Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) der barê konferansê de ev agahî parve kir:
“Texrîba ku sîstema serdestiya mêr a 5 hezar salî ya li ser jinê pêk aniye, îro hê bi sîstematîktir û girantir li her qadên jiyanê dewam dike. Bi rêya medyaya dîjîtal di qadên siyasî, civakî, aborî û derûnî de 24 saetan zayendîperestî li nav civakê kûr dike û bi vî awayî hebûna xwe didomîne. Zîhniyeta ku bi rolên zayendî yên civakî jinê kategorîze dike, qadên wê yên jiyanê teng dike, ked û îradeya wê tune dihesibîne, bênasname dihêle û bêwate dike, çavkaniya xwe ji êrîşên polîtîk ên sîstema kapîtalîst ên li dijî jinê digire. Siyaseta zayendîperestî yên li dijî jinê ku her cure tundiya li ser jinê rewa dibîne, dibe sedem ku her roj ji hêla xizmên wan ên herî nêz ve bên kuştin. Pirsgirêka herî sereke ya îro jî rolên zayendîperestî yên civakî ne.
Bê guman di tevahiya dîrokê de jin li dijî sîstema serdest di nava berxwedan û serhildanê de ne. Îro jî jin bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ a paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxweziya Jinê ya Rêber Apo têkoşîna xwe li hemû cîhanê dimeşîne. Di serdemek ku sîstema desthilatdar hewl dide qadên jin û civakê teng bike de, ji bo mirovahiyê bûye hêvî. Her çiqas hedefa sereke ya rolên zayendîperestî yên civakî ya diyarkirî jin be jî, mêr jî kiriye bin bandora xwe û rola domandina sîstema xwe daye wan. Di vê merheleyê de mêr jî weke kesayetek kole ava kiriye û ji bo ku hemû rêbazên zordar li ser jinê bidin sepandin qadek ava kirine. Lewma paradîgmaya Rêber Apo bi qasî ku rolên mêr ên serdest û feodal red dike, ewqas jî rolên jinê yên klasîk red dike.
220 DELEGE TEVLÎ KONFERANSÊ BÛN
Bi armanca nîqaşkirina astengiyên li pêşiya azadiya jinê û kesayetên azad ku pîvanên herî bingehîn ên avakirina civaka exlaqî û polîtîk a civaka demokratîk e, me di 2’ê Adarê de li bajarê Frankfûrtê bi tevlîbûna 220 delegeyan konferansa têkoşîna li dijî zayendîperestiya civakê lidar xist. Li ser pêvajoya derketina dîroka zayendîperestiya civakî û di roja îro de di qadên alternatîf ên şoreşgerî de di warê siyasî, aborî û rêbazên çareseriyê û Jineolojî de pêşkêşî hatin kirin. Piştî pêşkêşiyê, bi tevlîbûna xurt a beşdarên konferansê re li ser misyona ku zayendîperestiya civakê hem di nava malbatê de hem jî di nava civakê de rolên çawa li ser kesayet ferz dikin hatin nîqaş kirin û li hemberî vê yekê divê çi bê kirin nîqaş çêbûn. Di ronahiya van nîqaşan de li gel pêkhateyên konferansê hin biryar hatin girtin.
BIRYARÊN HATINE GIRTIN
1- Divê di hemû xebatên de li ser bingeha felsefeya Rêbertî û bîrdoziya rizgariya jinê, nêrîna jinê ya li dijî zayendîperestiyê esas were girtin.
2- Weke ku Rêber Apo destnîşan kir, divê hemû sîstema me li ser esasê xizmeta hevjiyana azad bê avakirin û ev yek bi awayê jina azad, mêrên azad û têkiliyên azad bi jiyanî bibe. Ji bo vê jî mecbûrî ye ku her kes li ser bingeha paradîgmayê tevlî perwerdeyên takekesî û civakê bibe.
3 – Ji bo ku çanda jiyana bi hev re ya azad bi jiyanî bibe, divê bi derbaskirina modernîteya kapîtalîst an jî modela kevneşopî ya mêrê feodal û jina klasîk, di civakê de nasnameya jina azad a girêdayî şoreşa jinê bê ava kirin.
