Pêncşem, 14 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    112 xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zexta ‘bidawîkirina çalakiyê’ li rojnamevan Şêrwanî tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa ber bi azadiyê ve: Li Sûrê meşa ber bi bîra kolektîf ve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 7 fedaiyên Girê Sor
Kurdistan

7 fedaiyên Girê Sor

Berxwedêran bi pêşengiya fermandar Botan û Zinarî 80 rojan Girê Sor veguherandin keleha berxwedanê. Sekna li Metîna û Girê Bahar tê nîşandan, berhema lehengên Girê Sor e. Hevrêyên wan vê ala serketinê niha li Zap û Metînayê li ba dixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di her demeke dîrokî de bûyerek an jî kesayetek xwe didin pêş. Dibin sedema destpêkeke nû, gaveke nû, sondeke nû. Dibe nûnerê hevrêtî, berxwedan û sekna bi rûmet. Dibin rêberê pêşengên şerê gerîla. Fermandar Botan, Zinarîn, Serhildan, Argêş, Delal, Ozgur û Baz 15’ê Tîrmehê Girê Sor kirin keleha berxwedanê û ruhê berxwedanê yê Kemal û Hayriyan careke din derbasî ser dika dîrokê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Nîsana 2021’ê bi konsepta êrîşa nû li ser qada Avaşînê dest bi operasyoneke berfireh kir. Vê operasyonê li Mamreşo, Şehîd Serdar û tevahiya qadê dewam kir. Dewleta Tirk a dagirker di destpêka Hezîranê de piştî ku li Mamreşo, Şehîd Serdar û çeperên din nekarî encamê bi dest bixe, berê xwe da herêma Basyayê.

Ji komeke gerîla rizgar bû û kete destê komeke din a gerîla. Ji ber ku Avaşîn li wan bûbû mîna dojehê û her roj di agirê dojehê de dişewitîn. Şervanên ku fermandar Botan, Zinarîn û Serhildan pêşengî ji wan re dikirin, xwe ji bo berxwedana demê amade kirin. Çepera wan tunelên Girê Sor, çekên wan jî bawerî û îradeya wan bû. Wan dixwestin Kurdistanê ji leşkerên Tirk ên ji bo dagirkirinê hatine bikin goristan. Her yekî ji wan mîna generalekî şer bi rê ve birin û bêhn li dagirkeran çikandin. Dewleta Tirk a faşîst ji bo karibe xwe nêzî çeperên Girê Sor bike bi rojan amadekarî kir, her roj bombardûman kir, lê belê leşkerekî tenê yê bi Tirk jî newêrîbû xwe nêzî çeperên gerîla bike.

Zanîbûn ku gerîla li dijî wan xwedî wêrekî û biryardariyê ne û çi dibe bila bibe wê xaka xwe neterikîne. Sekna Girê Sor sekna berxwedana 14’ê Tîrmehê bû. Di ser vê berxwedana dîrokî re 3 sal derbas bûn. Berxwedan, îrade û bangên wan hîn jî li pêş çavên me ne. Berxwedana Girê Sor ji gelek aliyan ve ruhê PKK’ê temsîl dikir. Li ku derê ruhê PKK’ê hebe li wir serketin heye. Li ku derê fedaiyekî Rêber Apo hebe li wir astengî nîne. 7 fedaiyên Girê Sor ruhê berxwedanê yê Kemal Pîran careke din nîşan dan. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her tim li çeperan şer dikirin û têdikoşiyan. Tiştekî din jî heye ku vegotina wê bi gotinan têrê nake. Têkiliyên hevrêtiyê. Hevrêtiya rast a ji bo serketinê, hevrêtiya PKK’ê bû. Hevrêyên heman dozê bûn, armanca wan yek bû. Dilê 7 lehengan jî di heman kêliyê de ji bo heman tiştî lê dida.

BI BERXWEDANA XWE 80 ROJAN DÎROK NIVÎSANDIN

Çawa ku berxwedêrên li Siyanê bi pêşengiya Şoreş Beytûşebab serdemeke nû dane destpêkirin, çawa ku berxwedêrên bi pêşengiya Serhed Giravî û Rûken Gever li Mamreşo nîşan dan ku têkoşîn wê çawa bi rê ve biçe, berxwedêrên Girê Sor ên bi pêşengiya fermandar Botan û Zinarî jî bûn nûnerê wan mirovan ku gelekî ji jiyanê hez dikirin ku di oxira wê de dikarîbûn canê xwe feda bikira. Girê Sor bi xwîna xwe bi wate kirin û bûn hevrê. Girê Sor bi wê heybeta xwe ji wan re bû biryargeh. Li dijî dewleta Tirk a dagirker mil bi mil şer kirin û gihîştin armanca xwe. Jiyan bi şehadetê naqede, ji nû ve destpê dike. Her şehadet dike ku têkoşîn û şer mezin bibe. Lehengên Girê Sor di nava 80 rojan de Girê Sor kirin keleha berxwedanê û bê navber şer kirin. 80 rojan di nava şert û mercên herî giran de li tunelên Girê Sor teslîmiyet red kirin, canê xwe feda kirin û bersiv dan her êrîşeke faşîst. 80 rojan destana fedaîtiyê nivîsandin û weke şervanên Rêber Apo derbasî nava rûpelên dîrokê bûn.

Ala berxwedanê ji Serhed, Şoreş û Rûkenan wergirtin û heta nefesa dawî li ba dan. Sê sal in hevrêyên wan ala wan li ba didin Ji Avaşînê heta Zapê, ji Metînayê heta Rojavayê Zapê bi ruhê berxwedana Girê Sor têdikoşin. Li hemberî dewleta Tirk a dagirker ku sala 2021’ê bi konsepteke nû dest bi êrîşê kir, berxwedana gerîla gihîştiye asta bilind. Gerîlayên Azadiyê di nava van salan de bi berxwedanên li Mamreşo, Girê Sor, Werxelê û Siyanê di mijara taktîkê de xurt bûn. Çeperên xwe ji bo tinekirina dagirker û xayinan heta dawiyê parastin. Her yek ji wan bû mîna Botan û Zinarîn. Sekna xwe kirin pîvana jiyanê û berxwedana xwe kirin mînak. Bi ruhekî fedaî bi ser dagirkeran ve çûn û tol hildan. Sekna ku li Metîna û Girê Spî tê nîşandan berhema lehengên Girê Sor e. Wan mohra xwe li dema xwe xistin û her yek ji wan bûn nîşaneya berxwedanê. Niha hevrêyên wan vê ala serketinê bi serbilindî li Zap û Metînayê li ba didin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Şîrketa madenê ya li Golanê gefê li ekosîstem û gel dixwe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzerên Kantona Firatê li dijî biryarên Doza Kobanê komxebatek lidarxistin

Parêzerên Kantona Firatê bertek nîşanî biryarên doza Kobanê dan û diyar kirin ku ev kiryarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Akdenîzê ciwan li ser piyan in 

Li Akdenîzê li hemberî hewldanên desteserkirina şaredariyê meşeke girseyî hate lidarxistin. Piştî meşê ciwanan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Stranek ji bo Kaytan û Altûn: Du çiya

Ji bo ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn straneke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?