhatina mêvanan ji aliyê Berdevka Kongra Star a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo destpê kir.
Komxebat dewam dike.