Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KON-MED’ê ji bo 15’ê Sibatê bang kir: Ji bo Rêber Apo azadî!
Rojane

KON-MED’ê ji bo 15’ê Sibatê bang kir: Ji bo Rêber Apo azadî!

KON-MED’ê ji bo çalakiya ku wê di 15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasborgê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû meclîs, rêveberiyên federasyonê, tevgerên ciwanan û pêkhateyan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Sibat 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED), ragihand ku ew ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bi daxwaza Rêber Apo ji Îmraliyê bê derxistin û ji bo stratejiyeke aştiyane xebateke azad bê meşandin, wê çalakiyek lidar bixin.

KON-MED’ê di serî de bang li Konseya Ewropa (KE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Elmanyayê kir ku bibînin berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd nikare bê rawestandin.

KON-MED’ê, bal kişand ser girîngiya desteka siyaseta navneteweyî ya ji bo daxuyaniya Rêber Apo ya di 23’yê Cotmeha 2024’an de ku digot, “Eger şert û merc bicih werin anîn, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê bikşînin qada hiqûqî û siyasî” ji bo misogerkirina aştiyek mayînde ya li Tirkiyeyê girîng e.

KON-MED’ê, ragihandin ku dewleta Tirk êdî nikare bi rejîma AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan dewam bike û hat destnîşankirin ku vê rejîmê bi taybetî li Sûriye û Iraqê bi polîtîkayên xwe yên “Osmaniya nû” helwesteke êrîşkar nîşan daye û bêaramiya li herêmê kûrtir kiriye. KON-MED’ê, destnîşan kir ku yekane hêza dikare Tirkiyeyê ber bi stratejiyeke aştiyane ve bibe, nexşeya rê ye ku Rêber Apo pêşkêş kiriye.

Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku daxwaza wan ew e ku 15’ê Sibatê Rêber Apo ji Girava Îmraliyê bê derxistin û azadiya wî ji bo stratejiyeke aştiyane bê misogerkirine. KON-MED’ê diyar kir ku hikûmeta nû ya Elman wê di Adarê de were avakirin û got divê hikûmeta Elman dev ji polîtîkayên dijî Kurdan ku bi hinceta qedexeya PKK’ê ji sala 1993’yan ve didome, berde.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê bi serokê Hayat Tahrîr El Şam (HTŞ) re ku di lîsteya cîhadîst û terorê de ye û got ku Elmanya çawa dikare di raya giştî de tevgereke ku azadiya jinê diparêze û rast e weke rêxistineke qedexekirî pênase bike?

KON-MED’ê di dawiyê de bang li hemû meclîs, rêveberiyên federasyonê, tevgerên ciwanan û pêkhateyên wê kir ku bi awayekî rêxistinkirî û xurt beşdarî çalakiya ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê were lidarxistin bibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê bîlançoya 24 saetan eşkere kir
Nûçeya Pişt re 3 rojnamevan hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayika ku 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Diyariya herî mezin hestiyê kurê min e!

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku hestiyên kurê wê Seyfettîn Tûtmaz ê beriya 34 salan şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêranê meşa ‘Dema azadiya jinan’

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star li Şêranê bi dirûşma "Dema azadiya jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî: Myanmarê li dijî Rohingan sûcê qirkirinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?