Konferansa Yekemîn a Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Bi Xwendin, Fêmkirin û Pêkanîna Parêznameyan Em ê Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” bi amadebûna bi sedan xelkê kanotona Firatê destpê kir. Konferans li hola Çand û Hunera Baqî Xido li ser çar guftûgoyên bingehîn hate destpêkirin.
Konferans bi kurtefîlmekê li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; jiyana wî li gund, xwendina wî ya qonaxa amadehî û zanîngehê heta damezrandina PKKˊê û perwerdekirina bi hezaran kador, komploya navneteweyî û rewşên tecrîdê yên tund hat pêşkêşkirin. Dûre parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan bi dîmenkê li ser girîngiya konferansê axivî û got pêwîst e nakokiyên etnîkî, neteweyî û mezhebî li Rojhilata Navîn bên çareserkirin û li gorî felsefeya Rêberê Gelê Kurd demokrasî û jiyaneke hevbeş misoger be. Ji ber ku aloziyên heyî temsîla gelan nakin, berovajî zirarê didin civakan, temenê desthilat û rejîmên destpot dirêj dikin.
Di mijara yekemîn a bi sernavê ˊPergala Îmraliyêˊ de beşdaran 3 pirsên sereke nîqaş kirin “Di vê demê de pêwîstî bi çi heye ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê bidawîkirin? Çi tê xwestin ku pergala Îmraliyê ji aliyê hiqûqî ve were şikandin? Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berpirsiyariyên li ser me çi ne? Beşdaran gelek nêrînên xwe der barê van sê pirsan de dan. Di nêrînan de hat gotin ku divê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan bên pêkanîn, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi pêkanîna fikrên wî li ser erdê pêkan dibe. Her wiha hat gotin rêbaza xelasiya ji kaosa li Rojhilata Navîn bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.
Di mijara duyemîn a li ser ˊNeteweya demokratîkˊ de hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mihemed Şahîn, rêvebera Kongra Star Peyman Elûş, hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Firatê Bozan Xelîl nîqaş bi rê ve birin. Beşdaran li ser vê mijarê gelek nîqaşên xwe kirin. Di nîqaşan giştî de teqezî li ser fikra neteweya demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye hat kirin ku ew fikir Şoreşa Kurdistanê ji tevahî serhildan û şoreşên Kurdî yên berê cudatir dike. Projeya neteweya demokratîk projeya yekane ye ku dikare alozî û şerên li cîhanê bi dawî bike.
Di mijara sêyemîn a li ser ˊHevjiyana azad-jineolojiyaˊ de mamosteya beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Kobanê Dicle Heyder û mamosteyê Zanîngeha Kobanê Egîd Nasro, endama Navenda Jineolojiyê Sedîqe Xilo ji bo birêvekirina nîqaşan hatin hilbijartin. Di nêrînan de hat gotin hevjiyana azad bingeha afirandina civakeke ewle dûrî aloziyên bandorê li rewşa civakî ya giştî dike. Her wiha jin dikare roleke mezin di rêxistinkirina civakan de bilîze û berê civakan ber bi rêya rast ve bide.
Di mijara dawîn a li ser ˊEkolojiyêˊ de ji aliyê hevserokên Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Arif Balî û Almaz Romî, her wiha hevserokê Gerînendetiya Avê ya kantona Firatê Masûd Bozî ve hat birêvebirin. Di nîqaşan de pêwîst e civak bibe civakeke ekolojî ku gerdûnê, welat, bajar û gundê xwe biparêze û civakê teşwîqî firehkirina rûberên keskahiyê bike.
Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:”
1- Di hemû qadan de kar û xebatên civakî, rêxistinî, rêveberî û siyasî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê meşandin.
2- Ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo were belavkirin divê ku bi awayekî sîstematîk li hundir di nava gel, komîn, meclîs û hemû sazî û dezgehên rêveberiya xweser de parêznameyên Rêber Apo werin xwendin û nirxandin. Her wiha komîteyên xwendinê werin zêdekirin.
3- Ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo di tora civakî de divê malperek werê avakirin.
4- Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo divê ku konferansên wiha werin berdewamkirin.
5- Ji bo pêkhateyên Ereb yên kantona Firatê konferansa parêznameyan 4`an were berdewamkirin.
6- Divê mijara jineolojî, zayendperestî û hevjiyana azad bi medoteke serbixwe di ware komxebat, semîner û panêlan de di nava gel sazî û dezgehan de were xurtkirin. Her wiha ev yek ne tenê bi awayekî teorî lê were nêrîn û were pratîk kirin.
7- Ji bo pêngava azadiya fîzîkî û belavkirina fikir û fesefeya Rêber Apo divê xwendina parêznameyan bi rêya komxebat, semîner, panêl û konferansan were li darxistin.
8- Divê li hember xwezaya yekemîn rêz were girtin û berhemên xwezayî yên binerd û sererd neyên talankirin û îsrafkirin. Her wiha pêgavên hişyarî û rêzgirtina ji ekolojiyê re were xurtkirin.
9- Divê qada jineolojî û ekolojî weke meteryal di refên xwendinê de ji seretayî heta zanîngehê were dayîn.
Em weke delegeyên konferansan a parêznameyên Rêber Apo ya li Kantona Firatê ji bo jiyaneke azad û demokratîk bi biryar û têkoşîneke xurt û bawer ku li ser xeta serfiraziyê têdikoşin. Divê ku em li hember desthilatdariya şer a modernîteya kapîtalîst rêxistinbûn û baweriya xwe mezin bikin.”