4- Di avakirina civakê de ji bo sîstema hevserokatiyê bi sazî bibe, divê tecrûbe bên parvekirin û ji bo nûnertiya wekhev bigihêje asta wesfdar, hewceye her kes xwe berpirsyar bibîne,
5- Taybetmendiya herî girîng a sîstema me ya Konfederal a Demokratîk ew e ku xwedî sîstema nûnertiya wekhev û hevserokatiyê ye. Li dijî têgihiştin û nêzîkatiyên ku sazîbûnê şeklî dibînin, vîna hevserokan ji nedîtî ve tên, biryaran piştguh dikin û mîna ku tenê pêkanîner in nêz dibin, bi awayekî aktîf têkoşîn bê meşandin,
6- Li ser esasê pîvanên îdeolojiya rizgariya jinê, bi awayekî çalak û xurt meşandina têkoşîna zayendî,
Bi hişmendiya ku ‘rêgezên azadiyê li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxweziya jinê bi rêxistin in’, li dijî pîvan û nêrînên kevneşop li her qadê bi awayekî herî xurt têkoşîna zayendî meşandin,
7- Li ser bingeha pîvana ‘azadiya jinê azadiya civakê ye’ di avakirina civaka exlaqî û polîtîk de beşdarbûna jinan li ser esasê nûnertiya wekhev di komun û meclîsan de bê xurtkirin,
8- Li dijî têgihiştin û nêzîkatiyên ku xebatên jinê pêwîst nabînin, weke îhtiyad dîtin û nêzbûn ango her tim kêmasiyên xwe bi jinê îzahkirin bi awayekî aktîf têkoşîn meşandin,
9 – Li dijî zayendîperestiya civakî, qetlîama jinan, şîdeta nava malê, tacîz û destdirêjî, zewaca bi temenê biçûk û her cure şîdetê bi awayekî herî xurt û radîkal bi şêwaza veguhertinê têkoşîn meşandin, li dijî van êrîşan helwesta rêxistinbûyî ya civakê nîşandan û meşandina xebatên hişyarkirinê,
10- Zayendîperestî ku kapîtalîzm bi rêbazên reklam, medya dîjîtal û pornografiyê li dijî jinê tev dide, yekser bi hegemonya îdeolojîk ve girêdayî ye û ji bo bicihanîna qanûna kar û qezencê ye. Divê were zanîn ku zayendîperestiyeke bi vî rengî nexweşî ye, ji vê jî wêdetir têkçûn e, mirina zû ye. Lewma divê ev êrîşên zayendîperestiyê bêne redkirin û ji bo jiholêrakirinê jî têkoşîneke çalak bê kirin.
11- Şîdeta mêr a ku di encama koçberî, qirkirina ekolojiyê û qeyranên civakî de rû didin, her wiha texrîbata ku bi bandora êrîşên bi rêya olperestî û zayendîperestî li dijî civakê tê pêkanîn divê bên nîqaşkirin û çareseriyên wan bên diyarkirin,
12 – Divê polîtîkayeke weşangeriyê ya civakî-çandî û veguherîner ku pirsgirêkên civakî bi xurtî di qada çapemeniyê de parve dike, rê nîşanî civakê dide, vîna çareseriyê derdixîne holê û têkoşîna li dijî zayendîperestiyê dixe navendê esas bê girtin,
13 – Xebatên çand û hunerê ku di têkoşîna li dijî zayendîperestiyê de xwedî roleke diyarker in, divê xebatên bi armanca avakirina estetîka jinê, veguherandina têkilî û şêwaza jiyanê ya jin-mêr, eşkerekirina exlaqa azad, bê meşandin,
14 – Li dijî her cure êrîşên zayendîperest ên devkî, psîkolojîk û fîzîkî li qadan bi rengekî çalak têkoşîn meşandin û helwest li dijî van kesan nîşan dan. Ev kes nabe di xebatên avakirinê de cih bigirin,
15- Divê ji bo tevahiya hevrêyên mêr perwerdeyên Jineolojî, di têkoşîna zayendî de veguhertina mêr û zayendiya civakî bên dayîn,
16 – Lêkolînek li ser rola baweriyan a di zayendiya civakî de bê kirin,
17- Ji bo dayik û bavan di çarçoveya perwerdeya zarokan de divê perwerdeyên pedagojik bên dayîn û panel bên birêxistinkirin,
18- Di asta herêmî de perwerde dayîn û konferans lidar xistin,
Konferansa me di şexsê Yuksel Yargan ê li Elmanyayê di meha Adarê de hat qetilkirin de diyarî hemû jinên hatin qetilkirin e.”