Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xizmên windayan li çar bajaran çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş Yavuz û Koçak bila bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel, Davutoglu û Babacan ji konferansê re peyam şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa TekoJIN li Elmanyayê dest pê kir
Jin

Konferansa TekoJIN li Elmanyayê dest pê kir

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê "Konferansa TekoJIN a Elmanyayê" ku cara yekem tê lidarxistin, bi beşdariya bi dehan jinên ciwan û bi coşeke mezin dest pê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li bajarê Kassel ê Elmanyayê cara yekem konferansa xwe li dar xist. Konferans bi beşdariya bi dehan jinên endamên TekoJIN’ê yên li Elmanyayê û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî – Serbixe Azadî” dest pê kir.

Endamên TekoJIN’ê di Hezîrana 2022’yan de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li seranserê Ewropayê kongre li dar xistibûn. Di kongreyê de biryarên girîng hatibûn girtin. Yek ji van biryaran jî ew bû ku di asta welat de xwe birêxistin bikin. Ev yek bi pêşengiya jinên endamên TekoJIN’ê yên Elmanyayê bi konferansa ku îro hat lidarxistin, dest pê kir.
Jinên ciwan bi coşeke mezin hatin cem hev û salona konferansê bi rengên kes, sor, zer û mor xemilandin.

Li salona konferansê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên jin ên şehîd hatin daliqandin.

Di konferansê de standa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kovara Xwebûn û gelek pirtûkên din hat vekirin. Di standê de tîşort û çenteyên ku bi taybetî ji aliyê endamên TekoJIN’ê ve hatine çêkirin hatin pêşandan.

Jin bi cil û bergên neteweyî beşdarî konferansê bûn.

Konferansa ku wê tevahiya rojê dewam bike, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

 ‘EV SEDSAL SEDSALA JINAN E’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina vekirinê endama TekoJIN’ê Berjîn Guneş kir.
Berjîn Guneş got, “Ji bo me gelek girîng e ku jinên ciwan ji hemû herêmên Elmanyayê beşdarî konferansê bibin. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî – Serbixe Azadî’ bi awayekî serketî pêş dikeve û ev sedsal sedsala jinan e. Ji ber ku dijmin bi aqil û hêza jinê dizane, her tim êrîşî ser nasnameya jinê dike û hewl dide jinan ji nasnameyan wan dûr bixin. Rêber APO dibêje; ‘Eger pêşengtiya jinan nebe em ê ti carî nikaribin rêya rast bi dest bixin. Jin herî zêde nêzîkî azadiyê ne’. Ji ber vê yekê em weke jin divêm rast nêzîkî pêvajoyê bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û em layiqî hevrêtiya gerîlayên azadiyê bibin.”

 ‘DIVÊ EM RÊBER APO BAŞ FÊM BIKIN’

Berjîn Guneş bal kişand ser lîstikên sîstemê yên li ser jinên ciwan û êrîşa li ser nasnameya jinê û wiha berdewam kir: “Em weke jinên ciwan ên li Elmanyayê ji dayik bûne û mezin bûne, em ji aliyê fîzîkî ve ji axa xwe dûr in. Ji ber vê yekê divê em rast têbikoşin û Rêber Apo baş fêm bikin. Îro di vê pergalê de bi hezaran jin bi tundî û destavêtinê re rû bi rû ne. Ji bo vê jî divê em xwe baş bi rêxistin bikin û bersivê bidin van êrîşan.”

Berjîn Guneş anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide û wiha pêde çû: “Divê em jiyan û xebata xwe nû bikin û rast nêzikî pêvajoyê bibin. Li hemberî berxwedana Rêber Apo kêm dimînin. Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Em ne tenê ji hêla fîzîkî, lê di heman demê de ji hêla derûnî ve jî di bin êrîşan de ne”.

Berjîn Guneş got, “Divê em fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin û gav bi gav xurt bikin” û bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” dawî li axaftina xwe anî.

 ‘EM BI PARADÎGMAYA RÊBER APO XWE BIRÊXISTIN DIKIN’

Li ser navê YJKE’yê Êvîn Serhed bi bîranîna şehîd Zîlan û şehîdên meha Hezîranê dest bi axaftina xwe kir. Êvîn Serhed bal kişand ser rol û mîsyona jinên ciwan û bal kişand ser gotina Abdullah Ocalan a “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”.

Êvîn Serhed got, “Em weke jinên ciwan li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd, di nava berxwedanê de ne. Pergal dixwaze jinan û bi taybet jinên ciwan li gorî daxwazên xwe ava bike.”

Piştî axaftina Êvîn Serhed, peyamên silavkirinê yên DEM-GENÇ, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava û rêxistina femînîst a Kolombiyayê Rodrojayê hatin xwendin.

Ji Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava Berîtan Yûsif diyar kir ku tevî ku li Ewropayê 24 saetan di bin êrîşan de ne jî kombûna jinên ciwan, xwe birêxistinkirin û lidarxistina konferansê gelekî girîng e. Berîtan Yûsif got, “Li Elmanyaya ku yek ji dewletên Ewropayê ku di komploya li dijî Rêber Apo de cih girtiye, konferanseke bi fikir û felsefeya Rêber Apo tê lidarxistin, ji bo dijmin darbeyeke mezin e. Di pêvajoyeke wiha de pir girîng e ku jinên ciwan di dilê dijmin de xwe bi paradîgmaya Rêber Apo bi rêxistin bikin û perwerde bikin.”

Berîtan Yûsif wiha berdewam kir: “Çawa ku jinên li Rojava xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên jiyanê de cih girtin û Şoreşa Jinê derxist pêş, divê jinên ciwan ên li Ewropayê jî mezin bibin û rêxistinbûna xwe li her derê belav bikin.”

Endama DEM-GENÇ û rêxistineke femînîst a Kolombiyayê Rodroja bal kişandin ser rol û mîsyona jinên ciwan û girîngiya kombûna jinan.

Piştî axaftinên silavkirinê sînevîzyona li ser pêvajoya siyasî hate pêşandan.

Di konferansê de li ser “civaknasiya jinê” û pêvajoya siyasî axaftin hatin kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KASSEL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Zîlan hate bîranîn
Nûçeya Pişt re HRE: 2 leşker û 4 çete hatin kuştin, tankek hat rûxandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

Jiyan û têkoşîna hunerî ya hunermend Elî Mansûr di bîranîna 40 rojî de li Kolnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî 30 salan hat berdan: Ez xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikevim

Abdullah Yilmaz (62) ku piştî 30 sal û 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Serhedê 8’ê Adarê: Jin, Jiyan, Azadî

Çalakiyên 8'ê Adarê yên li bajarên herêma Serhedê bêne lidarxistin, li bajarê Qersê destpê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?