Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi peyamekê cejna Newrozê pîroz kir.
Di destpêka peyamê de hate gotin, “Em di serî de Newroza Rêber Apo ya hemû hevalan û ya gelê Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin. Di şexsiyeta heval Mazlum Dogan, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî de hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bîr tînin û li hemberî wan bejna xwe ditewînin. Bi agirê bedena wan, Newroz bû sembola berxwedan û azadiya gelê me.”
Peyama KONGRA-GEL bi vî rengî dewam kir:
“Gelê Kurdistanê Cejna Newroza 2026’an di şert û mercên awarte de pêşwazî dike. Bi şerê cîhanê yê 3. Pergala Rojhilata Navîn tê guhertin. Di pêvajoyek waha awerte de gelê me li hemû beşên Kurdistanê de ji bo azadiya xwe amade ye. Bi taybetî li welat û derveyî welat bi xwedî derketina Şoreşa Rojava, gelê me ev helwest û daxwaziya xwe ji bo hemû hêzên herêm û cîhanê, awayekî bi heybet pêşkêş kir.
Bi vê kelecana azadiyê jî ev yek hefte ye gelê me li hemû deveran Cejna Newrozê pîroz dike. Ev rewş di vê heftê jî yê dewam bike. Coş û tevlêbûnên pîrozbahiyan, li ser tekoşîna gelê me ya sala 2026 an yê yekser bandor bike.
Bi hêz û girseyî tevlêbûna li pîrozbahiyan, li ber çavên cîhanê wê bibe mesaja daxwaziya gelê me ya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê. Ji ber vê yekê jî li welat û li derveyî welat bi girseyî tevlêbûnên pîrozbahiyan pir girîng e.
Newroza ya roja şemiyê li Frankfurt’ê bê pîrozkirin, wek Newroza navendî hatiye amadekirin. Ji ber vê yekê jî ji bo mesaja Newrozê bi hêz be, girseyî tevlêbûna gelê me gellekî girîng e.
Em bang dikin ji bo gelê me, ji bo dostên me:
Ji bo Newroz bibe wesîla azadiya Rêber Apo, ji bo bibe wesîla yekîtiya demokratik ya gelê Kurdistanê, ji bo bibe wesîla azadiya gelê me, li çar aliyê welat û li derveyî welat, em cejna Newrozê bi girseyî pîroz bikin, bi dengekî hêz em mesaja xwe bidin hemû cîhanê.
Em dibêjin êdî dema azadiya gelê me hatiye. Newroza 2026’an yê bibe Newroza azadiyê. Li ser vî esasî em car din Cejna Newroza gelê xwe bi dil û can pîroz dikin û serketinê dixwazin.”

