Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Civak dixwaze tiştên ku li Îmraliyê têne axaftin, werin bicihanîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî şehîd bi bîr anîn, soza dilsozî û biryardariyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongreya PYD’ê li Hesekê destpê kir
Rojava

Kongreya PYD’ê li Hesekê destpê kir

Kongreya 10’an a PYD’ê li Hesekê destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Beriya çend kêliyan Kongreya 10’an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk” li hola Serdem a li bajarê Hesekê destpê kir.

Kongreya ku di salvegera 21’an a damezirandina partiyê de destpê kiriye wê du rojan (21 û 22’ê Îlonê) dewam bike.

Li hola kongreyê pankartên bi nivîsên “Rizgarkirina herêmên dagirkirî mîsogeriya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê û yekitiya xaka wê ye”, “Partiya me partiya şehîdan û kedê ye” Em ê têkoşîna xwe bidomînin”, “Şehîd pêşengên me yên manewî ne û sembola jiyana ebedî ne”, “Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî mîsogeriya civakeke exalq, polîtîk û demokratîk e” û “Di şerê gel ê şoreşgerî de her ferdek dibe berxwedêrek û her dengeke li qada azadiya dibe çekek” hatine vekirin. Her wiha wêneyên pêşengên PYD’ê Şîlan Kobanê, Zekereya, Ciwan, Fûad û Cemîl ên sala 2004’an di komkujiyeke de şehîd bûn, hatine daliqandin.

Ji tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam û Ewropa 700 delegeyên partiyê, dîsa hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevserokên TEV-DEM’ê Remziye Mihemed û Ebduselam Mehmûd, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman, henûnerên saziyên jinan, leşkerî, şêxên eşîrên Ereban, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan jî beşdar bûne.

Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre hevseroka PYD’ê Asya Abdullah dest bi axaftinê kir.

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê dê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongra Star jî wê axaftin werin kirin. Dê nameyên pîrozbahiyê werin xwendin û sînevîzyonek li ser xebatên partiyê were pêşandan.

Di bernameya kongreyê de dê spasname pêşkêşî malbatên şehîdan werin kirin, raporên meclisên partiyê û perespektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê werin xwendin.

Her wiha dê rêziknameya partiyê di ber çavan re were girtin û li gorî pêşniyar û nêrînan were guhertin. Piştre dê meclisa giştî ya partiya û hevserokatiya nû werin hilbijartin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku PYD’ê kongreya xwe ya yekemîn bi beşdariya 185 delegeyan di Îlona 2003’an li çiyayê Kurdistanê lidar xistibû. Di kongreyê de avakirina PYD’ê hat ragihandin.

Kongrê bi axaftina hevseroka PYD’ê Asya Abdullah dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk 4 kes revandin
Nûçeya Pişt re Hevserokên PYD’ê: Çareserî, azadkirina xakên dagirkirî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

Konseya Rêveber a KNK’ê, beriya civîna serokên NATO’yê ya ku di meha Tîrmehê de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Rêber Apo bangeke dîrokî ya nû kir. Banga Rêber Apo di demek nêz de wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenê çalakiyên bi teknîka taybet hatin kirin

Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Girê Amediyê weşand ku bi teknîka taybet hatin kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Efrînê dest danîn ser zeviyên zeytûnan ên gel

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Ji bo ku Kurdî bi destûra bingehîn were misogerkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hawarî: Eger gelên Sûriyeyê mafên xwe misoger nekin dibe ku sedsalek ji dest biçe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê daxwaza mîsogerkirina Kurdî di destûrê de hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?