Duşem, 20 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: Di Newroza 2026’an de herî kêm 253 kes hatin binçavkirin, 63 jî hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li ber hewldanên ‘sîxurkirinê’ û ‘gefê’ yên li Îzmîrê rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo aştiyê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza dijî projeya JES’ê de ya li Gimgimê biryara navberê. Belge hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê bi dirûşma ‘bersiva li fermanan’ destpê kir
Kurdistan

Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê bi dirûşma ‘bersiva li fermanan’ destpê kir

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku weke bersiva 73 fermanan tê lidarxistin, îro bi beşdariyeke xurt, bi coş û hêviyeke mezin a paşerojeke azad destpê kir. Rêber Apo peyameke taybet ji konferansê re şand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Îro li Şengalê, li stargeha pîroz a Êzidiyan ku ji vir û 11 sal berê rastî ferman û komkujiya herî hovane ya sedsalê hat, konferanseke girîng tê lidarxistin.

Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê ku bi dirûşmeya ‘’Banga Civaka demokratîk bersiva 73 fermana ye’’ tê lidarxistin, îro bi coş û hêviyeke mezin destpê kir. Weke ji nav û dirûşmeya konferansê jî xuya dibe, civaka Êzidî û gelê Şengalê bi vê konferansê re ne tenê bersiva fermana 3.8.2014’an lê her wiha bersiva dîroka fermanan didin. Her wiha Şengal bi vê konferansê re bersiva peyama Rêber Abdullah Ocalan a ‘’Banga Civaka Demokratîk ji bo Êzidiyan destpêka ronesansê ye’’ jî dide. Konferans ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve tê lidarxistin.

Konferansê saet di 09:00’an de, bi beşdariya bi sedan mêvanên ji Şengalê û derveyî Şengalê destpêkir. Hemû sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Jinên Ciwan ên Şengalê, oldar û ilimdarên Êzidî, partiyên siyasî û saziyên civakî yên Şengalê, nûnerên gelê Ereb ên Şengalê jî di nav de ji hemû beşên civaka Êzidî û gelê Şengalê delege tevlî konferansê bûne.

JI BEXDA, SILÊMANIYE, MEXMÛRÊ BI DEHAN MÊVAN BEŞDAR BÛN

Her wiha ji Bexdayê komeke ji 15 kesan ku di nav de çalakvanên siyasî, çalakvanên medenî, akademisyen û rojnamevan hene beşdarî konferansê bûne. Ji Silêmaniyê jî komeke 15 kesan ku di nav de zanayên ola Îslamê, nûnerê Zerdeştiyan, oldar û nûnerên gelê Cihû, parêzer, lêkolîner, saziyên civakî, akademisyen û çavderên siyasî di konferansê de amade ne. Li ser navê gelê Wargeha Ş.Rustem Cudî jî heyetek tevlî konferansê bûne. Hejmarek hunermend, nivîskar û akademisyenên ku nekarîn werin Şengalê jî, ewê bi rêya online beşdarî konferansê bibin û gotarên xwe pêşkeş bikin.

‘RONESANS WÊ CIVAKA ÊZIDÎ BER BI SERXWEBÛNÊ VE BIBE’

Konferansê bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo, li ser navê Rêveberiya Xweser peyamekê da û got: ‘’Em konferansê li mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Ronesansa Êzidiyan, Êzidiyan ji bindestiyê ber bi serxwebûnê ve dibe. Rêber Apo bang li civaka Êzidî dike ku parastina xwe ya cewherî û rêveberiya xwe ya cewherî xurt bike.’’

Li ser Navê Desteya Oldaran jî Mam Şûweyş jî li ser navê oldaran peyamek pêşkeşî konferansê kir û got: ‘’Êzidî pêwîst e bibin destek û biryarek.’’ 

TAJÊ: EM KONFERANSÊ LI SEROK APO PÎROZ DIKIN

Neam Eliyas jî li ser navê TAJÊ jî Neam Eliyas peyamek pêşkeşî konferansê kir û wiha axivî: ‘’ Ev konferans berhema şehîdan e, salvegera fermanê nêz dibe, em şervanên azadiyê yên bi hawara me ve hatin bibîrtînin û konferansê li wan pîroz dikin.’ Her wiha em li serokê gelên bindest, Serok Apo pîroz dikin.’’

WÊ PEYAMA RÊBER APO BÊ XWENDIN

Rêber Apo ku banga Ronesansa Êzidiyan kiribû, peyameke taybet ji bo konferansê şandiye. Her wiha, Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyameke bi dîmen gihand konferansê.

Piştî xwendin û temaşekirina peyaman, wê sînevîzyonek derbarê banga Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna xweseriyê ya Şengalê de were temaşekirin.

DI ROJA DESTPÊKÊ DE 5 GOTAR TÊNE PÊŞKÊŞKIRIN

Konferansa ku wê 2 rojan berdewam bike xwedî navorekeke têr û tijî ye, wê bi giştî di 9 mijaran de gotar werin pêşkeşkirin û nîqaş werin meşandin.
Mijarên ku wê di roja yekemîn a konferansê de werin nîqaşkirin ev in; 

Di Herikîna Dîrokê de Hebûna Civakî ya Êzidiyan
Di Çarçoveya Çand-Bawerî û Felsefê de Êzidî û Ezdatî
Weke Cewher û Bermahiya Civakê Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin
Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî
Zîhniyeta Fermanê, Rastiya Qirkirina Fîzîkî û Çandî

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ: Bûn çavkaniya ronahiyê ya paşeroja me
Nûçeya Pişt re Ji Rêber Apo peyama ji bo konferansa Şengalê: Ferman êdî bi dawî bûye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DKP/Bîrlîk Bayraktaroglû û ‘hemû nemir’ bi bîr anî

DKP/Bîrlîk Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) bi bîr anî û got, "Divê em demeke welê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê teqîn û êrîşên çekdarî didomin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di nava 24 saetên dawî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Bavê Teyar hunermendekî wêrek bû

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê derbarê şehadeta Bavê Teyar de daxuyanî da û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?